ANALÎZ

Vebijarkên HTŞ di siyasetên ewlehiyê nû yên Tirk de

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve heya îro, dewleta Tirk bi gelek awayan hewl da ku rêxistina Qaîde (şaxê Sûrî) ya ku Heyettehrîrûşam(Cebhetûnusra ya berê) nûnertiya wê dike, dîsa vejîne. Ew jî bi rêya gelek rê û rêbazan, çi bi rêya cudabûna xwe ji.Qaîde ku di nîvê duyemîn ê sala 2016 de ragihamdibû, ta bigihêjev pejirandina vê rêxistinê ku dewleta Tirk û hêzên wê biparêze dema derbasî xaka Sûriyê bibe.

Tevî bîrdoziya Rêxistina “HTŞ” (li herêmê vî navî lê dikin) a tund, bi ferman û rêkarên dewleta Tirk ketiye çend qonaxan. Jixwe vekişîna vê rêxistinê ji Xûta rojhilat di destpêka 2017`an de û deverên din ên ku di bin kontirola wê de bûn, stûxwariya wê li ber dewleta Tirk û bi taybet saloxgeriya wê baş dide nîşan. Li milekî din, pîrozkirin û handana serokê rêxistinê Ebû Mihemed Elcolanî, ji bo dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî û pêwîstiya berfirehkirina li herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, tenê nîşanên hemahengiya saloxgeriyê di navbera dewleta Tirk û rêxistinê de ne.

Dana xelata diravî ya 10 mîlyon dolarî ji hêla Emerîka; ji bo agahdariyên li ser cihê serokê HTŞ Ebû Mihemmed Elcolanî, hêvîyên hewildanên dewleta tirkiyê yên ji bo rakirina navê terorê li ser vê rêxistinê belawela kir. Lêbelê, Tirkiyê berî niha ji bo rakirina navê terorê li ser vê rêxistinê, pilaneke berbijêrk amade kiribû.

Bê guman ev pêngav di demekê de hat ku dewleta Tirk komên çete yên bi navê “Artêşa Neteweyî” dişand gelek qadên şer, di nav de “Azerbeycan, Lîbya, Yemen, Efrîkaya Bakur û Keşmîr”. Hewildana dewleta Tirk ew e ku endamên vê rêxistinê tevlî komeke leşkerî bi navê “Polîsê Leşkerî” bike, da ku ev rêxistin di pêşerojê de bikeve gundewarên bakur û rojavayê Helebê û mana wan di bin sîwana dewleta Tirk de misoger bike. Di vê çarçoveyê de, bangeşekerê Siûdî Ebdela Elmuhêsnî yek ji kesayetiyên di nava HTŞ de yê herî bi bandor e; serdana bajarê Efrînê kir û li wir hevdîtin bi serkêşên Heyettehrîrûlşam û komên çete û walîyê bajarê Efrînê yê ku ji hêla Tirkiyê ve hatitiye destnîşankirin; pêk anî. Der barê hebûna lihevkirinekê di navbera vê rêxistinê û komên din de, dibe ku ev tişt alîkariya  rêxistinê li van deveran bike ku amedekariya berfirehbûneke bike û berê xwe ji gundewarên Idlib bide gundewarên bakurê Helebê û deverên di bin kontrola Tirkiyê û li ser xeta sînor de ne.

 Li aliyek din, rêxistinê vê dawiyê çend kursên rahênanê ji bo saziyên xwe leşkerî di hemû waran de çêkir. Lê daxuyaniyên her gav ku ji hêla Rûsya û rêjîma Sûrî ve di der barê hebûna HTŞ li parêzgeha Idlib û pêwîstiya jinavbirina wê derdikevin; hişt ku Tirkiye vê bihaneyê ji dest wan derxîne. Ji bo vê yekê, Tirkiyê pilaneke ji bo vê rêxistinê amade kir. Li gorî vê pilanê dewleta Tirk hewl dide ku endamên rêxistina “HTŞ” têxe nav komeke leşkerî bi navê “polîsê leşkerî” ku erka wê peydakirina ewlehiya rêyên navneteweyî û rê li pêşiya pevçûnan di navbera komên çete û rejîmaê û hevalbendên wê bigire.

Ger em vegerin dawiya sala 2019`an û cûdabûna helwesta wê der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê û Rojhilata Sûriyê, em ê nakokiyên navxweyî ya vê rêxistinê baş bibînin. Loma di nava rêxistinê de bijartin, cudabûn û girtina serokên rêza yekem çêbû ku bi “Ebû Elyeqazan Elmisrî” dest pê kir û bi “Ebû Malik Eltelî, Telha Elmeyser”,”Ebû Elebd Eşda, Elmihêsnî û Elelyanî bi dawî bû. Ev guhertinên ku di nav rêxistinê de rû dan, ji ber ku li dijî helwesta rêxistinê ya di der barê nêzikatiya Rûsî-Tirkî û operasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên li herêmê pêk hatin, bû û hişt ku serokên rêza yekem karê xwerawestînin, lê paşê di bin fişara dewleta Tirk ku tu carî rê nade tu kes li dijî kiryarê wê derkeve, vegeriyan. Dibe ku girêdana serokên pileya yekem bi helwestên xwe yên pragmatîk, hişt ku ev rêxistin gelek tawîzan bide ku hebûna xwe û pêşeroja xwe li herêmê misoger bike, ew jî bi rêya vegerandina serkêşên rewa ku kengî bixwazin wan tune bikin.

Di çarçoveyeke pêwendîdar de, HTŞ rêzecivîn li gel sivîlan li Idlibê pêk anî û tê de metirsiya rewşa xirab li deverên di bin kontirola komên li herêmên (Cerablus, Bab, Izaz, Efrîn) şirove kir. Di wan hevdîtinan de, serokê rêxistinê, Ehmed Elşereh, bi nasnav Ebû Mihemed Elcolanî ku rasterast çavdêriya danûstendina bi sivîlan re dike, metirsiya rewşê eşkere kir û da zanîn ku pêwîst e binpêkirin, zêdegavî û bêewlehîtiya ku deverên navborî rastî wê tên rawest e. Ev gav di çarçoveya hewildanên rêxistinê de hat ku dixwaze hinek lîstokan bike, ji bo bingeha xwe ya gelêrî ya ji ber binpêkirin û zêdegaviyan vê dawiyê li herêmê pêk anîbû, vegerîne. Çavdêran jî ev mijar anîn rojevê, got in ku ev tişt ji hêla  rêxistinê ve weke”destpêkekê ye, ji bo dosya ewlehî û leşkerî li wan deveran bi destên xwe bixîne ” û tê de belav bibe û ne tenê hebûna wê û alîgirên wê li parêzgeha Idlibê sînordar be,lê divê li herêmên rojhilatê Firatê jî berfireh bibin. Di mehên borî de rêxistinê bi piştgiriya dewleta Tirk, piraniya endamên biyanî yên ji welatên Yekîtiya Ewropî hatine ji bilî endamên Partiya Islamî ya Turkestan, weke komekê nêzîkî saloxgeriya Tirkiyê, veguhestiin Tirkiyê. Li gorî agahiyên piştrastkirî ku fermandarên meydanî yên di nav Partiya Islamî ya Turkestan de (di hevpeyvînan li ser alavên ragihandina civakî) ku anîbûn ziman, ji destpêka mijdara sala 2020`an de, civîn di navbera saloxgeriya Tirk û ya rêxistinê de; di derbarê veguhastina partiyê li navendên ewlehî û leşkerî li wilayata Amedê û amadekirina partiyê ji bo li dijî PKK`ê şer bike.

Li gorî rapora ku ji hêla” Sky News” ve hatî weşandin, dewleta Tirk bi hemahengiya Emerîkayê, biryar girtibû ku Partiya Islamî ya Turkistan ji nav lîsteyên terorê derxîne.Bi rastî jî Emerîka navê vê partiyê ji lîsteya terorê hilanî. Vê yekê hişt ku fişar li ser Tirkiyê werin kirin, da ku endamên biyanî ji xaka Sûriyê derbasî xaka Tirkiyeyê bike.

 Di encamê de, em dikarin destnîşan bikin ku Tirkiye ji bo qonaxa bê xwe amade dike ku dê fişarê li ser komên çete yên li gundewarê Idlib zêde bike û rêya navneteweyî bi alîkariya rêxistina Cebhetûnusra di bin navê Polîsê Leşkerî de biparêze, her wiha valakirina hemû deverên dagirkirî “Serê Kaniyê, Girê Spi û Efrîn” ji aliyên komên çete û li şûna wan polîsê leşkerî bi cî bike ku wê di pêvajoya guhertina demografîk de ya ku herêm dê di qonaxa bê de bibîne; roleka sereke bilîze ku dê bi sernavê “Polîsên Leşkerî Rêyên Navneteweyî diparêze” be.

زر الذهاب إلى الأعلى