ANALÎZ

Siyaseta Amerîka Li Sûriyeyê  Piştî Hatina Baydin

Amerîka ji ber siyaseta aborî ya Trump û lewaziya rêvebiriya Obama, beşek ji bêbaweriya xwe li ba hevalbend û hevkarên xwe li cîhanê winda kir. Li aliyê din hêza Çîn û Rûsyayê firehtir bû û giha astekê ku berjewendiyên Amerîka li cîhanê xist metirsiyê de; bi taybet li Rojhilata Navîn û di nav de jî Sûriyeyê  . Liwîd Ostin (Lioyd Austin) şalyarê berevaniyê yê Amerîka diyar kir ku Rûsya û Çîn di vê dema dawî de hewl didin ku bandora xwe li Rojhilata Navîn berfirehtir bikin, ” ew jî bi rêya zêdekirina firotina çekan, da ku di navbera me û hevkarên me de tvlîheviyê çêbikin”. Liwîd bi bîr anî ku aliyên dibe ku hevkariya bi Rûsyayê re bikin; kontrolkirina çekan, tekoşîna li dijî terorê, pêşîgirtina li ber belavbûna çekên komkujî û çareserkirina nakokiyên leşkerî li deverên ku hêzên Amerîkî û Rûsî nêzîkî hev dimînin. Ev nîşaneyeke ku dosyaya Sûriyeyê dê bibe yek ji tiştên sereke yên rêveberiya Baydin, ji ber ku Sûriye bi cihê xwe yê stratejîk dergeheke ji bo berferehbûna Rûsyayê li Rojhilata Navîn e. Rûsya bi destwerdana xwe di kirîza Sûriyeyê   de; Sûriyeyê   kiriye weke baregeheke leşkerî ya pêşîn ku bi çekên herî nujen lê peda kiriye, weke “pergala S400 û S300, balafirên şer, topavêjên Mig-Su, helîkopterên êrîşê, balafirên çavdêrî û pêhesînê, keştiyên cengê ku tê de fuzeyên Kalîbêr ên basikî, firehkirina baregeha deryayî ya Tertûsê, bihêzkirina wê bi dijnoqav û niha jî baregeha Himêmîmê sererast dike, ji ku rê bide balafirên stratejîk ên dûdirêj ku bikaribin çekên navokî li vê baregeha Rûsyayê hilgire. Ev yek dê hevsengiya jopolîtîk a li Rojhilata Navîn li gor berjewendiya Rûsyayê biguher û berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn têxe metirsiyê, digel serkeftina siyaseta Rûsyayê ku tevlîhevî di navbera Amerîka û Tirkiya yê de bi kirîna Pergala S400 ya Rûsî çêkir.

Ji bo rûbirûbûna li henber metirsiya Rûsyayê, Amerîka biryar da ku hêzên xwe li herêmên Rêveberiya Xweser bihêle û hin bargehên xwe berfire bike û çekên pêşketî li wan bargehan deyne. Jixwe sepandina sizayan(Zagona Sîzer) li ser rêjmê; armanca sereke jê Rûsyayê bû ku Sûriyeyê  , ji bo ku wê bike çiravek, da ku bêtir fişara aborî lê bike û wê ji samanên Sûriyeyê bêpar bihêle. Loma Rûsya bi her awayî û bi bihaniya têkdana rewşa aborî û jiyanî li Sûriyeyê,  hewil dide ku van sizayan rake. Lê Amerîka herûher bêtir fişarê li Rûsyayê dike. Ji Sûriyeyê wêdetir, Amerîka çekên pêşketî pêşkêşî Yonanistanê kirin ku armanc jê bêtir hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê dorpêç û asteng bike .

Ji ber wilo hebûna Amerîka li Sûriyeyê, ne tenê ji bo cîbicîkirina biryara 2254 e, peydakirina çareseriyeke siyasî û şerê Daişê ye; lêbelê armanc jê ew e ku berfirehbûna leşkerî û aborî ya Rûsyayê û Îranê li herêmê rawestîne û ewlehiya Israîlê biparêze. Jixwe Liwîd Ostin şalyarê berevaniyê yê Amerîka ji bo vê yekê tekez kir ku ” yek ji armancên sereke yên Amerîkayê gemkirina û sînordarkirina liv û tevgerên Rûsyayê li dijî berjewendiyên girîng yên Amerîkayê ye; her wiha parastina hevpeymanên me ji êrîşên leşkerî” .

Lê ev siyaseta ku Amerîka li hember Rûsyayê dide nîşan; ji siyaseta wê ya li hember Tirkiyê di her mijarê de cud ye. Li aliyekî Amerîka dibîne ku dagirkirina Tirkiyê ji herêmên rojhilatê Firêt(Girê Spî, Serê Kaniyê) bandereke neyînî li hebûna Amerîkayê kir û hişt ku Rûsya bêtir li herêmê berfireh bibe; ji aliyekî din ve jî Amerîka di parêzgeha Idlibê de, li hember Rûsyayê piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê da nîşan. Di tiwîtekê de şaltarê derve yê Amerîkayê Ned Bires da zanîn ku ” Amerîka ji bo berdewamiya aramiyê li Idlibê, dê  piştgiriya helwesta Tirkiyê bike”.

Ji ber vê yekê, dijwariya herî  mezin a ku dê Jo Baydin û rêveberiya wî li Sûriyeyê   rastî wê were, rola Tirkiyê û arezûya wê ya ber bi Rûsyayê ve ye, her wiha peydakirina çareseriyekê ji bo bi dawîkiririna pirsgirêkê her du welatan. Di vê der barê de hin dezgehên ragihandinê dan zanîn ku dibe bazarek di navbera Amerîka û Tirkiyê de were encamadan ku di encamê de Amerîka piştgiriya xwe ji bo HSD`ê rawestîne û Tirkiyê pergala S400 bi kar neyne û nekire. Lê bi kêmanî di dema niha de ev bazar nepêkan e. Heger îro Amerîka rê li ber Rûsyayê û rêjîmê digire û nahêle ku êrîşî  Idlibê bikin ya ku bûye navenda sawkariyê, wê ji Amerîka re çêtir be ku piştgiriyê bide herêmên Rêveberiya Xweser a ku li kêleka wê şerê sawkariyê dike û nahêle Rûsya li wan herêman berfireh bibe. Li aliyekî di jî hin dosyayên din hene ku Amerîka dikare li ser wan bazaran bike, beyî ku hevpeymana xwe wida bike, weke dosya sizayan, Gulen, benka Xelq, dosya Idlibê,… . Amerîka baş dizane ku heger daxwazên Tirkiyê bi cih bîne, dê yekser hevpeymana xwe bi HSD`ê re û serweriya xwe li Sûriyeyê   ji dest bide ku di encamê de rê li ber firehbûna Rûsyayê  û Îranê vebe. Jixwe her kes dizane ku hêzbûn û hebûna Amerîka li Sûriyeyê   bi hevpeymana wê bi HSD`ê re girêdayî ye. Ji ber wilo bazara guhertina HSD`ê bi pergala S400 li gel rêveberiya Baydin ne pêkan e.

Rêveberiya Amerîkî ya nû ji bo ku cihê Amerîka weke welatîkî xwedî hêz û hevpeymaneke xwdî bawerî dîsa bide pêş, dê hewil bide ku siyaseta xwe ya derve sererast bike û nakokiyên bi welatên hevpeymanê re çareser bike; bêyî ku ziyanê bigihîne berjewendiyên wê yên stratejîk, da ku karibe li hember berfirehbûna Rûsyayê û Çînê raweste, ji ber wilo siyaseta Amerîkayê û hebûna wê li Sûriyeyê girêdayî du bijardeya ne:

Yekem: Hebûna domdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev yek dikeve nava çarçoveya lihemberderketina di rûyê Rûsan de ku nehêle ew di Sûriyeyê   de tenê xwedî biryar bin,  ji ber ku hêzên Amerîkî dê li herêmên Rêveberiya Xweser bimîne; çi çareseriyek siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê  re pêk were yan jî alozî berdewam bike.

Duyem: Vekişîna ji Sûriyeyê, ev yek jî wê bi du awayan be:

  • Dosya têkbirina rêxistina Daişê û serpereştiya hevpeymana Navneteweyî ji şerê Daişê radestî Tirkiyê were kirin. Jixwe ev yek Trump piştî êrişa Tirkiyê ya li ser Girê Spî û Serê kaniyê diyar kir, lê ji bo pêkanîna vê tiştê; ji Tirkiyê tê xwestin ku dûrî Rûsyayê bikeve û HSD`ê re têkeve pêvajoyke aştiyê, ji ber ku HSD`ê ew hêza xurt û çalak e li ser erdê û ya ku dikare şerê Daşê bike.
  • Gihiştina rêkeftineke bi Rusyayê re. Lê dibe ku ev yek bi merca ku bermamberî vekişîna Amerîka ji Sûriyeyê; Rûsiya jî piraniya hezên xwe derxin”vekişîna çekên S400 û balafirên şer ên pêşkeftî” û Sûriyeyê bikin herêmeke bêçek, tevî kêmbûna hejmara hêzên Îran û Tirkiyeyê û cîbicîkirina biryara 2254 û girêdana têkiliyan bi Îsraîlê re.

Di encamê de mana Amerîkayê ya leşkerî li Sûriyeyê dê bi çareseriyeke siyasî girêdayî be, bi taybetî cîbicîkirina biyara 2254 û tunekirina Daişê, yan jî dê mana wê li vê herêmê dê bi hebûna Rûsyayê ya leşkerî li Sûriyeyê  û berfirehbûna Çînê ya aborî li Rojhilata Navîn girêdayî be.

ji ber wilo hebûn û mana Emerîkî li herêmê dê bidome, ji bo ku parastina berjewendiyên xwe yên stratejîk bike û ewlehî û serweriya xwe li herêmê biparêze, ji ber ku niha hebûna Amerîkî li hin deverên din weke Iraq û Afganistanê rastî astengiyan tê, loma tê payînkirin ku xwe ji wan deveran bikişîne.

زر الذهاب إلى الأعلى