Nêzîkatîya Her Du Rêjîman Tirk-Sûrîyê, Reveke Ber Pêş ve Ye

Ji her kesî re dîyar e ku ferwerîya AKP ê, ji ber rewşa xwe ya xirab a aborî, kêmbûna alîgirên xwe, nebidestxistina serkeftinên leşkerî û binketinên dîplomasî bi gelek dewlatan re, niha ketiye rewşeke ku ber pêş ve direve û dixwaze bi rêjîma Esed re bigihêje rêkeftnan. Hewlên vê nêzîkatîyê jî bi alîkarîya Rûsyayê tê kirin ku armanc jê nêzîkatiyekê stratejîk bi Tirkîyê re kûr bike, ji ber ku her du alî dixwazin hevsengîya hêzên navneteweyî biguherînin. Ferwerîya Erdogan dixwaze bi rêya vê nêzîkatîyê çend dosyayên ku aborî û dîplomasîya Tirkîyê têkbiriye ji holê rake, ya yekem ew e ku dosyaya şerê HSD radestî dewleta Sûrîyê bike û Rêveberîya Xweser têk bibe, mîna peymanên ku di salên 1998 ta sala destpêka krîza Sûrîyê 2011 di nav wan de encam dabû, her wiha ji holê rakirina dosya komên çete yên Sûrî û Tehrîrûşam ku ji dema rawestandina şerê wan bi Sûrîyê re bûne barek li ser mile wê, her wiha nema pêwistî bi wan heye piştî rawestandina şerê Qerbex û Lîbyayê ku dewleta tirk li wan deveran ew bikar tanîn, li milekî din jî mebesta Tirkîyê ji vê nêzîkatîya rejîma Sûrîyê; vegerandina penaberan qebûl bike û wan li herêmên kurdan; di rêya avakirina komelegehan bicih bike û bêtir demografîya herêmê biguhere.
Reva rêjîma tirkîyê ber bi pêş ve û rijda wê li ser mandelekirina sedemên rastîn ên qeyrana ku rêjîma tirk tê re derbas bibe û rêyên çareserkirina wê, encama paşketina sîyasî ya rêjîma Tirkîyê ye, ji ber yekdestdarîya wê ya desthilatê ji deh salan û vir ve ye û Ji ber windabûna rewatîya xwe ji alîyê sîyasî, qanûnî û exlaqî ve.
Hêjayî gotinê ye ku nêzîkatîya Tirkîyê û rêjîma Şamê dûrî hewldanên navneteweyî ye yên ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ne ku dibe nîgeranî li cem dewletên Rojavayî û Rêveberîya Xweser. Jixwe Rikberî jî ji bûyerên derketine holê berpirsyare, ji ber girêdana wê bi rejîma Tirk re ya ku her pêwendî û hewldanên dewletên Rojavayî yên ji bo yekrêzîya herêmên bakur-rojava û bakur-rojhilatê Sûrîyê û avakirina du herêmên aborî ku di encamê de herêmeke sîyasî nû were avakirin red dikir.
Gelên Bakurê Sûrîyê çawa li vê nêzîkatîyê dinêrin?
Gelê van herêman her nênêzîkatiyek bi rêjîma Sûrîyê re dûrî biryarên Navneteweyî napejirîne, ji ber ku hişmendîya rejîma Sûrîyê nehatiye guhertin û weke xwe maye. JI ber wilo, piştî daxuyaniyên Erdogan û berpirsên dewleta tirk derbarê lihevhatinê bi rêjîma Şamê re, li seranserî herêmên dagirkirî, gel nerazîbûna xwe nîşan da û daketin kolanan û ala Tirkîyê şewitandin ku gihişt asta şer û pevçûnan bi artêşa Tirk re, di encamê de kuştî û bi dehan birîndar çêbûn. Herêmên Rêveberîya Xweser jî bi guman û kûrahî li nêzîkbûna pêkan a navbera her du welatan dinêre. Ew di wê bawerîyê de ye ku lihevkirina çaverêkirî dê bibe komplo li dijî gelê Sûrîyê û asayekirina eşkere ya dagîrkerîya Tirkîyê li navçeyên ku piranîya wan Kurd in ku berî 6 salan ji alîyê hêzên Tirkîyê ve hatine dagirkirin.
Rêgirîyên lihevatina pêkan
- Tirkî rûbirûyî astengiyeke mezin e, dê çawa dewletên Rojavayî bi serkêşîya Amerîkayê bi vê lihevkirinê û vegerandina peywendîyan bi rejîma Sûrîyê re razî bike. Weke tê zanîn ku bêyî erêkirina Amerîka, lihevkirin bi rejîmê re bi tu awayî nayê cîbicîkirin û xebata bê hemahengî ligel wê dê gelek metirsîyan bi xwe re bîne ku ya herî girîng jî zîyanê digihîne peywendîyên stratîjî bi dewletên Rojavayî re.
- Tehran rewşa niha ya nêzîkatîya di navbera Tirkiye û rejîma Sûrîyê de weke kêmbûna bandora xwe li ser xaka Sûrîyê dibîne û dibîne ku ev nêzîkatî dibe serkeftineke dîplomasî ji bo Mosko ku di encamê de dosyayên ewlekarî, leşkerî û aborî de hevkarîyê bikin; rol û bandora Îranê li Sûrîyê kêm dike.
- Guhertina demografîk ku rêjîma Tirkîyê li herêmê pêk aniye, ji ber wilo dibe cihê nerazîbûn û redkirina gelê herêma bakurê Sûrîyê. Ew jî ji ber gelek sedeman, sedema yekem ev gelê ji ber şer û stemkarîya rêjîmê koçber bûye, baş dizane ku hişmendîya rêjîmê nehatiye guhertin û heger rêkeftinek di navbera her du rêjîman pêk were, wê dîsa rastî wan kiryaran werin. Sedema duyem jî ew e ku heger koçberên ku ji alîyê Tirkîyê ve hatine koçberkirin, vegerin malên xwe, bêguman ev yek dê bibe sedema nakokî û şer di navbera wan û koçberên hawirde ên girêdayî komên çekdar ên bi ser tirkîyê ve û ev yek li cem wan koçberan cihê metirsîyê ye.
Encam
ji ber van sedemên borî, lihevhatina di navbera Sûrî û Tirkîyê de wê ji vekirina rê û xetên bazirganîyê û vegerandina têkilîyên dîplomasî wêdetir neçe, ji ber ku her du rêjîm di qeyranên aborî, sîyasî, leşkerî û diplomasî de dijîn, bi taybetî ferwerîya Sûrîyê ku ber bi hilweşîna aborî û îflasa tam ve diçe, binesazîya bingehîn a Sûrîyê wêran bûye û nêzî % 90 ji gelê Sûrîyê di bin xeta hejarîyê de dijîn. Jixwe hevalbendên wê jî nikarin wê ji qeyrana aborî rizgar bikn, ji ber ku Rûsya ji ber dagirkirina Ukranyînyayê qeyraneke aborî dijî, her wiha Îran jî ji ber alozîya hundirîn, ji bilî sizayên Rojavayî yên ku li ser wê hatine sepandin, nikare alîkarîya wê bike. Li milekî din jî rêjîm ew karîn li cem nîne ku sînorê xwe biparêze û valahihîya ku tirkîyê li şûna xwe bihêle dagire.
Bêguman çareserîya sîyasî li Sûrîyê tekane rê ye ku berjewendîyên hemû alîyên pêwendîdar bi pirsa Sûrîyê pêk tîne û li gor biryara navneteweyî 2254 û bi awayekî ku yekrêzî, pêkvejîyan û serwerîya Sûrîyê biparêze, daxwazên gelê wê bi cih bîne, wê ji terorê û terorstan rizgar bike û penaber bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.