ANALÎZ

TEVLIHEVBÛNA TIRKÎYÊ YA BERDEWAM DI SIYASETÊN XWE YÊN HUNDIR Û DERVE DE

Yek ji şaştîyên têgihiştina erdnîgarîya herêmê û bermahîyên wê yên di sedsala borî de ew e ku dewleta Tirkî ya piştî sala 1923 û bi taybetî piştî peymana Lozanê, pêmayîya rewa ya imperatorî (xilafet) islamî ya ku ji Ebasîyan hatiye dizîn e. Ya girîng ew e ku dewleta Tirkî ya sivîl a niha, dewleteke neteweyî ye ku ji nava bermahîyên imeratoprî (xilafet) hilweşiyayî çêbûye. Ew jî mîna hemû dewletan e ku piştî şerê cîhanî yê yekem li gor nimûneya inglîzî ya dewleta neteweyî ya teng ku tenê neteweyekê destnîşan dike û di nava erdnîgarîyekê de dorpêç dike û li gor wê sînoran jê re datîne, çêbûne. Tirkî piştî bi Almayayê û dewletên tewereyê re bi bin ket, serî ji pênûsa dewletên serkeftî re tewand û ne bi kêfa xwe gelek peymanên ku di rastîya xwe de yên binkeftinê ne û li gor mercên hêzên serkeftî, mor kirin. Ji wan peymanan jî peymana Vêrsay, Sîverê, Lozanê û hwd. Li vir bi taybetî em behsa peymana Lozanê dikin ku peymana herî têkçûyî ji imperatorîya osmanî re bû. Her wiha ev peyman a herî kirêt der bnarê gelê kurd de ye ku tê de tevaya mafên xwe yên jiyankirina bi ziman û çanda xwe li ser xaka xwe ya dîrokî, winda kirin.

Têkilîya Kurdî-Tirkî Di Nava Sedsalê De:

Ne peymanên bi dewletên serkeftî re û ne jî siyasetên çewisandinê yên ji alîyê ferwerîyên Tirkî yên li dû hev, nedikarîn vîna gelê kurd a daxwazkirina mafên xwe yên jiyana birûmet, bişkînin. Li gor wê jî şoreşên kurdî di nava sed salê de ranewestiyane. Ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran a sala 1925 dest pê dike, bi şoreşa Ihsan Nûrî Paşa ya sala 1937 a li Agirîyê dewam dike û heyanî digihêje şoreşa Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya sala 1978, An ku şoreşa PKK ya ku di dîroka şoreşên kurdî yên li Tirkîyê û tevaya alîyên Kurdistanê de weke gaveke nûjen e. Vê şoreşê xwe spart îdolojî û ramaneke nû ya dûrî serkêşîya kilasîk a ku serokêl an jî şêxeke olî serkêşîya wê dike ku xwe dispartin xeta olî û oldar û peyrewan. Êdî girîngîya vê şoreşê di dîroka Kurdistanê ya nûjen de, li ber çavê her kesî ye. Vê tevgerê bi rêya pêşengên xwe -di serî de rêzdar Ebdela Ocalan- dikarîbû li ser astên herêmê û navnetweyî doza gelê kurd bînin ser hemû maseyan ku êdî ew doza gel û xakê ye, ne mîna ku dagirkerên Kurdistanê dibêjin ku ew pirsgirêka sawêar û ewlekarîya dewletê ye.

Ji Siyaseta “Sifir Pirsgirêk” Heyanî “Bê Dawî Pirsgirêk”:

Ji destpêka avabûna dewleta Tirkî ya nû û ji gava veqetandina olê ji dewletê, hema hema bi temamî di bin kontrola Partîya Gelêrî ya Komarî de bû (CHP) ku Mistefa Kemal Ataturk bavê wî yê giyanî bû. Li gor wê jî hestên tirkî yên giştî wiha bûn ku ev partî ji bo xwe xilaskerê domdar didîtin. Sala 2002 û bi hatina partîya AKP li ser desthilatê re, ev yek bû mîna sîleyekê ji rêveberên partîyê re û di encamê de gelek pirs derketin holê; bê ka çawa ev partî gihaşt desthilatê û çawa dê xeta islamî bikeve şûna xeta neteweyî ya tund. Bi rastî jî siyasetên AKP yên nerm li ser astên xwecihî, herêmî û navneteweyî aramîyek çêkir û gengazî çêbû ku şûna hin serkşên netweperest ên li herêmê bigire. Li gor wê jî li şûna sawkarîya ya ku bi navê islama tundrew ve hatibû kirin û di wê çaxê de rêxistina “Elqaide” li Toraboraya Afgandistanê nûnertîya wê dikir, têgeha “Islama Nerm” hat bikaranîn. Ev rewş nehat zelalkirin heyanî piştî bîst salan. Bi rastî jî gava AKP hat li ser desthilatdarîyê gelek guhartin çêbşn, hinek ji wan demikî û hinek serke bûn, her wiha gavine pir girîng di warê aborîya Tirkîyê de hatin avêtin û rê li pêşîya azadîyên giştî hat vekirin. Di encamê de nexşeya ku hatibû danîn bi lez û bez dimeşiya, ew jî ta digihêje pêvajoya bi navê “Buhara Erebî” yan jî “Buhara Gelan” ku sala 2010 ji bakurê Afrîkayê dest pê kir û gihişt Rojhilata Navîn. Bi derketina Tirkîyê ji xeta ku jê re hatibû danîn re, êdî siyaseta “Bê dawî Pirsgirêk” bi destwerdana wê di alozîyên herêmê de û dewletên cîran re dest pê bû, êdî vegeriya xala çêkirina alozîyan; hin ji wan ên kevn bûn û hinek jî yên nû bûn. Li gor wê jî bi danîna sînorên avî yên bi Yûnanistanê re dest pê kir, piştre jî yekser destwerdan di alozîya Sûrîyê de kir, yekser piştevanîya koma Ixwanûlmuslimîn li Misir û Lîbyayê kir, her wiha li ser hesabê cîrana wê Ermenistanê piştevanî û destwerdana Azrbeycanê kir û di bin nav û behaneyên şerê li dij sawkarîyê pirsgirêkên sînor bi Iraqê re derxistin û hwd. Ev hemû jî sedemên yekser bûn ku hişt Tirkîya AKP ya bi rûyê xwe yên Islama Nerm ji xeta xwe ya ku jê re hatibû danîn, derkeve.

Mayîn an jî hiştina Erdogan li ser desthilatdarîyê, baş an jî nebaş e?

Şopînerên hilbijartinên parelemento û serokatîya Tirkîyê yên dawî û li gor dahurandina wan, dibînin ku Erdogan ji jinûvehilbijatinê bêtir, ji nû ve hatiye erkdarkirin. Ev yek ji ber nezalîya hilbijartinan û tunebûna çavdêrîyeke navneteweyî yan jî xwecihî ji bo birêveçûna hilbijartinan, her wiha gumanbarîya gelek alîyan li ser duristîya wan, pir bi zelalî dixuye. Ya ku zelaltir dike ew e ku encamên hilbijartinan di navbera Erdogan û rikberê wî yên CHP de nêzî hev bûn. Di encamê de diyar dibe ku rola peywirî ya Erdogan di nav siyasetên cîhanî de hîn bi dawî nebûye. Lewre jî mayîna Erdogan li ser serê desthilatdarîyê ji ber gelek sedeman pêdivîyek e, hinek ji wan jî ev in:

  • Tu serekekî cîhana Islama sinî tune ye. Ne mîna Şîayê ye ku di bingeha xwe de xwe dispêre lêvegera olî ya bilind.
  • Derfet vebe da ku şûngirekî jê re çêbikin an jî bibînin. Ew jî li kêleka ku gelek hevalên wî jê veqeteiyane, mîna (Ebdela Gul, Dawûdoglu, Elî Babacan). Jixwe navine hatibûn pêşniyarkirin mîna zavayê wî (Bîrat Aleyreq) û şalyarê (wezîr) wî yê karê derve û peyayê yekem ê saloxgêrîyê yê berê (Hakan Fîdan).

Siyaseta Tirkîyê Ya Nû, Gelo Nêzîkbûn û Lihevkirin in An Jî Sertewandin û Destjêberdan e?

Weke ku me berê jî anî zimên, di nava deh salên borî de siyasetên Tirkîyê her demê bi alozî, dijberî û rûbirûbûyînan tijî bû. Li gor wê jî alozî ji ne tiştekî û ji bo ne tiştekî çêdikirin û di encamê de di alîyê herêmî û navneteweyî de pir reş bû. Girîngtirîn nakokîyên ku di nêzîkbûna ber bi xeta rojhilat a li ser hebasê xeta rojavaya cîhanî ya ku ew bi xwe jî bi rêya pergal û hevbendîyên navneteweyî ku bi Natoyê tê nimandin, ji nava wê xetê ye, her wiha bi danîna bazara moşekên (S400) bi Rûsyayê re, xwe xiste korerêyeke ku êdî nema bi hêsanî dikare jê derkeve. Çi ku ev moşek bi xwe ji bo parastina li dij êrîşên hevbendîya ku ew di nava de ye, hatine çêkirin. Êdî ev nakokî dikare bêtir di navbera dewletên Rojavayî û Tirkîyê de dûrbûnê çêbike. Di dawîyê de divê siyaseta stratejîk were diyarkirin û alîyekî li ser hesabê alîyê din were destnîşankirin. Her wiha siyaseta ʺlîstina li ser du benanʺ nikare heyanî cihekî bê dawî bidome.

Serdana Erdogan a dawîyê ya Misirê tekez dike ku Misir ji bo danîna siyasetên herêmê yek ji dewletên erebî û herêmî yên girîng e û bibe nebe xwe nêzîkî wê bike . Nemaze ku roleke dîrokî ya Misirê di têkilîyên tirkî-erebî de heye. Di peymana Qahireyê de jî, ji bo danîna xalên sereke ên peymana Lozanê xwedî girîngî bû. Her wiha ji bo bidawîkirina alozîya di navbera Sûrî-Tirkî ya sala 1988 a ji ber dosyaya kurdî çêbûbû de, roleke sereke lîst û li gor wê peymana Edeneyê ya ku di navbera her du alîyan de li ser hesabê mafên kurdî çêbû, danî û bi destek kir.

Têkilîyên bi cîrana wê Iraqê re û serdanên bênavber yên berbirsên tirkan -bi bone û bê bone- û tekezkirina li ser şerê li dijî sawkarîyê û kontrolkirina sînor. Tê zanîn ku xal û baregehên leşkerî yên tirkî yên di nava xaka Iraqê de, ji bo gelê Iraqê bi kurd û erebên xwe ve, bûne cihê nîgeranî û gumanê, lê belê ji ber hin berjewendîyên teng ên hin komên ku di warê diravî û aborî de sûdê werdigirin, çav ji ber têne girtin.

Der barê siyaseta AKP ya ji bo doza erebî û islamî ya navendî de (şerê israîlî-filestînî), êdî pir xuya ye û ji bangeşeya berîya hilbijartinan pê ve, tiştek tune ye, her wiha ji bo ku dengên ku bazarê li ser wê dozê dikin, bi ser xwe de bikişîn.

Jixwe der barê dosyaya Sûrîyê de jî êdî ew jî ji şopîneran re pir zelal û xuya ye bê çi qasî rikberîya Sûrî ya binkeftî pey Enqereyê ye û xwe radestî biryarên wê kiriye. Her wiha ji xeta şoreş û daxwazên sûrî derketiye, serî ji biryarên Tirkîyê re tewandiye û hêza leşkerî ya rikberîyê veguherandiye çêteyên ku Tirkî wan di dosyayên xwe yên leşkerî li Lîbya, Azerbeycan… û hwd. de bi kar tîne û sûdê ji wan digire.

Çavnebarîyên Tirkî yên li ser enerjîya Sûrî:

Êdî ji her şopînerekî rewşa Tirkîyê re bûye tiştekî asa ku serekê pergalê -berîya her hilbijartinekê- hin liv û tevgerên canbazî û şerên donkîşotî dike û di serî de qada bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Başûrê Kurdistanê ku hemûyan jî bi behaneyên pûç û vala ku dibêje ez ewlekarîya xwe ya neteweyî diparêzim, pêk tîne. Daxuyanîyên dawîyê yên serokê MHP a tirkî ya tundrew (Dewlet Bahçeli) yên ji bo destwerdana nava xaka Sûrîyê heyanî 60 km, spandina pir berçav a vê yekê ye. Her wiha armancgirtina binesazîya rajeyî û sivîl, mîna êstgehên wizeya (enerjî) petrolê û kehrebê, hemû jî ji bo ku çavan ji ber binkeftinên xwe yên li qadên parastina rewa yên li beramberî şervanên Tevgera Azadîya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê, bide alîyekî. Bê guman li gor belge û nivîsên ku derketine holê, Tirkî li serê lîsteya dewletên ku têkilîya wê bi rêxistina Daişê re heye; ew jî bi rêya danûstandinên diravî yên mezin ku bi rêya kompanî, bank û nivîsgehên diravî, pêk dihat. Piştî ku Daişê sînorên rasterast ên bi Tirkîyê re ji dest dan, êdî dahatên wizeyê yên ji Sûrîyê dihatin dizîn û Daişê bi nirxekî pir kêm difirot Tirkîyê ku pê çalakîyên xwe yên leşkerî bi pere dikirin, bi awayekî yeker banbdor li aborîya Tirkîyê ya jihevketî kir. Di encamê de, ev fişara ku dike dibe ku rengekî ji bazarên ji bo bidestxistina parekê ji samanên Sûrî be, her wiha mijara bazara li ser ava Firatê jî, em dikarin bi vê tewereyê ve girê bidin.

Di encamê de û weke ku diyar dibe, AKP û serekê wê ji xeta ku ji wan re hatibû danîn derketine. Diyar e ku êdî ji bo odeyên tarî yên ku siyaseta navneteweyî datînin, bûne cihê nîgeranîyê. Di encama vê yekê de diyar dibe ku temenê ku jê re hatibû danîn nema ye û mijara guhartinê tenê girêdayî demê ye, nemaze ku ew qasî alozîyên hundir û derve hene. Di destpêka van alozîyan de jî daxwazên kurdan ên hundirîn û mijarên azadîyan û aborîyê ne. Lewre jî dibe ku hilbijartinên şaredarîyan delîveya (derfet) dawîyê jê re bin.

زر الذهاب إلى الأعلى