ANALÎZ

ENKS di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de

Ji nûçeyên ku ji hêla dezgehên ragihandinê yên xwecihî û rojavayî ve tên ragihandin, diyar dibe ku mebesta Hevpeymana Navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê heye ku diyalogên kurdî-kurdî berdewam bike. Li kêleka van agahiyan û ji destpêka vê salê ve, pêngavên lipeyhev ji hêla dewleta tirk ve tên kirin da ku milet tevlî Îtilafûlwetenî bike. Dibe ku armanca dewleta tirk ji van pêngavên bilez yên ku bi rêya ejinde xwe yên li herêmên dagirkirî  dike;  ew e ku bi awayekî ji awayan “neçariya rêveberiya siyasî ya kurdî” li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêçareya wê ya peydakirina rêbazeke hevbeş di navbera hemû aliyan de ku hemû alî pê razî bin,  bide diyarkirin.

Serdana  şandeya “Hevgirtina Serbixweyên Kurd” bo Serê Kaniyê bi rêya çeteyan destpêka vê salê û hewildanên wan ên vekirina nivîsgehên xwe li herêmên dakirkirî,  bi xwe re hinek pirsnîşan li ser naveroka vê serdanê û sedema wê derxistin holê. Jixwe tê zanîn ku ev sabar(sabar) ji destpêka damezirandina wan ve piştguhkirî bûn, lê piştî ku gotûbêja kurdî-kurdî di nîsana 2020`an ve dest pê kirin, dewleta tik dest bi bikaranîna mijara kurdî di hundirê Îtilafê de kir û hin rê li pêşberî endam û rêveberên van sabaran vekirin.

Ev tevgerên han bi awayeke himbiz ji destpêka vê salê ve (2021) dest pê kir û berfereh bûn,  heya Hevgirtina Serbixweyên Kurd tev li Îtilafê weke sabareke serbixwe bû. Ev yek di demekê de pêk hat ku hejmarek rêkeftin û hevpeyman di navbera Îtilafê û ENKS`ê de hebûn; ev hevpeymanan, tevlîbûna sabar û kesayetên siyasî yên kurdî bi awayeke serbixwe qedexe dike, lê tenê dema ev sabar û kesayet di bin sîwana ENK`ê de derbasî Îtilafê bibin tên pejirandin.

Ji aliyekî din ve û li ser xebatên Îtilafa hêzên rikberiya Sûriyeyê, di çarçoveya bikaranîna mijara kurdî de û hewildana kontrolkirina helwesta li ser berdewamkirina binpêkirinên çeteyan li Efrînê de, serokê Îtilafê “Nesir Elherîrî” serdana Hewlêrê di destpêka meha adarê de kir. Di vê serdana xwe de hevdîtin bi serokê başûrê Kurdistanê yê berê re “Mesûd Berzan” kir. Li gorî ku dezgeha ragihandin û pêwendiyê ya Îtilafêda diyarkirin, di vê hevdîtinê de her du aliyan nerînên xwe li ser rewşa Sûriyeyê û hembêzkirina başûrê Kurdistanê ji penaberên sûrî re parve kirin. Dezgeha ragihandina Îtilafê tekez kir ku herêma Başûr dê alîkariya xwe ji bo gelê Sûriyeyê di şerê wan ê li dijî komên çekdar ên ku gelê Sûriyeyê “dikujin” berdewam bike. Li gorî hin şopîneran, ev agahî û angaştên ku ji hêla Îtilafê ve derketin, weke destpêka pêşinyarkirina pirojeyekê ye ku di demeke nêz de dê derkeve holê. Nemaze ku di vê serdanê de, Îtilafê li ser xaleke tenê tekez kir, ew jî mafê pêkhateyê kurd li Sûriyeyê.

Li gorî wê, her wiha nameya ku Îtilafê bi bûneya Cejina Newrozê şandî û beşdarbûna serokê Îtilafê Nesir Elherîrî, bi çend endamên Hevgirtina Serbixweyên Kurd û hejmareke endamên ENKS`ê re di ahangên Cejina Newroz de li Efrînê, tekez dikin ku mebesta dewleta tirk û Îtilafê heye ku mijara kurdî serav bikin û bi kar bînin. Ev agahî di demekê de hatin ku gengeşe li ser rapoên ku ji Efrînê derdikevin pir zêde bûye. Ev rapor ji hêla alavên ragihandinê yên rojavayî (ewropî) ve tê amadekirin; di serê wan de rojnameya Nyoyork Taymzê. Ev rapor der barê hedariya rewşa Efrînê de ne. Ev rapor didin diyarkirin ku piraniya niştecihên Efrînê ji ber zordarya hêzên çekdar – di nav de rêjîma Sûriyeyê- reviyan û tekez dikin ku artêşa Tirkiyeyê karîbû gelê sûrî biparêze û vegera sûriyan li ser xaka wan dabîn kiriye!!

Bi van agahiyan re alîgiriyeke tam a hin kesayetên kurdî heye. Ev kesayet girêdayî wan sabarên siyasî ne yên ku tev li gotûbêja kurdî-kurdî yên bi serpereştiya Amerîka û QSD`ê, bûne. Dibe ku ev alîgirî û derxistina mijara kurdî ji hêla dewleta tirk ve û sabarên siyasî yên kurdî yên vê dawiyê Desteya Bilind a Kurdên Sûriyeyê li Efrînê damezirandin û desthilatên berfereh ên ku Tirkiyeyê li Efrînê û herêmên dagirkirî dane wan; tev jî nîşaneyên pirojeyeke parçekirinê diyar dikin. Dewleta tirk dixwaze vê pirojeya parçekirinê bi rêya hin kesayetên girêdayî Îtilafê di serêwan de kesayetên kurd ên ku li Efrînê hene, pêk bîne.

Em ji van agahiyan digihêjin vê encamê: Di dema ku Amerîka hewil dide gotûbêja kurdî-kurdî bi ser bixe, Tirkiye hewil dide bi rêya Îtilafê û hin sabarên ku vê dawiyê ew damezirandine û bi rêya xwespartina li hin kesayetên kurd,  bandorê li pêşveçûna gotûbêja kurdî-kurdî bike. Ev nîşaneyên han berî demekê hatin çesipandin. Ew jî dema Hevgirtina Serbixweyên Kurd û hin kesayetên kurdî li Efrînê daxuyaniyeke ku 700 navê derew dihewîne, derxistin û tê de serweriya Rêveberiya Xweser li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nepejirandin û di heman demê de partiyên kurdî bi giştî – di nav de partiyên ENKS`ê- jî nepejirandin. Li vir jî, pirsek xwe dide pêş: Gelo ev pêngavên han di vê dema han de didin pêşbînîkirin ku ENKS dê rastî derizînekê were û dê ENKS di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de parçe bibe?!!

زر الذهاب إلى الأعلى