ANALÎZ

Lûtkeyeke Erebî Ya Biçûk li Ebûzebîyê… Armancên Nedîyar

 

 

Li Ebûzebîyê paytexta Îmaratê di 18 çile de lûtkeyeke Erebî ya şeşalî ya biçûk di navbera çar welatên Kendavê de hat lidarxistin, jixwe welatê Kendavê jî ev in: Behrên, Qeter, Îmarat û Uman, tevlî Misir û Urdunê.

Di navgînên ragihandinê de ev lûtke weke lûtkeyeke biratî û gotûbêjîyê hat danasîn, ew jî bi armancên xurtkirina têkilîyan di navbera van welatan de, gotûbêjkirina astengîyên navneteweyî, herêmî û aborî yên ku geşepêdan û pêşketinê asteng dikin, pêkanîna hevkarîyê di karê hevbeş yê Erebî û cîrantîya baş de, giringiya hevsengîyê di navbera welatên Erebî de ji bo rûbirûbûna astengîyên navneteweyî û herêmî û hin armancên din yên diyar, ew jî li gor ajansa nûçeyan ya Îmaratî û hin ajansên din yên Kendavî.

Ev lûtke tenê di warê protokolî de bû, jixwe ji bilî çend demjimêran pê ve berdewam nekir, tişta herî balkêş di vê lûtkeya lezgîn de neamadebûna Siûdîyê û Kuwêtê bû. Jixwe gelek sedemên li darxistina vê lûtkeyê hene, ji wan jî ev in: Alozîyên aborî yên rastî ku hin welatên Erebî rastî wan tên, ji lew re ev welat bilez di lûtkeyê de amade bûn, mîna Misirê ya ku di guherîneke aborî ya metirsîdar re derbas dibe û ew nêzîkî sînorê bêperetiyê (iflasê) ye, ew jî di bin deynên sendoqa diravî ya navneteweyî de maye, ev sendoqa ku nêzî 40 milyar dolarî ji Misrê dixwaze ku ev pere jî dê gerek welatên Kendavê bidin Misrê.

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî dixwaze berdêla helwestên Misrê yên ji bo piştgirîya welatên Kendavê re werbigre, ew jî di hemû qonaxan de; li dijî kiryar û gefên Îranê li Yemen, Kendav û Sûriyê. El-Sîsî ji hemû welatên ku di lûtkeya şeşalî de li Ebûzebyê amade bûne, tevî hemû nakokîyên Erebî yên eloztir; hêvî dike ku armancên wî ya ji bo bidestxistina berjewendiyên wî, bicih bînin.  Jixwe hin welatên Kendavê diyar kirin ku tu bexşên bê nirx û belaş li gel wan nema ne, anku eger Misir ji xeniqînê hate rizgarkirin dê ew yek ne bê nirx û berdêl be, jixwe Misir jî têgihişt vê yekê, lewre têkiliyên wê bi Siûdiyê re ketine warê çavdêrîkirinê de, êdî Misrê jî ragihandina veguhestina mewdana her du giravên Tîran û Senafir ji bo Siûdiyê rawestand, ev helwest jî bû mîna kirîn û firotinê. Li ser vê bingehê jî em dikarin helwesta neamadebûna mîrê Siûdyê di vê lûtkeyê de têbigihêjin ku wî jî angaşt kir ku bi pirojeya Nerîna Kendavî 2030 re mijûl bû.

Jixwe Kuwêtê xwe ji dana alîkariyan ji bo Misrê dûrxist û dest bi koçkirina   hezarên karkerên Misrî ji xaka Kuwêtê kir, ji hêla xwe ve jî Misrê dilgiranîya xwe ji vê helwesta perlemanê Kuwêtî da xuyakirin, ev helwestên nû yên Siûdiyê û Kuwêtê dibe ku sedema wan başbûna guftûgoyên Îranê li gel Siûdîyê be, her wiha vê yekê bandor li helwesta her du welatan li ser alozî û rêjîma Sûrîyê kir ku her du welat êdî rewşa giştî û rêjîma Sûrîyê dipejirînin.

Jixwe ji ber pirsgirêkên alûz a Urdinê ku ji ber rewşa aborî û jiyanî ya dijwar li Urdunê ku ji mêj ve pişta xwe bi alîkarîyên welatên Kendavê girê dide, qiralê Urdunê Ebdelayê Duyem naxwaze deste dest vala ji wê lûtkeyê vegere. Her wiha yek ji wan sedeman ew bû ku Israîl û ferwerîya Netenyaho hewl didin ku girêdana Urdunê û çavdêriya Haşimiyan ji ser Qudsê bibirin û hilînin. Lewra Israîl rê li ber seredana nûnerê Urdunê û wezîrekî wê ji bo Qudsê girt; ji ber vê yekê jî welatên ku têkilîyên xwe bi Israîlê re kirine (nemaze welatên Kendavê) dixwazin fişarê di vî aliyî de bikin, da ku berjewendiyên Ereb, Misilman û Urdunê de bidest bixin. Ji alîyê xwe ve jî Şêx Mihemed Bin Zayid xwest ku barê alîkarîyan Weke hev û bê cûdahî li ser milê hemû welatên Kendavê belav bibe, lewra wî giringiya pêşketin, aramî û geşepêdanê diyar kir. Êdî welatên Kendavê nikarin dev ji Misrê û rola wê di pêkanîna aramiyê de berdin, ji lew re alikariyên wan welatan ji Misrê re ji dema serokatîya El-Sîsî ve gihiştne bihtirî 90 milyar dolarî, tevî wilo jî hîna rewşa Misrê aloze ku sendoqa diravî ya navteweyî ji welatên Kendavê nêzî 40 milyar dolar dixwaze. Êdî ji ber vê yekê jî welatên Kendavê ji Misrê dixwazin ku ew dev ji xwestina alîkarîyên bê nirx berde û êdî divê ew bi kêrî xwe were.

Jixwe Mîrê Qeterê pêşbînî dike ku Amerîka û Israîl dê êrîşeke leşkerî dijî Îranê bikin; ew jî ji ber dosya Îranê ya navokî, ev yek jî dê gefê li aram/ya Qeter, Kendavê û herêmê bike, lê ev yek di dema nêzîk de ne pêşbînîkirî ye. Li alîyê din jî dibe ku qiralê Behrênê li lûtkeyê amade bûbe da ku nakokiyên xwe bi Qeterê re çareser bike, her wiha ji bo ku bi şêwayekî kûrtir derbasî qada geşepêdana Kendavî bibe. Uman jî weke her carê dixwaze ku têkiliyên wê bi hemû alîyan re – di nav de jî Îran- yeksan bin, ji bo başkirina aborîya xwe û pêkanîna geşepêdan û aramîyê.

Êdî li dawiyê ev pirs dimîne: Gelo dê serokê Misrê û qiralê Urdunê ji alozîya aborî û siyasî ya navxweyî derkevin? Bersiv jî bi bûyerên dema bê ve girêdayî ye.

زر الذهاب إلى الأعلى