ANALÎZ

Erdogan û reva ber bi pêş ve

Jixwe jikardûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dibe  kakila  siyaseta şer a ku îro Erdogan li ser çi kesê  ku ne weke wî tevdigere yan jî ne weke wî dihizire, dajo. Ev siyaset an jî ev rêça ku  Erdogan birêve dibe armanc jê ew e ku bingeha xwe ya  gelerî ya têkçûyî vegerîne û bêtir karibe şerê xwe yê derveyî  di nava qada Navneteweyî xurtir bike. Ji ber wilo û ta karibe bêtir xwe nêzî peymana Ewrasya bike û xwe bêtir nêzî Rûsya(Putîn) bike, dest avêt sazî û dezgehên hikûmetê ku bi awayekî demokratîk dihatin birêvebirin.

 Li gorî vê, hikûmeta AKP’ê bi serkêşiya Erdogan, di pêvajoya  qirkirina li ser Kurdan, bi her awayî berdewam e, mebest jê vîna  gelê Kurd tune bike

Di 19 tebaxê 2019`an, desthilata AKP`ê sê şaredariyên sereke(Amed-Wan-Mêrdîn)  li bakurê Kurdistanê desteser kirin. Di encama fermanekê de ku ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve hate derxistin, her sê serokên şaredariyên navbûrî : Ehmed Turk serkoê şaredariya Mêrdînê, Bedîe Uzgokçe seroka şaredariya Wanê û Adnan Selçuk  serokê şaredariya Amedê, ji kar hatin  dûrxistin û nêzî 400 kesî jî ji bajêrên cuda li Kurdistanê û bajêrên Tirkî di bin buhaneyên pilankirî û amadkirî hatin girtin

Jixwe ev sûcdariya  dibêje ku têkiliyên van şaredaran bi PKK`ê re hene,  ji dema ku HDP`ê di adara bûrî de di hilbijartinên şaredariyan bi serket, hatiye pilankirin.

Ji mêj ve û weke hercar bi behaneya têkiliya bi PKK`ê re, eynî kiryar pêk anîn, her wiha gelek ji perlementerên HDPê parêzbendî li ser wan rakirin û hatin zindankirin mîna Selahedîn Demirtaş hevserokê HDPê, her wiha bi dehan navendên ji bo parastina mafê mirovan, çand, lêkolîn, dezgehên ragihandinê û jinan hatine girtin. niha jî hihûmeta AKP`ê Kurdan ji hêla siyasî, rêxistinî û çandî tune dike, dezgehên gelê bakurê Kurdisanê desteser dike û qeyûmên ku kesayetine bi ser dezgehên ewlekariya AKP`ê ve ne li şûna kesên hilbijartî datîne, armanc jê  ew e ku dest deyne ser hemû çavkaniyên diravî û rêveberiya van şredariyên ku hemû derfetên xwe xistine xizmeta gelê herêmê. Bi vê yekê  dixwaze dest deyne ser hemû çalakî û xebatên van şaredariyan di warê  kêmgirî û girêbestên ku ji hêla şaredariyê ve ji bazirganên herêmî û belênderên  re hatine dayîn û ji bo bazirganiyên herêmî tên pêşkêşkirin, kontirol bike û têxe xizmeta kesên alîgirên partiya desthilatdar a ku rêjeya alîgirên wê li van bajaran pir kêm e.

Mebesta Erdogan ew e ku desthilata AKP`ê  di lîstoka guhertina şaredaran de bi kar bîne, weke çawa budceya van şaredariyan bi rêveberiya kesên hilbijartî pir kêm dikir, berovajî wê, dê piştî danîna qeyûman, zêde bike û hin xizmetguzariyan pêşkêş bike, ew jî ji bo  bandorê li ser rêjeya alîgirên HDP`ê bike bike û ji bo wan bi aliyê xwe ve bîne   û li gor wê hibijartinên pêşwext ên şaredariyan ên ku wê di 2023`an werin lidarxistin, çêke.

Lê Erdogan çi bide û çi jî pêşkêş bike nikare kurdan bixapîne û nêzî xwe bike û Partiya Demokratîk a gelan  têk bibe, ev tişt jî di hilbijartinên ku di îsal de çêbûn hat diyarkirin û da xuyakirin ku HDP`ê aliyê herî bibandor e û ya hemû gelê Tirkiyê ye û ya herî baweriyê bi demokrasî û pirrengiyê  tîne.

Bi van kiryaran, Erdogan dixwaze HDP`ê ji qada siyasî ya Tirkiyê dûr bixe, ji ber Erdogan dizane ku di sala 2023`an rêjeya alîgirên wî dê pir dakeve, jixwe rapirsînên giştî dan zanîn ku rêjeya alîgirên AKP`ê li gor hilbijartinên îsal  %35 kêmtir bûye, ew jî ji ber ragêşiyên siyasî,  aloziya aborî û paşketina geşepêdanê yên ku Tirkiyê tê de  jiyan dike bi giştî û nakokiyên di nav partiya AKP`ê  de peyda bûye bi taybet, ji ber ku gelek endamên vê partiyê  ji kar dûr xitin û hin ji wan mîna Elî Babacan, Ehmed Daud Oglo û Ebdulla Gol, dixwazin partiyeke nû damezrînin.

Ji ber vê yekê rêjîma AKP`ê li bajarên Kurdistanê bi vê gavê rabû, da ku windakirina bingeha xwe ya civakî û gelêrî  bêtir winda neke bi taybetî netewperestên Tirk  , ji ber ku di hilbijartinên şaredariyan bajarên mezin ên tirkî  yên vê sale de  têk çû.

Ne tenê wilo, Erdogan bi van kiryaran radibe , ji ber di gelek dosyayên herêmî, çi di warê siyasî de be  û çi jî  di warê leşkerî de be têk çûye, bi taybetî li Sûriyê, îro em dibînin ku herêmên li bekurê Sûriyê dagir kiribû, roj bi roj ji dest diçe, her wiha gefên ku li rojhilat û bakurê Sûriyê dixwar ew jî hatin  jinavbirin û cilik bi avakirina herêmeke biewle bi destê hêzên Navneteweyî ji bin wî hat kişandin, di heman demê de li nanv qada Navneteweyî jî çi li Lîbyayê be û çi li Sûdanê be, destwerdanên wê û  piştgiriya çeteyan  li wan welatan , rûpoşa li ser rûyê wî ket erdê û ji her kesî re siyaseta wî eşkere bû.

زر الذهاب إلى الأعلى