ANALÎZ

Erdogan Tirkiyê ber bi ku ve dajo?

Di van salên dawî de rola Tirkiyayê di herêma Rojhilata Navîn de gelekî xurt bû û bi taybetî piştî buhara gelan û hilweşîna hin rêjîmên faşist ên ku bi darê zorê bi salan desthilatiya xwe domandibûn. Her wiha pêkanîna Islama Siyasî, Erdogan xwe mîna sultan û parêzvanê misilmanan da pêş û bi bihaneyên çur bi çur destwerdana di herêmê de ku vê yekê disipart rêxistina Ixwanûlmuslimîn a ku di Misirê de piştî ku Mihemed Mirsî di hilbijartinên 2012’an de bi ser ket bû partiya serdest, lê belê hilweşîna desthilata Ixwanûlmuslimîn li Misirê û piştre hatina Ebdilfetah Sîsî li ser desthilatê, nakokî di navbera Tirkiye û Misirê de derketin. Piştî nakokiya di navbera Qeter û welatên Kendavê de ku Tirkiyeyê piştgiriya Qeterê kir û Misirê jî piştgiriya welatên Kendavê kir, nakokiyên Tirkiyeyê û Misrê pir dijwar bûn.

Siyaseta ku Erdogan li hemberî hin welatên Erebî da meşandin ku peyman bi hin aliyan re mîna ferweriya Serac li Lîbiyayê û baragehên leşkerî li herêmê mîna li Qeter, Lîbiya, Somal, Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê avakirina, wergirtina diravan ji aliyên derve mîna Qeterê ku pê piştevaniya diravî bi rêxistina Ixwanûlmuslimîn û komên tundrew kir; hin daxwazên xwe yên Osmanî pêk anîn. Lê belê ev siyaseta ku Erdogan da meşandin hişt ku nakokiyên wê bi dewletên Erebî re dijwartir bibin û hişt Tirkiyê dûrî dewletên herêmê bikeve û bi tena xwe bimîne, lewre Tirkiye neçar ma ku rêbazên nû yên têkiliyan bi Misir, Siûdiyê û Îmaratê re çêke û nameyên baş ji Qahirê re bişîne, ew jî bi armanca ku ji nû ve xwe bi cih bike; bi taybetî piştî siyaseta Misirê di rojhilatê deryaya Spî de û nêzîkbûna wê bi Yûnanisatnê re, li ser diyarkirina sînorên deryayî û pirojeyên gazê; ew neçar kir ku siyaseta xwe biguherîne, li rex helwesta xurt a Misirê di aloziya Lîbiyayê de, hişt Tirkiya têbigihêje ku siyaseta wê ya tevlîhevkirina ewlekariya niştimanî ya Misir, Siûdiyê û Îmaratê siyaseteke dijminane ye û hişt ku siyaseta wê di qada Erebî têk here.

Lewre siyaseta derve ya Tirkiyayê ku Erdogan da meşandin gihişte rêyeke girtî û bandorên wê li hundirê Tirkiyayê kir; bi taybetî di warên siyasî û aborî de. Di encama wê de rêjîma Tirkiyayê hewil dide ku têkilîyan bi Misirê re vegerîne, lewre Erdogan ji bo pêkanîna vê armancê hin rêkarên nerm diyarkirin, mîna sînordarkirina rola kenalên rikberiya dijî ferweriya Misirê ku ji xaka wê dijminatî û tevlîhevî belav dikir, her wiha radestkirina serkêşên Ixwanûlmuslimîn ji saloxgerên Misirê re yan jî wan biqewitîne û agahiyan li ser tevgerên Ixwanûlmuslimîn li  hundirê Misrê bide.

Êdî sedemên ku dihêle Tirkiyê xwe nêzî Misrê bike ev in:

-Tenêmayîna herêmî ya ku Tirkiye jê astengiyê dikişîne, ew jî ji ber siyaseta Erdogan û destwerdana ku di karûbarê  dewletên herêmê de dike, ji ber wilo ev nêzîkatiya bi Misrê re, dê rê bide nêzîkatiya bi Siûdiyê û Îmaratê re, ji ber ku têkiliyên Misrê bi her du dewletan re baş in.

– Rûdana guhertinên siyasî li herêmê ku di encamê de têkiliyên gelek welatên ereb bi Israîlê re çêbûn û dibe ku nêzîkatiyek di navbera Sûriyeyê û welatên Kendavê de jî rû bide.

– Encamdana nêzîkatiyekê di navbera welatên Rojhilata Navîn “Libnan, lsraîl, Misir, Qibris û Yewnanîstan” li ser diyarkirina sînorên deryayî ku peymanên aborî di nav wan de hatin mor kirin, weke “Komcivîna Gazê ya Rojhilata Navîn “. Ev yek dihêle ku serweriya Tirkiyeyê di deryaya Spî de, li bermberî vê nêzîkatiyê têk here.

 -Rewşa aborî ya Tirkiyeyê ya têkçûyî û tirsa Erdogan ku ev yek bandoreke nerênî li ser cemawerê wî bike. Ferweriya Erdogan bi vegerandina têkiliyên Tirkiye bi  Misir û welatên Kendavê re, dixwaze rewşa aboriya Tirkiyê geş bike û têxe xizmeta berjewendiya ferweriya xwe de.

 -Derveyî van karîgerî û sedeman, sedema sereke ew e ku Erdogan negihişt armancên xwe yên desteserkirina biryara siyasî ya hin welatên herêmî li Rojhilata Navîn.

Di dawiyê de, Erdogan ket wê baweriyê ku siyaseta wî li hember Misir û welatên Kendavê têk çû, ji ber wilo hewil dide ku têkiliyên xwe bi wan welatan re vegerîne, ji bo wê jî dibe ku Erdogan dev ji hin rêbaz ku li dijî welatên herêmê bikar tîne berde; weke rêxistina “Ixwanûlmuslimîn” (demikî) (tê zanîn ku Erdogan, ji bo berfirehkirin û sepandina sereweriya xwe ya derveyî; xwe dispêre ser vê rêxistinê), çeteyên xwe ji Lîbyayê kişandin û sînorên deryayî pi Misrê re diyar bike.

زر الذهاب إلى الأعلى