ANALÎZ

Erdogan bi binyata xwezayê dilîze

Erdhejên ku di navbera dem û demekê de li vir û wêdera han dixin, her tim li pey xwe gelek bobelatên mirovî û rûxandinê dihêlin. Nexasim dema erdhej bihêz û hilweşîner be, her wekî ku berî hefteyekê li Tirkîyê û bakurê Sûrîyê qewimî.

Di heman dema ku em xemgîniya xwe ji ber vê bûyera giran tînin ziman, em  sersaxîyê ji malbatên qurbanîyan re dixwazin, û ji kesên birîndar re rehetiyê dixwazin.

Pirs jî ev e: Gelo sedemên sereke yên erdehja Tirkîyê çi ne?

Bê guman Tirkî devereke erdhejan e ya di pileya yekem de ye û li gor nerîna pisporan, piraniya xaka Tirkîyê dikeve li ser pilêta erdê ya tektûnî ya anadolî ye, ku dikeve navbera pilêta orasî û ya erebî de. Li gor rojnameya (Sebah) a tirkî, xeta qelişînê ya herî zêde hilweşîner li Tirkîyê, xeta qelişînê ya bakurê Anadolê ye, ku li wir pilêta erdê ya Anadolê û Orasyayê digihêjin hev.

Em li vir nehatine behsa hûrguliyên cyolojî, eredhej û pilêtên tektûnî û tevgera wan ya di bin erdê de bikin. Lê li gor nerîna pisporan, yek ji sedemên çêbûna erdheja tirkî ya dawî, mirov e; wate sedema wê hikûmeta tirkîyê ye. Sedema vê yekê jî binpêkirina bêserûber a erd û xwezayê û derbaskirina karîna vê xweza û erdê ye. Jixwe ev yek jî bi qasiyên avê yên gewre ku di bendavan de hatine hilandin, ku hejmara wan bendavan zêdeyî 2000 bendav e, tê diyar kirin.

Li gor agahiyên tekez, qasiya avê ya ku di van bendavan de hilandî ye, nêzî 650 milyar metresêcar e. jixwe ev hejmar ji bo  beşekê ji zemînê,  pir gelek e.

Piraniya vê avê di golên avê yên çêkirî de nêzî cihê erdhejê kombûyî ye.

Li gor nerîna zanayên cyolojî, ev av diwerive bin erdê û bandorê li taybetmendiyên axa kûr dike, û dihêle tevgera tektûnî bikeve bin fişarê û çalak bibe.

Lêkolerekî iraqî Dr. Remedan Hemze (mamosteyê zanîngehê û lêkoler di hîdrolîkîya avê de) berdewamiya Tirkîyê di avakirina bendavan û rêgirtina li ber çemên Dicle û Firatê bi erdhejê ve girêdaye, û amaje kiriye ku “projeyên avî hiştine ku golên çêkirî yên avê werin avakirin, di encamê de vê yekê hiştiye fişar zêdetir bibe. jixwe Komkirina û girtina avê xwedî têkiliyeke yeksere bi zêdebûna erdhejan re.“

Pisporê ereb Dr. Telal Elî Mihemed Muxtar jî xwedî lêkolîneke hûrgul e (mamosteyê zanyarîyên cyofîzya û erdhejan li Siûdiyê ye). li gor wî têkiliyek di navbera avakirina bendavan û erdhejan de heye. Ew jî wisa dibêje: “Avakirina bendavên  mezin û bilind, dibe ku bihêle erdhej pêk werin.“

Ev diyarde li Çînê hat dîtin (erdheja ku di sala 2008 de li Çînê da, sedema wê bendava bilind bû. jixwe erdhejê herêma Sîşwan hilweşand û 88 hezar kuştî li pey xwe hiştin).

Her wiha ev diyarde li bajarê Lorka yê Spanî hat dîtin (li gor nerîna zanayên amerîkî). Bikaranîna avê ya zêde hişt ku fişar li ser valahiyên erdhejî were guhertin, û di encamê de hişt ku ew hilweşin û erdhejeke hilweşîner pêk were. Heman tişt li bajarê Bal li Siwêsrayê û hin welatên din jî pêk hat. Ev tev dide diyarkirn ku têkiliyeke xurt û yekser di navbera avakirina bendav û golên avê yên mezin û çêbûna erdhejan de heye. Îcar bandora mirov li ser qaşûla erdê rastiyeke heyî ye.

Li gor van lêkolîn û daneyan, girtina ava çemê Dicle û Firatê li ser Sûrîyê û Iraqê yek ji sedemên sereke yên çêbûna erdhejan, rageşiyan, tevlîhevî û nakokiyên civakî û siyasî li herêmê ye.

Encamên neyînî yên avakirina bendavên mezin li Tirkîyê, her wekî benadavên Atatork û Îlîso li ser kultûra çandî ya xwecihî, bala cîhanê bi awayekî mezin kişand û rastî şermezarkirinên berfereh ji hêla rêxistinên nehikûmî ve hat. Bilindbûna rêjeya bendava îlîso hişt ku bajarê Hesenkêfa yê ku temenê wî 12 hezar sal e binav bibe. Her wiha bi sedan gund binav bûn û bi dehên hezaran malbatên kurdan koçber bûn.

Ez dixwazin bibêjin ku xweza di zagonên xwe yên dijwar de, li ba sînorekî ranaweste û cudahiyê naxe navbera sînorên dewlet, netewe, gel, tîre û mezheban de. Lîstina bi xwezayê û atmosferên hevbeş yên di navbera gelan de ji aliyê xaknîgarî, dîrokî û çandî de, dê bandorê li herêmê bi giştî bike, her wekî Tirkî, Sûrî û Iraqê, jixwe qurbanên erdheja Anadolê ji tirk, ereb, kurd û ji bilî wan bûn.

Bobelata xwezayî cudahî di navbera wan de nekir. Dema lihevkirineke hevbeş di navbera wan de çêbibe, wê hingê ew dikarin rêyeke rizgariya tevan dê bibînin, lê dema li hev nekin, dê binemayên jiyanê hilweşin û pêşketin li herêmê dê çênabe. Bobelata tirkî ya niha, peyama xwe gihand her kesî.

زر الذهاب إلى الأعلى