ANALÎZ

ÎRAQ … PÊVAJOYA AVAKIRINA HIKÛMETÊ Û ASOYÊN ÇARESERÎYÊ

ÎRAQ … PÊVAJOYA AVAKIRINA HIKÛMETÊ Û ASOYÊN ÇARESERÎYÊ

Qeyraneke sîyasî li Îraqê rûdide ku ji dema ketina rêjîma Beisê ve sala 2003yan qeyraneke bi vî rengî çênebûye. Di encamê de şer û pevçûn bi çekan di navbera alîgirên koma el-Sedir û el-Îtari-tensîqî de derket, ew jî ji ber ku alîyên sîyasî nekarîn hikûmetê damezirînin. Piştî ku koma el-Sedir, di hilbijartinên zagonsazî yên dawîn de ku di çireya pêşîn 2021 de pêk hatin, ji 329 danîştekan 73 danîştek di perlemanê de bi dest xistin, Iraq kete tengaveke sîyasî; ji ber ku koma el-Sedir nikarîbû hikûmeteka piranîyê bi tena xwe saz bike.

Piştî ku alîyên sîyasî negihiştin tu rêkeftinan, qeyran her û her kurtir bû û el-Îtari-tensîqî alêgirê Îranê li ser wê gavê rijd e ku hikûmet li gor şêwazê berê were sazkirin, lewra tundûtûjî zêde bû û greveke hundirîn çêbû her wiha êrîşîn çekdar di navbera alîgirên şepêla el-Sedir û alîgirên el-Îtari-tensîqî li hemû alîyên welatî pêk hatin. Di encamê de hin zevîyên petrolê hatin girtin û ji her du alîyan hejmareke mirovan hatine kuştin. Van nakokîyan bandoreke neyînî di milên ewlehî û aborî de li hemwelatîyê îraqî kir; hemwelatîyê ku jixwe ji berî van arîşeyan û tevî dewlemendîyên Îraqê janê ji krîzên kûr yên dabînkirina rajeyên bingehîn dikişîne. Tevî ku gelê Îraqê gelekî hewl da ku nerazîbûna xwe ji çîna sîyasî nîşan bide, lê li ber wê rastîyê radiwestîya ku ji ber faktorên navdewletî û herêmî, rewşa heyî nayê guhartin. Çimkî damezirandina hikûmeta Îraqê ne encama vîna gelê îraqî ye û serborên pêkhatina hikûmetên berê yên îraqî vê yekê piştrast dikin.

Hêzên ku hevrikî û milimilaneyê li Îraqê dikin di serî de Îran, Amerîka, Tirkîye, Qeter û Îmarat rê nadin ku statûyên sîyasî yên ku bibin asteng li pêş berjewendîyên wan ava bibin. Çimkî aşkera ye ku Amerîka, ya ku dibîne ku ji dema xistina rêjîma Beisê ve di sala 2003yan de wê gelek kar ji Îraqê re kirine, hewl dide li pêş berfirehbûna Îranê li Îraqê raweste û naxwaze ku hikûmeteke îraqî li gor dîtin û berjewendîyên Îranê ava bibe; çimkî Îran dixwaze Îraqê bi xwe ve girê bide û xwe dispêre Îraqê da ku bandora sizayên Amerîkayê li ser xwe sivik bike ku petrola xwe hinarde bike û aborîya xwe geş bike.

Ev nelihevîya di navbera Îran û Amerîkayê de qeyrana îraqî kurtir û aloztir dike. Li milê din hevkêşeya hevbendîyan tê guhartin ku bandorên nû di sîyaseta îraqî de berz bûne, her wekî hevbendîya Tirkîye û Qeterê û Îmarat bi xurtî derbasî dosyeya Îraqî bû. Çimkî Tirkîye û Îmaratê roleke giring di komkirina partîyên sunî de lîst û arîşeyên di navbera wan de çareser kirin. Rola Îranê bi şûn de vedigere, bi taybet piştî ku hevbendên wê di hilbijartinên dawîn de bi bin ketin; çimkî tevî ku di dehsala bihûrî de Îranê karî sunîyan parçe parçe bike, lê niha Tirkîye, Îmarat û Qeter dixwazin wan bi yek bikin û ev yekîtî dê derbek be ji Îranê re.

Dibe ku tişta ku metirsîyên Îranê zêde dike, ew be ku têkilîyên PDKê jî bi Tirkîyeyê re baş in û Îran vê gavê weke gefeke yekser li ser berjewendîyên xwe yên stratejîk li Îraqê dibîne. Wate, Îran, ya ku herî zêde piştgirîya partîyên sîyasî yên şîî dike, êdî hew dikare mala şîî di yek hevbendîyê de bi rê ve bibe, lê di heman demê de Tirkîyeyê karîbû partîyên sunî yên parçebûyî di yek hevbendîyê de bi navê “Tehalûf el-Sîyade” kom bike.

Tirkîye ne ji valahîyekê dest di avakirina hikûmeta nû de werdide, lê desttêwerdana wê ji ber wê yekê ye ku ditirse hikûmeta nû dosyeya mana leşkerên wê ya nerewa li Başûrê Kurdistanê û mijara bombebarana wê ya berdewam bi bihnaneya terorê bi ser Îraqê de veke.

Lewra Tirkîye naxwaze Îraqeke bihêz ava bibe ku rê li desttêwerdanên derveyî bigire û li pêş arezûyên wê yên dagirkerî raweste, arezûyên parçekirina Îraqê û tevlêkirina wîlayeta Mûsilê ya ku Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê tev digire li Tirkîyeyê ku ev jî di çarçoveya projeya “Mîsaqa Millî” de ye.

Xitimîna sîyasî ya li Iraqê bi tenê ne girêdayî nakokîyên di mala şîî de ye ku Îran bi dilê xwe li qada sîyasî ya Îraqê diçû û dihat, lê niha ji ber ku hêzine din yên herêmî ketine meselê, hevkêşe hatine guhartin.

Ji bilî van qas nakokîyan, astengî û faktorên hundirîn jî hene, her wekî nakokîyên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û partî û komên sîyasî yên sereke de bi sedema dosyeya petrol û gazê ku ev hêz dozê li hikûmeta herêmê dikin ku van dosyeyan radestî hikûmeta navendî li Bexdayê bike; bi taybet piştî ku Dadgeha Bilind a Fedral di sibata çûyî de hikum da ku qanûna petrol û gazê ya hikûmeta herêmê ya sala 2007an ne li gor makzagonê ye û ew qanûn pûç û betal kir. Lewra hikûmeta herêmê û hêzên sîyasî yên kurdî di avakirina hikûmeta nû de li wî alîyî digerin yê ku xwestekên wan yên bingehîn der barê madeyên makzagonî yên nakokdar de di navbera Hewlêr û navendê de anku petrol û deverên nakokdar û rewşa pêşmergeyan bi cih bîne.

Heke rewşa sîyasî li Îraqê wiha berdewam bike û kom û partîyên sîyasî li ser wê gavê rijd bin ku pişta xwe bi hêzên herêmî û navdewletî xurt bikin û li hev nekin, dê avakirina hikûmeta nû aloztir bibe û ev jî tê wê wateyê ku dê hikûmet bi şêwazê berê were damezirandin.

Wate, çareserî ew e ku hemû partî û alîyên sîyasî li ser maseya danûstandinan rûnin û nakokîyên xwe yên hundirîn çareser bikin û rê li desttêwerdanên derveyî bigirin û bi destpêşxerîyekê rabin da ku qeyranê çareser bikin û hikûmetê li ser bingehên niştimanî ava bikin. Ev jî ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên sîyasî yên heyî, lê ji bo proseseke geşepêdanê ya tevgir û başkirina rajeyan were destpêkirin. Heke ev nebû, berdewamîya desttêwerdan û nakokîyan bi taybet di navbera partîyên şîî de bi her du şaxan ve şepêla el-Sedir û el-Îtari-tensîqî, dê Îraqê ber bi xitmîneke kurtir ve bibin û dê banorên neyînî li helwesta Îraqê ya aborî û sîyasî û têkilîyên wê yên bi derve re bike.

زر الذهاب إلى الأعلى