ANALÎZ

Pêşmergeyên Roj û planên Tirkiyê?

Hê jî Çarenivîsa çekdarên bi navê “Pêşmergeyên Roj” ên ku li başûrê Kurdistanê dimînin, ne zelale, ji ber ku heta niha ti daxuyaniyek li ser çarenivîsa van komên çekdar derneketiye, ku Tirkiyê hewil dide wan jî  bike kopyayek eynî  çeteyên sûrî ku  li ser xaka Tirkiyê dijîn û li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tev digerin. Agahiyên ku ji van koman hatine wergirtin; diyar dikin ku ev kom ji bo rahênanê bo Tirkiyê hatine şandin, lê dîrok û dema derbasbûna vê komê ku bi berpirsekî kurd bi navê Hozan Hacî Silo serpereştiya wê dike, nayê zanîn. Ev agahî di demekê de tên ku çavkaniyên hema hema piştrastkirî behsa destpêkirina bernameyeke rahênanê ji bo endamên van milîsan li ser bikaranîna firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê dikin, û didin nîşan ku pêkane bikaranîna wan di operasyonên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve pêk tên; werin bikaranîn. Ji ber ev hêz ji xalên xwe yên derdora Kerkûkê vekişiyan û mijûlî operasyonên artêşa Tirkiyê li ser çiyayên Kurdistanê; li djî  şervanên PKKê bûn .

Tevî  nearamiya herêma Kerkûkê ku gelek caran Daişê êrîşê vê herêmê dike ku Pêşmergeyên roj  hebûna wê  li vêherêmê ye, lê hino hino hejmara wan kêm dibe, ji  ber ku  wan leşkeran dişînin herêma Dihok û Zaxo û  sînorê di navbera başûr û bakurê kurdistanê, bi taybetî herêmên ku PKKê lê dimînin

Li aliyê din, van komên çekdar hebûna xwe li ser sînorên Başûrê Kurdistanê û herêmên Rojavayê Kurdistanê, ta bigihîje bajarê Şngalê zêde kirine. Di heman demê de hebûna xwe bi danîna bircên çavdêriyê yên li ser sînor xurt kiribû, Ev liv û tevgerên mezin ên ku ji aliyê milîsên pêşmergên Roj ve di demekê de tên ku dewleta Tirk hwil dide operasyona leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Amadekariyên van milîsan bi kêmkirina xwesipartina artêşa Tirk li ser hêzên bejayî,  ji bo ku başûrê Kurdistanê bikin armanc, pêk tê. Li gorî zanyariyên berdest dewleta Tirkiyê di van demên dawiyê de erkên pasvaniyê û parastina 38 baregehên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û serpereştiya operasyonên desteserkirina navçeyên ku dewleta Tirk êrişên asmanî lê encam dide û rakirina mayînan,  spartiye pêşmergeyên Roj, jixwe ev zanyarî jî ji hêla van pêşmergatyan ve jî hatiye belgekirin.

Dibe ku yek ji sedemên dihêle ku  dewleta Tirk  di oprasyonên xwe li başûrê Kurdistanê zêdetir xwe bispêre hêzên Kurd, bi taybetî milîsên Roj, ji ber ku dizane ku PKKê şerê birakujî nake û zane ku PKKê pabendiyê bi peymana sala 1982an a dinvabara berêz Ebdullah Ocalan û serokê PDKê yê berê Idrîsê berzanî hatibû morkirin, dike .

Ev dane derketin hole, ji ber zêdebûna daxwazên gelirî û malbatên van komên çekdar ku ji wan xwestin vegerin warên xwe û neyên kişandin nava şerê wekaletê û weke çeteyên faşîzma Tirk tevbigerin ,ya ku dixwaze şerekî navxweyî yê kurdî û kurdî gur bike ku dibe bandoreke rasterast li ser Rojavayê Kurdistanê bike,  ji ber ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî(ENKS) van milîsan weke hêza xwe ya leşkerî nas dike.

Di encamê de, dewleta Tirk li gorî  pîlaneke dimeşe ku  armanca wê mijûlkirina gelê kuerd bi naokiyên hundirîn û  tunekirina  gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê ye, ji ber wilo şerê xwe  bi gelek cureyan dimeşne , yek ji wan amadekirina komên çekdar ku li gorî daxwaz û berjewendiyên wê tev bigerin û cihê bixwaze wan li wir têxe tevgerî

 

زر الذهاب إلى الأعلى