ANALÎZ

Sûrî û Vegera Li Qonaxa Pêşîn

Ji destpêka sedsala bîstan de, zêdebûna şer û nakokîyê di navbera hêzên ku dixwazin herêmê desteser bikin de û bi dawîkirina hin dewletan (weke dewleta osmanî), êdî pêwîstî hebû ku şerê cîhanê yê yekem (1914-1918) dest pê bike û pergala herêmî û navneteweyî li gor pilansazî û stratîcîyên xwe ji nû ve ava bikin. Êdî ji bo ku piştî şer ev dewlet nekevin pêsîra hev, dewletên bihêz û serkeftî (Brîtanîya, Fransa, Îtalîya, Yekîtîya Sovyetî û Emerîka), hejmareke civînên nehênî û darîçav berî û di dema şer de û piştre jî li dar xistin. Di encamê de wan biryar da ku Rojhilatê Navîn di navbera xwe de parve bikin û dewletine neteweyî ava bikin. Bi vî awayî dewleta Sûrî derket holê û ew bû para Fransîyan ya ku siyaseta xwe ya ku li Rojhilatê Navîn dimeşandin, li wir jî meşandin. Loma Fransa Sûrî li ser çend dewletên biçûk parçe kir, ew jî ev bûn: Şam 1920, Heleb 1920, Dewleta Elewîyan 1920, Dewleta Çiyayê Dirzîyan 1921, Dewleta Libnana Mezin 1920, Lîwayê Skenderona yê serbixwe 1921[1]. Herêmên Cizîrê jî, bi taybet bakur û rojhilatê Sûrîyê, di bin desteserîya Fransî ya rasterast de bû.

Ev siyaset û rêbaza desthilatdarîyê di navbera salên 1936-1940î de ma. Paşê dema hêzdarîya fransî di şerê cîhanê yê Duyem de lawaz bû (piştî ku lêdanên dijwar li ser destê Almanîyaya nazî xwarin) ev rêbazê desthilatdarîyê li Sûrîyê hilweşîya. Di encam de di sala 1946 de dagirkerîya fransî ya bi ser Sûrîyê de bi dawî bû. Tevî ku Sûrî serxwebûna xwe ragihand û hewl da ku pergaleke demokratîk ava bike, lê ev yek neçû serî, çimî hejmareke lêdanên leşkerî pêk hatin. Piştî ku pêngava siyasî bi ser neket, neteweperestan ji bo ku ji alozîyê derkevin, hewl da ku di sala 1958 de yekîtîyê bi Misrê re pêk bînin, lê vê yekê zêde dirêj nekir û jevcihêbûn çêbû. Piştî wê di sala 1963 de basî bi lêdaneke leşkerî rabûn û rew û zagona awarte li ser welêt sepandin.[2] Paşê di sala 1971 de lêdana leşkerî ya din pêk hat û pergaleke zordar li Sûrîyê bi serwerîya rêjîma sûrî ya niha hat damezirandin. Ji ber ku vê rêjîmê nikarîbû kêşeyên welêt çareser bike û siyaseteke hundirîn a zordar dimeşand, rewş di sala 2011 de careke din teqîya û welat ber bi tundî, tevlîhevî û hilweşîn û parçebûnekê ve çû (mîna ku ew vegere qonaxa xwe ya pêşîn).

Ev rewşa heyî girêdayî hejmareke karîgerên hundir û derve, ew karîger jî girêdayî rewşa cosîyasî  ya niha li Sûrîyê ye. Karîgerên derve girêdayî rojevên dewletên ku di alozîya Sûrîyê de bi bandor in ku dixwazin herêmine xwe yên hêzdarîyê saz bikin. Jixwe karîgerên hundir jî girêdayî helwesta kînê yên di navbera hêzên xwecihî de ku gihaştîye asteke pir metirsîdar, ew jî ji ber îdyolocîyên nijadperest, neteweperest û olperest. Di vê qonaxê de rêjîma tirkî bi xurtî amade bû, nexasim ji alîyê helwesta wê ya dijberî doza kurdî ku rêjîma tikrî di çarçoveya alozîya sûrî de, her tim gef xwarine ku ew ê kurdan bikuje û koçber bike, jixwe gefa dawî ya tirkî bi zimanê Sûrîn bû ku bi rêya çeteyên ʺArtêşa Niştumanîʺ pêk hat. Ev jî dide diyarkirin ku jiyana hevbeş bi xwedîyên van îdyolojîyên tundrew re, gelekî zor e.

Nîşaneyên vî dîmenî (vegera li qonaxa pêşîn) ji roja yekem a alozîya sûrî, dest pê kir, lê piştî ku hêzên navneteweyî û herêmî pişta alîyên şer ên xwecihî girt, ew zêdetir bû. Hin ji van dewletan bi awayekî rasterast destwerdan kir, ew jî ji bo ku pişta hevalbendê xwe bigire û hinên din jî herêmine welêt dagir kirin, da ku hebûna xwe li ser xaka Sûrîyê misoger bike û tê de bimîne (her weke dewleta Tirk). Dewleta Tirk ji her alîyî bêtir dixwaze xaka Sûrîyê parçe bike û dewleteke alîgira xwe lê ava bike û hin beşên wê tevî xaka xwe bike (her weke ku li Skenderonayê kir).

Pirê caran, rijdbûna li ser tiştekî, berovajî xwestek û armanca sereke tê. Mirov dikare vê rêgezê li ser hêzên bibandor ên herêmî û navneteweyî di Sûrîyê de bi cih bîne, çimkî wan her ku daxuyaneyek dida di nav re digot: ʺpêwîst e serwerîya Sûrîyê were parastin û Sûrî neyê parçekirinʺ. Lê dema mirov kiryarên wan li ser erdê dibîne, tê digihêje ku ew naxwazin aramî û hedarî bikeve Sûrîyê, bervajî wê dixwazin bi lez pêvajoyên guhertina demografîk û parçebûna ramyarî li herêmê pêk bînin. Weke mînak, mirov dikare hin palpiştan bîne bê çawa siyaseta navneteweyî û herêmî dixwaze parçebûnê li herêmê pêk bîne. Mînake pêşîn, bazarên eşkere yên di navbera Rûsîya, Tirkîya, Îran, Rêjîm û Rikberîyê de li Asatana û Sûtçî. Her wiha pejirandina hemû alîyan (di nav de Emerîka) ji dagirkirina Tirkîyayê ji xaka Sûrîyê re, palpişteke din a vê yekê ye. Ji alîyekî din ve ʺBasên keskʺ û  bazarên ku li Xûtayê û başûrê Sûrîyê çêbûn, ne dûrî van siyasetan in, êdî kesên nedixwestin bi rêjîmê re li hev werin, ew şandin Idlibê û hin ji wan li Efrînê hatin bicihkirin, ew jî piştî ku xelkên wê koçber kirin. Ya din jî levkirinên ku di navbera Kêrî û Lavrov di navbera salên 2015-2016 de der barê alozîya sûrî de çêbûn[3] û di sala 2018 de li ser van levkirinan careke din hat tekezkirin (piştî hevdîtina Potîn û Trump li Hilsinkî), dibe ku heta niha ev levkirin li dar bin, lê hin guhertinên awarte çêbûbin (nexasin piştî şerê Rûsî li Ukraynayê). Dibe ku di wan hevdîtinan de Emerîka û Rûsîya li ser parvekirina herêmên hêzdarîyê li Sûrîyê li hev kiribin. Tişta din jî levhatina ku di navbera Israîl, Emerîka û Rûsîyayê de di sala 2019 de li Qudsê pêk hat ku Urdun jî bi awayekî nerasterast beşdar bû. Ev civîn bi taybet der barê hebûna Îranî û endamên Hizbulahê li ser sînorê Israîlê bû. Di encamê de hêzên navborî heya 85 km dûrî sînro ketin, lê ev yek bi awayê ku dihat xwestin pêk neht û hebûna wan li herêmê ma. Mirov dikare rageşîyên bênavber ên niha ku li başûrê Sûrîyê û rojavayê Feratê (bi taybet li Helebê) rû didin, bi rêkeftineke navneteweyî ya li ser reewşa dawî ya Sûrîyê ve girê bide.

Bûyerên dawî li Helebê bervajî hemû pêşbînîyên der barê xurtbûna rêjîmê û jidestdana Rikberîyê ji gelek xalan re bû. Alozîya sûrî ket qonaxeke siyasî ya nû ku dibe destpêka parçebûna xaknîgarîya sûrî li ser çend herêman (vegere weke rewşa sûrî ya di dema dagirkerîya Fransî de). Mirov dikare van herêmên nû (bêyî diyarkirina sînorê xaknîgarî yê her alîyekî, çimkî bûyerên li ser erdê rojane bi pêş dikevin û nexeşya hêzdarîyê di navbera dem û demekê de diguhere) bi vî awayê li jêr diyar bike:

  • Herêma di bin desteserîya Beşar de (Rûsîya pişta wî dê bigire). Ev herêm dê li Laziqîyê, Tertûs, Hums û Şamê be.
  • Herêma di bin desteserîya Tirkî û Rikberîya islamî de. Heleb dê navenda wê be. Jixwe berî du rojan Colanî ku di lîsteya sawkarîyê de ye, serdana wê kir bêyî ku ji armancgirtinê bitirse. Wî li ser keleha wê da xuyanîkirin ku ew ê tevgera xwe rawestîne û rêveberîya herêmê bixe destê encşmeneke veguhêzer. Ev jî diyar dike ku levkirinên navneteweyî, erebî û tirkî hene, da ku tevgerê rewa bikin li hember pêkanîna hin daxwazan. Dibe ku daxwaza herî berbiçav, ew be ku Heyettehrîrûşam xwe ji hev bixe û dev ji îdyolocîya xwe berde. Jixwe dibe ku hin levkirinên din jî pêk werin ku ê piştî rawestîna şer diyar bibin.
  • Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku dê ji hêla pêkhateyên herêmê ve (di nav de kurd) were birêvebirin û Hevpeymana Navneteweyî bi taybet Emerîka dê pişta wê bigire, jixwe Emerîka bi rola navberkarîyê di levhatinên di navbera HSD û Tehrîrûşam de lîst. Hinan ev levhatin weke levhatineke stratîcîk dîtin. Her wiha Emerîka bi rolekê lîst da ku binpêkirinên mezin li dij kurdan li rojavayê Feratê pêk neyên.[4]

Dibe ku hin herêmên hêzdarîyê yên nû li başûrê Sûrîyê derkevin. Rageşîyên domdar li wir dibe ku bihêlin Israîl êrîşeke bejahî bi hevkarîya Urdunê û komên li wir bike, lê bi merca ku ew kom bi awayekî ku ewlekarîya Israîlî were dabînkirin, herêmê bi rê ve bibin.  Pêşveçûna bûyeran bi awayekî bilez li wê herêmê girêdayî hebûna Îranî û awayên reftarên wan, jixwe Isaraîl û Urdun dê xuşik wan bişopînin. Ji ber wê jî ne dur e ku hin guhertinên din li ser xaka sûrî pêk werin. Her wiha rewşa nearam a Siwêdayê û avakirina wan ji encûmeneke siyasî re, dibe ku hemdema bûyerên ku li Helebê qewimîn be. Jixwe tê zanîn ku têkilîyên şêxên dirzî bi Urdun û Emerîkayê re baş in.

Mirov dikare tişta ku li Sûrî diqewime, bi bazarên cosîyasî li herêmê bi nav bike. Bûyerên ku li Helebê diqewimin, gelekî girêdayî bûyerên Xeza û Libnanê ne, yek ji encamê wê yên herî girîng jevketina mezin a stratîcîya îranî li herêmê bû ku ew jî encama lêdanên dijwar ên ku ew û hevkarên wê ji hêla Israîl û welatên Rojavayî ve rastî hatiye. Lêdana dawî jî derketina Helebê bê berxwedanî ji destên milîsên wê. Ev jî diyar dike ku levkirinên veşartî di navbera alîyên şer ên Sûrîyê de hene; di serê wan de jî Emerîka ku wisa dixuye ew dixwaze stratîcîya xwe li Sûrîyê bigihîne ser. Jixwe berê jî şalyarê derve ê Emerîkî ʺBombyoʺ beşek ji stratîcîya Emerîkî di sala 2019 de ragihandibû. Wî tekez kir ku ew ê Daiş têk bibin û leşkerên îranî ji xaka Sûrîyê biqewitînin û biryara navneteweyî ya hejmar 2254 pêk bînin.[5]

Li gor guhertinên ku li ser qada ewlekarî û siyasî ya alozîya sûrî çêdibin, dewleta Tirk dê hewl bide pêngavên xwe bi ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de zêdetir bike. Lê belê ev yek xwe dispêre levkirinên ku di navbera alîyan de pêk tên. Tevî wê jî pêşketin gelekî bilez çêdibin. Ev jî nezelalîyekê der barê pêşeroja welêt de dide pêş. Lê li gor levkirin û rêkeftinên destpêka alozîya sûrî, dibe ku dîmena dawî yê Sûrîyê bi awayê herêmên serdestîyê be, ew jî bi awayekî ku li gor siyaseta dewletên beşdarbûyî re be, çimkî ew dewlet dê dev ji berjewendî û rojevên xwe bernedin. Ji ber wê jî levkirinên di navbera wan de dê şêweyê Sûrîya pêşerojê diyar bike ku xuya ye ew şêwe dê weke şêweyê qonaxa wê ya pêşîn be. Pêwîst e were zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, gelek caran hewl da ku nêzîkatîyê bi hemû herêmên sûrî re bi rêya destpêşxerîyên xwe yên herdem, pêk bîne. Lê wê tu bersiveke erênî bi dest nexist; çimkî her kes dixwaze rojevên xwe pêk bîne, ew jî dê welêt bêtir were parçekirin.

[1]https://www.marefa.org/%D8%A7%D9%84%D8%A7%D9%86%D8%AA%D8%AF%D8%A7%D8%A8_%D8%A7%D9%84%D9%81%D8%B1%D9%86%D8%B3%D9%8A_%D8%B9%D9%84%D9%89_%D8%B3%D9%88%D8%B1%D9%8A%D8%A7

[2]  https://political-encyclopedia.org/dictionary/%D8%A3%D8%AD%D9%83%D8%A7%D9%85%20%D8%B9%D8%B1%D9%81%

[3] li gor gelek analîz û şopînerên rewşa siyasî, civîna Lavrov û Kîrî di sala 2016an de, deh seetan doman. Ev dem jî gelekî dirêj e û dide diyarkirin ku ew li ser xetên pehin ên birêvebirina çareserîya Sûrîyayê li hev kir. Di nav de behsa çarenûsa Esed û çawanîya têkbirina Daiş, Îran û ji bilî wan li Sûrîyayê kirin. Tê gotin ku têgehên rojhilatê Feratê û rojavayê wê piştî vê civînê derketin.

[4] Li gor analîzên gelek kesên guh didin rewşa kurdî, pilaneke tirkî û çeteyên wê hebû ku komkujîyan der heqê kurdên li rojavayê Feratê de pêk bînin. Lê pêwendîya Bilînkin bi Tirkîyayê re, nehişt ev komkujî pêk werin. Lê dîsa hin binpêkirin der heqê hin malbatên kurdî de di dema derketina wan ji herêmên wan da pêk hatin.

[5] https://www.france24.com/ar/20190110-%D8%A7%D9%84%D9%88%D9%84%D8%A7%D9%8A%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%AA%D8%AD%D8%AF%D8%A9-%D8%A8%D9%88%D9%85%D8%A8%D9%8A%D9%88-%D9%88%D8%B2%D9%8A%D8%B1-%D8%A7%D9%84%D8%AE%D8%A7%D8%B1%D8%AC%D9%8A%D8%A9-%D8%A5%D9%8A%D8%B1%D8%A7%D9%86-%D8%A7%D9%84%D8%AE%D9%84%D9%8A%D8%AC-%D9%85%D8%B5%D8%B1

زر الذهاب إلى الأعلى