ANALÎZ

Serdana Erdoxan Ji Bo Sê Welatên Kendava Ereban…Rehend û Bandorên Wê

Piştî serkeftina Erdogan di hilbijartinên dawî de, jê tê xwestin ku gelek karên barê wî giran dikin, bike; her wekî daketina nirxê lîreya tirkî li hember dolarê emerîkî, buhabûna pir mezin di aboriya tirkî de, zehmetiya dabara jiyanê û belavbûna bêkariyê ku ji berê bêtir belav bûye û astengiya dijwar a ji ber barê koçberan, bi taybet koçberên sûrî yên ku êdî bi karkerên tirkî re di bazarên kar û tevahî saziyên tirkî de (nexweşxane, dbistan û hwd), dikevin pêşbaziyê de. Her wiha yek ji wan barên li ser pişta wî ye, hewildanên wî ji bo vegerandina sûriyan bo Serê Kaniyê, Girê Spî û ji bilî wan ku ev sûrî ne niştecihên wan herêman ên resen in, lê ew ji Heleb û Idilibê ne û alîgirên dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

Mirov nikare siyaseta erdoganî pêşbînî bike yan jî pişta xwe bispêriyê, nexasim piştî ku wî berê xwe da Amerîka û Ewropayê, û xwestina wî ya girêdana rêkeftinan ji bo wergirtina balafirên F16 ji Amerîka û nûjenkirina çekên tirkî yên hewayî bi rêya pejirandina tevlîbûna Siwêdê bo NATOyê  û bi rêya daxwaza wî ku Tirkiyê tev li Yekîtiya Ewropayê bibe. Buhayê van siyasetan jî ew bû ku Erdogan li hevalê xwe yê rûsî Botîn zivirî, nexasim piştî rawestîna Esetanayê ku tenê jê bi çend sozan derket. Ji aliyekî din ve wî ji serokê sûrî Beşar El-Esed xwest ku serdana Tirkiye û Enqere bike, lê li gor ku xuya ye ev yek dê pêk neyê, çimkî ew ji xakên ku li bakurê Sûriyê (Efrîn, Idlib, Serê Kaniyê û Girê Spî) dagir kirine, venakişe. Dibe ku ev yek weke siyaseteke tirkî be da ku bi rêya wê hin destkeftiyan bi dest bixe, heke ev destekftî ne ji Beşar bin dê ji ereban an jî ji Îranê bin. Her wiha ji barên li ser milê Erdogan ew e ku destkeftiyên navneteweyî û herêmî bi dest bixe û ji bo vê yekê erdheja ku Tirkiye rastî hatiye bi kar bîne û civaka navneteweyî, erebî û isilamî santaj bike da ku xêr û alîkarî bi ser Tirkiyeyê de birijin. Ew vê kaxezê heya niha bi kar tîne. Her wiha kaxeza ava çemên Dicle û Feratê jî di destê wî de ye û bi rêya wê dewletên herêmî (Iraq û Sûriye) santaj dike. Ev yek bû sedema bobelateke mirovî ya rastîn çimkî wî av li ser cîranên xwe (Iraq û Sûriye) qut kir, êdî bajarên van dewletan ji tînan ber bi bobelatekê ve diçin, ev ji bilî zuhabûna ku zevî rastî tên ku ew jî bobelateke aborî û jîngehî pêk tîne. Tevî ku serokwezîrê Iraqê serdana Tirkiye kir û hewil da vê pirsgirêkê çareser bike û behra xwe ya ji ava Dicle û Feratê wergire, lê ev yek neçû serî. Pirs jî ew e ka gelo Erdogan dê karibe zora van pirsgirêkên herêmî û navneteweyî bibe? yan jî dê tenê weke kaxezên siyasî bin ku ji bo mayîna xwe ya li ser desthilatê û têkibirina buhabûn û ketina lîreya tirkî bi kar bîne? yan jî dê tenê çareseriyeke demkî be? Bersiv jî di serdana wî ya bo her sê dewletên Kendavê yên girîng de ye (Siûdî, Qeter û Îmarat).  Li gor navgînên ragihandinê, zêdeyî 200 karsazî bi Erdogan re di van serdanên wî de hebûn. Ev karsaz ji hemû aliyên aborî bûn, her wekî pîşeyî, bazirganî û veberhênanî. Hejmarek komcivînên aborî yên hev beş (tirkî-siûrî, tirkî-qeterî û tirkî-îmaratî) hatin lidarxistin. Xuya ye ku Erdogan dê milyarên dolaran ji van girêbestan bi dest bixe. Yek ji girêbestên herî girîng, girêbesta dronên tirkî yên bi navê Bîr Qedar li gel Siûdiyê  bû. Ev yek dê 10 milyar dolarî derbasî gencîneya tirkî bike. Li gor nerîna siûdiyê, di sala 2030î de, dê qasiya pereyên ku di encama hevkariya wan her du dewletan de werin bidestxistin, bigihêje 3 tirilyon dolarî. Di serdana xwe de Erdogan weke diyarî siwareyên Tox ên eleketrîkî yên tirkî ji bo cênişînê siûdî Mihemed kurê Selman, serokê Îmaratê Mihemed kurê Zayid û mîrê Qeterê pêşkêş kirin, bi rêya wan jî xwest amajeyê bi pêşketina pîşesaziya tirkî bike. Vê yekê jî hişt Siûdiyê 16 rêkeftinên hevkariyê pê re îmze bike. Hêjayî gotinê ye ku berê têkiliyên tirkî-qeterî baş in, tevî hemû astengî û arîşeyên ku herêm di wan re derbas bû jî, li kêleka hev bûn. Tirkiye li kêleka Qeterê rawestiya û pişta wê girt dema ew rastî dorpêçiya siûdî û îmaratî hat; Ji ber ku her du alî pişta islama siyasî digirin (nexasim Ixwan El-Muslimîn) têkilî di navbera wan de aram û hedar bûn û bi pêş diketin. Qeter jî li kêleka Tirkiye rawestiya dema ew rastî erdhejê hat û ji dewletên din bêtir alîkarî pêşkêşî wê kir. Ji ber wê jî em dibêjin têkiliyên di navbera her du aliyn de her bi pêş dikevin û xweştir dibin. Her wiha Qeter li kêleka Tirkiye rawestiya di kirîza koçberan de û pişta pirojeyên erdoganî girt; ku penageh û xanî li Efrîn û ji bilî wê ji bo çeteyan ava kirin. Wate; Qeter dê bi hemû şiyan û karîna xwe, pişta aboriya tirkî û lîreya wê bigire û pê re li hember buhabûnê raweste.

Ji bo serdana Erdogan ji Imaratê re, ew ji aliyê hevkarî û veberhênanê ne kêmî wan serdanên borî bû, armanc ji vê hevkariyê ew e ku di van 5 salên bên de bigihêje 40 milyar dolarî. Qasiyek bi 10 milyar dolar hat damezirandin da ku pişta veberhênana tirkî bigire. Bi vî awayî dewleta Tirk dikeve nav her deh dewletên herî girîng de ên ku Îmarat bi wan re hevkariya geşepêdan û avakirinê kiriye. Mirov dikare bibêje ku ne tenê Erdogan berê xwe da dewletên kendavê, lê belê wê berê xwe daye Amerîka û NATO jî, çimkî aboriya Tirkiye binav bûye û hewcedarî kesekî ye ku wê ji çiravê derxîne. Ji ber wê jî, niha ew berê xwe dide Amerîka û Yekîtiya Ewropayê. Jixwe tişta ku wî dixwest ji Rûsiya û Çînê bi dest nexist, nexasim di Sûriye û Ukraynayê de. Dibe ku ev yek bandorê li siyaseta tirkî ya hundirîn û gavên wî yên bên di Sûriyeyê de bike, lê bi şertê ku behra xwe ji jinûveavakirina Sûriyeyê bistîne, û ew di çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gor biryara navneteweyî ya hejmar 2254 xwedî rol be, ku heya astekê rewşa bakurê rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dipejirîne… ka em li bendê bin û rewşê bişopînin!

زر الذهاب إلى الأعلى