ANALÎZ

Seredana vê Dawîyê ya Mark Mîlî ji bo Rojhilatê Feratê (Bandor, Sedem û Encam)

Va ye 12 sal di ser qeyrana Sûrîyeyê re derbas dibin û her ku dirêj dibe kuştin, koçberkirin, derbiderbûn û talanî zêdetir dibin. Binesazî û aborî wêran bûne û xwarin pir biha bûye ta wê astê ku hemwelatî êdî nema dikare xwarina xwe roj bi roj dabîn bike. Ev hemû ji bilî tirsandinê û topbarana bi bermîlan bi ser bajar û gundan de bi wê bihaneya ku ev komployeke gerdûnî ye û ew şerê terorîstan dikin. Ji lew re zindan bi girtîyan mişt bûn û tevna civakî ya sûrî ji hev ket û malbat parçe parçe bû û her yek bi deverekê ve terqîya.

   Ji encama vî şerî nexşeyên nû li Sûrîyeyê pêk hatin; rojhilatê Sûrîyeyê di bin siha Hevpeymana Navneteweyî û Hêzên Sûrîya Demokratîk de ye QSDya ku li her deverê şerê terorê û her tişt ji bo şikandina vê rêxistina terorîst kir. Van hêzan karî bi lehengî welat û xelkê ji vê rêxistina terorîst biparêzin her wiha sazîyên demokratîk ava kirin û yekîtîya xaka Sûrîyeyê parastin.  Her wisa ewlehîya cîhanî jî parastin ku li hember terora cîhanî, Daiş, sekinîn û xweşmêr û ciwankên xwe di wê liberxwedanîyê de oxir kirin.

   Vê qeyranê rê li ber maytêkirina navdewletî û herêmî jî vekir ku di encamê de Tirkîyeyê hin bajar li bakurê rojavayê Sûrîyeyê dagîr kirin. Ji ber vê yekê jî dîmena sîyasyî pir tevlihev bû û çare gelekî asê bû. Ji vir ez ê behsa seredana duyem, di maweyê 45 rojan de, ya Desteya Erkanan ya Amerîkayê ji bo devera Rojhilatê Feratê bikim. Ev seredan piştî sazbûna hevbendîyên nû li deverê pêk hat ew jî piştî nêzîkatîya pêkan ya di navbera Rûsya û Çînê de her wiha nêzîkbûna îranî – siûdî, tirkî – îranî û siûdî – sûrî û seredana Perlemana Ereb ji bo Şamê û serdanên Îmaratê û serdana Wezîrê derve yê Misirê û yê Urdunê jî.

Naxwe nîşan û sembol û name di vê seredanê hene ku xwedî rehendên navdewletî, herêmî û hundirîn in.

   Rehenda navdewletî: Amerîka hewl dide hîn bêhtir Rûsyayê di çirava Ukraynayê de noq bike û rê li pêş digire ku veberhênanê di kirîza Sûrîyeyê de bike. Her wiha hewl dide nameyekê ji Çînê bişîne ku gelekî bi rêya Erebistana Siûdî li deverê diçe û tê, di nameyê de ji Çînê re dibêje tu nikarî şûna li min deverê bigirî.

    Rehenda herêmî: Dixwaze ji koma ereb ya jihevketî re bide xuyakirin ku ew nikarin kelaşê Esed dîsa li jîyanê vegerînin, bi taybet ku li ser laş û xwîna sûrîyan heta niha hikimê xwe dike.

Her wiha nameyek ji bo Îranê ye ku ew nikare xwena Kevan Şîî pêk bîne û nikare bi rêya hinardekirina kirîza xwe ya hundirîn berev Sûrîyeyê ve, bernameya xwe ya nûkler bi cih bîne. Tirkîyeyê jî ji bîr nake ku berê wê li hilbijartinan e û ew hilbijartin çarenûsa Erdogan û yên derdora wî destnîşan dikin ku jê re dibêjin ku çare bê Amerîka û Ewropayê û biryara navdewletî 2254 nabe.

   Em dikarin rehenda hundirîn ya vê seredanê ji axiftina Mîlî ji bo Ajansa Riwîtirzê derêxin ku Mîlî peywir bi ewlehîya Amerîkayê û hevbendên wê û têkbirina mayinde ya Daişê ve girê da û got ew ê di piştevanîya hevbend û hevalên xwe de li deverê berdewam bin.

Lewma hevbendîyên nû weke hewldanên sînordar dimînin û tu encaman bi xwe re naînin. Çimkî wekî tê dîtin seredan ji bo hemahengîya bi hevalbendan re ye û seredana dilniyakirin û arastekirinê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى