ANALÎZ

Hevrikîya Tirkî û Israîlî li Sûrîyê

Ebas ŞÊXMÛS

Sûrîya xwedî cihekî cosîyasî yê girîng e. Ew bendava Îranî (erebî) bi Ewrûpayê ve girê dide û li ser Deryaya Spî ye (alîyê rojavayê Asyayê) û bi dewlemendîyên binerd ve jî zengîn e. Her wiha lêkolînan çespandîye ku rojhilatê Deryaya Spî bi gazê dewlemend e, jixwe yek ji sedemên alozîya sûrî ya ku 14 salan domand, girêdana wê bi veguhestina gazê di nav sînorê xaknîgarîya sûrî de bû.

Piştî hilweşîna rêjîma Esed a di 8. 12. 2024 de li ser destê HTŞ (berê Cebhetûnesre bû), êdî dewletên herêmî û cîhanî çavên xwe berdan Sûrîyê. Hemû behra xwe ji sewika sûrî dixwazin. Dewletên herî zêde ku çavên xwe berdane Sûrîyê, Tirkî û Israîl in. Sînorê her duyan jî bi Sûrîyê re heye; Tirkî li bakur û Israîl jî li başûrê rojavayê. Têkilîya Tirkîyê ji destpêkê ve bi komên sawkar (di nav de HTŞ ku berê Cebhetûnesre bû) heye. Piştî ku HTŞ desthilata Şamê desteser kir, êdî rayedarên tirkî dest bi rêzeserdên bi Şamê re kirin (her wek şalyarê derve û berevanîyê, saloxgerî, bazirgan û hwd). Ev serdan heya niha hê didomin. Ji van serdanan xuya ye ku Tirkî bi demê re di pêşbazîyekê de ye da ku rêkeftin û sûdê ji vê rêjîma nû wergire û vî şêweyê rêjîmê biparêze. Tirkîyê hewil da ku rêkeftina xêzkirina sînorên deryayî bi Sûrîyê re bi dest bixe, lê ji ber nepejirandina navneteweyî, ew di vê mebesta xwe de bi bin ket. Her wiha dewleta Tirk dixwaze destwerdanê di hemû hûrgulîyên dewletê de bike.

Dewleta Tirk a xwedî çavberdanên osmanî, palpiştê bi van xalên li jêr dike (li gor Tirkîyê):

  1. Rehenda dîrokî: Ew dîbîne ku Sûrî wîlayeteke osmanî ye. Li gor angaştên wê ji mafê wê ye ku ew derbasî sînorê Sûrîyê bibe. Ji alîyekî din ve û li gor peymana Milî, ew angaşt dike ku bakurê Sûrîyê bi giştî beşek ji dewleta Tirk bû.
  2. Parastina ʺewlekarîya xwe ya neteweyîʺ: Ev angaşt jî bihaneyeke berfereh e ku tevahî cîhanê wê bi kar tîne. Ev mijar li ba dewleta Tirk, bûye rojev, nexasim ku berê tirsa doza kurdî li balê heye (tevî ku bi sedên salan têkilîyên wê bi kurdan re pir xurt bûn). Dewleta Tirk kurdan li ku dibîne, şerê wan dike, nemaze piştî damezirandina Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ʺ ya ku angaşt dike ku rêvebereke kurdî yeʺ û haevkarîya di navbera HSD û Hevpeymanîya Navneteweyî ya biserkêşîya Emerîkayê ya ku ji bo şerê li dij sawkarîyê, dev ji van hêzan bernade, ji ber wê jî dewleta Tirk hewil da bi rêjîma Esed re li hev were, lê li beramberî wê ku rêjîm şerê Rêveberîyê bike. Niha jî bi vê rêjîma nû re angaşt dike ku ew dixwaze hemû mafên kurdan bide wan, lê di heman demê de hewil dide fesadîyê li herêmên Rêveberîyê belav bike û şerê HSD dike da ku bendava Rojava (Tişrîn) desteser bike. Ew van tiştan dixe behane da ku xwe di Sûrîyê de berfereh bike. Ji alîyekî din ve ew hewil dide ku xwe ji bayê guhertinê yê ku herêma Rojhilatê Navîn da ber xwe û ji buhara gelan a ku dikarîbû pergalên zordar biguhere yan jî tune bike, biparêze.

Tişta ku li Rojhilatê Navîn diqewime, beşek ji nexşeya Rojhilatê Navîn a mezin e ku ji hêla Emerîka, welatên Rojavayî û Israîlê ve hatîye xêzkirin. Ji ber wê jî dewleta Tirk dibîne ku avakirina beregehên leşkerî li Sûrîyê, dê bibe mîna kaxezeke fişarê li dij Israîlê da ku nehêle Emerîka û welatên Rojavayî Tirkîyê bixin nav pilana Rojhilatê Navîn a mezin, ankui ji bayê guhertinê were parastin), yan jî van baregehan bi kar bîne da ku danûstandinê di hin dosyeyên din ên girêdayî Erdogan û partîya wî de bike. Dewleta Tirk angaşt dik ku avakirina baregehên leşkerî li Tedmurê, alîkarîya wê dike ku pilanên xwe yên tunekirina aramîyê li Sûrî û herêmê pêk bîne û şerê Rêveberîya Xweser bike; ew jî bi rêya piştgirîya êlên ku berê girêdayî rêjîm û Îranê bûn (a bi navê artêşa êlan a ku Ibrahîmê Hifil serkêşîya wê dikir) û ji nû ve birêxistinkirina şaneyên Daişê ên ku li çolistana sûrî belav in; ne tenê ew lê belê gelek endamên din jî yên di nav HTŞ de ên ku bawerîyê bi Daişê tînin û hê jî nîşaneyên Daişê bi kar diînin û rastî jî ew bi xwe ji endamên Daişê ne. Ev yek di komkujîyên Berava Sûrîyê li  ser pêkhateya elewî û revîna wan ber bi herêmên Rêveberîya Xweser ve dixuye.

Israîl jî piştî 7 cotmehê ne wek berî wê ye û êdî ji rola nerasterast ber bi rola rasterast ve çû û bûye mîna nûnertîya Emerîka li herêmê. Berî hilweşîna rêjîma Esed, Israîlê hebûna Îranî û milîsên wê yên li Sûrîyê armanc digirtin, lê piştî ketina rêjîmê û desteserkirina HTŞ li ser desthilatê, êdî berferehbûna tirkî ku bûye wek ya îranî, metirsîyeke nû li ser Israîlê; nexasin ji ber têkilîyên xurt ên Tirkî bi komên cîhadî û tûndraw re (di nav de HTŞ), ew jî ji ber ev kom berdewamîya hişmendîya Qaide û Daişê ne, loma dema ev hişmendîya cîhadî li Sûrîyê zêde bibe, dê gefan li ewlekarîya neteweyî ya Israîlê bike. Ji ber wê jî hêzdarîya tirkî ya osmanî di nerîna Israîlî de, ne kêmî metirsîya hêzdarîya îranî û milîsên wê li Sûrîyê ye. Ji ber vê yekê, Israîl ji nêz ve tevgerên tirkî û rêxistinên cîhadî û rêjîma sûrî ya nû dişopîne.

Dibe ku Israîl bihêle dewletên ereban xwe di Sûrîyê de berfereh bikin ta ku hêzdarîya tirkî li Sûrîyê lawaz bibe, lê nêzîkatîya Sûrîyê ji Tirkîyê ve ku sînorekî dirêj di navbera wan de heye û têkilîyên ku HTŞ û Ehmed Elşeri bi Tirkîyê ve girê didin, bêtir derfeta berferehîyê dide Tirkîyê, lê Israîl bi hêza xwe ya siyasî, leşkerî û saloxgerî û di pey wê re Emerîka û welatên Rojavayî, kelema herî mezin li pêşberî Tirkîyê ne. Israîl dê derfetê nede dewleta Tirk ku baregehên xwe di kûrahîya Sûrîyê de ava bike û nahêle çekên stratîcî (çekên berevanîya ezmanî û roketên balistî) derbasî Sûrîyê bike, her wiha ew nahêle tu alîyekî herêmî yê din jî ku sibe li ser wê bibe metirsî, derbasî Sûrîyê bibe. Îcar, gelo  dê şerekî tirkî-israîlî li qada sûrî biqewime û gelo dê encamên wî şerî li ser Sûrîyê çi bin?

Şer û nakokîya israîlî-tirkî li Sûrîyê:

Tevî hemû daxuyanîyên Erdogan ên li dij Israîlê, lê Tirkî hevalbenda Israîlê ye û têkilîyên saloxgerî, ewlehî, leşkerî û aborî di navbera wan de hene, lê ji bo bidesxistina piştgirîya erebî û islama sinî, Tirkî xwe wek dijmina Israîlê û alîgira doza filestînî dide pêş. Her kes dizane bê çawa dewleta Tirkîyê ya nû hat avakirin û li ser destê kê û çawa AKP gihaşt desthilatê û 25 salan di desthilatê de ma. Egre Erdogan stûyê xwe ji bo Israîl û Emerîkayê netewanda, ew ê li ser desthilatê heta niha nemabaya, êdî serdana wî ji Tilebîb û gora damezrînerê seyûnîyê ʺTiyodor Hirtizilʺ re û danîna baqek gul li ser gora wî, danpêdana wî ya berî tevahî cîhanê bi Qudsê wek paytexa Israîlê û alîkarîya wî ya ji bo Israîlê di şerê wê yê li dij Xezayê, ev tev nîşaneyeke eşkere ye ku erdogan di bin serwerîya Israîlê de ye û ew hevlbendê Israîlê yê dilsoz e, lê dibe ku Erdogan û ji ber siyaset û çavberdana, wî Tirkî ji rêya ku jê re hatîye diyarkirin, derketibe û ji dewleteke ku berê hevalbenda welatên Rojavayî û Nato bû, ber bi dewleteke ku jê re tê gotin ʺ dewleta ku ji xêza Rojavayî derketiyeʺ, ew jî wek ku nehişt Emerîka xaka wê di êrîşa li dij Iraqê de bi kar bîne (2003), kirîna wê ji pergala berevanîya ezmanî ya (S400) ji Rûsîya, hevrêzîya wê bi Iran û Rûsyayê re di alozîya sûrî de û gefxwarina wê li hebûna Emerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê da ku êrîşan bi ser Rêveberîya Xwewer û HSD de pêk bîne (Jixwe HSD hevalbenda Emerîka di şerê wê yê li dij sawkarîyê de ye). Îcar Tirkî siyaseteke berovajî ya Emerîkî li Sûrîyê pêk tîne, vê yekê jî hişt ku têkilîyên tirkî-Emerîkî nebaş bibin, ev tev jî ji bo çavberdanên wê yên osmanî li Sûrî û Iraqê (Peymana Milî). Piştî ketina rêjîmê, ev çavberdan û xwestekên wê di Sûrîyê de, zêde bûne û êdî ew Sûrîyê wek wîlayeteke osmanî dibîne ku ji mafê wê ye ku destwerdanê li Sûrîyê bike û xwe di tevahî xaka wê de berfereh bike.

Stratîcîyeke nû di Sûrî û Rojhilatê Navîn de li ba Israîlê heye ku dixwaze bibe navenda Rojhilatê Navîn û hemû dewlet li gor wê tev bigerin, ji ber wê jî ew ê nehêle tu dewleteke bihêz li herêmê bimîne (Tirkî û Îran) ku rikberîya wê bikin. Israîl dibîne ku Tirkîya ixwanî û têkilîya wê bi Qetera ixwanî û rêxistinên cîhadî yên radîkal re (bi taybet li Sûrîyê), metirsîyê li ser ewlekarîya wê ya neteweyî pêk tîne. Geşbûna hişmendîya cîhadî li Sûrîyê ku hê di destpêkê de ye, cihê metirsîya herî mezin ji bo Israîlê ye. Ji ber wê jî Israîl ji destpêka ketina rêjîma Esed ve hemû cihên çekan ên ku dê bibin cihê metirsîyê ji bo wê, rûdixîne. Ew dibîne ku eger Tirkî baregeheke leşkerî di kûrahîya Sûrîyê de (Tedmur) ava bike, dê ji nû ve rewû serûbin bibe, êdî dibe ku hingê Israîl û Emerîka nikaribin Sûrîyê kontrol bikin û bibe cihê metirsîyê li ser Israîl û stratîcîya Emerîkî ya şerê li dij sawkarîyê li Sûrî û Rojhilatê Navîn.

Lê eger şerek di navbera Tirkî û Israîlê de çêbe, dewleta Tirk dê ya herî binkeftî be. Jixwe li vir tu girîngîya hevrûkirinê di navbera artêşa tirkî û ya israîlê de ya çek û hejmarê tune ye, çimkî şerê leşkerî yê yekser di navbera her du alîyan de, dê neqewime yan jî bi gotineke din, dewleta Tirk nikare biryareke êrîşa leşkerî bi ser Israîlê de bide û di heman demê de Emerîka û piranîya dewletên Ewrûpayê li pişta Israîlê ne. Îcar girîngî ew e ku ka kî hêz di dest de ne ku alîyê din bişkîne. Tu karîn û hêz li ba Tirkîyê tune ye ku Israîl ji alîyê siyasî û aborî ve lawaz bike, lê berovajî wê gelek xalên lawaz li ba wê hene, her wek doza kurdî, rikberîya tirkî, aborîya jevketî û hwd. Ev tev dihêle Tirkî di vî şerê pêşbînîkirî de, alîyê herî lawaz be. Ji ber vê yekê ew dixwaze bi rêya hevrêzîya bi Îranê re di hin mijaran de (her wek piştgirîya Hizbulaha Libnanî), derfetên xwe pir bike. Jixwe piştî ku doza kurdî bûye mijareke cîhanî, dibe ku hevrêzî di navbera wan de zêdetir bibe, nexasim li Sûrîyê da ku li Rêveberîya Xweser û HSD bixin. Her wiha ew ê hevrêzîyê bi dewletên herêmê re bike (Iraq, Ordun û Sûrî) da ku hevpeymaneke çaralî di bin navê şerê li dij Daişê li şûna Hevpeymana Navdewletî ya bi serkêşîya Emerîkayê ku pişta HSD li dij sawkarîyê digire, çêkin.

Her wiha armanca Tirkîyê ji xurtkirina têkilîyên xwe bi Îranê re, hewildana wê ya girêdana hin rêkeftinên berevanîyê bi rêjîma sûrî ya nû re û xurtkirina têkilîyên xwe bi Rûsîya û dewletên Birêks re ew e ku li hember pilansazîyên Rojavayî (nexşeya Rojhilatê Navîn a mezin) raweste û da ku bibe hêzeke herêmî ya mezin.

Lê li vir li şûna ku xalên lawazîyê li ba xwe xurt bike, ew ê dûrbûnê di navbera xwe û welatên rojavayî de zêde bike û di encamê de dibe ku ev dewlet Tirkî wek dewleteke jirêderketî (nexasim di çavên Israîl û Emerîkayê de), were pejirandin. Serdana serokê derve yê dewleta Tirkîyê ya dagirker ji bo Waşintonê ku ne tenê armanc jê qutkirina têkilîyên Emerîka bi HSD re bû, lê belê ji bo naskirina nerîna Emerîkî li hember Tirkîyê û hewildana peydakirina hevdîtinekê di navbera Erdogan û Trump de li Waşintonê bû. Dema mirov li rê û resmên pêşwazîkirin û oxirkirina Hakan Fîdan binere, dê nas bike ku bê çiqasî têkilî di navbera her du dewletan de kambax bûye, nexasim ku birêveberîya Trump bi yek carê pişta Israîlê digire û dê nehêle tu dewletek (her çiqasî têkilîya wê bi Emerîkayê re xurt be), bandorê li Israîlê û pilanên wê li Sûrî û Rojhilatê Navîn bike, nemaze ku êdî Israîl bûye cîgir û nûnera Emerîka di pêkanîna pilanên Rojhilatê Navîn a mezin de.

Eger em li zêdebûna gurbûna hevrikîyê di navbera Emerîka û Çînê de binerin,  em ê bibînin ku pirsgirêka Emerîka û Israîlê dem e, êdî siyaseta Erdogan li Sûrîyê dimeşîne, çavberdanên wî yên osmanî ku Tirkî bixe hêzeke herêmî û navneteweyî û wê bixe navendek ji bo veguhestina wezeyê ji Ewrûpayê re, dê bibe kelem li pêşberî stratîcîya emerîkî ya li hember metirsîya çînî ku êdî ev metirsî gefan li herêmên hêzdarîya emerîkî li Rojhilatê Navîn û cihê wê yê cîhanî dixwe.

Lê ev şer û nakokîya pêşbînîkirî di navbera Tirkî û Israîlê de, dibe ku hin levkirin û danûstandinan jî encam bide. Dibe ku dawî Tirkî ji bo hiştina AKP li ser desthilatê û zêdekirina serokatîya Erdogan çar salên din, hin tawîzan bide; ew jî bi rêya rakirina kelma herî mezin li pêşberî xwe ku ew jî rikberê wî Ekrem Îmam Oglo ye.

Encamên nakokîya tirkî-israîlî li ser Sûrîyê:

Ew girêdayî siyaseta Şeri a hundirîn e; her wek derxistin an jî şerê li dij endamên nesûrî ên di nav rêxistinên cîhadî de û dûrxistina wan ji erkên bilind ên ku derfetê didin wan ku ramana cîhadî di nav refên artêşa sûrî ya nû yan jî di nav civakê de biçînin; her wiha danpêdana bi tevahî pêkhateyên gelê sûrî û guhertina destûra demkî. Ji bo siyaseta derve, ew girêdayî dana hin taybetîyên leşkerî û aborî ji dewleta Tirk di Sûrîyê de, morkirina rêkeftinên stratîcî her wek hiştina ku dewleta Tirk baregehên xwe di kûrahîya Sûrîyê de ava bike yan jî hevpeymaneke leşkerî ya berevanîyê saz bike yan jî sînorê deryayî xêz bike û ji bilî van tawîzan ku dibe Ehmed Elşeri wan pêşkêşî dewleta Tirk li Sûrîyê bike.

Tirkî dikare bandorê li biryarên Şeri bike, ew jî ji ber ku xwestekên wê di Sûrîyê de hene, dibe ku bihêle Şeri rênimayên Tirkîyê yên girêdayî mafên pêkhateyên sûrî bipejirîne. Dibe ku ev yek jî nerîna Rojavayî ya der barê Şeri de (wek serokekî sûrî yê demkî) bike û di heman demê de bandorê li nerîna desthilata wî û rêxistina wî (HTŞ) bike û li Sûrîyê teng bikin (her wek hiştina sizayan li ser Sûrîyê). Eger Şeri ji xeta ku jê re hatîye xêzkirin derkeve (eger pişta ramana cîhadî û radîkal bigire yan jî endamên cîhadî di erk û cihên leşkerî û ewlekarî yên bilind de bi cih bike), wê hingê ev rêjîm dê gelekî dom neke û Emerîka û Israîl dê ji bo bidawîkirina wî û danîna serokekî nû û ferwerîyeke nû bixebitin ku bi rêya wê ferwerîya nû hemû rêkeftinên ku bi dewleta Tirk re hatine morkirin, werin pûçkirin (her wek pûçkirina hemû rêkeftinên di navbera Rûsîya û rêjîma Esed a rûxiyayî). Lê heya niha desthilata Şeri di bin kontrolê de ye û hê xizmeta armancên israîlî û emerîkî pêk tîne. Ji ber vê yekê çarenûsa vê rêjîmê girêdayî siyaseta ku dê Şeri li hember nakokîya israîlî-tirî li Sûrîyê bimeşîne û karîna wî ya dûrxistina Sûrîyê ji vê nakokîyê ye. Her wiha girêdayî daxwazên Emerîkî yên der barê pêngava siyasî ya giştî û rêxistinên cîhadî û çekdarên biyanî ye.

Di vê der barê de û tevî daxuyanîyên serokwezîrê israîlî Nîtinyaho ku dibêje rûbirûbûna bi Tirkîyê re li Sûrîyê, êdî li ber derîyan e û tevî ku Erdogan agahdar kir ku tu hevpeymanê bi rêjîma sûrî ya tundrew re neke û got ku Israîl ji bo şerê li dij Tirkîyê amade ye û êdî tevgerên tirkî bûne armancine rewa ji bo wê, lê madem Tirkî di bin sîwana dewletên Rojavayî de ye, bijarteya leşkerî dûr e. Dibe ku ji ber kambaxbûna rewşa hundirîn li Tirkîyê û derketina xwepêşandanên mezin piştî girtina serokê şaredarîya Stenbolê  û rikberê Erdogan di hilbijartinên serokatîyê de (Ekrem Oglo), Erdogan tawîzan pêşkêş bike, her wek ji nû ve nirxandina hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyê, pejirandina guhertina şêweyê rêjîmê li Sûrîyê û pêkanîna rêkeftinê bi HSD re da ku li hember van tawîzan  pişta dijberîya tirkî neyê girtin û dosyeyên girêdayî mafên mirovan û binpêkirinên ku li dij dijberên Erdogan pêk hatine, neyên vekirin û Erdogan di desthilatê de bimîne yan jî piştî hilbijartinên pêşwext, Erdogan ji bo çar salên din jî bimîne serok. Ji ber wê jî nakokî û şer dê nebe şerekî leşkerî, lê belê eger Tirkî li ser siyaseta xwe ya li Sûrîyê ma, ew ê rastî bêtir qutbûyîna navnereweyî û fişarên siyasî, aborî û leşkerî were, êdî bê guman ev fişar jî dê bandorê li rewşa hundirîn a Tirkîyê û pêşeroja AKP bi serkêşîya Erdogan bike.

زر الذهاب إلى الأعلى