ANALÎZ

“Koçberên Efrînê” Vegera li Niştedagirgehan û ” rewbûna dagirkeriyê”

Piştî ku Tirkiyê û çeteyên wê yên ji komên çekdar di Çileya 2018 de êrîşî kantona Efrînê kir, piraniya niştecihan ji cih û warê xwe bi darê zorê hatin koçber kirin, û piştre koçberan berê xwe dan herêma Şhehbayê û di nav kampên ku di dema koçberkirina bi darê zorê de li wir hatibûn avakirin bi cih bûn. Li gorî Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrî, hejmara kesên ku piştî dagirkerîya leşkerî ya Tirk ji cih û warên xwe koçbûne, heya Gulana heman salê 300,000 kes bûn, her weha nêzî 40,000 niştedagir jî li Efrînê li şûna niştîcihên resen hatin bi cihkirin, hin ji wan ji koçberên Xûtaya Rojhilatî ya gundewarê Şamê bûn, piraniya wan jî malbatên milîsên Ereb û Tirkmen ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in.

Binpêkirinên çeteyan li Efrînê:

Ji dema ku Tirkiyê û çeteyên wê yên çekdar kantona Efrînê dagir kir, rewşa bajêr xirabtir bûye, ji ber ku wan binpêkirinên herî hovane li dijî sivîlan pêk anîn, di nav de kuştin, revandin û tecawizî, mîna revandina keçeka biçûk //Melek Nebîh Xelîl Cumaa// ya ku ji hêla koma El-Nuxbe ve ku girêdayî tugaya Sultan Murad de hate revandin, û piştre laşê wê li zeviyan hate dîtin piştî ku ew bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Her wiha guhertina demografîk pêk anî, ku malbatên çeteyan û Tirkmenan ji Sûriyê kişandin û li malên şêniyên Efrînê bi cih kirin. Dar birîn, li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ji dema dagirkirina Efrînê heya sala 2019 ve, çeteyan çil û sê hezar darên berdar û daristanî wêran kirin, her weha dest danîn ser erd û zeviyên çandiniyê û bi navê pîşesaziya Tirkiyê hinardeyî derve kir, wekî zeyta Efrînê, û jinûve dest bi tomarkirina milk û emlakan kir da ku koçberên Kurd ji erd û milkên xwe bêpar bimînin. Kurd xwedî milkên erdên xwe ne, digel dizîna şûnwarên ku dîroka wan dirîjî hezaran salan e.

Piştî sê salan ji dagirkirina kantona Afrînê, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk, belgeyên binpêkirinên ku ji hêla Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine kirin, eşkere dibin, gelek raporên herêmî û navneteweyî yên ku van bipêkirinan belge kirine û Tirkiyê bi eşkereyî bi sûcên şer tawanbar kirine derket holê ku bûn sedema tengavbûna helwesta Tirkiyê li hember civaka navneteweyî, ji ber vê yekê odeyên îstîxbarata Tirkiyê dest bi şopandina siyaseteke nû kir, weke hewldaneke ji bo başkirina helwesta xwe li pêşberî raya giştî ya cîhanê, û spîkirina rûyê çeteyan, û rewakirina dagirkeriyê, herî dawî jî pêvajoya vegera koçberên Efrînê yên ku li kampên Şehba dimînin, bi riya Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) dest pê kir, piştî têkçûna hewldanên wê yên berê, belgeya ku li ser malperên tora civakî hate weşandin, hevdîtina di navbera Abdul-Basit Seyda Hammo û Ibrahîm Biro bi berpirsyarê dosyeya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Tirkiyê di 06/21/2021 de li Stenbolê piştrast dike, ev belge diyar dike ku lihevkirinek di derbarê vegra koçberên Efrînê di navbera wan de çêbûye, û divê malbatên Kurd bi riya zêdekirina bangawaziyan vegerê di dezgehên ragihandinê yên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd de vegerin kantona Efrînê, û 25 hezar dolarên Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve ji bo dezgehên ragihandinê yên Encumenê hate diyarkirin da ku vegera koçberan teşwîq bikin, ev yek me bi zelalî dît dema ku Abdul-Hekîm Beşar ji koçberên Efrînê xwest ku “Vegerin”, û îdîa kir ku Binpêkirin li Efrînê tune ne û tiştê ku li ser medyayê tê weşandin hemî derewin.

Ev dane di heman demê bi agahdariyên ji hundurê Efrînê ku dibêjin endamên komên çekdar bi riya mizgeftan bang li gel kirine, ku koçberên Efrînê handan bikin da ku vegerin, belav bûn. Çavkaniyan piştrast kir ku ev yek hevdem bi hevdîtinên ku di navbera serkirdeyên komên çekdar û hejmareke endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd de yên di bin navên encûmenên xwecihî, muxtar û navdarên herêmê de pêk hatin bû, û ev civîn li ser girîngiya peywendiya bi koçberên Efrînê yên li kampên Şehba û teşwîqkirina wan ji bo vegerê bû.

Malbatên ku vegeriyan Efrînê tê texmînkirin nêzî 37 malbat in, li Niştedagirgehên ku ji hêla Tirkiyê ve bi pereyên Qatar û Kuweytê hatine avakirin, hatin belav kirin. Ji Niştedagirgehên ku malbat lê hatine bicih kirin jî ev in: “Metîna, Beerava, Baflonê û Niştedagirgeha Efrînê.” Diyar e ku ev malbetên vegerîne ne li mal û gundên wan lê belê li Niştedagirgehên ku ji hêla rêxistinên îxwanî ve hatine ava kirin têne bi cihkirin, û ev rûpeleke din a hevkarî û nokeriya Encumena Niştimanî ya Kurd e. Tiştekî din jî piştrast dike ku armanca Encumena Niştimanî ya Kurd ew e ku Tirkiyê ji doza polîtîkayên wê yên faşîst û nîjadperestiya li dijî Kurdan xilas beke, ew jî mijara koçberkirina bi darê zorê û sûcên şer e ku Tirkiye nikare ji wan bireve ye, (ENKS) û ji ber Têkiliya wê ya rasterast bi polîtîkayên Tirkiyeyê re ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, dixwaze vê lekeya faşîzmê li ser Tirkiyê rake.

Armanca bicihkirina malbatên kurd li Niştedagirgehan ew e ku Tirkiyê naxweze kurd li cihekî di hundirê Efrînê de kom bibin.

Digel wê jî, kesên ku hatin xapandin û vegeriyane hatine girtin, û hejmara girtiyan ji destpêka Tebaxê heya naha nêzî 30 kesî derbas kiriye, ji bilî girtina jinên ku di nav kesên vegerîne de bûn.

Ev helwest û bangên ku ji hêla serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd ve têne kirin ku divê koçber vegerin tevî hemî binpêkirinên ku li ber çavan diyar in û bêyî garantiyên navdewletî ji bo vegera wan, tenê propaganda siyasetên nijadperest yên Tirkiyê dikin, û li gorî çavdêrên doza kurd, ev helwest tê wateya valakirina herêma Şehba û kampên ku malbatên koçber lê dimînin, her weha hewldanên Tirkiyê bi riya Encûmena Niştimanî ya Kurd؛ ya ku di destê wê de bûye alaveke dilsoz, ku lekeya guhertina demografîk li ser xwe rake û sûcên şer li Efrînê yên ku bi piştgiriya komên çete qewimîne veşêre û dagirkirina Efrînê rew bike. li gel vê yekê jî navê Rêveberiya Xweser li pêş raya giştî ya navnetewî û navxweyî reş bike û di navbera partiyên kurdî de astengiyan çêbike û hewldanên yekbûyîna wan asteng bike.

زر الذهاب إلى الأعلى