Bi destpêkirina alozîya sûrî di sala 2011 de, durûtîya di siyaseta hêzên navneteweyî û herêmî d, yek ji karîgerên bibandor ên alozîya rewşa sûrî û dirêjkirina nakokîyê ye. Di demeke ku ew siloganên demokrasî û mafên mirovan li ser asta gotarê bilind dikin, siyasetên rastbînî li ser erdê tên da ku cûdahî û berovajîya di nabera tişta tê gotin û ya tê kirin de diyar bike. Ev berovajî û piştî ketina rêjîma sûrî, zelaltir dibe, êdî dewlet li ser hêzdarîya di Sûrîya nû da pêşbirkê dikin. Ev yek jî rewşa durûtîyê xurt dike û li ser windabûna vîneke rastîn a pêkanîna aştîyeke giştgir û dadmend tekez dike.
Êş û azarên kurdî di navbera piştguhkirin û qurbanîyan de didomin. Ji destpêka alozîya sûrî ve, kurd bi roleke sereke di rewşa sûrî de lîstin, nexasim Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûrîyê ku nimûneyeke kêmpeyda a birêveberîya xwecihî nimand. Tevî qurbanîyên kurdan ên mezin, bi taybet di şerê Daişê de, heya niha hê mafê kurdan di bin gefa piştguhkirinê di Sûrîya nû de ye. Ev ji bilî gefên Tirkî yên domdar li dij destkeftîyên wan ên siyasî û civakî. Ji ber wê jî pêwîstî bi nêzîkatîyeke navneteweyî ya nû heye ku dadmendîyê misoger bike û rê li ber navendîbûna desthilatê bigire.
Kurd û mafên wan xwedî dîrokeke piştguhkirin û mandelekirinê ne. Kurdên Sûrîyê bi dehên salan rastî piştguhkirina siyasî, çandî û aborî hatine. Mafên wan ên sereke li wan qedexe bûn; her weke bikaranîna û fêrbûna bi zimanê xwe, parastina nasnameya xwe û hwd. Bi destpêkirina şoreşa Sûrîyê re, kurd weke hêzeke siyasî û civakî ya bibandor derketin pêş, ew jî bi rêya avakirina Rêveberîya Xweser. Vê rêveberîyê, xwesteka wan a danpêdana bi mafên wan weke pêkhateyeke resen a civaka sûrî, dinimand.
Tevî wê jî, dema danpêdaneke navneteweyî û herêmî bi Rêveberîya Xweser nebe, kurd dê di rewşeke kêmbawerîyê de bimînin, çimkî hê civaka navneteweyî tenê bi çavekî ewlehî li doza wan dinêre û mafên wan ên dîrokî û siyasî piştguh dike.
Rola Tirkîyê: Gelo ew serkeftîkerekî stratîcî ye yan alîyekî keysbaz e?
Bi ketina rêjîma sûrî re, Tirkîyê karîbû xwe bixe navenda siyasî û diplomasî ya bibandor ku sûd ji têkilîya xwe ya xurt bi hêzên rikberîya sûrî re wergirt ku xwe weke pirekê di navbera ferwerayî demkî ya nû û civaka navneteweyî de pêşkêş kir. Lê ev rola tirkî ne bê keysbazî ye, nemaze ku ew bi behaneya şerê sawkarîyê herêmeke berfereh a bakurê Sûrîyê dagir dike û bi awayekî berdewam gefan li Rêveberîya Xweser dixwe.
Tirkî ne tenê alîyekî piştgirê rikberîyê bû, lê wê alozî bi kar anî da ku destkeftîyên stratîcî pêk bîne; ji ferehkirina hêzdarîya xwe ya herêmî dest pê bike, paşê pêkanîna armancên xwe yên ewlekarîyê yên girêdayî pêkhateya kurd û heya tu bigihêjî xurtkirina wê ji cihê xwe re ku xwe weke hêzeke bibandor li ser maseya danûstandinên navneteweyî çesipand.
Piştgirîya bêmerc a ku Enqera ji hevalbendên xwe (bi taybet Emerîka) wergirt, qasîya durûtîyê di danûstandina bi doza sûrî re diyar dike; hêzên mezin çavên xwe li ser binpêkirinên tirkî digirin, li hember wê dixwazin berjewendîyên xwe biparêzin.
Rêveberîya Xweser di navbera paşguhkirina navneteweyî û fişara peymanan de
Rêveberîya Xweser yek ji alîyên herî zêde astengî ji ber durûtîya pîvanên navneteweyî kişandîye. Di demeke ku Hevpeymana Navneteweyî pesnê rola wê di şerê li dij Daişê de da, em dibînin ku ne wan danpêdaneke siyasî ne jî misogerîyek ji bo parastina destkeftîyên wan da. Daxuyanîyên berê yên serokê emerîkî Tramp ku di wan de pesnê Tirkîyê da û behsa vekişandina hin hêzên emerîkî ji hin herêmên stratîcî kir, vê yekê hişt ku helwesta Rêveberîya Xweser aloztir bibe û ew kir bin fişareke dualî; ji alîyekî ve gefên Tirkî û ji alîyê din ve paşguhkirina navneteweyî li hember daxwazên wê yên siyasî.
Ev nakokî û dijberî di navbera pesindana rola kurdî di şerê li dij Daişê de û piştguhkirina mafên wan ên siyasî û dîrokî, durûtîya pergala navneteweyî dinimîne. Ev pergal qurbanîyên kurdî bi kar tîne da ku hin armancên demlidest pêk bîne, ew jî bêyî ku pabendî rêgezên dadmendî bibin yan jî aramîya demdirêj pêk bînin.
Tevî daxuyanên navneteweyî yên li ser pêwîstîya pêkanîna dadmendîya veguhêz û avakirina rêjîmeke siyasî ya ku hemû pêkhateyên sûrî dihewîne, lê rewşa heyî berovajî vê yekê dide diyarkirin. Piştgirîya dewletên Rojavayî ya ji bo Tirkîyê di binpêkirinên wê yên li bakurê Sûrîyê û paşguhkirina bi yek carê ji dozên koçberkirina niştecihên kurd û ereb ji herêmên wan, cûdahîya di navbera gotara mafî ya navneteweyî û kiryarên siyasî de nîşan dide.
Her wiha danûstandina navneteweyî bi HTŞ re li Idlibê durûtîyeke din dinimîne; çimkî di demeke ku civaka navneteweyî HTŞ weke rêxistineke sawkar dibîne, çavên xwe li ser hebûna wê weke ferwerîeke nû li Sûrîyê digire. Ev yek diyar dike ku berjewendîyên siyasî ji nirx û rêgezên ragihandî girîngtir in.
Bandorên li ser pêşeroja Sûrîyê:
Ev siyasetên durûtî, parvekirinan hundirîn di Sûrîyê de kûrttir dike û bawerîyê di nav pêkhateyên cihêreng de tune dike. Eger hêzên navneteweyî li ser vê siyasetê bimînin, dê veguhestineke siyasî ya giştî pêk neyê yan jî pergaleke demokrat dê pêk neyê ku ew pergal xwestekên gelê sûrî bi hemû pêkhateyên wê pêk bîne. Peydabûna hedarî û aramîyê li Sûrîyê pêk nayê bêyî nêzîkatîyeke navneteweyî ya jidil ya ku rêzê ji mafên mirovan re digire û beşdarbûna hemû alîyên sûrî dabîn dike (di nav de kurdên ku bi rokele girîng di şerê sawkarîyê de lîstin).
Tevî hemû astengîyan, Rêveberîya Xweser nimûyeke ku gerek e li deverên din jî were bicihanîn
Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê nimûneyeke demokratîk pêk tîne ku dixwaze dadmendîya civakî û wekhevîyê di navbera hûm pêkhateyan de pêk bîne. Wê karîbû avahîsazîyeke siyasî ava bike ku kurd, ereb û suryanan bihewîne. Wê hewil da belavkirina dahatan bi awayekî dadmend pêk bîne. Lê tevî wê jî dema danpêdaneke navneteweyî pê nebe, helwesta Rêveberîyê lawaz dibe û ev yek wê dixe bin gefên hundirîn û derveyîn.
Li ser asta hundirîn, metirsîya vegera navendîbûna desthilatê li Şamê derdikeve pêş; nexasim ku ew dixwazin tevahîya xaka Sûrîyê bixin bin kontrola xwe bêyî ku tu misogerîyên rastîn ên beşdarîya kurd û pêkhateyên din di çêkirina biryara siyasî de bidin.
Metirsîya tirkî gefa hebûnê ya li hember destkeftîyên kurdan e.
Destwerdana tirkî mezintirîn gef e ji bo Rêveberîya Xweser û destkeftîyên kurdan e. ji destpêka destwerdana wê ya leşkerî di Sûrîyê de, herêmên berfereh dagir kirin, her weke Efrîn, Serê Kanîyê û GIrê Spî. Wê binpêkirinên dijwar der heqê xelkê herêmê de pêk anîn; her weke koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk.
Tirkîye behaneyên ewlekarîyê ji bo şerê Rêveberîya Xweser bi kar tîne. Lê di rastîyê de ew dixwaze her tecrubeyeke kurdî ya serkeftî ku kurdên hundirê sînorê wê jî han bide, armanc digire. Gefên wê yên domdar ku ew ê operasyonên leşkerî yên nû pêk bîne, di demeke ku civaka navneteweyî xwe bê deng kirîye de, durûtîya pîvanên navneteweyî eşkere dike û derfeta pêkanîna aştîyeke domdar li Sûrîyê lawaz dike.
Girîngîya misogerîyên navneteweyî ji bo kurd û Rêveberîya Xweser
Ji bo pêkanîna dadmendîyê û misogerkirina mafên kurdan di Sûrîya nû de, gerek e hêzên navneteweyî hin misogerîyên eşkere pêşkêş bikin ku van xalan bihewînin:
- Danpêdana bi Rêveberîya Xweser: Danpêdan beşeke sereke ya çareserîya siyasî li Sûrîyê ye. Her wiha gerek e beşdarîya wê di dariştina destûra nû de were misogerkirin.
- Nûnertîya kurd û pêkhateyên din bi awayekî dadmend were kirin: Gerek e di ferwerîya veguhêz û sazîyên dewletê de nûnertîyê bike. Ew jî bi awaykî ku beşdarîyeke rastîn a hemû alîyan misoger bibe.
- Belavkirina dadmend a dewlemendîyê: Da ku hemû herêmên sûrî (di nav da herêmên Rêveberîya Xweser) behra xwe ya dadmend ji dewlemendîyên xwezayî yên mîna Petrol û avê wergirin.
- Rê li ber destwerdanên tirkî were girtin: Ew jî bi rêya sepandina sizayên navneteweyî li ser her tevgereke leşkerî ya li dij herêmên Rêveberîya Xweser û gerek e lêpirsîneke navneteweyî li hember binpêkirinên tirkî yên berê were vekirin.
- Parastina mafên mirovan: Ew jî bi rêya serpereştîya navneteweyî ya li ser pêngava veguhestina desthilatê da ku mafên kurd û pêkhateyên din werin parastin û rê li ber binpêkirinên borî were girtin.
Derbaskirina metirsîya navendîbûna desthilatê û çûna ber bi Sûrîyeke demokrat û geştgir ve
Ji bo avakirina Sûrîyeke nû, gerek e şaşîtîyên berê werin derbaskirin ku sedema wan şaşîtyan ew bû ku rêjîm desthilat xistibû bin destê xwe tenê. Pêwîst e dewleta nû li ser rêgezên nenavendî û demokrasîyê were avakirin û mafên hemû pêkhateyên sûrî werin parastin.
Rêveberîya Xweser bingeheke sereke ya pêkanîna vê armancê dinimîne. Ev rêveberî nimûneyeke birêvebirina pir çand û ol pêşkêş dike ku dikare bibe navoka Sûrîyeke giştgir. Tevî wê jî eger piştgirîyeke navneteweyî ya xurt wê ji gefên hundir û derve neparêze, ev nimûne di bin gefan de ye.
Dadmendî û danpêdan ji bo misogerîya hedarî û aramîyê
Mafên kurdan ne tenê dozeke mirovî ye. lê ew beşek ji pêşeroja Sûrîya hedar e. pêwîstîya pêkanîna dadmendîyê bi qurbanîyên kurdan û rola wan di avakirina Sûrîya nû de heye. Pê re jî gerek e misogerîyên navneteweyî ji bo parastina wan ji gefên derve hebin û nûnertîya wan a dadmend di pergala sîyasî û aborî de were misogerkirin. Civaka navneteweyî li hember ezmûneke rastîn e; yan ew ê rahêje berpirsîyarîya xwe ya sincî û yasayî ya piştgirîya mafên kurdan û Rêveberîya Xweser yan jî di siyaseta xwe ya piştguhkirî û durûtîyê de bidome. Ev yek jî dê birînên sûrî kûrtir bikin û rewşa tevlîhevîyê zêdetir bike.
Berdewamîya durûtîya pîvanan di danûstandina bi alozîya sûrî re, tenê dê şer dirêj bike û birînên civakî û siyasî kûrtir bike. Ya ku niha tê xwestin ew e ku vîneke navneteweyî ya rastîn hebe ku berjewendîyên teng derbas dike û ji bo Sûrîyeke nû b ixebite ku ev Sûrîya nû li ser bingeha dadmendî, wekhevî û rêzgirtina cihêrengîyê rabe. Lê eger siyasetên heyî bidomin, ew ê tenê bihêlin rewşa tevlîhevîyê kûr bibe û êş û azarên gelê sûrî zêdetir bibin.