ANALÎZ

Operasyona Idlibê, dê çi bi xwe re bîne

Ji destpêka destwerdana Rûsya û Amerîkayê di alozîya Sûrîyê de, her du dewletan dikarîbû baş dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna ajendayên xwe bi kar bînin. Lewra rê dan Tirkiyê ku bi awayekî xurt derbasî Sûriyê bibe. Ji destpêka şerê Sûriyê ve; Tirkiyê bû dewleta  sereke ya ku terorîst ji seranserî cîhanê vediguhêzin xaka Sûriyê, her wiha bû faktora herî xirab di alozîya Sûrî de. Ji bo karibe siyaseta xwe bi rêve bibe, nakokî  di navbera pêkhate û mezhebên Sûrî de kûr kir.

Ji wilo bêtir wan dewletên navborî piştgirî dan Erdogan da ku siyaseteke leşkerî, civakî  û aborî ya nû di herêmê de bimeşîne,  ji milekî civaka Tirkiyê ber bi islambûnê ve bir û ji milekî din ve jî hişt ku Erdogan xwe weke serokekî hilbijartî nabîne, lê belê xwe weke  xelîfeyekî tevahiya cîhana islamî bibîne. Vê yekê hişt ku Erdogan gavine zêdeyî sînorê ku jê re hatiye diyarkirin bavêje. Bi vê yekê berjewendîyên dewletên herêmî û cîhanî xist metersiyê de, ji ber ku hewl dide  ku serpereştiya dewletên ku bi zimanê Turkmenî diaxivin bike, armanc jê jî ew e ku hevbendîyekê ya jî cemserekî diyar bike û xwe  bike weke alîyekî cîhanî yê xwedî hêz, ji alîkî din ve jî niha bi hevkarîya Qetrê ket Lîbyayê da ku herêmine li deryaya Spî kontirol bike û xeta gazê ya tê pêşbînîkirin ku ji zevîyên mezin ên rojhilatê deryaya Spî ber bi  Ewropayê were kişandin, têxe bin gefê û kontirol bike. Ji ber van kiryaran, Rûsya, Amerîka û dewletên Ewropî weke ku rola Îranê bi kuştina Qasim silêmanî û bombarankirina bargehên Îranê li Sûriyê ya rojane, lewaz kirin; niha jî dixwazin rola Tirkiyê bi taybetî li Sûrîyê gem bikin. Ji bo vê yekê niha gelek pêşhateyên berçav li Sûrîyê rû didin, artêşa Sûrîyê bi alîkarîya artêşa Rûsya pêşketinên mezin, di şerê li dijî çeteyên bi ser Tirkiyê ve li Idlibê bi dest xistine. Jixwe di sala bûrî de bajarê Xanşêxûn û bi dehan gund û bajarok ên gundewarên parzgeha Heleb û Idlibê ji dest çeteyan derxistin û niha jî artêşa Rûsya  û Sûriyê serkeftinên mezin qezenc  kirine, bajarê Meartunoman û berî wê jî bi çend rojan bajarê Seraqib û bi dehan gun û bajarok ên gunawarên Heleb û Idlibê kontirol kirin.

Bêguman ev pêşketinên bilez ên li ser erdê rûdan, dibin  nîşaneya ku ew rêkaftinên Rûsya û Tirkiyê, li Soçî û Asîtanayê li hev kiribûn, demkî bûn. Ji ber ku her du welat dijminê hev yên dîrokîne û her yek ji wan stratejiyeke wê ya cuda, ne tenê li sûriyê lê belê li Lîbya, Ukranya û hwd hene. Jixwe tiştên ku îro li parêzgeha Idlibê diqewime yek ji wan nakokîyan e ku artêşa Sûriyê bi alîkarîya Rûsyayê pir bi pêş ket û xalên çavdêrîyê yên ku Tirkîyê li seranserî herêmê danîbûn dorpêç bibe û jimareke ji lêşkerên wê bikuje.

Ev hevrikî û şerê ku îro li Idlibê rû dide,  dê bandoreke mezin li paşeroja şerê Sûriya bike, ji ber ku Idlib maye keleh û îstgeha dawî ya opozisyon û çeteyên tundure yên bi ser Tikîyê ve, ji ber vê yekê  dibe ku  van encaman di pêşerojê de bi xwe re bîne:

  • Rûxandina pêymanên Astana û Soçî û li şûna wê çalakirina  û peymana Adana  ya di sala 1998`an de di navbera Sûrîyê û Tikîyê de hatibû morkirin û berfirehkirina hin xalên wê, dibe ku parêzgeha Idlibê jî li xwe bigire .
  • Rûxandina komên çekdar ên terorist ên bi ser Tirkîyê ve, ji ber ku dibe bibin pirsgirkeke mezin li ser ewlehêya Tirkîyê bi xwe jî, ji ber wilo niha gelekan ji wan rê dike şerê Lîbyayê.
  • Rûdana pêleke din a koçberîyê ku wê fişarên aborî, ewlehî û siyasî yên mezin li Tirkîyê bike.
  • Lihevkirineke siyasî di navbera Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûrîyê û rejîma Sûrîyê de were encamdan ku dibe

qonaqxa piştî rizgarkirina Idlibê dest pê bike, ew jî  rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkîyê de ne; ji Serê kanîyê ta Efrînê.

Di dawîyê de, pêşhateyên ku îro di şerê Idlibê de belî bûn,  dê gelek guhertinan bi xwe re bîne, di serî de şerê ku îro  li ser xaka Sûriyê rû dide, dibe ku ev jî bibe dawîya alozîya Sûrîyê û qonaxeke nû biafrîne û bibe sersedema cîbicîkirina biryara Cenêvê ya 2254 a taybet bi pêvajoya siyasî ye li Sûriyê û nîşanê bi destûreke nû dide ku piştre pêvajoya hilbijartinan bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî dest pê dike, di encamê de desthilat tê veguhastin ji bo çareya siyasî.

زر الذهاب إلى الأعلى