ANALÎZ

HeyettehrîrulŞam û Sîyaseta Berfirehbûnê li Deverên Dagirkirî

HeyettehrîrulŞam û Sîyaseta Berfirehbûnê li Deverên Dagirkirî

Rûdanên ku li bakurê Sûrîyeyê diqewimin her wekî berfirehbûna Heyet Tehrîri-Şam (Cebehetu-Nesre) ya terorîst li ser hesabê çeteyên Artêşa Niştimanî ya bi ser dagirkerîya tirk ve êdî bala cîhanê tevî û bi taybet bala gelê sûrî dikişînin. Xuya ye ku tişta li erdê çêdibe ne tesadûf e, lê belê rengvedana sîyaseta nû ya Tirkîyeyê li hember qeyrana Sûrîyeyê ye; nexasim piştî civînên ku vê dawîyê di navbera Erdogan û Putin de her wiha bi Îranê re hatin lidarxistin. Tirkîye bi her rê û rêbazê hewl dide hevsengîyê bixe di navbera sîyaseta xwe ya derve û hundir de, çimkî niha û ji ber bipaşveçûna aborîya Tirkîyeyê û kîna gelê tirk li koçberên sûrî yên li Tirkîyeyê, her wiha ji ber ku Artêşa Tirk nikarîbû serkeftinên stratejîk li Kurdistanê û Rojavayê/bakurê Sûrîyeyê bi dest ve bîne, kirîzeke hunidrîn li Tirkîyeyê heye ku mana Erdogan di desthilatê de xistiye metirsîyê. Di heman demê de fişar û guvaşên rûsî – îranî li ser deverên ku ji hêla Tirkîyeyê ve hatine dagirkirin hene, lewre dibe ku Erdogan neçar be hin xirîdên (sefqe) navdewletî bipejirîne da ku di hilbijartinên bê de desthilat di destê wî de bimîne û pêşnîyaza Tirkîyeyê ji bo lihevanîna Rikberîya Sûrîyeyê bi Rêjîma Sûrîyeyê re di heman çarçoeveyê de rêz dibe. Bertekên alîyê rikberîyê li hember vê xwesteka Tirkîyeyê cuda cuda bûn ku hin alîyan tevî fermana Tirkîyeyê jî bi yekcarî lihevhatina bi Rêjîmê re red kir. Li milekî din Rêjîma Sûrîyeyê û piştgirên wê li ser wê yekê rijd in ku dagirkerîya tirk gavine cidî ji bo ji nû ve avakirina bawerîyê di navbera her du alîyan û bi misogerîya Rûsyayê biavêje. Di vê navê re Heyet Tehrîri-Şam berev bi gundewarê bakur yê Idlib û Helebê yê di destê çeteyên Artêşa Niştimanî, el-Feyleqi-Sals, de çû. Li gor hin jêderên xwemalî, Heyet Tehrîri-Şam hewl dide razîbûna hemwelatîyan bi taybet niştecihên kurd yên resen bi dest bixe û xwe weke alîyê ku hatiye niştecîyan ji binpêkirinên komikên çete xilas dike, dide pêş. Ji bo vê armancê jî hindek ofîsên wekî: Ofîsa Red el-Mezalim (Ofîsa Parastina ji Zilmê), Ofîsa Istiqbal el-Şekwa (Ofîsa Tomarkirina Gilîyan) û Ofîsa Hifiz el-Emin (Ofîsa Parastina Ewlehîyê) dane vekirin. Li milê din lixwekirina desmal û hîcabê li hin sazîyên giştî wekî Nexweşxaneya Efrînê ferz kir û bi navê “zekat el-mal” bac li ser welatîyan da sepandin. Dixuye ku Heyet hewl dide tecrûbeya xwe ya Idlibê li deverên ku dikevin destê wê jî bi cih bike û di heman demê de hewl dide rizamendîya niştecîyên deverê hemwelatî û xelkên ku li deverê hatin bicihkirin di nav de, qezenc bike. Gelek pirsnîşan li dor dem û armanca guherînên nû derketine holê; bi taybet ku ev rûdan dê bakurê Sûrîyeyê ji hemû alîyan ve sîyasî, leşkerî û aborî derbasî qonaxeke nû bike.

Heke mirov baş li dîmena ewlehî û leşkerî ya wan deveran biponije, dê çend texmîn û pêşbînî di serê wî de ava bibin. Pêşbînîyên herî berz jî ev in: Hewldanek heye ku rikberî bê veanîn da ku li gor rewşa niha ya kirîza sûrî bi hemû rehendên wê yên navdewletî, herêmî û hundirîn bigunce. Çimkî dibêtîyeke mezin heye ku Rêjîma Sûrî derbasî deverine mezin ji Idlibê bibe, bi armanca wê gavê ku herî kêm, halê hazir, dergehê Bab el-Hewa kontrol bike û bi vî awayî rê jê re xweş bibe ku di demên pêş de kurtir here û dest bi proseyên çarekirinê (teswîye) li wê deverê bike bi rengekî ku ew prose rajeya nêzîkatîya Rêjîma Tirkîyeyê bi Rêjîma Sûrîyeyê re bikin ku ev jî her di çarçoveya wan hevtêgihiştinan de ye yên ku di navbera misogervanên Astanayê de çêdibe ku rewşeke biafirînin û di encama wê de gelê sûrî ber bi çarekirinê ve biajon her wiha da ku gelî sûrî yê li Tirkîyeyê han bidin ku vegerin û bi vî rengî rewşa xitmînê li Tirkîyeyê sivik bikin. Di heman demê de veberhênanek e ji stratejîya Putin ya nihayî re ya ku xwe dispêre wê yekê ku sîyasetên xwe yên giştî bi şerê xwe li Ukrayanayê ve girê bide ku rêkeftineke baş hate pêşkêşkirin û li gor wê Tirkîye bû navenda belavkirina gaza Rûsyayê ber bi Ewropayê ve. Wiha dixuye ku xirîdên bazirganîyê yên di navbera her du alîyan de şop û rêyên stratejîk kontrol dikin. Lê dibe ku ev sîyaset bi stratejîya Heyet Tehrîri-Şam re li hev neke ku Heyet hewl dide mîrnişîneke misliman li deverê ava bike bi taybet ku Heyet dixwaze rewşeke wiha biafirîne ku gelê sûrî yê ji bo bakurê rojavayê Sûrîyeyê hatiye koçkirin qani bike ku dawîya dawî dê hemû deverên Sûrîyeyê li kontrola hikûmeta Şamê bizivirin û bi vî rengî divê kesên ku hatine koçkirin û komikên çekdar jîyana xwe biparêzin û qîma xwe bi proseyên çarekirinê bînin; çimkî têketina Heyeta terorîst li wan deveran dê wan li ber topbarana hemû alîyan “Rûsya û Rêjîmê” bihêle ku bi vî rengî rê li pêş guherînên leşkerî yên mezintir vekirî dimîne.

Dibêtîya duyem jî ew e ku armancine dîtir yên Tirkîyeyê ji rêdana berfirehbûna Heyet Tehrîri-Şam hebin, bi wê armancê ku bakurê rojavayê Sûrîyeyê li jêr yek serwerîyê were biyekkirin da ku ji bo êrîşên li dij projeya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi kar bîne. Jixwe ev armanc heman armanca Rêjîma Sûrîyeyê ye û bi dilê Rûsyayê ye jî da ku ajandayên nû li gor sîyaseta wan li deverê li ketwara sûrî bisepînin. Lewra dibe ku Tirkîye hin deveran ji Rêjîma Sûrîyeyê û Rûsyayê re bihêle li hember wê yekê ku têkilî di navbera her du alîyan vegerin û hevkarîya wan ya hebeş li dij Rêveberîya Xweser xurtit bibe. Lê tişta ku dibe kelem li pêş vê xalê ew e ku dijminayîyeke îdeolojî di navbera Heyet Tehrîri-Şam û Rêjîmên Rûsya, Sûrîye, Îranê û heta astekê Tirkîyeyê (rêjîma ixwanan) de heye, ji ber vê yekê wisa xuya dibe ku ev dibêtî bihtirî xwe tektîk e, ne ku bijaredeyeke stratejîk e.

Dîyar e ku ev her du dibêtî bi helwesta dewletên rojavayî re li hember kirîza sûrî li hev nakin; çimkî rayedarekî amerîkayî nearamîya xwe li hember tişta ku li deverê dibe anî zimên û doz li dagirkerîya tirk kir ku rê li berfirehbûba Heyetê li deverên dagirkirî yên di destê çeteyên Artêşa Niştimanî de bigire. Di heman demê de dibe ku derbasbûna Heyet Tehrîri-Şam li deverê bihane û hincetekê bixe destê hêzên Rêjîma Sûrîyeyê û hevbendên wê Rûsya û Îran ku êrîşî deverê bikin.

Bê guman guherînên ku niha li bakurê Sûrîyeyê çêdibin dê bandoreke yekeser li paşeroja Sûrîyeyê bi giştî û  bakur û rojhilatê Sûrîyeyê anku deverên Rêveberîya Xweser bi taybet bikin; çimkî armanceke stratejîk e ji bo Tirkîye, Rûsya, Îran, Rêjîm û dewletên rojavayî û ne dûr e ku dagirkerîya tirk û li paş wê “misogervanên Astaneyê” hewl bidin rê ji Heyet Tehrîri-Şam re xweş bikin da ku êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk bike û fişarê li Hevpeymana Navdewletî ya Şerê Terorê bike ku nihanan ji Tirkîyeyê re li bajarê Minbicê û deverên din raber bike. Her wiha dixuye ku dagirkerîya tirk dê hewl bide bi her rê û rêbazê aramîya deverê têk bibe û ajandayên xwe yên zalîtîyê pêk bîne û her ku derfet bi dest ket êrîşî Rêveberîya Xweser û hêzên wê yên leşkerî bike û dê nebe rêgir li pêş wê gavê ku Heyet Tehrîri-Şam bakurê Sûrîyeyê tevî kontrol bike û Efrîn bi tenê destpêk be.

زر الذهاب إلى الأعلى