Ji destpêka alozîya Sûrîyê ve (2011) û heya sala 2019 ku tê de dewleta Tirk Serêkanîyê û Girêspî dagir kirin, nexşeya Sûrîyê ya şer hat guhertin; rûbera hin alîyan fireh bû û rûbera hinên din teng bû. Ji sala 2019 ve û heya roja me ya îro, êdî ev nexşeya Sûrîyê weke xwe ma û alîyên şer ji wê hingê ve rûberên desteserîya xwe parastin. Di encamê de jî niha xaknîgarîya Sûrîyê li ser çar beşan dabeşkirî ye. Her beşek anku alîyek hevpeymanên wî yên îdyolojîk hene; ev hevpeyman pê re herêmên wî bi rê ve dibin û nerînên xwe yên çareserkirina alozîya Sûrîyê pêşkêş dikin. Ew her çar alî jî ev in:
Alîyê yekem: Rêjîma sûrî ye. Ew zêdeyî %63 ji xaka Sûrîyê desteser dike, lê hin herêm hene (her weke Dera û Siwêda) hê rewşa wan baş ne zelal e. Tu biryara siyasî di destê vî alîyî (rêjîm) de tune ye, lê belê ew girêdayî Rûsya û Îranê ye. Ev rêjîm astengîyan ji ber qutbûna wî ya ji welatên ereban û civaka navneteweyî û alozîya rewşa aborî, dikişîne.
Alîyê duyem: Jê re Hevbendîya Sûrî tê gotin. Ew tenê bi nav bakurê Sûrîyê desteser dike (ji alîyê kirdarî ve komên çekdar ên çete wê desteser dikin). Rûbera ku ew wê desteser dike, %6 e. Ew bi awayekî giştî girêdayî ejindeyên tirkî ye û wan ejindeyan di hundirê herêmên dagirkirî (pêngavên guhertina demografîk) û li derveyî Sûrîyê (li Lîbiya, Azerbîcan û başûrê Kurdistanê) pêk tîne. Herêma di bin desteserîya wê de, astengiyan ji ber tunebûna ewlehîyê û şerê di navbera çeteyan de dikişîne. Hin ji komikên çekdar ên li wir di lîsteya sawkarîyê de ne.
Alîyê sêyem: Cebhetûtehrîrûşam (berê Cebhetûnusra bû) û ferweîya wê ya bi navê “Ferweîya Rizgarîyê) ne. Ev alî Idlibê desteser dike û rûbera di bin destê wê de ji Sûrîyê %5 e. Ew di lîsteya sawkarîyê de ye û girêdayî Tirîkyê ye. Ji ber nepejirandina gelêrî jê re, ew ewlekarîyeke dijwar li ser herêmên xwe disepîne.
Alîyê çarem: Rêveberîya Xweser û HSD ne. Ew herêmên rojhilatê Feratê ye ku bi rûbereke zêdeyî %25 ji xaka Sûrîyê bi rê ve dibe. Hevkarîya di navbera wê û Hevpeymana Navneteweyî ya bi rêveberîya Emerîkayê ji bo şerê sawkarîyê de heye. Li herêmên wê ewlehî û aramîyeke rêjeyî heye. Ew rastî komployên hundir û derve tê (Daiş, rêjîm, Tirkî, Îran, Rûsya û hin welatên erebî yên mîna Qeterê). Ew alî dixwazin aramîyê li herêmê bişkînin û fesadîyê çêbikin; ew jî bi rêya piştgirîya hin êlên girêdayî rêjîm, Îran û Tirîkyê di bin navê ʺartêşa êlanʺ; nexasim li gundewarên Dêrazorê.
Lê di dema dawî de, hin nîşaneyên levhatina bi rêjîmê re xuya bûn, nesaxim ji hêla dewletên ereban û Tirkiya ve ku dixwazin bi rêjîmê re bi serpereştîya Rûsî li hev werin. Dibe ku ev levhatin destpêka levhatina erebî bi rêjîmê re be, lê nabe sedema çareserîya alozîya sûrîyê. Levhatina bi rêjîmê re nayê wateya bidawîbûna alozîya sûrîyê; çimkî ew girêdayî dewletên çalak di dosyeya sûrîyê de (Emerîka û Rûsya) û bi hebûna hêzên herêmî li ser xaka Sûrîyê ye. Mirov dikare bibêje ku ev levhatin dibe ku bibe destpêka çareserîya alozîya sûrîyê; çimkî levhatin girêdayî erêkirina Emerîkî ye; ew jî ji ber pirojeya ʺdijberîya li hember levhatina bi rêjîma Esed reʺ, anku dibe ku ev levhatin bi erêkirina Emerîkî be, lê dê sînordarkirî be, ev jî tê wê wateyê ku tu levhatineke giştî bêyî erêkirina Emerîkî dê tune be.
Ji ber wê jî gelo çarenûsa alîyên desteser li Sûrîyê dê çi be û şêweyê Sûrîyê di qonaxa bê de (piştî levhatina erebî û herêmî bi rêjîmê re) dê çawa be?
Pêşeroja Her Çal Alîyên Şer Li Gor Rewşa Niha De:
Tu caran dem ber bi paş ve venagere; anku tu caran Sûrî venagere weke berî 2011. Ew jî ji ber du sedeman: Ya yekem, destwerdana herêmî û navneteweyî di alozîya Sûrîyê de û cihêwazîya stratîcîka alîyên destwerdanê dikin. Her dewletek û berjewendîyên wê yên cûda di Sûrîyê de hene ku ne weke yên alîyên din in (berjewendîyên Emerîkî û Rûsî ji alîyekî ve û berjewendîyên osmanî û farisî ji alîyekî din ve). Di encamê de, zehemt e çareserîyeke tenê ji bo bidawîkirina alozîya sûrîyê were dîdtin.
Sedema dueym jî, hêzên xwecihî ne (rêjîm, Rêveberîya Xweser û ya bi navê Hevbendîyê). Her yek ji van xwedî îdyolojîyeke taybet e û nerîna wan di şêweyê pêşeroja Sûrîyê de cûda ne. Ev jî dide diyarkirin ku tu caran Sûrî venagere weke berî 2011an.
Rêjîma sûrî:
Man û nemana rêjîmê weke hev e, çimkî biryara siyasî ne ji alîyê hundir û ne jî derve, ne di destê wî de ye, biryar di destê Rûsya û Îranê de ye. Guhertina rêjîmê jî ne hêsan e û berdêlê wê jî heya niha tune ye. Çimkî gerek e berdêl karibe destkeftîyên dewletên ku derbasî kirîzê bûne û ewlehîya Israîlê biparêzin. Ev yek jî di vê demê de nepêkan e, çimkî hevalbendên rêjîmê hene ku nikarin dev jê berdin, tevî ku daxuyanîyên van hevalben didin diyarkirin ku ew ne ta dawî bi serrkêşê rêjîmê ne ku dikarin dev jê berdin. Lê di rastîyê de rewşa heyî cûda ye; çimkî ev rêjîm û bi saya hevalbendên xwe, dibe ku karibe rûbera hêzdarîya xwe berferehtir bike; nexasim li bakurê Sûrîyê yê dagîrkirî. Îcar pêdivîya rêjîma Tirkîyê ya levhatina bi rêjîma sûrî re û radestkirina bakurê Sûrîyê yê dagirkirî (li gor hin merc û rêkeftinan) di ber çavan re hatiye girtin. Li hember wê jî gerek e şer li dij Rêveberîya Xweser û HSD were kirin û pirojeya wê were jinavbirin (pirojeya Neteweya Demokratîk a ku xwe dispêre rêgeza Sûrîya nenavendî). Dibe ku rêjîm li Idlibê li deverên di bin desteserîya Cebhetehrîrûşam xwe berfereh bike, ji ber ku ev komik di lîsteya sawkarîyê de ye, lê tirseke navneteweyî ji tevgereke penaberîyê heye. Di encamê de rêjîm û hevalbendên xwe (Rûsiya û Îran) di dema niha de nikarin şerekî berfereh bikin. Berovajî wê jî, dibe ku rêjîm herêmên başûrê Sûrîyê ji dest bide, çimkî ew herêm ne hedar in û di navbera mayîna di bin desteserîya rêjîmê û avakirina rêveberîyeke xweser mîna ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de, diçe û tê. Mirov wê hingê dikare navê herêma başûr lê bike. Ji ber wê jî herêmên rêjîmê di navbera guhertinên navneteweyî û herêmî de diçin û tên.
Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ne rêjîm ne jî hevalbend nikarin pêngaveke leşkerî li dij wê pêk bînin. Ew jî ji ber ku rêkeftinek di navbera Emerîka û Rûsyayê de heye ku şer li wir pêk neyê. Çemê Feratê xeta di navbera her du hêzan de ye (her wiha hin herêmên din ên mîna Minbic û Tenef). Ji bo Îranê jî, ew bi rêya hevalbendên xwe yên li herêmên Rêveberîya Xweser, baregehên Emerîkî topbaran dike. Ev topbaran girêdayî rageşîya têkilîyan di navbera Îran û Emerîkayê de ne, lê tevî wê jî Îran nikare bi êrîşeke bejahî rabe. Rêjîm jî hêza wê têrê nake ku li hember HSD şer bike, loma tenê kar bi hevalbendên xwe û Tirîkîêyê re dike, da ku hedarîya li herêmê xerab bike û fesadîyê biafirîne.
Herêmên bakurê Sûrîyê yên dagirkirî:
Ew herêmên ku komikên çekdar (çete) wê desteser dikin, lê desteserîya Hevbendî tenê bi nav e ya tijî nakokî û perçebûne û gelek piştgirên xwe yên navneteweyî û herêmî ji dest dane (ji bilî Qeter û Tirkîyê). Ev Hevbendîya ku hê hinekî rewaya wê ya navneteweyî maye, pergala navendî ya dewletê dipejirînê û tu şêweyekî nû ji bo Sûrîya pêşerojê ku hemû pêkhate li tevahî herêman mafên xwe bistînin, napejirîne. Ji ber wê jî em dikarin wê weke rûyê din ê rêjîma sûrî bi nav bikin.
Lê belê ev herêm (bi komikên xwe yên çekdar û Hevbendîya xwe) girêdayî siyaseta Tirkîyê ye. Ji ber wê jî ew girêdayî têkiliya di navebera Tirkî û Rûsyayê de û levhatina Tirkîyê ya bi rêjîmê re ye. Ev herêm tenê li pêşberî du bijarteyan e: Yan ew ê weke xwe di bin desteserîya ferweîya Tirk û çeteyên wê de bimîne, yan jî Tirkî dê levhatinê bi rêjîmê re bike û vê herêmê radestî wê bike û çeteyan tevlî artêşa rêjîmê bike; da ku bi hev re şerê Rêveberîya Xweser bikin. Dewleta Tirîk ya dagirker nema dikare fişarê li Emerîkayê yan jî Rûsyayê bike da ku destûrê bidinê ku êrîşeke bejahî ber bi herêmên Rêveberîya Xweser bike. Hemû hewldanên wê û gefên Erdogan pûç û vala çûn, loma tu rê li pêşberî wê neman ji bilî ku berê xwe bide rêjîma sûrî û pê re li hev were da ku destê xwe bixe destê rêjîm, Rûsya û Îranê û bi hev re şerê Rêveberîya Xweser û pirojeya wê ya demokratîk bikin û şêweyê pergala rêjîma li ʺpergala navendîʺ Sûrîyê biparêze.
Ji ber wê jî, rewşa herêmê ne zelal e. Hêzên gelêrî li bakurê Sûrîyê li gel hin komikên çekdar nexwazin levhatin di navbera Tirkî û rêjîmê de çêbe û heya jim wan tê rê li ber vegera rêjîmê li herêmên wan digirin. Di encamê de dibe ku herêm rastî şerekî hundirîn di navbera alîgirên levhatinê û kesên vê levhatinê napejirînin de were. Bi gotineke din, di navbera hêzên gelêrî û alîgirên siyaseta tirkî de ku xwestekên gelêrî di Sûrîyeke azad û demokrat de piştguh dikin.
Herêma Îdlibê:
Ev herêma ku Heyet Tehrîr el-Şam (Nusreya berê) û ferweîya yê ya bi navê ferweîya “Rizgarkirinê“ wê desteser dikin, ji herêmên bakurê Sûrîyê yên dagirkirî cuda ye, nexasim ku cihê wê stratejîk e; çimkî ew nêzî baregeha Himêmîm a rûsî ye û nêzî beravê û baregeha Tertûs a deriayayî ye. Dibe ku ev baregeh bi roleke mezin bilîze dema rageşî bikeve di navbera Rûsya û welatên rojavayî de. Tevî ku ev deste di lîsteya sawkarîyê de ye jî û tevî piştgirîya mezin a ku ji hêla dewleta Tirk ve ji bo wê tê û tevî ku baregehên wê yên leşkerî li herêmê hene jî, lê dewleta Tirk a dagirker nikare bazarê tê de bi Rûsiya û rêjîmê re bike (ji bilî hin deverên sînordar û herêmên nêzî rêya M4). Ew jî ji ber ku deste bi awayekî tam ne girêdayî Tirkîyê ye (weke komikên çekdar li bakurê Sûrîyê ). Her wiha bêyî erêkirina rojavayî, Rûsya û rêjîm nikarin tu şerekî berfereh li vê herêmê bikin (jixwe hewldanên Rûsya û rêjîmê hene ku pêngavekê li dijî wê herêmê pêk bînin). Ew jî ji ber ku herêm tije niştecih e û dewletên rojavayî ji tevgereke penaberî û koçberîyê ya mezin ber bi Ewropayê ve ditirsin. Ji bo helwesta tirkî ya ku şer bi ser vê herêmê de napejirîne, ew tenê girêdayî parastina wê ji baregehên wê yên leşkerî li herêmê re ye.
Ji ber wê jî çarenûsa Îdlibê dibe ku girêdayî levkirina rûsî-rojavayî û çareserîya alozîya sûrî be.
Herêmên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyê :
Berê tevahî herêmên rojhilatê Feratê û Minbic û Efrîn dihewandin lê dewleta Tirk Efrîn di 2018an de û Serêkanîyê û Girêspî di 2019an de dagir kirin. Baregehên leşkerî yên amerîkî li herêmê hene; ew jî li gor Hevpeymana Navneteweyî ya ku hevpeyman di navbera wê û HSDê de ji bo şerê sawkarîyê (nexasim şaneyên Daişê) heye.
Ev herêma ku ji hêla niştecihên xwe bi hemû pêkhateyan ve tê birêvebirin (kurd, ereb, suryan, eremen, asûrî, tirkumen…), hêzeke wê ya mezin jî heye (HSD) û nûnrên wê li hin paytextên erebî û cîhanî jî hene. Ev herêm ji herêmên din bi îdyolojiya xwe û projeya xwe ya demokratîk (projeya neteweya Demoktarîk) cuda ye. Ev rêveberî ji bo Sûrîyeke demokratîk dixebite ku tevahî pêkhateyên gelê sûrî tê de xwedî mafên siyasî, aborî, çandî û heta mafên leşkerî bin. Ji ber wê, ew nimûneya çareserîya alozîya Sûrîyê ye.
Lê belê ji ber projeya wê ya demokratîk û nerîna wê li Sûrîya pêşerojê, ev herêm her tim rastî êrîşên tirkî tê û rastî armancgiritina birêveberên HSDê tê; ew jî bi rêya şaneyên Daişê yên ku Tirkî pişta wan digire. Her wiha rêjîma sûrî jî dixwaze fitneyê li herêmê peyda bike. Ew jî bi rêya êlên alîgirên wê li gundewarên Dêrazorê û damezirandina artêşa êlan ji bo ku şerê HSDê li herêmê bike. Tevî binkeftina hemû hewldanên dewleta Tirk û rêjîmê (ji ber hevgirtina tevahî pêkhateyên herêmê û piştgirîya wan ji HSDê û Rêveberîya Xweser re), lê ev hewldanên wan bandorê –berî her tiştî- li rewşa aborî dike û paşê li rewşa ewlehîyê jî dike.
Alî û hêzên dijminê Rêveberîya Xweser hewl didin projeya wê ya demokratîk binax bikin, çimkî di nerîna wan de ev proje metirsîyê li ser rêjîmên wan ên neteweyî û navendî dike. Nexasim ji ber ku ev proje (Neteweya Demokratîk) xwe dispêre pergala nenavendî ku tê de hemû herêm xwdî maf in di Sûrîyeke yekbûyî û neparçekirî de û hemû herêmên dagirkirî li bakurê Sûrîyê werin rizgarkirin, çimkî rêjîma navendî alozîya Sûrîyê kûrtir dike.
Tevî ku rûbera vê herêmê piştî dagikirina Tirîkyê ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girêspî re tengtir bû û tevî metirsîyên li dorê jî lê projeya wê ya demokratîk ber bi ferehbûnê ve diçe û bûye nimûneyek ku herêmên din ên Sûrîyê (bi taybet başûrê Sûrîyê ) dixwazin mîna wê bikin. Ne tenê Sûrî lê belê derveyî wê jî (herêmî û navneteweyî) wê weke çareserîya herî baş ji bo alozîya Sûrîyê dibînin.
Rewşa Sûrîyê ya niha û nerîna pêşerojê di rewşa wê de:
Tevî nîşaneyên levhatina erebî bi rêjîmê re û hewldanên Rûsya ku Tirkî û rêjîmê li hev bîne, lê ev yek dê bandoreke mezin li rewşa rêjîmê neke û çareseriyekê ji bo alozîya Sûrîyê nebîne. Çimkî cezayên Emerîkî li ser rêjîmê (zagona Qeyser) hê berdewam e û rê li ber ji nû ve avakirina Sûrîyê di van rewşan de hatiye qedexekirin. Dibe ku ev yek bandorê li hin alîyan bike; çimkî levhatina Tirkî û erebî (dewletên kendavê û Misir) bi rêjîmê re, dibe ku bandorê li alozîya Sûrîyê bike û eger di vê yekê de xwestekên gelê sûrî û destpêşxerîyên niştimanî yên ji bo çareserîya alozîya Sûrîyê werin piştguhkirin û tenê ev dewlet li pey berjewendîyên xwe bikevin, wê hingê dibe ku alozîya Sûrîyê zêdetir bibe. Di vê çarçoveyê de levhatinên herêmî (weke çareserîyên demkî) dê bi kêrî gelê sûrî neyên. Her wiha levhatina Tirkî bi rêjîmê re dê bandoreke mezin li komikên çekdar û pêkhateyên gelê sûrî li bakurê Sûrîyê yê dagirkî bike. Ev levhatin dê bi van rêyan pêk were: Bi rêya radestkirina dosyeyên komikan bo rêjîmê û vegera desteserîya rêjîmê li herêmên bakurê Sûrîyê; ew jî bi rêya levhatin û rêkeftinan di navber Erdogan û Esed de ku bi serpereştîya Rûsî be. Dibe ku ev yek bandorê li herêmên Rêveberîya Xweser bike. Levhatina Tirkî û rêjîmê dê tu sûdê nede gelên herêmê, lê belê xizmeta rêjîmên wan û ejindeyên wan li herêmê dike. Ji ber wê jî dibe ku herêmên Rêveberîya Xweser astengîyan ji ber fişarên ewlekarî bikişîne; ew jî dema rêjîm û Tirkî bi hev re bixebitin da ku Daişa ku Tirkî pişta wê digire, li dijî herêmê û ewlehîya wê bi kar bînin. Her wiha dibe ku herêm rastî fişarên leşkerî were; ew jî bi rêya koma bi navê ʺArtêşa Êlanʺ a alîgira rêjîm û Tirkîyê. Dibe ku ev kom bi pêngavine leşkerî li gundewarên Dêrazorê yên rojhilatî rabin.
Ji ber wê jî levhatina bi rêjîmê re dê xizmeta berjewendîyên rêjîman lê ne xizmeta berjewendîyên gelê sûrî bike û dê alozîya Sûrîyê kûrtir bike û alozîyên hundirîn zêdetir bike. Dibe ku ev yek bandorê ne tenê li Sûrîyê lê belê li welatên derdorê jî bike. Êdî levhatinên herêmî li ser alozîya Sûrîyê, gerek e derketina hemû hêzên dagirker ji Sûrîyê merca wê yê sereke be. Her wiha gerek e destpêşxerîyên niştumanî yên çareserîyê di ber çavan re werin girtin, yan jî Sûrî dê rastî hin salên dijwar were ku bandora wê li dewletên cîran jî hebe.
Pêşbînîya rewşa Sûrîyê ya pêşerojê:
Rêjîmên Rojhilatê Navîn û yên erebî (rêjîmên navendî) ku di sedsala bîstem de ji hêla welatên Rojavayî ve hatin damezirandin, ji bo kêşeyên herêmê ne çaresrîên aborî û civakî bû, lê belê ji bo xizmeta berjewendîyên wan bikin û şer û nakokî di navbera van rêjîman de kûrtir bibin. Ew jî da ku her tim ev rêjîm di bin destê wan de bin û dûrketin di navbera rêjîm û gel de peyda bibe. Ew jî da ku ev gel weke alavekê di destê wan (dewletên Rojavayî) de be, lê dema rêjîmek ji xeta wan derkeve, wî gelî li dij rêjîmê tev bigerînin. Ev tev da ku desteserîya xwe ya li ser Rojhilatê Navîn û welatên ereban dabîn bikin; çimkî yê vê herêmê desteser bike, desteserîya cîhanê misoger dike. Ji ber wê jî em dibînin ku dewletên mezin hewl didin ku cihekî xwe li vê herêmê bibînin.
Êdî êjîmên navendî nema xizmeta berjewendîyên Rojavayî li herêmê dikin, nexasim di vê rewşa nakokîya navneteweyî ya li ser pergala cîhanî. Her wiha derketina pergalên demokratîk û rêveberîyên xweset ên ku ji hêla gel û pêkhateyên herêmê ve hatine damezirandin, dibin metirsî Ii ser berjewendîyên wan ên li herêmê. Ji ber wê pêdivîya wan bi pergaline nû û lawaz hene ku karibin wan bixin bin destesrîya xwe.
Sûrî di bin sîwana rêjîma navendî de:
Rêjîma Sûrî, Tirkî, Rûsya û Îran li gel Hevbendîya sûrî ya dijber bi rêya kongirên Asetana û Sûtçî yên ku tu çareserî ji bo alozîya Sûrîyê pêşkêş nekirin, lê belê êş û azarên gelê sûrî zêdetir kirin, ew li ser mayîna pergala navendî dixebitin. Van civînan tenê xizmeta berjewendîyên van dewletan kir, ew jî li ser hesabê xwîna gelê sûrî. Ev pergala navendî tu caran nebûye çareserî ji bo alozîya Sûrîyê, lê belê wê her û her alozî zêdetir kiriye. Pergalên navendî tu caran nebûye berdêla çareserîyê ji bo pirsgirêkên hundirîn. Piranîya pergalên Rojhilatê Navîn şofînîzm in û di wan de kêşeyên hundirîn hene û demokrasî di wan de tune ye. Ew bi destekî ewlekarîyê welat desteser dikin û hewl didin her tim niştecihan bitirsînin û nakokîyên hundirîn di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin da ku pergalên wan bimînin
Ji ber wê jî, girîngtirîn sedemên alozîya Sûrîyê, rêjîma navendî ye ku ev rêjîm pêkhateyên herêmê ji alîyên siyasî, aborî û çandî ve tune dike. Jixwe yek ji pirsgirênên herî mezin di navbera rêjîm û Rêveberîya Xweser de, şêweyê rêjîmê ye. Jixwe hin herêmên din li Sûrîyê hene dixwazin rêveberîne mîna ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava bikin. Lê belê tengasîyên ewlehî yên ku rêjîm wan disepîne û destwerdanên herêmê dibin kelem li pêşberî van daxwazan. Nakokîyên di navbera herêmên Sûrîyê li ser şêweyê rêjîmê û xwesteka hin alîyan ku ev rêjîma heyî bimîne, dihêle alozîya Sûrîyê li ber çareserîyê zehemt bibe.
Sûrî di bin sîwana pergaleke nenavendî de:
Rêveberîya Xweser bi rêya pirojeya xwe ya demokratîk (Neteweya Demokratîk) li ser vê yekê dixebite û dibîne ku ew çareserîya herî girîng ji bo alozîya Sûrîyê û bidawîkirina nakokîyên kujer e. Rêveberîya Xweser ev yek di herêmên xwe de çesipand. Li herêmên wê hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li gel rêveberî û hêzên xwe li hember fesadiyê (fesadîyên ku hêzên dijberî pirojeya Neteweya Demokratîk yên mîna Rûsya, Tirkî, Îran û Rêjîm) yek dest in. Emerîka bi xwe jî naxwaze rêveberîyeke xweser a bihêz û hevgirtî çêbibe ku hêza xwe ji bingeh xwe ya gelêrî û tevahî pêkhateyên herêmê werdigire. Rêveberîya Xweser ji destpêka damezirandina wê ve nebûye kelem li pêşberî tu çareserîyê ji bo alozîya Sûrîyê û tu caran ji bo berferehkirina rûbera hêzdarîya xwe bi tu alîyan re neketîye şer, bervajî wê ew her tim hêmana sereke ya şerê sawkarîyê bû, di heman demê de alîyên din ji bo ejindeyên dewletên ku piştgirîya wan dikin, di şer de bûn. Ji ber wê jî em dibînin ku hemû alî û dewletên ku tev li alozîya Sûrîyê bûne, şerê Rêveberîya Xweser û pirojeya wê ya demokratîk dikin. Ji bo serkeftina vê pirojeyê, xebatên zêdetir tên xwestin da ku tevahî pêkhateyên sûrî beşdarî çareserîyê bibin û bi hev re çareserîyeke siyasî bibînin ku xizmeta Sûrîyan li ser bingeha Sûrîke demokratîk bike.
Em nikarin pêşbîn bikin ka pergala navendî yan jî ya nenavendî di vê rewşa nakokîyên navneteweyî û herêmî de bi ser bikeve. Alozî, şer û destwerdanên herêmê bi roleke girîng di piştguhkirina alozîya Sûrîyê de dilîzin û dihêlin ku ew dûrî çareserîyê bimîne da ku xizmeta ejindeyên xwe li Sûrî û herêmê bikin. Jixwe ew ê bi roleke girîng di diyarkirina şêweyê rêjîmê li Sûrîyê bilîzin. Rûsya û hevalbendên xwe li gel dewleta Tirk hewl didin ku pergala navendî li Sûrîyê bimîne da ku berjewendîyên xwe li Sûrîyê biparêzin. Ew bi awayekî yekser û neyekser şerê pirojeya Neteweya Demokratîk a Rêveberîya Xweser dikin. Rêveberîya Xweser jî hewl dide ku pirojeya xwe weke çareserîyekê ji bo alozîya Sûrîyê biçesipîne û biparêze. Her wiha Emerîka jî xwedî roleke mezin di şêweyê Sûrîya pêşerojê de ye. Cezayên Emerîkî, rêjîmê armanc digire û ew pişta HSD li dijî sawkarîyê digire. Jixwe em nikarin rola gelê sûrî di diyarkirina şêweyê pergalê li Sûrîyê piştguh bikin.