BIJARTEYÊN ŞER…Û ROLA ALÎYÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ
Guhertinên herêmî yên piştî ketina rêjîma Beşar Elesed û gihaştina rêveberîya nû sere desthilata Şamê, derî li pêşberî jinûvesazkirina hevsengîyên herêmî û navneteweyî vekir. Tirkî, ya ku dixwest piştî destpêkirina alozîya sûrî hêzdarîya xwe li Sûrîyê xurt bike, xwe îro weke lîstikvanê herî berbiçav di qada sûrî de dibîne. Li hermber wê, Israîl ku her tim hebûna îranî armanc digirt û rewşa Sûrîyê bi baldarî dişopand, bi çavên gumanê li zêdebûna hêzdarîya tirkî li herêmê dinihêre; nemaze piştî gotarên dijwar ên ku Erdogan li dijî Israîlê dibêje.
Ev rewş jîngeheke şer û nakokîyê di navbera Israîl û Tirkîyê de pêşîn dike; nexasim ku berjewenîdyên stratejîk di navbera her du alîyan de bi hev re nakok bûne.
Sedemên rageşîya pêşbînîkirî li Sûrîyê di navbera Tirkî û Israîlê de
Rikberîya cyosîyasî: Tirkî, Sûrîyê weke berdewamîyeke xwezayî ya ewlekarîya xwe ya neteweyî dibîne. Ew dixwaze bi rêya piştgirîya hikûmeta nû û avakirina herêmên hêzdarîya leşkerî û siyasî, hêzdarîya xwe zêdetir bike. Lê Israîl dixwaze ewlekarîya xwe ji her gefeke herêmî biparêze û her tevgereke tirkî ku dibe terazûya hêzê li sînorê bakur biguhere, bi goman dişopîne.
Rola tirkî di doza Filestînê de û axaftinên Erdogan ku di wan de pişta Filestînê digire û Israîl li sazîyên navneteweyî rexne dike…ev tev rageşîyê di navbera her du alîyan de zêdetir dike. Israîl, Tirkîyê weke dijminekî îdyolojîk li Sûrîyê dibîne; nexasim dema Erdogan doza filestînî bi kar bîne da ku piştgirîya ereb û sûrîyan bi dest bixe.
Ji alîyê metirsîyên ewlekarî ve, dibe ku Tirkîya pişta hin girûpên sûrî bigire ku Israîl wan weke gef li ser ewlekarîya xwe dibîne; her wekî hin girûpên nerim yên dibe weke dijminên Israîlê werin dîtiin. Ji alîyekî din ve Israîl ditirse herêmên di bin hêzdarîya Tirkîyê de ji bo tevgerên leşkerî û locistî bibin qadek li dijî ewlekarîya Israîlê.
Ji alîyê rikberîya aborî ve jî, desteserkirina projeyên jinûavakirin û binesazîyê li Sûrîyê, dibe ku di navbera Tirkî û Israîlê de bibe qadeke nû ya rikberîyê; çimkî her du alî dixwazin berjewendîyên xwe yên aborî li Sûrîyê dabîn bikin.
Bijarteyên nakokî û şer di navbera Tirkî û Israîlê de li Sûrîyê
Şerekî sar ê veşartî, dibe ku her du alî xwe dûrî şerê yekser bikin, lê li şûna wê dê şerekî neyekser hebe; ew jî bi rêya piştgirîkirina girûp an jî nûnerên (wekîlên) xwecihî li Sûrîyê.
Dibe ku êrîşên saloxgerî û şerê ragihandinî di navbera her du alîyan de gurtir bibe.
Gurkirina sînordar; eger Tirkî xalên sor ên israîlî derbas bike (her wekî pêşkêşkirina alîkarîyeke rasterast ji bo komên dijminên Israîlê), dibe ku Israîl çend êrîşên asîmanî yên sînordar bibe ser hejmarek cih di nava Sûrîyê de.
Dibe ku Tirkî jî bi awayekî neyekser – bi rêya nûneran (wekîlan) an jî bi rêya rageşîya diplomasî) bersiva Israîlê bide.
Dibe ku hevsengîya sînorên şer û hebûna lîstikvanên navneteweyî (her wekî Emerîka û Rûsîya), rê li ber şerê yekser di navbera Israîl û Tirkîyê de bigire; Ev yek jî dê hevsengîyeke neçar (bi zorê) di navbera her du alîyan de bisepîne.
Rola erebî di sînordarkirina rageşîyê de
Siûdîya dixwaze hêzdarîya tirkî li Sûrîyê kêm bike û ya erebî zêde bike. Dibe ku Siûdîyê di avakirina hevpeymaneke erebî di hundirê Sûrîya nû de bi rolekê bilîze; da ku hevsengîyê bi Tirkî û Israîlê re pêk bîne. Dibe ku Urdun û Iraq jî hewil bidin aramîyê li sînor biparêzin û rê li ber derbasbûna rageşîyên herêmê bo xaka wan bigirin.
Ji ber têkilîyên wê yên bi her du alîyan re, dibe ku Libnan xwe neçar bibîne ku bi rageşîya tirkî-israîlî bi bandor bibe.
Rola emerîkî di rêgirtina li ber şer de
Têkilîyên Emerîka yên xurt bi Israîl û Tirkîyê re hene. da ku berjewendîyên xwe yên li herêmê biparêze; dê hewil bide rê li ber her şerekî bigire. Da ku hevrêzîyeke ewlehî pêk bîne û hedarî û aramîyê li Sûrîyê dabîn bike; dibe ku Waşinton fişarê li her du alîyan bike.
Dibe ku bi rêya piştgirîya rêveberîya nû li Sûrîyê, Emerîka hewil bide pergaleke sîyasî ya hedar ava bike ku rê li ber rageşîyê di navbera alîyên herêmî de bigire. Dibe ku Waşinton alîkarîyên aborî û leşkerî pêşkêşî Sûrîya nû bike da ku rageşîya di navbera Tirkî û Israîlê de bi armanca têkbirina aramîya Sûrîyê, neyê bikaranîn.
Da ku aramîyê li Sûrîyê dabîn bike û rê li ber şerekî israîlî-tikî bigire; dibe ku Waşinton rola Hevpeymana Navneteweyî xurttir bike.
Sînaryohên pêşbînîkirî yên şerê tirkî-israîlî
- Hevkarîyeke tirkî-israîlî ya bi şert û merc:
Eger her du alî bigihêjin wê bawerîyê ku rageşî xizmeta berjewendîyên wan nake, dibe ku bigihêjin hin levkirinan da ku rê li ber şerê yekser bigirin.
- Rageşiyeke sînordar li bakurê Sûrîyê:
Dibe ku herêmên sînorî di navbera Sûrî û Tirkîyê de, ji ber nakokîya berjewendîyan, bibin qadên rageşîya ewlehîyê.
- Roleke navneteweyî ya mezintir:
Dibe ku destwerdaneke emerîkî yan jî ewropî hin rewşên ewlehîyê bisepîne ku li ber şerekî pêşbînîkirî di navbera Israîl û Tirkîyê de, rê bigire.
Tevî ku berjewendîyên tirkî û israîlî li Sûrîyê dijberî hev in jî, lê nayê pêşbînîkirin ku ev rageşî bibe şerekî vekirî; çimkî alîyên herêmî û navneteweyî ji bo dabînkirina ewlehîya Sûrîyê û parastina wê ji şerekî herêmî yê berferehtir, dê hewil bidin rageşîyê sînordar bikin. Lê tevî wê jî her Sûrîyê dimîne qadek ji bo rikberîya hêzdarîyan; ji ber wê jî pêwîstî bi rêvebirineke hestyar ji hêla hemû alîyan ve heye, da ku rê li ber tevlîhevîyê were girtin.