ANALÎZ

Ji bo stratejîya Rûsya ya li Rojhilata Navîn dê Bersiva Co Baydin çawa be?

Bi salan e ku Waşingtonê girîngî daye têkoşîna li dijî sawkariyê , lê  niha ev yek bûye pêşbazîya di navbera hêzên mezin de. Moskovayê jî ji aliyê xwe ve,  çavên xwe ji siyaseta  xaknîgarî negirtiye û divê ku mirov bi vê nerînê li kiryarên wê  yên di herêmê de bişopîne.

Dibe ku hebûna Rûsî di Rojhilata Navîn de sînordar be. Êdî ji ber fişara mezin a hundirîn ji bo bidawîkirina “Şerên domdar” û vekişandina hêzên Emerîkî ji herêma Rojhilata Navîn; ne pêkane ku ev hebûn  bibe armanca sereke. Di hefteya bûrî de wezîrê karê derve yê Emerîkî Tony Blenken di gotara xwe ya fermî ya yekem de wiha got:” Di jiyana min a kar de û dibe ku di jiyana min bi tevahî; cudahiya di navbera siyaseta Hundir û ya derve de ji hemû deman bêhtir, kêtir bûye”.

Di vê çarçoveyê de, dema  ku mijar girêdayî tevgera  Rûsiyayê li Rohilata Navîn be,  ji  rêveberîya Baydin tê xwestin ku bi awayekî giştî meyzeke (armancên mezin ên Moskovayê ,  çalakîyên wê yên li Ewropa û Rojhilata Navîn û têkilîya wê bi Çînê re), jixwe li gorî Blenken ew dewleta ku“Mezintirîn ezmûna Jeosiyasî ya sedsala bîst û yekê” ji bo  Emerîkayê ye.

Bi giştî, Rojhilata Navîn ji Rûsiyayê re parçeyeke ji herêma başûr a lewaz bû, Rûsiyayê hewl da ku vê herêmê bi dest bixe û di heman demê de roleke sereke di siyaseta Ewropî de lîst ku weke hêzeke mezin hat naskirin.  Girîngîya Rojhilata Navîn ji Kremlin re ne têne ev e, lê belê kontrolkirina hin herêmên mezin bêhtir dihêle ku derfet bikevin destê Rûsiyayê de da ku dewletên Rojavayî di hin cihên din de têk bibe. Bidestxistina serewriyên mezin di Rojhilata Navîn de; dê bihêle ku Kremlin bêhtir nêzî pêkanîna armancên xwe bibe, ew jî lewazkirina Lîberalîzmê ya bi pêşengtîya Emerîkayê ye, ango serkeftina Rûsiyayê li ser binkeftina Emerîkayê pêk tê.

Sûrî di vê raza mezin de, ji ber cihê wê yê stratejîk; beşeke herî sereke ye. Ji dema Butrisê Mezin ve lêgerîna li benderên ava germ û di nava wan de jî benderên deryaya Spî; girîngîyeke westar a serokên Rûsiyayê bû, jixwe ji vê yekê Fladîmîr Pûtîn jî ne kêmî wan e ku destwerdana wî di Sûriyê derfet dayê ku bi ser bikeve, lê yên berî wî bi ser neketibûn, ango pêkanîna damezrandina  hebûneke  leşkerî ya herdemî ku dikaribe hêza xwe di hemû alîyan de pêşkêş bike. Hîn jî Sûrî ji bo berjewendiyên Kremlînê qada sereke ye. Tişta herî ku vê yekê zelal dike, peykerê mîrê artêşa Rûsî yê pîroz Aleksander Nifski bû ku herî dawî li barageha Himêmîmê a hewayî ya Rûsî li Sûriyê hat vekirin., êdî nîşaneya Aleksander Nifski tê wateya parastina xaka bav û kalan.

Eger destê Rûsiyayê were berdan ku li ser kêfa xwe û bê astengî di Rojhilata Navîn de bilive; dê nêzîkbûna xwe bi Îranê û ajendeyên  wê re kûr bike, êdî di dawîyê de dê biryara dawî ya siberoja Sûriyê di destê wê de bimîne, di encamê de dê hevgirtiyek di navbera Rûsiya, Îran û Esed de derkeve holê. Ji ber vê yekê, divê rêveberiya Baydin bi vê nêrîna berfireh li herêmê tev bigere. Tê zanîn ku ev yek tu sûdê nade, eger ne di çarçoveya armanca wê ya niha de be, ew jî ew e ku nehêle rêxistina “Dewleta Islamî” cardî gefan li berjewendîyên Emerîkayê bixwe; ji ber ku ne Esed û ne jî Putîn tu xwestek û hêza wan xuya nake ku li hemberî vê rêxistinê şer bikin. Ev nêrîna berfireh dê bihêle ku sedemên zêdekirina Moskovayê ji astengîyan re li şûna hevkarîya bi mijarên sereke yên di herêmê de yên Baydin; ango vegera hevpeymana Îranî; werin fêmkirin.

Dibe ku nêzîkbûna di navbera Rûsiya û Îranê de bi demê re, derfeteke xurtir bide Rûsiya ku  xwe bigihîne benderên ava germ ên kendava Îranî (Erebî), jixwe ew jî ji girîngtirîn coyên avî yên stratejîk ya di cîhanê de ye. Her wiha xewneke din ji xewnên dûr ên Butris pêk bîne ku dixwest Rûsiya berfireh bibe û bigihêje sînorên zeryaya (okyanos) Hindî. Vekirina xeteke Rûsî heyanî kendava Arî dê desthilatên Emerîkî pir lewaz bike. Bê guman dê Îranî bi serxwebûna xwe şad bibin, jixwe destûra Îranî mafên avakirina baragehên herdemî yên dewletên din qedexe dike. Lê belê ferweriya Îranî ji gelê xwe bêhtir alîgirê Kremlîn e. Li gorî hin raporan di tebaxa 2016`an de, moşekavêjên Rûsî barageha “Şehîd Nûce” ya hewayî ya nêzî bajarê Hemedan ê Îranê bi kar anî ku armancên girêdayî rêxistina “dewleta Islamî” li Sûryê bombebaran kir, vê yekê di nava Îranê de hêrseke hundirîn ava kir, di dawîyê de Tehran jî bihêrs bû; ne ji ber ku Moskovayê barageh bi kar aniye, lê belê ji ber ku wê eşkere ev yek kir. Di dawîya sala 2019`an de û di dema livbazîyên hewayî yên hevpar di navbera Rûsiya, Çîn û Îranê de, hin raporan piştrast kir ku keştîya cengî ya Rûsî gihişt bendera Çabhar a başûrê Îranê. Hin raporên nûtir piştrast kir ku Tehranê ji Moskovayê re pêşniyar kiriye ku sê baragehan bi kar bîne, ew jî Çabhar, Bender Ebas û Boşeher in.

Baydin dê çawa dikare rê li pêşîyê bigire?

Pêwîstîya Baydin pê tune ye ku yekîneyeke mezin a leşkerî bişîne Sûriyê, lê belê dikare hinekî desteka leşkerî û ya diplomasî ji QSD’ê re li rojhilatê Sûriyê zêde bike. Dê ev xebat bi lêçûnên kêm, hemû karên Rûsiyayê di Sûriyê de asteng bike. Her wiha tîma Baydin dikare weke Turamp fişarê li ser hevalbendên xwe yên Ereb berdewam bike ku danpêdanê bi rêjîma Esed nekin, mîna ku destbirayê wî berê kiribû.

Jixwe ev siza pir girîng in û wan dêşînin, lê ev siza bi tenê Botîn yan jî Esad neçar neke ku reftarên xwe biguherînin, ji ber wilo divê gef bi awayekî pilankirî û berdewam bi riya bikaranîna hêzê li dijî ejendeyên Îran û Rûsyayê jî berdewam be. Lêdanên ku Trump li Esad dan piştî ku çekê kîmyawî bi kar anîn; ne pir bi ziyan bûn û ne jî şerê Emerîka li hember kompanyayên leşkerî yên taybet ên Rûsî re bû şerekî giştî.

ji erdnîgariya Sûriyê wêdetir divê  Emerîka li herêmê di çarçova pêşbaziya mezin a stratejîk de, di navbera hêzên mezin de bimîne. Brvajî Emerîka ku di Rojhilata Navîn de nerîneke wê zelal tune ye; Rûsya  ji ber dudiliya dewletên Rojavayî  û nêzîktiya wê li  herêmê,  nêrîneke zelal dide. Wekî din, Rûsya ji serdema Sovyetî bêtir, li Rojhilata Navîn hêza nerm bikar tîne. Emerîka bi riya xurtkirina hebûna xwe li herêmê û bêyî ku lêçûneke mezin deyne; dikare ji wilo bêtir li hemberî Rûsyayê rawest e.

Ger hebûna Rûsyayê li Rojhilata Navîn berfireh bibe jî, ew ê dijberiya Çînê neke, lê belê  ew ê piştgiriyê bidêyê. Nêzîkbûna Rûsî-Çînî; nêzîkatiyeke ku ev bû sih sal dest pê kirîye û ew ji veguherîneke taktîkî ya demkurt pir zêdetire. Di vê der barê de analîzvanê Rûsî Veladîmêr Frolov wiha anî ziman:” Bijardeya  desthilatdar ya Rûsî dibîne ku nêzîkbûna bi Ewrûpa re  ji her hevpeymaneke nehevsengî a bi Çînê re; ji bo ku desthilata xwe biparêze, metirsîdartir e”. Her du welat hîn jî li Rojhilata Navîn û xebata bi Îranê re; bi hev re tev digerin. ji alîyekî din ve jî, Moskova ji destwerdanên Çînê li ser sînorê wê yê rojhilat dilgirantir e, ji berfirehbûna wê ya li zeryaya Aram(Pasîfîk) ya ku Emerîka  pê dilgiran e. Her çiqasî sînorê Rûsya yê başûr û rojhilat aram be jî, dê bibe sedema nêzîkatiyke mezintir a ber bi Ewropa ve. Rûsya hîn jî hêzeke tolgir e [hewil dide  tiştê ku di bala wê de ye pêk bîne]. Di dema ku Emerîka di van bîst salên borî de; bêtir giranî da ser têkbirina sawkariya, lê Moskovayê ji bo berfirehbûneke erdnîgarî  û bi hevkariya Îran û Çînê, hewil dide ku nexşeya Rojhilata Navîn li gorî nirx û berjewendiyên xwe saz bike ku ev yek li dijî nirx û berjewendiyên welatên Rojavî ye û wê li deverên din pir bandorê bigihîne Emerîkayê. Li gorî vê nerînê, rûbirûbûna dijberiya Rûsî li Rojhilata Navîn di siyaseta derve ya Emerîkayê de ne armanceke sereke ye, lêbelê ew beşeke ji vê dîtina Costratejîk a herî berfireh e .

Ev analîz ji hêla Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk ji zimanê erebî hatiye wergrandin

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/kyf-yjb-yrd-jw-baydn-ly-astratyjyt-rwsya-fy-alshrq-alawstrwsya-fy-alshrq-alaws

زر الذهاب إلى الأعلى