ANALÎZ

Gelo bi Hatina Jo Baydin Re Guhertinên Pêkan Di Siyaseta Tirkiyê De Çi Ne?

Erdogan ji encamên ku wê di serdema Jo Baydin de yê ku baş siyaseta Cîhanî di serdema Barak Obama de dişopand, haydar e. Daxuyaniyên Baydin ên di dema pêngava hilbijartinê ya der barê Tirkiyê de bi taybetî jî di der barê Erdogan de; ne ji valabûnekê bû. Lêbelê ev tişt bi erkdarkirina Jo Baydin kesayetên li dijî siyaseta Erdogan hat pêştrastkirin, ew jî weke Antonî Blinken ku tê angaştkirin ku Wezareta Karê Derve bigire û MekGurk weke rêveberê dosya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur li Encumena Ewlekariya Neteweyî destnîşan bike. Erdogan li hember siyaseta Emerîkî li Rojhilata Navîn û li ser NATO`yê gefê çêdike, bi taybet piştî kirîna pergala S400 û pêşketina têkiliyên wî yên aborî, siyasî û leşkerî bi Rûsyayê re.

Erdogan baş dizane ku zemîna di dema serokatîya Donald Trump de ku rê dida liv û tevger û zêdegaviyên wî, êdî bi dawî bû. Di serdema  Donald Trump de û lewazbûna rola Ewropî, Erdogan karîbû Efrîn, Girê Spi û Serê Kaniyê dagr bike, vekolîn li gazê li rojhilatê Deryaya Spî kir, têkiliyên xwe bi dewletên herîmî xist nearamiyê, destwerdan li Lîbya, Nagorîkerbax, Somal û Başûrê kurdistanê kir. Bi windakirina hevalbendê xwe “Trump”, hewildanên wî yên dagirkirina deverên din dikevin tengaviyekê di navbera razîkirina Mosko û tirsa sizayên Emerîkî.

Dibe ku bi destpêkirina rêveberiya Baydin, Siyaseta Emerîkî di qonaxa bê de ku di rêya NATO`yê re pir giraniyê bide ser hevkariyeke stratejîk bi Ewropayê re ya ku di serdema Trump de ev rol hatibû jibîrkirin. Her wiha dibe ku bi rêya dosyayên mafên mirovan û alîkariya rikberiya Tirkiyê ji hundir ve, fişarekê li Erdogan bike. Ji alîyê derve bi rêya sizayên aborî, birîna têkiliyên aborî yên hin dewletan bi Tirkîyê û vekirina dosyayên ku di serdema Trump de girtîbûn, weke dosya Rîda Dera yê ku li Emrîkayê girtîye, ew jî bi sûcê ji sizayên Rojavayî di rêya Tirkîyê de û dosyaya Elêks Neîm endizyarê tîkiliyên Venziwêla bi Tirkiyê û Îranê re, her wiha çalakirina sizayên Emerîkî ya li gorî zagona(CAATSA) ya ji bo kirîna pirgala S400, bi taybetî beşê hawirdikirina teknelojiya leşkerî û dana rêdana hinardekirinê û sepandina qedexeyên darayî li dijî Nivîsgeha Pîşesaziya parastinê.

Di vê çarçoveyê de, Erdogan ditirse ku were dorpêçkirin û derdora wî bêtir teng bibe. Ji ber wilo, di vê dema dawî de siyaseta xwe bêtir tund kir; rikber avêtin zindanan, milîsên bi navê pasvanên şevê ava kirin, azadiya çapemeniyê bêtir bi sînordar kir, hewil da ku partiya HDP`ê qedexe bike û tevî daxwaza Dadgeha Ewropî ya Mafê Mirova ku wî berdin, serokê partiyê Selahedîn Demirtaş serbest berneda.Ji hêla derve ve, Erdogan xwe nêzî dewletên Erebî kir, weke Siûdîyê, ji bo wilo dibe ku dosyaya rojnemevan Cemal Xaşiqcî were rawestandi û Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe biparêze û bargehên li wir bihêle, her wiha dibe ku bi navbênkariyekê di navbera Qeterê û Siûdiyê de rabe û wan nêzî hev bike. Li milekî din jî, Erdogan fişarên Emerîka li ser Misrê yên ji bo xwestekên wê ku dixwaze çekên Rûsî bi dest bixe, bi kar tîne ku nêzî Misrê bike, piştgirya Ixwanûlmuslimîn bes bike, bi hev re di warê saloxgeriyê de şerê vê rêxistinê bikin, serkirdeyên wê yên li gel wê dimînin radest bike, aloziya di navbera wan de di dosyeya Lîbyayê de kêm bike û bigihîjin lihevkirinek ku her du alî razîbin. Heger ev siyaset biserkeve, dê Erdogan di berdewamiya herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê de bi serkeve. Di encam de, dibe ku Tirkiye siyaseta Emerîka li herêmê nepejirîne

Ev siaseta Tirkiyê ya herêmî bû , lê siyaseta wê ya navneteweyî, jixwe vekişîna Brîtanya ji Yekîtiya Ewropî û hewcedariya Brîtanya bi rêkeftinên bazirganî û bazarên nû bûne sedema derketina rêyeke nû ya têkiliyên di navbera Brîtanya û Tirkiyê de ku xurtir be. Dibe ku ev yek Erdogan ber bi baştirkirina têkiliyên bi Emerîka re bikişîne. Her wiha Erdogan dê ji bo xurtkirina têkiliyên xwe yên bi Çînê re tevbigere, sûdê ji rêxistina Turkistan werbigire û hin serokên wê radestî Çînê bike da ku fişara Emerîkayê ya li ser wê kêm bike. Di der barê têkiliyên bi Rûsyayê re, Erdogan hewl dide ku têkiliyên pê re biparêze û nakokiyan gur neke, da ku bandorê li hebûna wê li Sûriyê neke û xwe nesipêre siyaseta nû ya Emerîkayê li Sûriyê û ji bo pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibe, bi taybetî piştî têkçûna wê di dagirkirina Eyn Îsa yê de.

Lêbelê ev siyaseta ku Erdogan dê bi rêve bibe, bi nêzîkatiya welatên têkildar û şiyana wî ya vegerandina baweriyê bi wan welatan re, girêdayî ye. Jixwe ev welat dê di bin fişara Emerîkî û cidiyeta Jo Baydin a ji bo rûxandina wî de be.

زر الذهاب إلى الأعلى