ANALÎZ

Nêzîkbûna bi şer û merc di navbera Erdogan û Esed de

Arcîn Dêrikî

Berdewamiya alozyê bêyî pêkanîna tu encamên ku Tirkiye dixwestin û piştî şewitîna hemû kaxezên wê li ser xaka Sûriyeyê, ji aliyekî din ve, aloziya aborî ya ku bifişar li Tirkiye û nêzkîbûna hilbijartinan û xwesteka partiya desthilatdar (AKP) bi serkêşiya Erdogan ku di desthilatê de bimîne, hişt ku Tirkiye berê xwe bide Şamê û destê xwe ber bi hikûmeta Şamê ve dirêj bike. Ji ber ku ew dihizire ku hikûmeta Şamê dê keşteya rizgariya wê be, Tirkiye berê xwe da wê.

Lê belê hejmarek şert û merc û doz hene, dibin astengî û kelem  li pêşberî vê levkirina di navbera her du aliyan de. Hin ji wan şertên ku hikûmeta Şamê wan disepîne ev in:

  1. Gerek e artêşa Tirkiye ji herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî di qonaxa salakê de (herî zêde) û li gor lîsteyeke demê li gel levkirina her sê aliyan (Tirkiye, Rûsya û Şam) vekişe. Gerek e her tevgereke leşkerî di bakurê Sûriyeyê de, bi hevrêziya li gel Şamê re be û li gor bendên rêkeftina Adenayê be.
  2. Gerek e Tikiye girûpên girêdayî wê ku li gor fermanên wê tev digere, ji hev bixe. Li hemberî wê jî gerek e efweke giştî der heqê hemû çeteyan de ji hêla Şamê ve derkeve û bi rêya levkirinan vegerin welatê xwe.
  3. Gerek e çalakiyên Itîlafa sûrî werin rawestandin û ofîsên wê li ser xaka Tirkiye werin girtin û hemû karên wê yên siyasî li dijî Sûriye li ser xaka Tirkiye werin rawestandin.
  4. Gerek e kampên koçperên sûrî li aliyê Tirkiye werin jevxistin û lîsteyeke demê û bernameyek ji bo vegera koçberên li Tirkiye werin danîn. Ew jî bi serkêşiya Rûsiye.
  5. Lê pirsgirêka harî kûr di navbera her du aliyan de, girêdana Tirkiye ya xurt bi koma Ixawanan re ye. Ev rêxistin, li ba Sûriye û hejmarek dewletên erebî weke rêxistineke terorîst tê dîtin. Tirkiye bi rêya xwesteka xwe ya beşdarkirina wan di pêvajoya siyasî û desthilatê de, hê jî bi wan girtiye û dev ji wan bernedaye. Ev yek jî hikûmeta Şamê ditirsîne, çimkî ew dizane ku Enqere hê jî dixwaze rêjîma wê hilweşîne, lê vê carê ji hundir ve ne ji derve ve. Ew jî bi rêya lîstika “levkirinê“. Tirkiye bi rêya wê dixwaze rêjîmekê damezrîne ku  alîgira wê be û bi rêya wê karibe herêmê desteser bike û impratoriya osmasî ji nû ve vejîne.
  6. Sedema dawî jî ew e ku Tirkiye dixwaze hevkariyê bi rêjîma Sûriyeyê re bike da ku li HSDê bixe û topbarana herêmê (ji Minbicê heya Dêrikê) rewa bike.

Dîmenê bakurê Sûriyeyê pir aloz e. Bi gefên Enqere ku ew ê dest bi  operasyoneke bejahî ya berfereh li dijî bakurê Sûriyeyê bike ku ev herêm bi melyonan mirovên sivîl dihewîne. Jixwe berî wê jî dest bi topbaraneke hewayî û bejahî li gel komên çete yên girêdayî wê kiribû. Vê operasyonê jêrzemîn, avahî û cihên jîndetî  û îstgehên kehrebe û xazê û bîrên betrolê û avahiyên taybet û giştî armanc girtibûn.

Ji ber van sedeman û ji ber ku dewleta Tirk şewq kes weke carên din bi dest nexist û ji ber ku wê nikarîbû pilanên xwe li Asetanayê pêk bîne, dîn bû û kerbê xwe di serê bakur û rojhilatê Sûriyeyê (herênên Rêveberiya Xweser) de berda. Nemaze ji ber ku hilbijartin bi rê de ne û aboriya tirkî têkçûyî ye û şensê Erdogan ê biserketina di hilbijartinan de li hemberî derfetên opozisyonê pir kêm in. ev yek jî dihêle ew bikeve rewşeke zehmet de û berê xwe bide dijminên xwe li hemberî kurdan û hemû pêkhateyên herêmê. Ew niha amade ye ku hevpeymanan bi şeytanan re girê bide da ku destkeftiyên xwe û pilanên xwe yên pêşerojê û impratoriya xwe ya ku di serê xwe de mezin kiriye, pêk bîne.

زر الذهاب إلى الأعلى