ANALÎZ

Nîşaneyên siysetine nû di çarçoveya aloziya Sûriyeyê de.

Rêjîma Baas, hewilên xwe yên xwerewakirina di desthilatê de berdewam dike û di siyaseta xwe ya ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê de bi kar tîne, berdewam e. Ev siyaseta ku rêjîma Baes bi kar tîne, pê re hejmarek kiryar bi kar anîn da ku bingeha gelêrî ya ku jê re maye, biparêze û ji bin kontilora wî dernekeve. Ji ber wê jî hewil didin ku şepêlên dijberî rêjîma Basê li Şama paytext, biçewisîne. Jixwe Şam jî navenda biryarê ye ku Rûsya û Îran ew desteser kirine.

Dibe ku xalên herî berbiçav yên ku mirov dikare nîşan bide, serdana ku wezîrê derveyîn ê Îmaratê “Ebdela Kurê Zayîd al -Niheyan  bo Şama peytext bû û hevdîtina di navbera wî û serokê rîjîma Baas “Beşar el- Esed” de bû. Ev serdan rastî nerazîbûnekê ji hêla dewletên rojavayî û yên ereban hat. Vê serdanê hişt ku hin dewlet nerazîbûna xwe ji vê hewila levhatina bi rêjîmê re ya ku Îmarat pê rabû, bidin diyarkirin. Tevî ku Îmaratê tu nîşanên vegerandina Sûriye bo komkara erebî neda diyarkirin. Lê bi rêya vê serdanê, rêjîma Baasê hewil da, nameyeke dilxweşiyê pêşkêşî hundirê Sûriyeyê bike. Ew name jî dide diyarkirin ku  veberhênanên îmaratî dê bi Şamê re vegerin. Bi rastî jî, hin alavên ragihandinê yên nêzî rêjîma Baas, nûçeyek weşand. Ew nûçe dide diyarkirin ku beşgeha kehrebê  ya hikûmeta rêjîmê girêbestek bi beşgehine Îmaratî re girê dan da ku îstgeheke  hiberandina kehrebê bi rêya tîrêja rokê(fotoelektirîk) bi şiyana 300mw li gundewarên Şamê ava bikin. Lê vê dawiyê derewa vê nûçeyê derket û hat diyarkirin ku kesên di wêneyên ku hat weşandin de, kesine sûrî ne û ne weke ku ragihandina rêjîmê dida ragihandin.

Di heman  çarçoveyê de û bi armanca diyarkirin ku jiyan li Sûriyê heya astekê vegeriyaye weke berê, rêjîmê bi destekdayîna rûsî, civîneke berfereh li dar xist da ku atmosfera vegera penaberên sûrî amade bike. Jixwe vegera wan yek ji bingehên sereke yên ku welatên rojavayî xwe dispêrinê da ku têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re vegerînin û alîkariya wê di jinûveavakirina Sûriyeyê de bikin û cezayên li ser sepandî rakin. Lê Waşingtonê vegerandina têkiliyan bi rêjîma Baas re dê pêkneyênîne,heya ku rêjîm siyasta xwe ya heyî neguhere. Waşington di danûstandinên xwe yên bi Rûsye der barê dosyeya Sûriyeyê de, li ser vê yekê tekez kiribû. Ev pêngav di demekê de tê ku Rûsye hewil dide armancên Waşintonê di Sûriyeyê de kêm bike. Li vir jî ne dûr e ku lûtkeyeke sêalî weke lûtkeya  Qudsê ya ku pûşbera 2019 hatî lidarxistin, di navbera Rûsye, Amerîka û Îsraîlê de were lidarxistin. Di wê lûtkeyê  de jî, hêzên Rûsiye, rê li pêşiya operasyonên leşkerî  û ewlekarî yên Îsraîlê di hundirê xaka Sûriyeyê de vekiribû.

Tevî ku rêjîma Baas dev ji siyaseta xwe ya hişk der barê herêmên derveyî kontirola xwe bernade jî û tevî ku tevahî rêbazên çareseriya siyasî napejirîne û tevî ku heya niha aloziya Sûriye weke dosyeyeke ewlehî dibîne û di nerîna wê de dezgehên ewlekariyê gerek e wê dosyeyê çareser bikin jî, levkirina Deraayê qasiya destwerdana ewlekarî da diyarkirin. Vê levkirina ku hêzên rûsî serpereştiya wê dikir û hewil dida ku jîngeheke hedariyê peyda bike, lê Rûsya dît bê çawa bûyer li Deraayê bûn dosyeyeke ewlehî  û çawa rêjîmê li gorî wê xwe ji tevahî endamên ku levkirin pê re kiribûn, xilas kir û ji bo ku rê li ber serîhildana wan rake, çek jî ji wan standin.

Di heman çarçoveyê de, levkirina ku li Dêra Zorê çêbû ku rêveberê Rêveberiya Giştî ya Saloxgeran “Husam Lûqa” serpereştiya wê dikin, tekez dike ku rêjîma Baasê hê heman rêbazê xwe di danûstandina bi aloziya Sûriyeyê re dimeşîne. Li gorî agahiyan, hejmareke mezin a endamên Heşda Şabî û hin rêxistinên din ên îranî di vê pêvaoya levkirinê de amade bûn. Ev jî dihêle pirsek der barê dema levkirinê û armanc jê, derkeve holê. Ne dûr e ku ev hin pêngav bin ji hêla rêjîmê da ku fişarê li êlên ereb û pêkahateyê ereb li herêmên bakur ê rojhilatê Sûriyeyê bike. Ev yek di demekê de pêk tê ku AKPê şerekî taybet li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de dimeşîne da ku Rêveberiya Xweser û HSDê hejmarek tawîz ji bo hêzên navneteweyî pêşkêş bike.

Bê guman nelevkirinek di navbera  berjewendîyên şepêla îranî û ya rûsî de li Şama paytext heye. Rûsiya jî dixwaz bi rêya guhertina rêbazê rêjîma Baasê der barê dosyeyên herêmî de guhertinê di hevkêşeya pirsgirêka Sûrî de çêke, bi taybet têkiliya Rêjma Baasê bi dewletên derdora xwe re û di nav wan de Îsraîl. Lê ev guhertina han ne li bayê Şepêla Îranî bû. Dibe ku careke din danûsatandinên di navbera Paytexta Şamê û Rêveberiya Xweser de bên rawestandin. Ew jî ji ber ku Şepêla Îranî dixwaze pirsgirêkan li pîşiya van danûsandinan derxe. Ev rageşiya berbiçav di zimanê alavên ragihandinê yê Rêcîma Basê de  derbarê herêmên Rêveberiya Xweser de pir dibe.

Li vir sînariyoyên girêdayî rageşiya leşkerî ya ku Amerîka û Tilevîvê dê li dijî rêjîmê pêk bînin, girêdayî  lihevhatinên ku dibe di navbera Amerîka, Îsraîl û Rûsiya de di hefteyên bê de pêk werin.

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى