ANALÎZ

Xalên Nêzîkbûyînê yên Hevbeş Di Navbera Rêjîmên Sûriyê Û Tirkiyayê De

Nêzîkbûna Tirkiyayê ber bi rêjîma Sûriyayê ve ku di dawîya sala 2022’an de û piştî deh salên destwerdana Tirkiyayê di alozîya Sûriyayê de û dagîrkirina herêmin berifireh ji xaka bakurê Sûriyayê, pêk hat, vê nêzîkbûnê bala dezgehên ragihandinê û navendên lêkolînan kişand û bû cihê girîngîdayînê. Piştî ku êdî rê li pêşîya rêjîma Tirkiyayê hat girtin û nema dikarî glopa kesk ji Rûsya û Emerîkayê ji bo dagîrkirina hin herêmin din ên Rêveberîya Xweser, nemaze Kobanî, Til Rifet û Minbic, bi dest bixe, ev ji bilî rêdayîna wan a ji bo pêkanîna êrîşên xwe li ser herêmê; êdî bi rasthatina dema hilbijartinên serokkomarîyê re rêjîma Tirkiyayê ket qonaxeke pir aloz de. Ji nav van dosyayên ku ji Rêjîma Tirkiyayê re bûne alozî, ev in:

  1. Dosyaya penaberên sûriyayî yên li Tirkiyayê: Piştî ku dosyaya penaberan a ku Tirkiyayê pê dewletên Ewropayê şantaj dikir û pere ji wan distiand û ev pere di operasyonên xwe yên li derve (Sûriya, Azerbeycan û Lîbya) de bi kar dianîn, bêkêr bû; di encama redkirina miletê Tirkiyayê de ji hebûna van penabaran re, ev dosya rêjîma Tirkiyayê bêhal dike; çi ku bi milyonan penaber li wir hene û ev yek bandoreke neyînî li aborîya welatê wan dike. Lewre jî Erdogan ditirse ku di hilbijartinan de gelek dengan ji dest bide.
  2. Binkeftina Erdogan ji bo bicihkirina penaberan di penagehên ku di çarçoveya prosesa guhartina demografîk de, li bakurê Sûriyayê nemaze li Efrîna dagîrkirî dane avakirin. Gelek penaber ji ber sedemên ewlekarî, aborî û civakî, bicihbûna di wan penagehan de red dikin.
  3. Nekarîna Erdogan ji bo pêkanîna êrîşên xwe li ser herêmên Rêveberîya Xweser (Minbic, Kobanî û Til Rifet); dibe ku ev yek bihêle dengdayîna neteweperestên Tirk ji bo Erdogan di hlbijartinên serokkomarîyê de, kêm bibe.
  4. Binkeftina Erdogan di siyaseta aborî de ku di encamê de hişt lîreya tirkî dakeve astên herî erzan.

Jixwe rêjîma Sûriyayê di nava alozîyeke aborî, siyasî û civakî de dijî:

  1. Şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê û xwepêşandanên li Îranê bandor li çavkanîyên peredayînê yên rêjîmê kir, û di encamê de nirxê lîreya sûrî daket astên herî erzan. Êdî li gor wê û di nava demeke pir kurt de her dolarekî Emerîkî bû beramber 7000 lîreyên sûrî; jixwe heyanî berîya sê mehan jî her dolarekî Emerîkî di navbera 3400-3500 lîreyên sûrî de bû.
  2. Li Siwêda û Derayê ji ber sedemên aborî û ewlekarîyê xwepêşandan hatin lidarxistin, û tirs çêbû ku li herêmên peravî yên Sûriyayê jî xwepêşandan çêbibin.
  3. Vederkirina siyasî ya ku rêjîma Sûriyayê tê de ye.
  4. Nekarîna rêjîma Sûriyayê bo rizgarkirina herêmên bakurê Sûriyayê yên dagîrkrî, ku rêjîm gihiştîye rêyeke girtî.

Erdoganê ku nikarî Beşar El-Esed ji ser desthilatê rake û rêjîmeke Ixwanî ku alîgirê wî be ava bike, û binkeftina rêxistina wî ya terorîst “DAIŞ” bo dagîrkirina herêmên Rêveberîya Xweser, her wiha destekdayîna Emerîkayê bo Rêveberîya Xweser û daxwazkirina wê bo avakirina sîstemeke nenavendî ku di nava wê de mafên hemû pêkhateyan misoger bin, hişt ku Erdogan bi gaveke nû û bi hêvîya ku meremên xwe bi cih bîne, berê xwe bide rêjîma Sûriyayê. Bi tevî ku ji bo pêkanîna nêzîkbûnê di navbera rêjîmên Sûriyayê û Tirkiyayê de gelek astengî hene, û rêjîma Sûriyayê vekişîna Tirkiyayê ji hemû herêmên dagîrkirî, radestkirina dosyaya rêxistinên terorîst ku bi navê opozisyonê “Hevbendîya Sûrî ya Rikber” tê nasîn û radestkirina derîyên sînorî bo wê, dike merc; lê belê rewşa siyasî, aborî û leşkerî ya heyî dihêle ku gelek xalên hevbeş hebin ku dikarin destekê bidin pêkanîna nêzîkbûnê, ew jî ev in:

  1. Redkirina Tikriyayê bo vekişîna ji bakurê Sûriyayê, ku rêjîma Sûriyayê wek mercekî bingehîn li pêşîya Tirkiyayê ji bo pêkanîna nêzîkbûyînê ew danîbû, nayê wateya ku gihiştin rêyeke girtî. Lê belê gava ku armancên wê yên ji bo Rêveberîya Xweser pêk werin, gengaz e ku Tirkiya ji bo vekişînê demnameyekê deyne. Wek qonaxa destpêkê, rêjîma Tirkiyayê dikare ji bakurê rêya M4’ê “Seraqib, Erîha û Cisir El-Şixûr” vekişe û wê û hin derîyên sînorî radestî rêjîma Sûriyayê bike; êdî ev yek bandoreke erênî li aborîya herduyan dike. “Xaleke hevbeş a di navbera herdu alîyan de ye ji bo başkirina rewşa aborî ya aloz û destekê dide nêzîkbûyînê.”
  2. Serhişkîya rêjîma Sûriyayê û siyaseta wê ya nijadperestane ya li beramberî Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Rêveberîya Xweser ji bo danpêdana bi mafên wan ên aborî, civakî û leşkerî, bi armancên Tirkiyayê yên ji bo têkbirina Rêveberîya Xweser re li hev tên, nemaze piştî ku wê nikarî glopa kesk ji Emerîkayê bi dest bixe. Her wiha destkeftîyên ewlekarî, aborî û leşkerî yên ku Rêveberîya Xweser pêk anîne, li beramberî herêmên di bin destê rêjîmê û Tirkiyayê de gelekî baştir in, û dihelê ku herdu rêjîm tengav bibin ku ev tecrube derbasî herêmên wan bibe. “Xaleke hevbeş a di navbera herdu alîyan de ye, ku hêza xwe li hember Rêveberîya Xweser bikin yek û destekê dide nêzikbûyînê di navbera herdu alîyan de.”
  3. Radestkirina dosyaya rêxistinên çekdar û yên siyasî ji rêjîma Sûriyayê re, ji bo nêzîkbûyînê wek mercekî bingehîn e. Bi vê yekê rêjîma Tirkiyayê dikare hin dosyayan radestî rêjîma Sûriyayê bike, nemze ew rêxistinên siyasî û leşkerî yên ku li dijî nêzîkbûn û lihevhatinê derdikevin. Lewra jî em dibînin ku gelek fermandarên leşkerî û siyasî ji ber tirsa radestkirina wan ji rêjîma Suriyayê re, bi her awayî propagandayê dikin ku ev nêzîkbûn li gor berjewendîyên xelkê Suriyayê ye.
  4. Redkirina herdu rêjîmên Sûriya û Tirkiyayê ji hebûna hêzên Emerîkayê li ser xaka Sûriyayê re; ku ew bi xwe hevakrên Hêzên Sûriyaya Demokratîk di şerê li dij DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê ne. Her wiha herdu alî ji Emerîkayê dixwazin ku ji Sûriyayê vekişe. “Xaleke hevbeş di navbera herdu alîyan de ye, û destekê dide nêzîkbûyînê.”
  5. Biraya navdewletî ya /2254/ ku destekê dide prosesa siyasî ya veguhêzer a di nava şeş mehên veguhêzer de, nakeve xizmeta rêjîma niha ya Sûriyayê de, û ew jî vê yekê red dike. Her wiha bikaranîna Erdogan ji vê biryara navdewletî ya /2254/ a girêdayî Sûriyayê re ji bo hilweşandina rêjîma Sûriyayê û binkeftina wî di vê yekê de, her wiha biryardarîya welatên rojavayî û nemaze Emerîka ji bo pêkanîna vê biryarê ku wek çareserîya dawî ya bidawîkirina alozîya Sûriyayê, hiştiye ku ev biryar ji Erdogan re bibe tirseke mezin. Lewra jî bi rêya nêzîkbûyîna ber bi rêjîma Sûriyayê ve hewl dide wê biyarê vala derxe. Her wiha valaderxistina vê biryarê bi rêya pêkanîna têkilîyan bi rêjîma Tirkiyayê re dikeve nav berjewendîyên rêjîma Sûriyayê de jî. “Xeleke hevbeş a di navbera herdu alîyan de ye, û destekê dide nêzîkbûyînê.”
  6. Redkirina rêjîma sûryayê ji xebatên Komîteya destûrî û berdewambûna wê re, her wiha danîna keleman li pêşîya wê, dikeve nav berjewendîyên Tirkiyayê de; çi ku Tirkiya dixwaze civînên Komîteya destûrî werin rawestandin û destûra Sûriyayê ya niha bimîne. Ji ber ku hin dewletan daxwaz kiribûn ku MSD jî tev li civînên Komîteya destûrî bibe, ku ev yek dê bibe derbeyek ji armancên Tirkiyayê yên li dijî Rêveberîya Xweser re, lewra Tirkiya dibîne ku ji berjwendîya wê ye ku ev civîn werin rawestandin. “Xaleke hevbeş a di navbera herdu alîyan de, ji bo bidawîkirina xebatên Komîteya destûrî ye û destekê dide nêzîkbûyînê.”

Ji bo ku biryara navdewletî ya /2254/ û xebatên Komîteya destûrî werin rawestandin, divê Tirkiya hin tiştan bike da ku nêzîkbûyîn an jî lihevhatinek çêbibe; ew jî bidawîkirin an jî rawestandina destekdayînê ji Hevbendîya Sûrî ya Rikber (Itilaf) re, û girtina nivisgehên wan û qewitandina wan ji ser xaka Tirkiyayê ye, ev hemû dikevin berjwendîyên rêjîma Sûriyayê de. Jixwe Tirkiyayê di vê dema dawîyê de peredayîna Itilafê rawestandiye û tevgera wan sînordar kiriye. Her wiha ji rêjîma Sûriyayê jî tê xwestin ku ew jî li ser helwesta xwe ya li hember Rêveberîya Xweser bimîne. Her wiha rê bide ku hejmarek penaber derbas bibin, bêyî ku werin şopandin ji hêla hêzên ewlehiyê de; da ku penaberan bixapîne ku êdî va ye vegera bi ewlehî heye, û ew dikarin bi rehetî vegerin herêmên xwe yên ku jê reviyane, jixwe ev yek dê xizmeteke mezin di hilbijartinên serokatiyê de, yên ku gerek e di tîrmehê de pêk werin, bide Erdogan.

Di vê çarçoveyê de, Erdogan berê xwe dide rêjîma Sûriyayê û dixwaze pê re têkilîyan çêbike; ji bo ku xewnên xwe yên ku nedikarî bi ser bixe, pêk bîne, û bi dest xwe re ev yek di hilbijartinan de dê destekê bidêyê. Her wiha merema rêjîma Sûriyayê jî ji vê nêzîkbûyînê ew e ku vederîya siyasî ji ser xwe rake û zagona Qeyser betal bike. Tewereya vê nêzîkbûyînê jî ew e ku Erdogan careke din di hilbijartinan de bi ser bikeve û Rêveberîya Xweser têk biçe, her wiha rêjîm dîsa vegere li ser pîyên xwe. Ev yek dê alozîya Sûriyayê derbasî qonaxeke din bike û dê wê aloztir bike; çi ku ev nêzîkbûn qonaxî û demdemî ye, nemaze gava ku Erdogan di hilbijartnan de bi ser bikeve, dê pêvajoyeke tijî xirabî û rewşa aborî ya xirab li Sûriyayê bi giştî û li herêmên Rêveberîya Xweser bi taybetî, bimîne. Di encamê de çareserîya herî baş danûstandinên sûrî-sûrî ye; da ku ji vê alozîyê derkevin û li dijî dagîrkerîya Osmanî ya li herêmê bisekinin.

زر الذهاب إلى الأعلى