ANALÎZ

Xwendineke Bêdeng ji Kongreya Perlemanên Erebî re

Iraq hino hino û bi kêmanî di nava cîhana erebî de radibe ser pîyên xwe û ber bi aramîyê ve diçe, nemaze piştî ku El-Sûdanî bû serokê hikûmetê ku ew nedûrî bandora îranî ye, jixwe ev yek jî piştî bêbandorkirina hikûmetê her wiha piştî hevrikîyeke ku bihtir ji salekê berdewam kir, tê.

    Jixwe Iraqê gelek çalakîyên erebî û navneteweyî hembêz kirin, bi taybetî Kongreya Perlemanên Erebî ku di her du rojên 25/26ê reşmeha borî de li Bexdaya paytext hat lidarxistin, ev yek jî dinanva rewşeke herêmî ya nearam de ye, ku gelên Îranê li Zahdan, Kurdistan û Ahwazê xwepêşandanan li dar dixin, her wiha firokeyên bê pîlot hin sazîyên îranî bombebaran dikin, her wiha êrîşên Israîlê li ser Sûrîyê û embarên milîsên îranî û dezgehên wan pir bûne, jixwe erdheja ku Sûrî û Tirkî rastî wê hatin, hin karvedanên erênî yên navneteweyî û erebî di encamê de derketin û civaka navneteweyî hevdilîya xwe derbarê bobelatê de diyar kir.

   Ev erdhej ji bo rêjîma sûrî bû mîna derîyrkî parastinê ji têkçûna wê ya tekez re, jixwe ev rêjîm hewl dide ku ji vê lênêrîna hawarçûnê ya navneteweyî, neteweyên yekbûyî, herêmî û erebî sûdê werbigre. Lewra seredan û têkilîyên Urdun, Imarat u Ûmanê ji bo Şamê pir bûn û gelek deng bilind bûn û daxwaza vegera Sûrîyê ji bo hembêza erebî û yekîtîya welatên Erebî kirin, jixwe di encama vê yekê de jî Sûrî jibo kongreya sî û çarem ya Yekîtîya Perlemanên Erebî li Bexdayê paytexta Iraqê hat vexwendin û beşdarî kir. Jixwe Mihemed ElHelbûsî serokê Yekîtîya Perlemanî ya Erebî, serokê encûmena nûneran ya Îraqê di kongir de daxwaz kir ku welatên erebî biryareke yekalî ji bo vegerandina Sûrîyê ber bi hembêza erebî ve li xwe bigrin, her wiha ji bo ku Sûrî bi roleke sereke li derdora xwe ya herêmî û navneteweyî rabe. ElHelbûsî ji hemû nûnerên welatên amadebûyî xwest ku ew piştgirîya aramî û jinûveavakirina Sûrîyê bikin, her wiha kar ji bo vegerandina penaberên sûrî ji bo welatê wan bikin.

Gelek welatên erebî yên din mîna Cezair, Misr, Urdun her wiha Mîrnişîna Umanê ku di dema dawî de Beşar ElEsed seredana wê kir, piştgirîya xwesteka ElHelbûsî kirin. Siûdiyê bi xwe jî ku berê ew li dijî vê helwesta ElHelbûsî bû, dît ku tu sûd ji berdewamîya rewşa Sûrîyê ya heyî tune ye. Jixwe aso û guhertinên nû di herêmê de rû didin, lewra Tirkîyê jî berê xwe dide rêjîma sûrî û hewl dide ku pê re lihev were û têkilîyan vegerîne wekî berê. Jixwe neteweyên yekbûyî, Awropa û Amerîkayê sizayên xwe ji bo dema 6 mehan rawestandin. Tişta herî balkêş di gotina ElHelbûsî de ew bû ku wî daxwaza Iraqeke aram û rojhelateke navîn ya hêmin kir, her wiha ji civaka navneteweyî xwest ku ew piştgîrîya doza Felestînê bike û danpêdanê bi avakirina dewleta wê ku Quds paytexta wê be, bike. Elhelbûsî nerazîbûna xwe ji bo binpêkirinên berdewam yên Îsraîlê li dijî gelê Felestînê diyar kir, her wiha tekezî li ser giringîya aramîya xwarinî ji bo welatên erebî kir û daxwaza cîbicîkirina geşepêdanê li welatên erebî kir. Lê serokê encûmena nûneran ê Urdunê Ehmed ElSefedî li ser pêwîstîya vegera Sûrîyê bo hembêza erebî axivî, bi vê yekê nerîna ElSefedî bi nerîna ElHelbûsî re bû yek, her wiha Sûrî wekî welatê herî çalak û sembola şaristanî û rûmetê danasîn. El-Sefedî tekez kir ku ″bingeha aramîya herêmê girêdayî aramîya Iraqê û ewlehîya wê ye, jixwe ev yek jî dikeve berjewendîya neteweya erebî de.″ Her wiha El-Sefedî piştgirîya welatê xwe  ji bo hikûmeta Iraqê di rûbirûbûna Teror û tundîyê de her wiha di parastina serwerîya welatê xwe de, diyar kir. Serokê encûmena nûneran ê Lîbyayê Eqîla Salih Piştî El-Sefedî axivî, Salih ji ber erdhejê, sersaxî ji bo gelê sûrî xwest û hevdilîya xwe pê re diyar kir, her wiha ji civaka navneteweyî xwest ku dorpêç û sizayan ji ser Sûrîyê hilîne, ji ber ku gelê sûrî ew e yê ku qelen dide.

Tişta balkêş di vê kongreyê de, ya yekem ew bû ku hemû xwestek derbarê Sûrîyê û vegera wê bo hembêza erebî bûn, ev yek jî bi yekdengîyeke erebî bû, nemaze piştî erdhejê û li gel hevdilîya civaka navneteweyî ji hêla mirovî û hawarçûnê de. Tişta balkêş ya din di wê kongreyê de tekezîya li ser vegera Iraqê bo hembêza xwe ya erebî bû, her wiha tekezîya li ser ewlehî û aramîya Iraqê bi hebûna hikûmeta nû bi serokatîya ElSûdanî ya ku berjewendîyên Îranê berçav digre, bû. Di kongreyê de piştgirîya doza Felestînê jî hate diyarkirin, jixwe ev yek jî ne li dijî nerîn û siyaseta Îranê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى