ANALÎZ

Lûtkeya Erebî ya “banga yekîtiyê” û Piştguhkirina Guhartinên Navdewletî 

Lûtkeya Erebî ya “banga yekîtiyê” û Piştguhkirina Guhartinên Navdewletî 

Heta niha jî dewletên erebî hêsran li ser yekîtiyê dibarînin û kongire û konfransên navdewletî û herêmî ji bo bicihînana vê hêvîyê li dar dixin; hêvîya yekîtîya li hember guhartinên navxweyî û sîyasî ku gelek darbe li piranîya dewletên erebî bi xwe re anîn. Van guherînan di qonaxa bi navê buhara erebî de li Tûnis, Misir, Lîbîya, Îraq û Yemenê rûda û talan û wêranî bi ser gelên wan dewletan anî ew jî ji ber maytêkirinên herêmî ku ew alî ditirsîyan ku ew bobelat bigihîje welatên wan, loma derzek di têkilî û peywendîyên erebî – erebî de çêbû her wiha derzek bi dewletên herêmî re jî peyda bû. Tevî ku Lûtkeya Erebî ya ku bi “Lim-Eşemil” (dubare gihiştina hev) hate navandin li Cezairê dereng hate lidarxistin, rêjeya beşdarbûnê jî hema hema kêm bû ku her alîyek li gor arîşe û helwest û dîtina xwe ji rewşa erebî û navdewletî re her wiha li gor helwesta xwe ji dewleta mazûvan beşdarî lûtkeyê bû. Jixwe navbera dewleta mazûvan û Îran û Sûrîyeyê de xweş e û wê hewl dida bi hemahngîyeke sûrî cezairî îranî û dibe ku rûsî ku Sûrîyeyê tev li lûtkeyê bike, lê ev yek nebû. Sererayî ku derkefteyên lûtkeyê qels û dûrî daneyên navdewletî bûn, Rûsyayê alîgirîya wan derkefteyan kir. Cezairê hewl da ku komên filestîn î bi yek bike û wan weke doza navendî ya dewlet û gelên erebî bide pêş û daxwaz kir ku asta nûnertîya Filestînê li Neteweyên Yekbûyî bibe asta endamtîya temam, lê ev xwestek dê li gelek kelemên navdewletî biterpile. Her wiha Cezairê hewl da dewletên erebî li ser wê boçûnê kom bike ku têkilîyan bi Îsraîlê re nedeynin û li ser şopa berê di çarçoveya hizira netewperstîya erebî de bi rê ve biçin, lê ew bi yekcarî di vê hewldanê de têk çû. Çimkî Qiralê Erebistana Siûdî, Serokê Mîrinişînên Yekbûyî yên Erebî û Serokê Uman, Mîrê Kuwêtê û Qiralê Behrênê li Lûtkeyê amade nebûn, Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed amade bûbû û ev jî tê wê wateyê ku nakokî û nelihevîyên sîyasî û aborî di navbera dewletên erebî de kurtir diçin. Her wiha tê wê wateyê ku guherînên navdewletî ya xwe kirine piştî şerê Rûsya û Ukraynayê bi taybet girêdayî mijara petrol û wizeyê ku Erebistana Siûdî û dewletên din yên Kendavê hewl didin dûr ji arasteyên dewletên rojavayî û Amerîkayê û dibe ku bi piştgirîyeke veşartî ji Rûsyayê li pey berjewendîyên xwe here. Li milê din serokê nû yê Îraqê û Serokê Misrê û jixwe Serokê Cezairê yê mazûvan amade bûn, Serokê Lûtkeyê anku Serokê Cezairê hewl da flaşê biavêje li ser pirsa Filestînê weku hewldanekê ku careke din ereban li dor wê kom bike. Lê Serokê Cezairê xwe da jibîrkirin ku Qiralê Mexirbê jî ji ber nakokîya di navbera Mexrib û Cezairê de li ser tişta bi navê “el-Cimhûrîye el-Sehrawîye” (Komara Beyabanî) û Cebhet el-Bolîsrîyo beşdarî Lûtkeyê nebû. Wate, Lûkeya Erebî li Cezairê nikarîbû kêmtirîn asta hemahengîya erebî pêk bîne ew jî ji ber kirîzên sîyasî yên dewletên erebî û qeyranên navxweyî li Sûrîye, Yemen, Libnan, Îraq û Lîbyayê û dagirkirina deverên erebî ji hêla hin dewletên herêmî ve her wekî çawa Îranê geravên Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî Teneb el-Kubra, Teneb el-Suxra û Ebû Mûsa dagir kirine û mayê xwe di karûbarên Îraq, Yemen, Libnan û Sûrîyeyê. Her wiha maytêkirina Tirkîyeyê û girtina wê ji avê re ku ji ser Îraqê kêm dike û bendavan ava dike, her wiha dest di karûbarên dewletê erebî de werdide. Ji bilî wê jî bakurê Sûrîyeyê dagir kirîye û hewl dide bi bihaneya ewlekarîya neteweyî ya Trikîyeyê û pirsa koçberên Sûrîyeyê dagirkerîya xwe rewa bike her wiha niştecîyên Sûrîyeyê ji avê bêpar dihêle. Tirkîye mayê xwe di karûbarên hundirîn yên Lîbyayê jî dike û piştgirîyê dide hikûmeta el-Dibîbe ya ku maweyê desthilata wê di ser ve çûye ku Lûtkeya Cezairê red kir ku vê gavê Tirkîyeyê şermezar bike. Esyobîya jî heman kiryarê di bendava el-Nehdayê de bi Misrê re dike. Piştî van qas xalan, gelo ka dubare gihiştina hev ya dewletên erebî di vê lûtkeyê de li ku ma? Ku lûtke bi xwe bi vî navê bû. Her wiha ka ew hewldana ber bi kamilîyeta aborî ya erebî ve û ka ye bazara erebî ya hevbeş ku hatiye piştguhkirin û nema behsa wê tê holê.

Piştre gelo lûtkeyê ji bo rêxistina Komkara Erebî ya ku temenê wê ji 70 salî bihûrîye, çi kir? Bi teybat ku Komkara erebî di dehsalîyên dawîn de rastî gelek guherînên navdewletî hatiye; ji Şerê Kendavê yê Yekem û Duyem bigire heta bi dagikirina Kuwêtê û ketina pergalên tevgir li gelek welatên ereb, heta tu bigihîjî bandorên şerê Rûsya û Ukraynayê li ser astên petrol, wize, xwarin û haweirdkirina dan û genm û koçberîyê.

Lê lûtkeyê çakkirina rêxistina Komkara Erebî piştgih avêt. Li milê din divîyabû lûtkeyê mijarên mafên mirovan li gor rêxistina Neteweyên Yekbûyî û pîvanên navdewletî dabaş bikirana û bêhtir guh bidana meselyên nijadî û etnîkî li welatên erebî û hemû welatan da ku ewlehî û aramîya herheyî pêk were; nexasim ku Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bangek arasteyî Komkara Erebî kir ku tê de yekîtîya xaka Sûrîyeyê piştrast kir û pirsa çareserkirina qeyrana sûrî kir.

Lûtkeya Erebî li Cezairê di rewş û mercên navdewletî, herêmî û erebî yên aloz de hate lidarxistin. Da ku lutkeyên bê bi ser bikevin, divê li gor pîvanine nû û binyateke nû werin birêvebirin.

زر الذهاب إلى الأعلى