ANALÎZ

Hebûna tirkî-îranî li rojavayê Feratê û levketina berjewendiyan

Hebûna tirkî-îranî li rojavayê Feratê û levketina berjewendiyan

Tevî dijberiyên mezin di navbera Îran û Tirkiyeyê de û tevî nakokiyên dîrokî di navbera her du aliyan de, hin nakokiyên navneteweyî û kirîza Sûriyeyê di hin aliyên xwe de (her wekî Kongira Asatana), hiştin ku nêzîkatî di navbera her du aliyan de çêbibe. Xuya ye niha jî bi qasî ku ew hevkar in, ne dijberên hev in. Lê belê heye ku asta rûbirûbûnê di navbera wan de, di pêşeroja nêz de, bi taybet di dosyeya sûrî de, Zêde bibe.

Rast e tirk û îranî niha di gelek dosyeyan de lihev in, lê tevî rêkeftinên di navbera wan de îmzekirî û tevî encamên civînên Asatana jî, dibe ku ev kêlî zû derbas bibin û pêdiviyên wan ên ciyostratejîk dê bihêlin rûbirûyî hev bimînin. Ji aliyê Îranê ve, ew angaşt dike ku ew berevaniyê di ber berjewendiyên şîʹî li Rojhilata Navîn dike. Tirkiye jî angaşt dike ku ew mîratgira impiratoriya osmaniyan e û ew parasvana misilmanên sinî ye. Lê ne pêwîst e şer bi awayekî yekser di navbera her du aliyan de pêk were. Lê dibe ku bi rêya milîsên îranî û çeteyên tirkî (komên cîhadîst yên girêdayî Tirkiye) be.

Piştî ku Tirkiye di têkbirina rêjîma Sûriyeyê de bi ser neket û piştî ku çeteyê wê tenê di Îdlib û herêmên “mertala Feratê” de hatin bisînorkirin û piştî ku Îran bi alîkariya Rûsiya karîbûn parastina rêjîmê bikin û piştî ku wê nikarîbû ji ber derbeyên israîlî xwe li başûrê Sûriye bi cih bike, pêşveçûnên ku li ser xaka Sûriyeyê çêbûn, tu guhertin di hisabên her du aliyan de ji bo ku hêzdariya xwe li bakurê Sûriyeyê pêk bînin, çênekirin. Tirkiye hewil dide projeya xwe ya dagirkekeriyê “Rêkeftina Milî” bi her awayî berdewam bike, guhertinên demugrafîk li herêmê pêk bîne û kembereke reş bi navê herêma biewleh bi rêya çeteyên xwe yên terorîst ava bike. Îran jî hewil dide ku hebûna xwe bi rêya şîakirina herêmê xurt bike. ji ber wê jî, Îran navenda Suxnê ya rojhilatê Tedmurê kiriye navendeke herî mezin a şîakirinê da ku xelk tev li milîsên îranî bibe. Her wiha Îran hewil dide we ber bi Bûkemalê ve berfereh bike da ku ev herêm bikevin di bin hêzdariya wê de. Her wiha çavên îraniyan ketiye Heleba xwedî cihekî stratejîk ji bo ku projeya xwe ya xwegihandina li Deryaya Spî tekûz bibe; nemaze piştî ku berbenda Laziqiyê desteser kirin. Jixwe berê herêmên şîʹî li Helebê hene, her wekî bajarokên Nubil û Zehra. Stratejîka Îranê ya demdirêj xwe dispêre damezirandina kopiyekê mîna Hizbulaha libnanî û veguhestina wê tecrubeyê bo Sûriyeyê. Îran vê yekê di demekê de dike ku Amerîka, Israîl û Rûsiya jî, hewil didin hebûna îranî ya leşkerî li Sûriyeyê bi sînor bikin.

Di vê çarçoveyê de, herêmên rojavayê Feratê, weke herêmên rastîhevhatinê yên rasterast di navbera artêşa tirkî û çeteyên wê ji aliyekî ve û milîsên îranî û hêzên rêjîmê ji aliyekî din ve ne. Ji ber vê yekê, tevgerên tirkî ber bi Tilrifet û Minbic, dê bihêlin Îran bi rêya milîsên xwe li hemberî Tirkiye raweste û rê li ber dagirkirina wê ji hin deverên din ên xaka Sûriyeyê re bigire. Tevgerên Tirkiyeyê bêyî ku bi Îranê re li hev bike yan jî erêkirina wê wergire, dê bihêle hebûna îranî ne tenê li bakurê Sûriyeyê, lê belê li Sûriye bi giştî kêm bibe. Ev yek jî dê bandorê bi awayekî yekser li projeya îranî bike.

Dibe ku hin aloziyên navneteweyî (her wekî aloziya ukraynî) bandorê li projeyên her du dewletan bikin. Ew jî dê bihêle projeyek li ser hesabê projeyeke din pûç bibe. Dibe ku Amerîka destê Tirkiye di hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berde (wekû çawa di sala 2019an de xwe ji Girê Spî û Serê Kaniyê vekişand û rê da Tirkiye da ku wan dagir bike). her wiha dibe ku Rûsiya jî  weke bersiv li hemberî rêkarên Amerîka û Israîl (ku her du dijberên şerê wê yên li Ukraynayê ne û alîkariya wê ji aliyê leşkerî ve dikin) destê Îranê di herêmê de berde. Di 2. 5. 2022yan de civîneke sêyem a nehênî li baregeha Himêmîmê çêbû. Rûsiye, Îran û rêjîm beşdarî vê civînê bûn. civîn li ser çawaniya dagirtina Îranê ji valahiyan re, piştî vekişîna Rûsiye ji hin herêman.

Dibe ku vebûna siyasî ya tirkî bi ser dewletên kendavê, bandorê li têkiliyên îranî-tirkî bike û dibe ku banora wê li Yemenê bibe jî. Ew jî bi rêya piştgiriya hikûmeta yasa bi drownan li dejî komên hûsiyan. Her wiha dibe ku piştgiriya Iraqê bike; ew jî bi rêya pûçkirina her hikûmeteke ku ji hêla Îranê ve were piştgirtin. Her wiha dibe ku li hemberî projeyên îranî li Sûriyeyê raweste. Ji aliyekî din ve, dibe ku hevkariya di navbera dezgehên ewlekariyê Tirkiyeyê û dezgehên saloxgerî yên israîlî, di girtina hejmarek çalakvanên pasevanên şoreşê yên Îranê, bihêle Tirkiye li hemberî xwestekên îranê û armancên wê li herêmê raweste.

Tirkiye dixwaze desteseriya leşkerî li ser herêmê bisepîne û Îran jî dixwaze hêzdariya xwe bi awayekî çandî bi rêya şîakirinê û leşkerkirina wan di nav milîsên îranî de, bisepîne. Li hemberî xwestekên van her du welatan di bakurê Sûriyeyê de û hewildanên wan ên desteserkirina herêmê da ku projeyên xwe yên dijberî hev pêk bînin, operasyonên ku Tirkiye pêk tîne û xwestekên wê yên xweberferehkirinê, dibe ku bihêlin dawî şer di navbera wê û hêzên îranî û hevkarên wê de rû bide. Ev jî dê bihêle derfetên şer di navbera her du aliyan de zêdetir bibin. Dibe ku ev yek jî bandorê li nexşeya siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى