ANALÎZ

Bandoriyên vekişîna Amerîkî ji Afganistanê

Nêrînên destpêkê yên gelek analîzvanên ku guh didine siyaseta derveyîn a Amerîkî, destjêberdana bilez a Amerîkî ji Afganistanê wiha şîrove kirin ku ew berdewamiya siyaseta welatên rojava ye ku dev ji hevalbendên xwe bi tevî lêçûnên ku ji destpêka xbatên hêzên Amerîkî û NATO’yê gihiştin 20 tirilyon dolarî, ye. Her wiha amaje dikin ku di ecama guhartinên ku di nava Amerîkayê de pêk hatin de ev gav dihate pêşbînîkirin. Lê belê gava ku em bala xwe bidin hn hûrgiliyên ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê derketin, diyar dibe ku hin mijarin din hene bal li serê nehatiye avêtin.

Bê guman metirsiyên Amerîkî ji bo jinûveçalakbûna rêxistina El-Qaidê li Afganistanê hene, çi ku Afganistan zemîneke guncav e ku gaveke nû tê de bavêje û mîna êrîşên 11’ê Îlonê berjewendiyên Amerîkayê, armanc bigire. Ev yek di heman demê de pêk tê ku tevgera Taliban hewl dide ku têkiliyên xwe yên bi rêxistina El-Qaidê re veşêre. Bi tevî hewldan û kedên ku tevgerê di hevpeymana Dewhayê de dan meşandin da ku tekez bike ku rêxistina El_Qaidê êrîşê li ser Amerîkayê nake, lê belê ev metirsiyên ku di navenda Anerîkayê de hene, dibe ku bikeve nava hewldanên nû yên Amerîkayê yên ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû li Afganitanê. Ango Afganistanê veguherîne cihekî baldar û hestyar ji tevahiya Asyayê re, her wiha ji cîhanê tevahî re bi rêya vekişandina hêzên mezin di nava şerekî bêhêzkirinê yê demdirêj de. Ango mijûlkirinavan dewletan bi peyhatiyên tevgerên radîkal re, çi ku vekişîna Amerîkî dê rewşeke nû bi xwe re bîne û dê bandora wê li ser tevahiya herêmê hebe. Afganistan îro bûye qiblegeha tevgerên cîhadîst ên tundrew li cîhanê, nemaze piştî pîrozkirinên ji aliyê tevgerên Islamî yên cihêreng li cîhanê ji taliban re, her wiha hewldanên fermandarên El_Qaidê yên li Îranê ji bo vegera li Afganistanê.

Êdî pêvajoya Afganistanê ya bê, di nava guhdanên ku tê de metirsiyên mezin li ser hêzên herêmî û navneteweyî û di nava wan de “Çîn, Rûsiya û Îran” hene; ku beriya niha bi rêya kenalên diplomatîk û bi rêya nepejirandina piraniya bernameyên serokatiya Amerîkayê yên ji bo danûstandina bi dosya û dozên tevlîhev ên li ser asta navneteweyî û herêmî bertekên tund nîşan dabûn, ev dosya di “berfirehbûna aborî ya Çînî, zêdebûna desthilatiyên Rûsî li ser asta herêmî û navneteweyî, destwerdanên Rûsî di nava dewletên ku lingê Amerîkayê tê de heye û bilindbûna asta girêbestên çekan” de, tê nimandin. Her wiha binkeftina ji bo gihiştina çaerseriyekê ji bo bernameya navokî ya Îranê, dibe ku van nîşaneyan hiştibe ku Amerîka barageheke Tirkî li balafirgeha Kabulê hiştibe ku bi rêya wê dihêle ku were pêşbînîkirin ku hevalbenda Waşintonê ya di nava NATO’yê de gavên bizanebûn avêtine da ku bikeve şerekî navxweyî de, her wiha razîkirina Tirkiyeyê da ku ji Rûsiyayê piştî nêzîkbûnên di hin dosyayan de çêbibûn, dûr bikeve.

Em vegerin rewşa hundirîn a Afganistanê; daxuyaniyên serkirdeyên Taliban li dûv hev derdikevin ku hebûna baragehên Amerîkî li ser xaka Afganistanê nepejirînin, bi vê yekê amaje dikin ku divê hêzên Amerîkî derkevin û ti baragehên hevalbendên Waşintonê nebin, ev yek di encama tirsa Taliban a ji bo derketina gefan li dijî desthilatiya wê û destekdayîna Amerîka di siberojê de ji wan re, derdikeve holê. Nemaze ku zemîneke gelêrî ya mezin li dijî tevgera Taliban û arasteyên wê yên tundrew heye. Pêlên koçberiya Afganiyan û livûtevgera gelêrî ya li balafirgeha Kabule di dema vekişînê de, her wiha hebûna eyaleta Pêncşêr ji derveyî desthilatiya tevgerê, didin tekezkirin ku êdî Afganistan li ber şerekî hundirîn vekirî ye ku dê di encamê de dê parçe parçe bibe û bikeve şerekî navxweyî de ku hîn di Afganistanê de wiha çênebûye. Dewletên ku dibînin Taliban ji berjewendiyên wan re gef e, dê bi awayekî destwerdanê bikin da ku armancên xwe li Afganistanê pêk bînin.

Bi gelemperî, di encama vekişîna Amerîkî ji Afganistanê û destserkirina Taliban jê re, Afganistan bû cihekî herî hestyar û ji hemû dewletên ku didîtin hebûna Amerîkî li Afganistanê li pêşiya belavbûna komên tundrew benda ewlehiyê ye, bû cihê baldariyê. Her wiha ji bo hemû tevger û rêxistinên terorîst li seranserî cîhanê yên ku li ser hêzên dijberî Amerîkayê metirs in, bû leka hêviyê û ji nû ve rih bi wan dide. Lewre jî ev vekişîna Amerîkî ji bo tevlivehkirina kaxizan li ser asta navdewetî hat da ku dijberên Amerîkayê yên hewl didin hegemoniyaya cîhanî bixin destên xwe, biwestîne û ji hev bixe.

زر الذهاب إلى الأعلى