ANALÎZ

Sedem û Encamên Komploya 15 Sibatê

Di sal 1978 de partîya karkerê Kurdistan (PKK) weke balendeya Hûma  ji nava xwelîya dîrokê derhatîye û bi xwe re vejîna welatekî û gelekî ku ber bi tunebûne vê diçû anîye. Ji sala 1984 û şûn de, PKK bi şerê çekdarî bersiva komplogerên Lozanê û artêşa duyem a di Natoyê de (artêşa Tirkîyê ) daye ku êdî PKK û gel hesabê dîrokî ji dagerkerên Kurdistanê dixwaze Li himber şoreşa PKK, dewleta Tirkîyê  ya ku xwedî tecrûbeyeke mezine di têkbirina şoreşên kurdan de, hemî rêbaz, ezmûn, derfetên leşkerî û aborî xistine merîyetê de, şerekî hebûn û nebûnê him PKK û him jî dewleta Tirkîyê  dane meşandin, ne tunekirina hezarên welatparêz, rewşenbîr û tekoşeran; ne jî şewitandin, valakirin û wêrankirina hezarên gundên Kurdistanê li ser destên dewleta Tirkîyê , dikarîbûn şoreşa PKK rawestîne an jî lawaz bike, ta ku serok wezîrên Tirkîyê  mîna Tanso Çîler, Masûd Yilmaz û di pey wan re jî Tirgot Ozal gihiştine wê bawerîyê ku êdî bixwazin nexwazin bêyî çareserkirina doza kurdî wê Tirkîye bi aramî jîyan neke, ji xwe serokê Tirkîyê  Tirgot Ozal hewil dabû ku pêvajoya çareserkirinê bide despêkirin, lê belê di rewşeke nedîyar de, Tirkîyê    mirina Ozal 1993 de ragihandîye, êdî dûbare Tirkîyê  li himber doza kurdî û PKK sîyaseta qirkirinê daye meşandin,  di sala 1996 de hewildana kuştina Rêberê gelê kurd Ocelanli şamê hatîye kirin, lê di vê pilanê de bi ser neketine, ta di 15 sibata 1999 de bi deke (komployeke) navneteweyî Rêberê gelê kurd Ocelanradestî dewleta Tirkîyê   hatîye kirin  .

Gelo komploger kî bûn?

Çima komplo bi taybet li ser Rêber Ocelan bû?

Di çi mercan de komplo li dar ketîye?

Armancên komployê çi bûn?

Encamên komployê çi bûn ?

Komploya Li Ser Rêber Ocelan:

Ksomploya li ser Rêber Ocelan hatîye meşandin, ne komployeke ji rêzê bû ku li himber pêşengê tevgereke sîyasî  an jî kesayeteke  asa bû, ne pilaneke dewleta Tirkîyê  bû ku ragihandina wê ji 1999 de û ta roja îro bangeşa(piropogenda) serkeftina xwe ya dîrokî li himber Rêber Ocelan nîşan dide, ew jî weke ku Tirkîye bi xwe ew pilan danîye, meşandîye û biserxistîye! Ji 1984 de Tirkîyê  li himber Tevgera Azadîyê û Rêber Ocelan  bi dehan pilan û hewildanên tunekirnê kirîye, lê bi ser neketîye, lewra ev komplo komployeke navneteweyî bû, bi pêşengtîya Amerîka, Israîl û Natoyê bû, bêguman dê ev pirs jî were kirin: Ma dîlkirina Rêberê gelê Kurd dê çi sûd daba Amerîka û Natoyê, li himber çi ewqas tevger dan meşandin? Ma gelo ji bo Tirkîyê  razî bikin? Bi dehan şoreşên kurdan li himber Tirkîyê , Iraq û Îran  hatine li dar xistin û li gelek deverên cîhanê şoreşên gelan rabûne û derbeyên giran jî li Amerîka bi xwe dane, lê belê komployeke wiha li himber tu pêşengên wan şoreşan nedane meşandin, cara yekem bû ku di dîrokê de Ewropa, Amerîka, Israyîl, dewletên herêmî û hin kurd jî cihê xwe di nava yek komployê de li himber kesayetîyeke wiha digrin, naxwe ev komplo Tirkîyê , daxwazên wê û berjewendîyên wê jî derbas dike û dikeve asta berjewendîyên pergala sermayedar ya cîhanî, lewra pêwist e gelê Kurd û tevgerên Kurdistanî û azadîxwazên cîhanê jî bipirsên: Gelo çima Rêber Ocelan ji nava ewqas serok, pêşeng û kesayetên dijberî Amerîka û Natoyê hatîye armancgirtin, Çima ji nava ewqas tevgerên di cîhanê de ku hin ji wan jî derbeyên giran li Amerîka û Natoyê bi xwe jî dane, PKK armanc hatîye girtin? Lewra dema em dîyar dikin ku dîlgirtina Rêberê gelê kurd Ocelan, ne ji bo Tirkîyê  û berjewendîyên Tirkîyê  bû, bi qasî ku ji bo Amerîka, Nato û berjewendîyên pergala semayedar  bû, pêwist e em di derbarê Tirkîyê  de hin xalan zelal bikin.

Tirkîye di nava Natoyê de ji ber erdnîgarîya xwe ya giring û hebûna  artêşa xwe ya mezin û bihêz, ji alîyê Natoyê ve her dem weke mamûrekî ewlehîya Ewropa û Natoyê hatîye bikaranîn, her wiha bi avabûna Yekîtîya Sovyêtê re û ji bo parastina Ewropaya  Rojavayî, di sala 1952 de Tirkîyê  tev li nava Natoyê kirin, lê ticarî Tirkîyê  rola xwe ya erkdarî  derbas nekirîye û nebûyê hevbeşê sîyasetên stratejîk yên Natoyê ku Tirkîyê  jî bi vê erkdarîyê  razî bûye, jixwe di 1979 de bi serkeftina şoreşa Îranê re, giranîya Tirkîyê  di Rojhilata Navîn de ji Natoyê re, ji bo hevsengîya bi Îranê re dîyar bûye, lê tevî wilo jî û beşdarbûna wê di xebatên Natoyê de li Bosna û Hêrsik û Kosovayê de jî, lê her maye erkdarekî ewlehîyê ji Natoyê re, her wiha di danîna stratejîyên Natoyê yên sereke de neb ûye hevbeş, lê Tirkîyê   bi vî erkê xwe yê karmendîyê gelek sûd ji Natoyê girtîye, bi taybet di milê aborî û leşkerî  de, anku Tirkîyê  parastina xwe di piştgirîya Natoyê de dibîne, bi taybet li himber doza kurdî ku ji avabûna komara Tirkîyê   ya di 1923 de, metirsîya Tirkîyê  ya herî sereke ye, lewra tevlêbûna Tirkîyê  di Natoyê de û alîkarîya Natoyê ji Tirkîyê  re; di serî de, girêdayî berjewendîyên Amerîka û dewletên Natoyê yên Ewropî  ne, bi ketina Sovyetê di sala 1991 de, Tirkî ketîye wê metirsîyê de ku êdî tu rola wê û giringîya wê ji Amerîka û Natoyê re namîne, çimkî Rojhilata Navîn di guhdayîna Amerîka de, dihate texmînkirin ku dê vekişe rêjeya duyem  û sêyem. Ji 1984 ta 1991 de PKK di şerê dewleta Tirkîyê  de berdewam bû, jixwe Nato jî piştgirîya karmendê xwe dewleta Tirkîyê  dikir, anku li ber çavan; şerê PKK li ser axa Kurdistan û Tirkîyê  bi artêşa Tirkîyê  re bû, lê belê di pişt perdeyê de bi Natoyê re bû, lê çima ta hingê jî ev komplo nehatibû lidarxistin  û di 1999 de hate pêkanîn?

Pêşketina Şoreşê û Guhertina Rewşên Siysî:

Rêberê gelê kurd Ocelan bi dehên caran agirbest li himber Tirkîyê  ragihandîye ku derfetên çareserîyeke aştîyane ji doza kurdî re veke, lê belê dewleta Tirkîyê  ji bilî şer û qirkirinê nedaye meşandin, lewra PKK berxwedaneke dîrokî li himber sîyasetên qirkirinê daye meşandin, jixwd di salên 90 de gihiştîye asta herî bilind ku Tirkîyê  neçarî daxwazkirina aştîyê kirîye, êdî di serdema Ozal de û li ser daxwaza wî di 1993 de, PKK agirbest ragihandîye, lê belê Ozal hate jehirkirin û serokê li peyre Silêman demîrel agirbest bi temamî bin pê kirîye û şer dubare derketîye pêş, êdî PKK bibû hêzeke ku gihiştibû asta ku aştîyê li ser Tirkîyê  bisepîne  an jî Tirkîyê  bixe rewşeke aborî û leşkerî yên kampax, Lê gelo çima Silêman demîrel agirbest bin pê kir û şer hilbijartî?

Weke ku me di jorê de anîbû ziman, di 1991 de Yekîtîya Sovîyê hilweşîyabû û Tirkîyê  hest dikir ku giringîya wê ji Natoyê re nemaye, lê belê di 1991 de rewşa sîyasî hatîye guhertin û şerê kendava Îranî (erebî) ya duyem ji bona derxistina Iraqê ji Kiwêtê hatibû despêkirin ku Tirkîyê  hest kir ku êdî dîsa bûye xwedî rol di Natoyê de, lewre serokê Tirkîyê   Ozal demildest hemû derfetên Tirkîyê xistîye xizmeta Amerîka de û di 1992 de beşdarîya çalakîyên hewarîyê yên Natoyê di Somalê de kir, Amerîka di serdema Kilinton de bi dan û stendinên bi Tirkîyê re tekezî li ser giringîya ewlehîya Kendavê, misogerkirina berjewendîyên Amerîka di Rojhilata Navîn, Asîya Navîn, qefqasîya û Belqan, kontrolkirina islama radîkal û giringîya rola Tirkîyê kirîye, her wiha di 97 de jî bi hevdîtinên Amerîka bi serokwezîr Mesûd Yilmaz re tekezî li ser hevkarîya ewlehî û istratejîk û pirojeyên enerjîyê di Rojhilata Navîn, Asîya Navîn û başûrê Qoqazê de hatîye kirin, ev xalên sereke bûn û Tirkîyê jî erkdarê van pirojeyan e, lewra:

  • Yek ji sedemên ku Amerîka komploya navneteweyî li himber Rêber Ocelan daye meşandin, ew berjewendîyên mezin û istratejîk ji Amerîka re bû, di nav de jî nêzîkbûna Tirkîyê ji sêgoşya Rûsîya, Îran û Çînê re ku ji Amerîka re pir giring bû ku pêwistbû Tevgera Azadîyê  û Rêber Ocelan  ku  dest û milên erkdarê Natoyê xistibûn bendan de, tune
  • Sedema duyem jî ew bû ku bi pêşengtîya Amerîkayê, Nato ji bona jinûvexêzkirina Rojhilata Navîn piştî helweşîna Sovyêtê û destwerdana di hin welatan de mîna Iraq û deverê, xwe amade dikirn, lewra di Rojhilata Navîn de metirsîya herî mezin ya Amerîka  ji dijberîya PKK ji pirojeyên Nato re, ew bû ku di nava  tevlihevîyan de; PKK serwerîya xwe li Başûrê Kurdistan bike, her wiha di Bakûrê kurdistanê de jî bihêztir bibe, ew jî di demkê de ku PKK ne hêzeke ji rêzê ye û ne jî PDK an YNK ye ku ji bona berjewendîyên Amrîka û Natoyê tev bigire an jî were kontrolkirin.
  • Sedema sêyem jî ew bû ku berxwedan PKK doza kurdî gîhandibû asta çareserîyê û hin hewildanên Tirkîyê hebûn ku ji nava kirîzê derkeve ku ber bi lihevkkirina bi PKK re diçû, hingê jî çareserî ne di berjewendîyên Giladyo de bû ku aramî were Tirkîyê û kaxeta kurdî ya ku her dem pê fişarê li Tirkîyê dikin û Tirkîyê nearam dihêlin, ji destê wan derkeve .
  • Sedema çaremîn û ya bingehîn jî ew bû ku PKK û Rêber Ocelan ji derveyî pergala sermayedar û kontrola wê, nûnertîya vîna gelan û azadîya Rojhilata Navîn dikirin, ew jî piştî têkçûna Sovyêtê û tevgerên çebgir û xweradestkirina wan ji pergala sermayedar re, lewra Amerîka û Natoyê li Rêber Ocelan weke Samûrayê dawî lihimber wan di Rojhilata Navîn de dinerîn. Hêzên serdest yên pergala sermayedar ku sererd û binerdê cîhanê bi kar tînin; civak, rêxistin û kesayetên hevkarîya vê siyasetê nakin, tune dikin, êdî ji ber ku Rêber Ocelan di xeta serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de bi israr bû, lewma bû armanca komployê, êdî ji bo amadekirina zemîna pêkanîna pirojeyên xwe; di serî de pêwistî bi dîlkirina Rêberê gelê kurd Ocelan û tunekirina PKK dîtine, jixwe yek ji wan amadekarîyan jî ew bû lihevanîna PDK û YNK bû, her wiha xistina Sûrîyê di nava gefên dagerkirin û hilweşîna rêjîma Haviz Esed de bû.

Pêvajoya Komploya Navneteweyî:

Rêber Ocalan derbarê komploya 9 cotmehê de wiha got: “Ez dibînim ku komploya navneteweyî ya ku di 15 ê sibata 1999 de min anîn Tirkîyê, yek ji bûyerên herî girîng di kevneşopîya komploger a desthilatê serdest de ye”.

Di çarçoveyeke ji lîstikên sîyasî û berjewendîyên aborî de; li gel gelek xîyanet, tundî û xapandinê de, komploya navneteweyî hatîye meşandin ku çar parzemînan di komployê de cih girtîye. Serok wezîrê Tirkîyê yê di dema komployê de Polent Ecawîd bi xwe dîyar kir ku CIA ya Amerîkî di dîlkirina Rêber Ocelan de roleke sereke lîstîye, jixwe ji bilî wî, Silêman Dimirel, serokê saloxgerîyê Şengal Atasagon û serokerkanê artêşê tu kesî din li Tirkîyê bi çalakîya revandina Ocelan nizanîbûn? Acawîd dixwaze bêje ku serkeftin ya wan e, çalakî ya wan e û bi tenê Amerîka alîkar bû! Bêyî ku bêje lîstikvanê sereke Amerîka û Israyîl bûn, tenê Tirkîye li benda encamê bû, ew bi xwe jî matmayî bû ku Rêber Ocelan gihiştîye Tirkîyê.

Rêber Ocelan di despêkê de berê xwe ji Sûrîyê daye Îtalîyayê, di pey re berê xwe daye Rûsîyayê, dubare vegerîyaye Yûnanistanistanê û dawî jî berê xwe daye Kînyayê ku li wir komplo bi encamp bû ye, tirajîdyeke ku ji 9 mijdara 1998 û ta 15 sibata 1999 de Rêber Ocelan ji ezmanê welatekî diçû ezmanê welatekî din, êdî cîhan pir teng bibû û tu welatan nikarîbû wî himbêz bike, serkêşên cîhana sermayedar Amerîka, Ingilîzistan û Israyîlê biryara tunekirina nirxên mirovahîyê dabûn, anku biryara tunekirina Rêber Ocelan dabûn ji ber ku neketibû bin baskên wan de û nepejirand   ku ji xeta azadîya gelên Rojhilata Navîn derkeve .

Ji 1996 de  pilana komployê hatibû dayîn û bazar li ser Rêberê gelê kurd hatibû kirin, ew jî dema ku serokê Amerîka Bêl Kilinton û serokwezîrê Yûnanistanistanê Kostas Sîmîtîs li hev civîyabûn, êdî di 9 cotmeha 1998 de Sûrî ji hêla Nato û Amerîkayê ve ketîye nava dorpêçeke giran de, hingê jî Sûrîyê demildest ji Rêber Ocelan dixwaze ku ji axa Sûrîyê derkeve, jixwe Rêberê gelê kurd xewn û xeyalên wî ew bûn ku di bejna çîyayê Kurdistanê de cihê xwe di nava  gerîlayên azadîyê de bigre, lê belê ji bo pêşxistina aştîyê berê xwe dide Ewropayê, sozên ku ji Yûnanistanistanê girtibûn ku êdî wê pêşwazîya wî bikin û wî bicîh bikin, nerast derketin, ew vexwendina ku qaşo Yûnanistanê ji bo Rêber Ocelan re kiribû ji pilanên saloxgerîya Ingilîzistanê bû ku Rêbertî ji Sûrîyê  derxînin û têxin xefka Yûnanistanê. Jixwe di heman rojê de (9 cotmehê) berê Rêber Ocelan ketîye ber bi Mosko ve, alîkarê serokwezîrê Tirkîyeyê yê wê demê Mesût Yilmaz di 11’ê cotmeha 1998’de civîneke çapemenîyê  li ser mijarê li dar xist û got:”Bi saya agahîya ku rêxistina saloxgerîyê ya welatekî hevalbend daye me, em pê zanin ku Ocalan li Rûsyayê ye”, tevî ku domaya Rûsî bi 298 dengan mafê penaberîyê ji bo Rêber Ocelan pejirandine jî, lê belê serokwezîrê Rûsîyayê Birîmakov biryara domayê qebûl nekiribû û daxwaza Amerîka ya ji bo radestkirin an jî derxistina Rêbertî ji Rûsîyayê pejirandîye, êdî ji Rêber Ocelan hatîye xwestin ku ji Rûsîyayê derkeve, jixwe biryara Birîmakov ne bê hesab bû, sûdgirtinên aborî hebûn, anku bazara firotinê hatibû kirin, êdî dubare Rêber Ocelan vedigere Yûnanistan û ji wir jî berê wî didin Kînîyayê ku li wirdi 15 sibata 1999 de Rêber Ocelan ber bi Tirkîyê hatibû revandin.

Encam:

Rêberê gelê kurd Ocelan ji bo çareserkirina doza kurdî, her dem  rêbazên aştîyê  daye pêş, lê dewleta Tirkîyê tu derfetên xebateke aştîyane nedaye, bi radestkirina Rêber Ocelan ji Tirkîyê re dewletên serdest (Amerîka û Ingilîzistan)  sê encam guman dikirin, an dê Tirkîyê têkeve nava şerekî kudî–tirkî de û komkujîyên mezin pêk werin, an jî Rêber Ocelan dê radestîyê bipejirîne, êdî PKK jî ji hev bikeve ku çekan bavêje, an jî ji ber dîlkirina Rêber Ocelan dê PKK têkeve nava şerekî navxweyî û perçe perçe bibe. Êdî hinge jî tu wateya hebûn an jî nebûna Rêber Ocelan namîne, lê belê di nava encamên gumankirî de ku Rêber Ocelan dê pêvajoyê wergerîne pêvajoya dadgehkirina dîrokê û eşkerekirina rûpoşên pergala sermayedar û komplogeran, lewra bervajî hêvî û gumanên komplogeran, Rêber Ocelan pêvajo û vîna xwe ya ji bo aşitî, azadî û rêgirtina li ber qirkirina gelan daye meşandin, ji 1999 û ta 2023 de di nava girava Îmralîyê de, Rêber Ocelan tevî hemû sîyaset, fişar û tênkirina li ser, wî jî bi dehan pirtûkên ramyarî û parêzname ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn  weke rêya çareserî û dawîanîna li kirîzan weşandîye û li himber nûjenîya sermayedar nûjenîya demoqratîk daye pêş, her wiha li ser bingeha neteweya demoqratîk û biratîya gelan, felsefe û piradîgma rêzgarkirina Rojhilata Navîn û cîhanê ji bin zordarîya desthilatî û serdestîya  semayedar û netewdewletê pêşkêş kirîye, êdî îro li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê;  anku li Rojavayê Kurdistan li ser raman û felsefeya Rêber Ocelan, pirojeya Xweserîya Demoqratîk hatîye avakirin, her wiha bîrdozîya Rêber Ocelan ji gelên Rojhilata Navîn, demokratî xwaz, jin, ciwan û tevgerên azadîyê re bûye hêvî, lewra çar dîwarên Îmralîyê nikarîbûn roja gelan tarî bikin û Rêbertî û gel ji hev cûda bikin, ji xwe li ser radestkirina Rêbertî ji Tirkîyê re, Rêber Ocelan wilo dibêje:”Radestkirina min ji we re, ji xwe re serkeftinê nebînin.”, her wiha dibêje:”Heger di gorê de bim jî, ez ê di vî şerî de bi ser kevim”. Bêguman komplo Lozaneke din bû an jî xwedubarekirina sîyaseta mitengerîyê li ser gelê Kurd û Kurdistanê bû, dîyarkirina rastîya nirx û exlaqê pergala sermayedar û ketina rûpoşên sexte ji ser rûyê demokrasîya Ewropayê  bû.

                           AZADÎYA FÎZÎKÎ JI RÊBER OCELAN RE

زر الذهاب إلى الأعلى