ANALÎZ

Li ser Lihevhatina bi Sûriyê re Erdogan Dudilî ye!

 

Daxuyaniyên ku Erdogan di dema dawiyê de derbarê siyaseta nû ya Tirkiyê de li gel rijêma Sûriyê dane, hiştin ku aliyên têkildar bi aloziya Sûriyê re hin helwestên cûda bidin xuyakirin, nemaze helwesta Amerîkayê ku ew li dij vê siyaseta Tirkiyê ya nû derket.

Êdî Amerîka dibîne ku serokê Rûsyayê Vladîmêr Potîn weke rêzanê vê lihevhatina Tirkî-Sûrî ye.

Li gorî nerîna Potîn, ev lihevhatin dikeve xizmeta berjewendiyên her du welatan ku Sûrî bi hewceyî Tirkiyê ku danpêdanê bi rijêma Sûrî re bike, her wiha Erdogan bi hewceyî serkeftineke derveyî ya diplomasî yan jî leşkerî ye, da ku aloziya hilbijartinên Tirkî yên li pêş derbas bike.

Jixwe Rûsyayê pêşniyarek ji Tirkiyê re pêşkêş kiribû, ew jî bi riya cîgirê wezîrê xwe yê derve Sêrgî Vêrîşînya re ku ev pêşniyar misogeriyê dide ku hêzên HSD`ê dê ji Kobanê û Minbicê li gundewarê rojhelatê Helebê vekişin, li gel hiştina hêzên ewlehiyê yên bi ser Rêveberiya Xweser ve li herêmên ku dê HSD wan vala bike, her wiha tevlîkirina hêzên Asayîşê bi hêzên Leqa pêncan  a Sûrî re.

Tê xuyakirin ku Enqerayê erêkirinek li ser vê pêşniyarê daye nîşankirin.

Ev tevgera xurt a Rûsiyayê ji bo lihevanînê di navbera Tirkiyê û Sûriyê  de, ne li gor xwesteka Amerîkayê bû, lewra vê yekê hişt ku diplomatê navdar Cêms Cêfrî di hefteya bûrî de seredana Tirkiyê bike Ku ew bi wezîrê berevaniya Tirkiyê re civiya, lê hîn her du aliyan tu agahî derbarê hûrgiliyên de hevdîtinê nedane ragihandin, lê hat xuyakirin ku seredana diplomatê Amerîkî Cêfrî ji Tirkiyê ne balkêş bû. Lê hin jêderan ji nava rikberiya Sûriyê gotin ku Cêfrî tenê hin ramanên giştî bi xwe re anîbûn, li gorî wan jêderan, pêşniyara Amerîkî dixwaze pêkanîna gotûbêjekê di navbera Tirkiyê û HSD`ê de çêbike Ku ew pêşniyar di naveroka xwe de hin Ramanan werdigire, ji wan jî dûrxistina kesayetiyên serkêş yên PKK ji herêmên Rêveberiya Xweser, dûvre pêkanîna hevdîtinên ku rê li ber têkiliyê di navbera rikberiya Sûriyê û HSD`ê de veke, ew jî ji bo  eniyeke yekgirtî a rikber li dij  rijêma Sûriyê were avakirin.

Êdî armanca Amerîkayê ew e ku baweriyê di navbera HSD`ê li rojhelatî Feratê û rikberiya Sûriyê li rojavayê Feratê were avakirin, piştre dergeh di navbera her du aliyan de werin vekirin, êdî bazara aborî di navbera wan de were yekkirin, her weha roleke Enqerayê di vê derbarê de bi taybetî di warê aborî de, hebe .

Pirsa ku xwe tê kirin ev e: Gelo dê Tirkiye li ser pêşniyara Amerîkayê erê bike?

Bersiv jî ev e:

Tirkiye pirtir nêzîkî pêşniyara Rûsyayê ye û erêkirina Tirkiyê li ser pêşniyara Amerîkî dê hin helwestan li ser Tirkiyê bisepîne, bi kêmanî ku ew dev ji hevbeşiyên xwe di tewereya Astanayê de berde, êdî xwe veguhezîne hevbendiya Amerîkayê, dibe ku Erdogan li ser pêşniyara Amerîkî erê bike; ew jî eger bibîne ku pilana navborî ya Amerîkî dê alîkariya wî di qezenckirina helwesta Amerîkayê û helwesta Kurdan di hilbijartinên Tirkî yên bên de bike.

زر الذهاب إلى الأعلى