ANALÎZ

Sîyaseta Nû ya Tirkîyeyê û Sernivişta Koçeber û Çeteyan

Sîyaseta Nû ya Tirkîyeyê û Sernivişta Koçeber û Çeteyan

Her kes dizane ku sîyaseta pragmatî ya ku Tirkîye wê di têkilîyên navneteweyî de dişopîne, ji rêgez û nirxên mirovahîyê şûştî ye. Çimkî li dev Tirkîyeyê dewlet û alîyên heval û hevbend yan dijmin nînin, lê belê têkilîyên xwe li ser keysbazîyê ava dike. Bi vî awayî dibe ku di şev û rojekê de hevalê wê bibe dijmin û dijminê wê bibe heval û çerku pela wê dewletê yan wî alîyî ji darê werîya, dev jê berdide û hemû peyman û sozan binpê dike; bê ku tu giringîyê bide bawerîya ku alîyê din daye. Ev gava han di kirîza Sûrîyeyê de, bi Erebistana Siûdî re, di pirsa Xaşiqcî de, bi rêxistina Ixwanan re û hwd kir. Ne dûr e em bibînin ku Erdogan, hemberî vegera têkilîyan bi Rêjîma Sûrîyeyê re, hin fermandarên çeteyên xwe radestî Rêjîma Sûrîyeyê bike da ku projeya Rêveberîya Xweser bi dawî bike; ew jî piştî ku erêkirina hêzên navdewletî ji bo êrîşa li dij Tilrifet û Minbicê bi dest xwe ve neanî û zanî ku rê ji bo wî nayê dan ku êrîşeke din li dij deverên Rêveberîya Xweser pêk bîne. Ji destpêka şoreşa Sûrîyeyê ve û desttêwerdana Tirkîyeyê di karûbarên Sûrîyeyê yên hundirîn de, komikên çekdar bûn lîstik di destên wê de û li gor çavnebarîya xwe û berjewendîyên xwe yên berfirehbûnê ew bi kar anîn. Bi vî rengî ew komik bûne çete û armanca wan ya sereke li kêleka operasyonên koçkirinê, bû qezenckirina pereyan.

Dewleta Tirk ya dagirker sozên ku dane gelê Sûrîyeyê bi cih neanîn yan jî herî kêm xetên xwe yên sor ku li Sûrîyeyê danîbûn, bi taybet li Helebê neparastin. Lê belê ji destpêka destêwerdana wê ya sîyasî, leşkerî û aborî di Sûrîyeyê de êş û janên gelê Sûrîyeyê zêdetir bûn. Armanca Tirkîyeyê ne parastina gelê Sûrîyeyê bû, lê wê dixwest bakurê Sûrîyeyê dagir bike û guherîna demografîk li wir pêk bîne. Prosesên guherîna demografîk ne tenê bi ser kurdan de bûn, lê hemû gelê herêmê di nav de ereb, suryan û asûr tev giritin. Çimkî gelek malbatên ereb yên ji hundirê Sûrîyeyê ku koçberî Tirkîyeyê bûne, projeya devera biewle û vegerandina bi darê zorê ya milyon koçberî li bakurê Sûrîyeyê red dikin. Gelek ji wan koçberan hîn bi xaka dê û bavê xwe ve girêdayî ne û hîn jî bi hêvî ne ku kirîza Sûrîyeyê bi dawî bibe û vegerin cih û warê xwe. Lê Tirkiyeyê û piştî ku sûd ji koçberan girt ku bi rêya wan pitşgirîya darayî ji dewletên rojavayî wergirt yan jî da ku xewnên xwe yên dagirkirinê li deverê bi cih bîne, niha û nemaze ku dema hilbijartinên serokatî û perlemanê 2023 nêzîk bûye, ew koçber bûne barek li ser milê wê, lewra Erdogan dixwaze wan bi zorê bişîne wan deveran ku navê deverên biewle li wan dike ku ne debara jîyanê ne jî ewlekarî li wan deveran peyda dibe. Ne tenê wilo, lê piştî ku nekarî erêkirinê li ser êrîşa li dij Tilrifet û Minbicê bi dest bixe, her wiha ji ber tirsa wî ku ev yek bandorê li encamên hilbijartinên bê bike û hewldana hevrikên wî yên rikberîya Tirkîyeyê ku keysê ji têkçûna sîyaseta wî bînin; sîyaseta ku Tirkîye kir dewleteke bêheval û ji dewletên rojavayî dûr xist û bêhtir nêzîkî Rûsya û Îranê kir, li pêş wan xalên navbirî û da ku ji vê tengavîyê derkeve, Wezîrê wî yê Derve daxuyeniyek da ku ji 2011an ve daxuyaniyên bi vî rengî nedabûn û ev daxuyanî guhartineke ji kok ve ye di sîyaseta wî ya derve de li hember Rêjîma Sûrîyeyê ye. Êş û janên gelê Sûrîyeyê û bi hezaran gîyan piştguh kirin, bi tenê ji bo ku şerê Rêveberîya Xweser bike. Çimkî Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê Mewlûd Oglo da zanîn ku Tirkîye “dê hemû cureyên piştgirîya sîyasî bide Rêjîma Sûrîyeyê”. Piranîya gelê Sûrîyeyê daxuyanîyên Oglo rexne kir û derketin xwenîşandanan; ji ber ku ev daxuyanî ji dewletekê derketine ku weke hevbendekê ji xwe re didîtin û têkilî û lihevhatina bi Rêjeîmê re red kirin. Ev guhartina ji nişkê ve di sîyaseta Tirkîyeyê de wê demê tê, dema ku nekarî rûs û îranîyan li Tehran qani bike, her wiha nekarî piştgirîyê ji hevbendên xwe yên rojavayî bigire da ku êrîşî Tilrifet û Minbicê bike ku ev gav hevdemî doza sed endamên Perlemana Fransayê pêk hat; doza qedexekirina firînê li ser bakurê Sûrîyeyê ji bo parastina Rêveberîya Xweser ji Tirkîyeyê. Li kêleka wê yekê jî aborîya Tirkîyeyê nikare raje barê lêçûnên êrîşeke nû ya leşkerî li derveyî sînorê Tirkîyeyê. Dibe ku ew alîyên ku pişta xwe bi piştgirîya Tirkîyeyê xurt dikin heman sernivişta rêxistina Iwanan li Tirkîyeyê bibînin ku wê rêxistinê jî piştgirîya sîyasî, leşkerî û lojistî ji Tirkîyeyê werdigirt, lê Tirkîye û li hember vegera têkilîyên wê bi Misrê ra dest ji wan berda. Ne dûr e ku hin serekên çeteyan heman çarenivîsa muqedem Hisên Hermûş bibînin, wexta ku Tirkîye di destpêka kirîza Sûrîyeyê de ew radestî Rêjîma Sûrîyeyê kir, û ne dûr e çawa ku ew radest kir, yên din jî li hember biyekkirina helwestan bi Rêjîmê re ji bo şerê Rêveberîya Xweser, radest bike.

Di vê çarçoveyê de heke sîyaseta Erdogan ya hundirîn û derveyî, bi taybet sîyaseta girêdayî kirîza Sûrîyeyê nexasim ku hilbijartin nêzîk dibin, bi bin ket, dê bandorê li koçberên Sûrîyeyê bike û dibe ku berî hilbijartinên serokatîyê û piştî ku li Sûrîyeyê bi bin bikeve, Erdogan hewl bide pirsa koçberan ya ku gelê Tirkîyeyê aciz dike bi dawî bike ku wan bi zorê vegerîne Sûrîyeyê û dosyeyên wan radestî Rêjîmê bike. Lewra “koçberên Sûrîyeyê û çete” li pêş ayindeyeke nedîyar û du bijardeyan in; yan li hêvîya çarenûsa xwe ya nedîyar bin ku bi vî rengî jîyana wan dikeve metirsîyê yan jî ji Tirkîyeyê birevin da ku xwe ji mirinê biparêzin. Lê heke rewş ne li gor dilê Erdoganî bi rê ve çû û di hilbijartinên bê de bi bin ket û desthilat radest nekir û dîsa weku dema qaşo derbeya leşkerî 2016, alîgirên xwe kom kirin, dibe ku wan koçberan weke çete li kêleka alîgirên xwe bi kar bîne li dij rêjîma nû ya Tirkîyeyê û da ku xwe ji darizandina bi tawana gendelîyê biparêze. Ku bi vî rengî dibe ku şerek li hundirê Tirkîyeyê rûde û hewla derbeyeke nû ya leşkerî were dan. Dibe ku ev be sedema sîyaseta Erdogan ya bragmatî û gotara wî ya dîmagocî. Her wiha ev nîşana wê yekê ye ku Erdogan da ku serdestîya xwe li ser dewleta tirk misoger bike, di kirîzeke rasteqîn de dijî.

زر الذهاب إلى الأعلى