ANALÎZ

Bi Avakirina Dîwarê Efrînê Re Dîrok Xwe Dubare Dike?

Ji destpêka aloziya Sûriyê ya di 2011´an de, Tirkiyê bi hemû hêza ket vî welatî. Destwerdana wê bandoreke mezin di guhertina rewşa siyasî û leşkerî li ser qada şer kir. Di encamê de hevsengî û hevpeymanên cuda ta bi hêztirîn dijberên wê yên duh re, saz kir. Armanca destwerdana Tirkiyê ne rûxandina rêjîmê yan jî alîkariya gelê Sûriyê bû, lê tenê ji bo rûxandina statuya ku li bakur û rojhilatî Sûriyê hatiye avakirin û pêkanîna armancên xwe yên dîrokî bû. Ji ber wilo kemberek li seranserî sînorê bakurê Sûriyê ava kir, ne tenê wilo jî, hewl da ku tevahiya bakurê Sûriyê dagir bike, bi taybet bajarê Helêb. Siyaseta deriyê vekirî bi kar anî. Sînorê xwe li ber her kesê bixwaze tevlî rikberiyê bibe bi taybet komên tundrew û bi erêkirina dewletên herêmî û navneteweyî vekir.  Dewlet  dixwestin ku wan kesên tundrew ji welatên xwe dûr bixin. Tirkiyê ji bo karibe destwerdanê di sûriyê de bike ev çete bikar anîn. ji ber ku erdnîgariya Sûriyê ji bo Tirkiyê pir girîng e, ew jî  ji ber van xalan:

⋅ Her du dewlet di pirsgirêk û doza Kurd de hevpar in.

⋅ Der barê bazirganiya di rêyên bejayî re, Sûriyê dibe dergeha Tirkiyê ji bo derbasî cîhana erebî bibe. Tê zanîn  ku dirêjahiya sînorê Tirkiyê-Sûriyê digihêje 911 km.

⋅ Li gorî peymana Milî (1920) Herêmên bakurê Sûriyê dike perçeyek ji xaka Tirkiyê.

⋅ Tirkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe; aloziya Sûriyê bi kar anî û ji ber vê yekê hevpeymaneke xurt li Sûriyê bi van komên tundrew re pêk anî: “Ehrar elşam” ya xwedî  15- 20 hezar çekdar e. “Nûredîn Zenkî (3000 çekdar)”. “Sultan Murad (2000 çekdar)”, paşê wê bixwe komine teror mîna “Mertala Feratê”  damezirand,  her wiha ji bo pêkanîna armancên xwe destek da rêxistina DAIŞ û Cebhetunusrayê jî.

 Piştî derbeya leşkerî ya di tîrmeha 2016´an a li dij Erdogan de  ku bi alîkariya saloxgeriya Rûsî Têk çû û Emerîkayê di pilankirina wê de hat tawanbarkirin, pişta xwe da Emerîka û  berê xwe  da Rûsyayê. Di encamê de nêzîkatî û lihevkirina Tirkî-Rûsî hişt ku Rêjîm parêzgha Şam û Helebê kontrol bike. Beranberî wê jî û bihaneya şerê li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya Tirkiyê hermeke mezin ji bakurê Sûriyê, ji Cerablus ta Idlibê dagir kir. Ne tenê wilo di encamên bazarên ku ji aloziya Sûriyê kûrtir in de, di Adara 2018´an de Efrîn dagir kir, ji wê dîrokê ve ta niha kiryarên guhertina demografîk, Tirkkirin, revandina mirovan, belavkirina çanda Tirkî û guhertina sembolên bajêr pêk tîne. Her wiha  rêbazên perwerdeyê guhert û îro hikûmeta Tirkiyê li ber çavê cîhanê û bêdengiya Rûsyayê û rêjîmê, dîwarekî di navbera Efrînê û herêma Şehbayê de ava dike.

Armanca hikûmetaTirkiyê ji avakirina dîwar çi ye?

Ji destpêka dagirkirina Efrînê,Tirkiyê gavine sîstematîk davêje, bi tirkkirinê dest pê kir û îro gihişt avakirina dîwarê cudaker. Jixwe avakirina dîwar bi operasyona li ser parêzgeha Idlibê ji hêla rêjîm û Rûsyayê ve hemdem bû ku armanca serke jî rê li ber pêşketina hêzên rêzgarkirina Efrînê bigire bigire. Ji ber wilo Tirkiyê dîwar ji Kela Semanê li ser sînorê Efrînê li gel Idlibê derbasî gundên Berad, Kîmar, Baslê, Cilbirê, Mirêmîn û Kilcibrîn û di ber herêma  Ezazê re bir, bi awayekî ku navçeyên bakurê Idlib, bakur û rojavayê Helebê bi ser xwe ve berde, êdî wiha herêma Efrînê ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê cudakirin. Ev dîwar dê 70 km dirêj be. Ta niha 3000 m ji dîwarê nû yê cudaker, bi bilindbûna 4 m hatiye avakirin û li ser dîwar jî bircên çavdêriyê bi bilindahiya 8 m, kamîreyên germî (termal) û radar hatine danîn, 70 mal li gundê Cilbirê hatine ruxandin û li her gundekî jî xaleke leşkerî hatiye bicihkirin. Tirkiye 65 hêktar zevî ji bo avakirina dîwar dagir kirine û ji bo heman armancê bi hezaran darên zeytûnan hatin rakirin.

armanca hikûmeta Tirkiyê ji avakirina dîwarê cudaker ew e ku herêma Efrînê ji navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê cuda bike, her wiha nasnameya wê herêmê biguherîne û wê dorpêç bike, bi awayekî ku pêwendiyên wê herêmê bi navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê re nemînin û dixwaze wê veguherîne beşek ji Tirkiyê. Tirkiye dixwaze senaryoya Qibrisê û Iskenderonê dubare bike.

Bi vê gave çareseriya siyasî asteng dike û parçekirina Sûriyê tê rewakirin, bi vê yekê jî hemû zagon û peymanên navneteweyî binpê dike.

Berê jî, li seranserî sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê ku dirêjahiya wî 911 km ye, dîwarek ava kiriye ku ta niha zêdeyî 700 km ava aniye.

Çima rêjîma Rûsyayê û sûriyê bêdeng in?  

Ev dîwar li pêş çavên Rûsyayê û rejîma Sûriyê tê lêkirin. Bendên leşkerî yên rejîma Sûriyê li herêma Şehba û Şêrewayê heye. Di navbera bendên rêjîmê yên li gundên Tinib û Sixûnekê yê herêma Şêrewayê û van dîwaran de 2 km hene. Lê ta niha rêjîma Sûriyê der barê vî dîwarî de tu daxuyanî nedaye. Bendên sereke yên Rûsyayê li Şehbayê hene. Di navbera benda Rûsyayê ya li Keşteharê ya Şêrewayê û van dîwaran de jî bi tenê 6 km hene. Balkêş e ku erebeyên Rûsyayê yên leşkerî gelek carcaran diçin Efrînê û tên.

Bêguman avakirina dîwarê parçekirinê, encama lihekirineke Tirkî, Rûsî, Îranî û Rêjîmê li Soçî û Astanayê ye , ev lihevkirinên ku tevahiya gelê Sûriyê tengav dike,  ji ber ku avakirina vî dîrwarî bi serdana berpirsyarên Îranê ji bo Şam û Enqereyê hevdem bû û niha jî bi hev re pilan û tevliheviyê li dij pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê çêdikin, da ku çareseriya siyasî dûr bixin û hebûna xwe li nava xakê Sûriyê rewa bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى