Lêkolîneke Dahurandinî
Di vê rewşa li Sûrîyê ya tevlîhev û biqerebalixa de, nexasim piştî ketina rêjîmê bi rêya pêngava bilez û ji nişkan ve ya bi serkêşîya Ebûmihemedê Colanî serkêşê HTŞ (Nuseaya berê) ya bi navê “Dijî Êrîşê“ ku bi hevrêzîya bi Tirkî, Israîl û Emerîkayê û bi rêya levkirin û berjewendîyan, li dij rêjîmê û ya bi navê ʺTewareya Berxwedanêʺ pêk hat, ew jî piştî ku Tirkîyê kisogerî dan Rûsîya ku ew ê bandorê li komên islamî bike da ku baregehên rûsî li avên gerim li deryaya Spî bimînin û dibe ku girêbestek li ser şerê li Ukrayînyayê jî hatibe pêkanîn; di van rewş û guhertinan de, Sûrî derbasî qonaxeke nû ya ne zelal bû ku pêşeroj û pergala wê ya nû jî ne diyar e; nexasim ku Tirkî komên islamî yên tundrew ên di lîsteya sawkarîyê de tev Daiş jî, ber bi xaknîgarîya sûrî ve belav kirin û Daiş ji nû ve ji kewarên xwe derket û li herêmên Humis, Heleb, Hema û herêmên din belav bûn. Di hin vîydyoyan de endamên Daişê bi cil, nîşane, çek û erebeyên xwe li van herêman derdikevin. Bi vî awayî jî hemû karê Hevpeymana Navneteweyî û HSD li dij Daişê vala derdikeve. Di encama vê yekê de jî metirsî dê zêdetir bibin û dibe ku şerekî navxweyî di navbera tîreyên olî û nijadî yên cûr bi cûr de derkeve. Hin ji nîşaneyên vê yekê jî, şewtandina dara sersalê, pêngavên tolhildan û kuştinên meydan yên ku komên islamî pêk tînin.
Dewletên ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi ser ketin, Rojhilatê Navîn di çarçoveya hêzên ku dewletên neteweyî bi rêya rêkeftina Saykis-Bîko ava kirin de, parçe kirin; heman ew hên piştî borîna sedsalî, dixwazin nexşeya Rojhilatê Navîn ji nû ve nîgar bikin; ew jî bi rêya pêkanîna guhertinên cewherî di pergal û avahîsazîyên desthilatan an jî guhertina nexşeyên siyasî li herêmê; nemaze dewletên neteweyî yên tundrew ên ku li gor berjewendîyên xwe yên desthilatê û rojevên xwe yên taybet dixebitin ku nema li gor berjewendîyên Rojavayî û Emerîkî ne.
Xuya ye alîyê sereke yên ku bayê guhertinê li Rojhilatê Navîn diguhêre (di nav de Sûrî) Israîl e, pê re jî Emerîka, Birîtanya û Fransa ku Tirkî jî wek alavekê ji bo pêkanîna pilanê ye. Hêjayî bibîranînê ye ku daxuyanîyên serokşalyaran ê Israîlî “Nitinyaho“ ne hema ji xwe de ne ku wî amaje kir ku piştî qutkirina destên Îranê li herêmê û sînordarkirina rola wê li herêmê, şêweyê Rojhilatê Navîn dê were guhertin û rêjîmine desthilatê yên nû dê werin avakirin ku metirsîyê li ser ewlehîya Israîlê çênekin. Ev bûyer û pêşketinên bilez ên çêbûn, piştî bûyerên 7 cotmehê û şerê Israîl-Hemasê rû dan; nexasim piştî ku “rêya aborî ya Daûdî“ hat ragihandin, jixwe ev rê ji Hindistanê dest pê dike û di Siûdî, dewletên Kendavê, Urdun, Israîl derbas dibe û diçe heya Ewropa.
Me hêz û karîna Israîlê piştî bûyerên 7 cotmehê û têkçûna Îran, Libnan û Sûrîyê dît. Ji rola Israîlê ya ku niha li herêmê dike ve diyar e ku ew ji bo birêvebirina qonaxa bê li Rojhilatê Navîn tê hilbijartin; nemaze ku Îran ji lîstikê (wek hêzeke herêmî) derket, loma ne pêşbîn e ku roleke wê ya berbiçav di pêşeroja Rojhilatê Navîn de hebe. Ji alîyekî din ve xebateke Tirkî ya pir zêde heye ku valahîya Îranî û Rûsî li Sûrîyê dagire.
Rola Tirkî di pêkanîn û bikaranîna tevlîhevîya çêkirî de:
Ji kêlîya pêşîn ve, me di analîzeke xwe de anî ziman ku destpêkirina “Dijî Êrîşê“ ji hêla HTŞ ve di demekê de ku agirbest di navbera Israîl û Hizbulah de çêbû, ne jixweber bû. Di 23. 12. 2024 de şalyarê berevanîyê yê israîlî bi awayekî eşkere daxuyanî da ku wan rêjîma Beşar xist erdê. Îcar hilweşîna rêjîma Esed berê ji hêla Israîl û Emerîkayê ve hatibû pilankirin. Rola Colanî tenê pêkanîna vê pilanê bû û rola Tirkîyê jî ew bû ku tevlîhevîyekê pêk bîne û sûdê ji wê tevlîhevîyê bigire; ew jî bi rêya desteserkirina komên tundrew li ser Sûrîyê. Tiramp ji vê desteserkirinê re got ku ew ʺdesteserkirineke ne dostaneʺ li ser Sûrîyê ye.
Tirkî angaşt dike ku ew li pey pêngava ketina rêjîmê bû û xwe wisa dide diyarkirin ku serwerîyê li ser hemû rewşan dike û ew ê di Sûrîya pêşerojê de xwedî biyaran be. Tirkî bi rêya serdanên lipeyhev ên raydarên Tirkî (saloxgerî û derveyîn) li Şamê, pêşkêşkirina piştgirîyê ji bo ferwerîya nû, pêşkêşkirina pêşinyaran ji bo çekdarkirin, perwerdekirina artêşa sûr û şêwayên din yên serdestkirina li ser Sûrîyê, dida diyarkirin ku ew ê xwedîya biryarê di Sûrîyê de be. Ev yek jî dide diyarkirin ku rola Tirkîyê di vê mijarê de, roleke nesereke ye, çimkî hin lîstikvanên sereke û bihêz li meydanê hene; ew jî Israîl û Siûdîyê ne.
Ne pêşbîn e ku Siûdîyê Sûrîyê bi giştî ji bo rojevên Tirkî yên xweberferehkirinê re bihêle; nexasim dema em behsa vegerandina Sûrîyê li himbêza erebî dikin. Tirkî bi rêya Hevbendî, koma Ixwanan û bandorkirina li Colanî, hewl dide ku destwerdanê di Sûrîyê de bike û wê bi giştî desteser bike; da ku HSD lawaz bike, Rêveberîya Xweser tune bike û hêvîyên gelê kurd bi giştî bişikîne. Ew jî da ku jidestdanan pêşkêşî wê bikin, şert û mercên wê bipejirînin û xwe radestî ferwerîya Şamê bikin. Îcar ev liv û tevgera Tirkîyê mîna şerekî ragihandinê (şerê Taybet) ye. Eger –wek mînak- ev angaştên Tirkîyê rast bin, naxwe çima di heman dema pêngava HTŞ de, Tirkîyê dest bi pêngaveke din bi navê “Berbanga Azadîyê“ kir? Bersiv jî ew e ku Tirkîyê dixwest bi rêya handana HTŞ û komên din, li HSD bide û Rêveberîya Xweser tune bike, lê belê Colanî şerê HSD nekir. Dema Tirkî serwextî vê yekê bû û dît ku Colanî xwestekên Erdogan pêk neanî, wî bi xwe dest bi pêngavekê bi navê “Berbanga Azadîyê“ kir.
Eger Tirkî rastî HTŞ û Colanî kontrol dike û eger hevrêzîyeke bilind di navbera wan de hebûya, niha HTŞ dê şerê HSD li Reqa, Dêrazorê û hin deverên din bikira. Îcar Tirkî nikare Colanî wek ku dixwaze wî bibe û bîne. Bawer im civaka navneteweyî dê serperştîya Tirkî li ser Sûrîyê (piştî bidawîbûna serperştîya îranî) nepejirîne. Nakokî di kongira çapemenîyê ya di navbera Ehmed Elşeri û şalyarê derve yê Tirkî Hakan Fîdan de, diyar bû. Di kongirê de nûçgihanekî kenala Cezîrê pirsek ji Fîdan û yek jî ji Şeri kir, pirs jî ev bû: “Gelo levkirinek li ser şêweyê desthilatê di qonaxa bê de heye?“ Wê hingê Şeri bersiv neda û got: “Bawer im ev her du pirs ji serokê derve re ne“.
Bawer dikim ku şêweyê desthilatê li Sûrîya pêşerojê, dê ji hêla sûrîyan û civaka navneteweyî û li gor cihêrengîya nijadî û olî were diyarkirin. Tirkî dê nikaribe nerîna xwe li ser ferwerîya sûrî ya nû bisepîne. Civaka navneteweyî dê desteserîya Tirkî li şûna ya Îranî nepejirîne û dê qada sûrî ji bo komên islamî û tundrew nehêle. Ji ber wê jî sedema vê keftelefta Tirkî û serdanên wê ji Şamê re, ew e ku Tirkî dizane ku dosyeya kurdan û Sûrîyê bi giştî ji destê wî derket; nexasim ku levkirineke veşartî di navbera Rûsîya, Emerîka û dewletên Ewrûpî de heye ku kurd mafên xwe di Sûrîya nû de bistînin. Îcar rêzeserdanên Tirkî li Şamê û hiştina komên Artêşa Niştumanî di bin kontrola xwe de, tev hewldan in da ku bandorê li biryara siyasî li Şamê bike, rê li ber bidestxistina kurdan ji mafên xwe yên rewa re bigire û rê li ber damezirandina Sûrîyeke fedralî an jî nenavendî bigire. Çimkî Tirkî dizane ku her biryareke ku li ser şêweyê desthilatê li Sûrîyê were standin (çi pergaleke nenavendî be yan jî fedralî be), dê bandoreke nerênî li hundirê Tirkîyê jî bike; çimkî hejmara kurdan li Tirkîyê zêdî 20 melyonî ne, jixwe tirsa Tirkîyê jî ji vê yekê ye.
Kurt û kurmancî, tişta ku Tirkî bi rêya levkirina bi rêjîmê re li ser têkbirina Rêveberîya Xweser û HSD de bi dest nexist, dixwaze îro bi rêya hevrêzî û hevkarîya bi Şamê re bi dest bixe; ew jî bi rêya handana HTŞ ku şerê Rêveberîya Xweser bike. Armanca duyem a van rêzeserdanên Tirkî li Şamê, ji bo jinûavakirina Sûrîyê û bidestxistina veberhênan e. Rênimayên Tirkî li Sûrîyê piştî ketina rêjîmê û tunebûna hêzdarîya îranî, wek rola Tirkîyê ya nerênî di şoreşa sûrî de û jirêderxistina wê tîne bîra me, wê Hevbendîya sûrî ya rikber a ku ji alîyê navneteweyî ve piştgirtî bû, wek alavekê ji bo rojevên xwe yên taybet li herêmê bi kar anî û Artêşa Niştumanî kir çete û endamên wê ji bo Lîbya, Qerebax, Nêcir û Başûrê Kurdistanê ji bo şerê PKK şand.
Ji ber wê jî mijara kontrolkirina biryara siyasî ya sûrî ji hêla Tirkîyê ve, tiştekî dûrî pêkanê ye; çimkî rûgeha Colanî ne Tirkîyê lê belê Siûdîyê ye. Ev yek bi rêya şopandina giştî ya kenalên Elerebîye û Hedes ên siûdî hemû hûrgulîyên pêngava Dijî Êrîşê, diyar bû. Îcar pirsa girîng jî ev e: Gelo ferwerîya karmeşandinê (ferwerîya Colanî) dê karibe hevpyemanan bi dewletan re girê bide? Di nerîna me de, tu biryar di destê vê ferwerîyê de tune ye ku hevpeymanan bi dewletan re girê bide da ku veberhênanan ji bo Sûrîyê bi dest bixe. Xuya ye Tirkîye jî di dema “li şûna dema windayî“ de dilîze. Îcar pirsa din a girîng ev e: Gelo civaka navneteweyî dê dosyeya sûrî, sazkirina dewleta Sûrîyê ya nû û şêwazê pergala ferwerkirinê, di destê dadmendîya dijminên demokrasîyê de (dewleta Tirk û Erdogan) bihêle? Nexasim ku ew bi rêya islamîyên tundrew desteserîya xwe li ser herêmê disepîne? Pirsa ji vê girîngtir jî ev e: Gelo dê qîma Israîl were ku komên islamî yên tundrew û sinî bi tena xwe desthilata Sûrîyê bikin, berteka erebî, navneteweyî û nexasim Israîl, dê çi be? Her wiha Îran û Rûsîya, tiştekî neke û bes temaşe bike?
Osmanîya nû xwe dispêre hêmana islamî ya tundrewî da ku destserîya xwe li ser herêmê bisepîne:
AKP bi serkêşîya Erdoganê xwedî helwesteke islamî ku di sala 2002 de desthilat ji cîhangirîyan wergirt, hêzdarîya xwe di her kuncikeke dewletê û sazîyên wê de xurt kirîye. Wî taybetmendîyên dewleta cîhangir ber bi islamîyê ve hêdî hêdî guhert; ew jî bi rêya derxistina zagonên ku li gor ramana islamî û xwestekên wî yên desthilatî bûn. Wî sîstema desthilatê ji perlemanî kir serokatî da ku biryarên çarenûsî di destê wî de bimînin, jixwe wî lêdana leşkerî ya sala 2016 bi kar anî da ku dijberên xwe biçewisîne û bi hezaran serheng avêtin zindanan û işkence kirin û bi behaneyên cûr bi cûr bi hezaran evser û leşker ji artêşê qewitandin da ku hêzdarîya xwe ya islamî û desthilatîya xwe ya nijadperest bisepîne; nexasim piştî ku bi MHP hevpeyman girê da da ku desthilata xwe bisepîne û artêş li gor fermana wî tev bigere da ku li dijberê xwe bixe, nexasim kurdan.
Alozîya sûrî bi destpêka 2011 re wek derfeteke zêrîn ji Tirkîyê re hat da ku xwe biparêze, biçek bike û bi rêya komên islamî yên tundrew (Daiş, Cebhetûnesere, ixwan û hwd), hêzdarîya xwe bisepîne da ku toranîya Tirkî ya bi gengê islamî bi kesine nû xurt bike, ew jî bo destpêkirina sedesalî ya komara Tirkîyê, jixwe Erdogan di bîranîna Sedsalî ya li ser damezirandina komara Tirkîyê di 2023 de, ev yek eşkere kir û got ku ev “sedsala Tirkî ya nû“ ye. Wî di gelek boneyan de gotîye ku rola wan piştî cîhangiran hatîye ku di sedsala bîst û yekê de welêt bi rê ve bibin. wî zêdeyî carekê gotîye ku ew (Tirk) ji ber rêkeftina Lozanê rastî sitemkarîyê hatine, çimkî destwerdan di xaka wan de hat kirin û rola wan hat sînordarkirin (li gor angaşta wî). Tirk dibînin ku ji mafê wan e ku ew xakên osmanî yên ji destê wan derketine, vegerînin (mebesta wan Heleb, Kerkûk, Mûsil û hwd).
Dewlet Bexçelî (serokê MHP) li hember koma xwe ya perlemanê (dema ala Tirkî li ser keleha Helebê hate hildan) got: “Tu welatîyekî Tirk tune ye ku dilê wî lê nade dema navê Helebê tê holê; çimkî Heleb ji serî heya pêyan Tirkî û misilman e, ne tenê em vê yekê dibêjin lê belê dîrok, xaknîgarî, rastî û bapîr wisa dibêjin, her wiha ala Tirkî ya li ser kela Helebê berba dibe, wisa dibêjeʺ. Piştî vê gotina Bexçelî bi du hefteyan, Erdogan jî li hember alîgirên xwe wisa got: “Gelek dipirsin çima Tirkî destwerdanê di dosyeya Sûrîyê de dike (mebesta wî jî CHP bû), em ji kesê pirsê dikin re dibêjin hûn nezan in û ew baş dîroka xwe nizanin û ji alîyê nirxên me yên çandî û şaristanî ve xizan inʺ. Erdogan wisa berdewan dike û dibêje: “Di demekê de ku di Şerê Cîhanê ye Yekem de sînor li herêmên me dihat nîgarkirin, gelo eger rewş cûda bûya dê çi çêbûya? Wê hingê dibe ku bajarên mîna Heleb, Hema, Îdlib, Reqa û Şamê mîna Entab, Hatay û Orfayê bûna û ew jî wîlayetên me bûna. We nas kir em çima li wir in?“ Li vir ji her kesî re diyar dibe ku angaştên Tirkîyê yên li ser PKK û ewlekarîya wê ya neteweyî de tev bihane ne da ku bigihêje armancên xwe yên rastîn. Armanca wê jî ew e ku bakurê Sûrîyê bi giştî dagir bike û mîna Skenderonayê tev li Tirkîyê bike û paşê herêmeke cihê çêke ku Tirkumenanm li sînorê di navbera Tirkîye û Sûrîyê de bi cih bikin.
Erdoganê ku hevalbendîyê Qeterê ye, xwe wek Îranê di desteserkirina herêmê de dike (ew jî bi rêya destwerdana di karûbarên herêmê de, her wek Lîbya, Afrîka ʺNîcer / Borkînafasoʺ, Qerebax û hwd). Ew dixwaze beşeke mezin ji bakurê Sûrîyê dagir bike, biryarên xwe li ser ferwerîya nû ya li Şamê bisepîne; ew jî bi rêya artêşa xwe ya islamî û çeteyên xwe yên ji Artêşa Azad û komên islamî yên tundrew. Tirkîyê ev kom hewandin, perwerde kirin û pere dan wan da ku xizmeta rojevên wê yên taybet bikin. Her wiha Erdogan kaxeza filestînî bi kar anî; nexasim bi rêya piştgirîya wî ya ji bo Hemasê û danasîna wê wek tevgereke berxwedanê kir. Van tiştan tevan dudilî û nerehetî li ba Israîl, Emerîka û Ewrûpa bi giştî çêkir.
Tirkî hewil dide ku xwe wek hêza herêmî ya duyem ji alîyê hêzê ve bide pêşkêşkirin ku ew rikeberîyê bi Israîlê re li ser hêzdarîya herêmê dike. Ew dixwaze bi rêya vegerandina osmanîya nû, pirojeya rêya aborî (Hindistan, Dewletên Kendavê, Israîl û Ewrûpayê) têk bibe. Berî şerê navxweyî li Sûrîyê, pêşinyarek hebû ku xeta gazê di navbera Tirkî û Qeterê de were çêkirin ku ev demeke dirêj e ku pêk nehat. Di sala 2009 de ev piroje (xeta stratîcî ji Qeter derdikeve û derbasî Siûdîyê, Urdun, Sûrî, Tirkî û paşê Ewrûpa dibe), hat pêşinyarkirin, lê Beşar derbasbûna vê xetê di xaka Sûrîyê de nepejirand da ku ziyan negihêje hevalbenda wî Rûsîya ya ku wê jî gaz hinardeyî Ewrûpa dikir[1]. Piştî ketina rêjîma Esed careke din xeta gazê ya Qeterî-Tirkî derket holê, lê belê gelek astengîyên mezin li pêşberî vê pirojeyê hene; ew jî cihê cosiyasî yê Sûrîyê, pêşbazîya hêzên navneteweyî û herêmî li ser xaknîgarîya sûrî (di ser de Israîl, Emerîka, Siûdîyê û hwd), rûxandina binesazîyên dewleta Sûrîyê û rewşa nearam a ku Sûrî niha wê jiyan dike. Hêjayî gotinê ye ku Erdogan ragihand ku bêyî erêkirina Tirkî, rêya Daûd a aborî ya ku di sala 2023 de li Hindistanê hat ragihandin, dê pêk neyê.
Gelo perojeya israîlî (rêya Daûd) û pirojeya xetên lûleyan yên Tirkî-Qeterî li hev bikevin yan jî Tirkî ji derve ve dijimatîya Israîlê dide diyarkirin û di bin re xizmeta Israîlê dike û rojevên wê yê herêmê pêk tîne? Hin bertekên israîlî û emerîkî li ser destwerdana Tirkîyê di karûbarên sûrî û sepandina wê ji desteserîya xwe li ser ferwerîya Şamê ya nû re, derketin pêş. Bi rêya telefonekê di 28. 12. 2024 de di navbera şalyarê derve yê emerîkî Antonî Bilînkin û şalyarê derve yê Tirkî, Emerîka got ku “ew pişta pêngava siyasî ya ku sûrî bi xwe wê bi rê ve dibe, digire û dixwaze ferwerîyeke giştî ya ku hemû alîyên sûrî dihewîne, were avakirin. Her wiha gerek e mafên mirovan di ber çavan re werin derbaskirin.“ Di heman demê şalyarê derve yê israîlî Cedon Saîr got: “Ferwerî li Şamê tune ye lê belê ew komeke sawkar in.“ Israîl dibîne ku hebûna van komên bêserûber li Sûrîyê metirsîyê li ser ewlehîya wê; nexasim ku vîdyoyên endamên van koman gefan dixwin ku ew ê Qudsê rizgar bikin. Ji ber wê jî Israîl bi lez hemû çekên stratîcî û embarên çekan li Sûrîyê hilweşnadin.
Li alîyê erebî jî, tevî ku hin dewletên erebî şandeyên xwe şandin Sûrîyê, lê rewşeke çavdêrî û nerehetîyê li ba dewletên erebî li hember tişta ku li Sûrîyê diqewime û pêngava “Dijî Êrîşê“ de heye. Dewletên erebî li ser ewlehîya xwe ya hundirîn û derbasbûna van koman li welatên wan bibin, ditirse û nerehetîyê de ne, tirs li ba şopîner û analîzvanan heye ku sînaryoya Efxanî li Sûrîyê dubare bibe. Îcar gelo heye ku Sûrîye ji bo komên islamî yên tundrew were hiştin mîna ku Efxanistan ji bo tevgera Talîban hat hiştin?
Tirsa Tirkî û guhertinên pêşerojê yên jinûxêzkirina Rojhilatê Navîn a nû:
Tirkî dizane ku pilanên ku Israîl, Emerîka û Birîtanya li herêmê dikin, di çarçoveya nîgarkirina Rojhilatê Navîn a nû de ne, ew baş dizane ku guhertin dê Tirkîyê jî bidin ber xwe. Êdî dosyeya kurdî ji derveyî desthilata wê maye û bûye xwedî rehendên herêmî û navneteweyî; nexasin piştî alozîya sûrî û beşdarîya HSD di şerê Daişê de li gel Hevpeymana Navneteweyî. Ebdela Gul (serokê Tirkî yê berê) li ser vê yekê tekez kirîye û berê gotîye: “Me doza kurdî zû negirt dest û şeweyek jê re nedît, niha jî ji destê me derket.“
Erê, kurd êdî hêzeke sereke pêk tînin ku di belavkirina demokrasîyê li herêmê û çareserkirina dozên ewlehî û aramîyê de, mirov dikare xwe bispêre wan. Tirkî ezmûna Rêveberîya Xweser a serkeftî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê napejirîne; ji ber wê jî her tim hewil dide ku bandorê li pêşveçûna bûyeran bike da ku li gor berjewendîyên wê be; çi bi rêya dagirkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê yan armancgirtina binesazîya herêmê be yan jî bi rêya fişarên siyasî û diplomasî be da ku pirojeya Rêveberîya Xweser têk bibe. Lê tevî van fişaran, Tirkîyê nikarîbû armancên xwe pêk bîne. Li gor van daneyan Dewlet Bexçelî şandeyek ji perlemantoyên Partîya Wekhevî û Demokrasîyê şandin Îmralîyê da ku birêz Ocelan bibînin û pêngava aştîyê ya ku di sala 2015 de rawestîyabû, ji nû ve vejînin.
Eger Tirkî ber bi serkeftineke siyasî ya rastîn ve neçin, dê serkeftinên ku Tirkîyê ji alîyê siyasî û leşkerî ve li Sûrîyê pêk anîn, demkî bin. Li vir jî girîngîya rola kurdan derdikeve pêş, çimkî rewşa aloz a ku Tirkî di şerê xwe yê li dij PKK jiyan dike û xerçkirina wizeya mirovî û aborî ji nêzî 50 salî ve, Tirkî ji hev xist, loma berdewamîya vî şerî ne di xizmeta Tirkîyê de ye; ji ber vê yekê ew neçar e li siyaseta xwe ya li hember kurdan vegere û li Sûrî û Tirkîyê bi wan re li hev were da ku hevkarîyeke rastîn pêk bîne. Her wiha gerek e ew danpêdanê bi mafên kurdan di destûra Tirkî de bike. Jixwe di dîrokê de jî hatîye tekezkirin ku hevpeymana Tirkîyê bi kurdan re, hêzekê didiyê; her wek ku di Cenga Melazgird (1071) û Cenga Çaldîran (1514) û Cenga Serxwebûnê (1919-1922) de pêk hat.
Ji ber wê jî mijara çareserkirina doza kurdî li Tirkîyê û herêmê bi giştî, gerek e neyê derenghiştin û gerek e bi rêya leşkerî bidawîkirina kurdan neyê pêşbînîkirin; nemaze hevsozîya navneteweyî bi kurdan re ne û ew dixwazin kurd mafên xwe li Sûrîyê bistînin. Ev jî mîna amajeyekê ji hêla dewletên Ewrûpî, Emerîka û Isralîlê ve ye ku ew “vîto“ li ser doza kurdî rakin û mafên kurdan li Sûrîya nû bipejirînin; ew jî piştî ku doza kurdî sed salî bêçare ma.
Kurd îro di hevsangîya siyasî ya Rojhilatê Navîn de bûne hejmareke zehmet û gerek e di ber çavan re werin girtin; ew jî ji ber hêza wan a leşkerî û birêxistinkirî li ser rûyê erdê li hember Daiş û komên islamî yên tundrew de bûn. Metirsîya Daişê hê bi dawî nebûye û tu misogerî tune ne ku Daiş careke din venegere. Li vir jî girîngîya kurdan derdikeve pêş; çimkî hêzên desteser (di serê wan de Emerîka û Israîl) dibînin ku kurd karîgereke hevsengî û hedarîyê li herêmê pêk tînin da ku li hember hêza komên tundrew li herêmê rawestin. Ji ber wê jî pêwîstîya van hêzên navneteweyî bi hin hevpeymanên nû hebû. Îcar derketina kurdan wek hêzeke sereke li rex ereb, Tirk û Farisan li herêmê, ji bo wan baş e; nexasim ku kurd ne xwedî xwestekên xweberferehkirinê ne (wek Tirkî û Îranê).
Rewşa sûrî ji ya efxanî cûda ye; ew jî ji ber cihê Sûrîyê yê costratîcî û cosiyasî yê girîng. Sûrî di navbera sê parzemînan de cih digire (Asya, Ewrûpa û Afrîka), nexasim eger em behsa vekişîna hêzên rûsî ji Sûrîyê bikin. Vê yekê qada Sûrîyê ji bo Emerîka û Israîl vala hişt. Xala din a girîng ewlehîya Israîlê ye, jixwe me di pêşîya axaftina xwe da got ku Israîl dê bibe hêza desteser û ew ê Rojhilatê Navîn bi rê ve bibe, êdî ebûna Emerîka li herêmê bêtir pişta wê digire, ji ber wê jî sînaryoya efxanî dê li Sûrîyê dubare nebe.
Gelo Colanî li gel komên islamî yên tundrew dê li ser desthilata Sûrîyê bimînin?
Ketina rêjîma Esed di çend rojan de li ser destê hêzeke islamî (HTŞ-Cebehtûnesre) ku hêzeke tundrew bû û di lîsteya sawkarîyê de bû û ji bo serê fermandarê wê 10 melyon dolar hatibû terxandin, cîhan matmayî hişt. Carinan levketina berjewendîyên hêzan, tiştinan pêk tîne ku dûrî hiş e. HTŞ ji bo kuştian sê çûkan bi kevirî hat bikaranîn; anku rûxandina rêjîma Esed, hêzên îranî û fişarkirina li ser hêzên rûsî û derxistina wê ji herêmê. Eger Colanî li gel komên din li ser desthilatê man, wê hingê divê em bizanin ku HTŞ misogerî dane Israîlê ku ew ê pê re li hev were û sînorê Israîlê biewle bihêle û di pêşerojê de ew nebe jêdera metirsîyê ji bo Israîl û ewlehîya wê ya neteweyî. Her wiha eger ew li ser desthilatê bimîne, naxwe wê soz daye ku rê nede Îran û Rûsîya ku careke din vegerin Sûrîyê.
Rûxandina rêjîmê ji hêla HTŞ ve û birêvebirina herêmê ji hêla Ferwerîya wî ya demkî ve, nayê wateya ku ew ê destwerdanê di çarenûsa Sûrîya pêşerojê de bike. Damezirandina pergala desthilatê li Sûrîya nû, dê ne ji hêla ferwerîya Colanî ve pêk were, lê belê bi serpereştîya Emerîkî û neteweyî be. Man û nemana Colanî li gel komên islamî li ser desthilatê, girêdayî jidilbûna wî û fermandarên wî ya guhertinê ye; nexasim guhertina hişmendî û reftarên wan, ne tenê şêwe û dirûvên wan; her wek birîna yan hiştina rihê. Ya girîng li vir ew e ka Colanî heya çi astê dê daxwazên civaka navneteweyî pêk bîne û dewleteke demokratî ava bike ku tê de mafên mirov û kêmjimaran parastî be û danpêdan bi mafên hemû nijad, têre û bawerîyan hebe. Her wiha gelo hemû komên girêdayî Colanî dê fermanên wî yên di vê der barê de pêk bînin an na? Bi rastî rewş gelekî aloz e û gelek astengî li benda Colanî hene, jixwe ev yek di van mehên bê de, dê zelal bibe.
Dibe ku qonaxa ferwerîya HTŞ, qonaxeke demkî di dîroka Sûrîyê de be; her wek ku di dema lêdanên leşkerî de di salên pêncî yên sedsala borî de pêk hatin. Dibe ku HTŞ guhertineke ji kokê ve di bingeha xwe û îdyolocîya xwe de pêk bîne, xwe dûrî tundî û selefîyê bike û rêbazekî islamî ya nerm bimeşîne ku li gor hêzên Rojavayî, Emerîkayê û civaka sûrî re. Dibe ku rola wê bi dawî jî bibe û bi yek carê dûrî qada sûrî were xistin. Bi her halî, qonaxa niha, qonaxeke demkî ye, paşê ferwerîeke veguhêz ji hemû pêkhateyên Sûrîyê were çêkirin.
Sê sînaryo der barê pêşeroja Sûrîyê de xwe didin pêş:
Ketina rêjîma Esed nayê wateya bidawîbûna nakokî û şerê hêzên sermayedar li Sûrîyê û nayê wateya çareserbûna hemû doz û kêşeyan. Di çarçoveya guhertina şêweyê Rojhilatê Navîn û jinûnêgarkirina wê de, dibe ku nakokî bi salan dom bikin. Bê guman em behsa tevlîhevîya bizanebûn û nakokîya hêzan ji bo xwehiştina li ser xaka Sûrîyê dikin; nexasim ku komên islamî yên tundrew yên ku Tirkî pişta wan digire, berbelav in û dixwazin desthilatê li Sûrîyê desteser bikin. Ev yek jî nîşaneya metirsîyeke mezin dide ku aramî û hedarîya cîhanê bi giştî dixe bin gefan de. Dibe ku bipêşveçûnên bilez me mat bihêlin û dibe ku tiştên me pêşbîn nedikirin, biqewimin, jimareke sînaryo li Sûrîyê xwe didin pêş, ew jî ev in:
Sînaryoya yekem: Dibe ku rewş wisa bimîne; anku piştî ku rewatîyê bi dest bixe, Colanî li ser desthilatê bimîne û desteserîya xwe li ser tevahîya Sûrîyê bisepîne (di nav de Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Siwêda û herêmên din). Dibe ku ew vê yekê bi rêya tundî û sepandina desteserîya xwe pêk bîne. Jixwe ev yek dê bi handan û piştgirîya Tikrî-Qeterî û hin dewletên islamî yên din ên ku naxwazin guhertin li Rohilatê Navîn çêbin, pêk were. Wê hingê tenê nimûneya dewleta navendî ya xwedî rûyekî elewî ber bi dewleteke navendî ya xwedî rûyekî sinî yê yekalî ve were guhertin. Ev yek jî dê bi xwe re alozîyên zêdetir û şerên tîreyî-navxweyî yê bêdawî bîne, jixwe ev yek jî dê buhayê wê li ser sûrîyan gelekî giran be.
Sînaryoya duyem: Parçekirina Sûrîyê li ser jimareke dewlet û sabarên biçûk li gor tîre û nijadên ku li ser xaka sûrî hene. Ev yek jî dê wek parçekirina Fransî ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Sûrîyê be. Îcar bi kêmanî dê sê-çar dewletên biçûk çêbibin; ew jî dewleta elewî, dirzî, sinî û dewleta Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bin. Ev sînaryo (bi kêmanî di vê dema niha de) ne pêkan e, lê eger helwesta sûrîyan der barê awayekî hevbeş neyê yekkirin ku tê de mafê her kesî (di nav de kurd) yê ziman, çand û nasnameyê, were parastin û pergaleke demokratî neyê avakirin ku hemû sabar, nijad û tîreytan bihewîne, wê hingê ev bijarde dê her pêşbînîkirî bimîne.
Sînaryoya sêyem: Pergala fedralî ye. Tevî ku pergala fedralî li gelek welatên Rojavayî û erebî (Siwêsra, Almanya, Emerîka, Îmarat û hwd) bi ser ketîye û serkeftinên mezin di biwarê hevjiyana aştîyane û parastina mafan û jiyana birûmet, pêk anîne jî, lê gelek dewletên Rojhilatê Navîn wê wekê tiştekî nebaş dibînin ku ziyanê digihîne berjewendîya giştî û wê wek gavekê ber bi cihêbûnê ve dibînin, lê di rastîyê de ew çareserîya herî guncav ji bo mozayîka sûrî ye û ew li gelek welatên pêşketî bi ser ketîye.
Sînaryoya çarem: Pergala nenavendî ye, anku ya nêzî rêveberîya xweser e, civaka sûrî civakeke pirreng e û ji alîyê nijadî, olî û çandî ve cihêreng e, loma gerek e destûrek were danîn ku hemû pêkhate li ser li hev bikin û mafê kêmîne û tîreyan biparêze û hêvîyên hemû sûrîyan di pergaleke demokratî a pirreng û nenavendî de pêk bîne ku li ser bingeha wekhevî û dadmendîyê ava bûbe û dûrî zordarî û nijadperestîyê be; çimkî gelê sûrî li ser destê rêjîma Bas, gelekî ji ber van tiştan astengî û êş kişandîye. Ev sînaryo niha bi Rêveberîya Xweser tê nimandin ku ew pirojeya “neteweya demokratî“ wek bingeh ji bo jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de ji 2013 ve bingeh digire û hemû pêkhateyên herêmê (kurd, ereb, suryan, asûr, ermen, tirkumen û hwd), tê de beşdar dibin.