ANALÎZ

Gefên Tirkî û stratejiya Amerîka li Sûriyê?

Tirkî ji destpêka aloziya Sûriyê di sala 2011an de, bi xurtî ket Sûriyê û ji bo karibe destwerdana xwe rewa bike û serweriya xwe li seranserî bakurê Sûriyê bisepîne, divabû rewşa aram têk bibe, ji bo vê yekê deriyê  sînorê xwe bi Sûriyê re ku bêhtirî 900 km ye li ber hemû terorîstên cîhanê vekir. Di destpêkê de dixwest rêjîmê hilweşîne û li şûna wê alîgirên xwe Ixwanilmislimîn bi cih bike. Lê piştî ragihandina rêveberiya xweser di 21´ê rêbendana 2014´an de, helwesta wê di Sûriyê de hate guhertin. Armanca wê li sûriyê, tenê ma şerê rêveberiya xweser û serpêhatiya wê ya demokratîk ku di bin sîwana wê de, hemû pêkhateyên sûrî sazî û rêxistinên  xwe ava kirin, QSD û MSD damezrandin û terora DAIŞ´ê; bi alîkariya hêzên navneteweyî  ji hêla leşkerî ve, şikandin. Ji milekî din ve nêzîkatî û alîkariyên hevpeymana navneteweyî bo hêzên YPG´ê di rizgarkirina Kobanê de û paşê alîkariya QSD´ê di têkbirina DAIŞ´ê li Bakur û Rojhilarê Sûriyê de, bûn cihê dilgiranî û nerazîbîna dewleta Tirk û ji bo vê hevpeymaniyê pûç bike û nimûneya demokratîk û serkeftina wê ya li dijî terorê vala derxe, rojane gefên wêrankirin û dagirkirinê li vê herêmê dixwe, her wiha nêzîkatiya ber bi Rûsyayê ve li dijî Amerîka û hevpeymaniya navnetweyî bi pêş xist, di encamê de Efrîn dagir kir û ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî yasayî dagir bike, ji berfanbara 2018´an li gel serokê Amerîka Trump,  ji bo avakirina herêmeke biewle ku Amerîka navê “mekanîzmaya ewlehiyê” lê dike, di nava dan û standinan de ye. Ji bo pêkanîna vê mekanîzmayê di meha bûrî de,  her du aliyan li hev kir, bi hev re pagerên hevbeş li herêmê bi rêve birin. Tevî wilo jî Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan de. Erdogan roja şemiyê ragihand ku ew ê îro yan sibe dê operasyonekê li rojhilatê Feratê pêk bîne. Piştî vê daxuyaniyê jî rêveberiya Amerîkayê jî ragihand ku ew ê hêzên xwe ji çend xalan ji herêmê vekişîne, lê ev vekişandin nayê wateya ku rê bide artêşa Tirkiyê ku herêmê bi temamî dagir bike, ji bo vê vekişînê   serokê Amerîka ragihand; heger Tirkiyê sînorê ku jê re hatiye diyarkirin derbas bike, ew ê aboriya wê wêran bike. ji hêla xwe ve  Pentagonê jî ragihand ku navenda operasyonên asîmanî ya havbeş, Tirkiyê ji pêkanîna erkdariyên asmanî dûr xist. Bêguman mebesta Erdogan ji dagirkirina vê herêmê ne parastina ewlehiya Tirkiyê yan jî peydakirina aştiyê ye, mebesta wî ew e ku dest deyne li ser xêrûbêra herêmê; herêma ku 75% ji petrola Sûriyê tê de ye, her wiha dixwaze demgrafiya herêmê biguherîne û pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxîne derve. Tevî  ku  Amerîka hêzên xwe ji du xalan vekişand, lê tu carî rê nade Tirkiyê ku vê herêmê bi temamî dagir bike, ji ber ku bi hezaran şaneyên veşartî yên DAIŞ´ê li herêmê hene û ev êrîş dê rê bide DAIŞ´ê ku careke din xwe vejîne,  Rûsya û Îran li herêmê ne û ev tişt wê bihêle  Amerîka stratejiya xwe û ewlehiya Îsraîlê têxe metirsiyê û baweriya dost û hevpeymaniyên xwe winda dike.

زر الذهاب إلى الأعلى