ANALÎZ

TIRKÎ JI RÊGEHÊ DERKET

Qada Sûrîyê ji berê ve cihê matmabûn û bûyerên lezgîn bû û hîn jî wiha ye. Ya herî berz jî dengvedana êrîşa Heyet Tehrîr El-Şam bû; ku 27.11.2024an ji gundewarê Helebê yê rojava dest pê kir û di nava dilê Şama paytext de bi dawî bû û li gor wê serdema ferwerîya diktator li welêt bi dawî hat. Tişta balkêş jî cihê Tirkîyê di van bûyerên lezgîn de ye ku şoreşa Sûrîyê di destpêka wê de veguherand rewşeke çekdarî û rêgeha xwestekên rewa yên gelê Sûrîyê bi hemû pêkhateyên wî ve, an ku pêkanîna azadî, demokrasî û jiyana birûmet veguherand veqetandina gelek parçeyan ji erdnîgarîya wê. Tevaya van xebatan ji bo pêkanîna Mîsaqa Milî pêk anîn; çi ku ta niha jî wiha li xwe dinêre ku ji ber parçebûna van xakan, ew rastî bêmafîyê hatiye. Tişta ku vê yekê destek dike jî, bilindkirina ala Tirkîyê li ser sûrê kelata Helebê ya dîrokî û tekezkirina siyasetmedar, fermandar û xizmên wan e. Lê belê rastîya li ser erdê tiştek e û tişta ku Tirkî û çeteyên wê dibêjin, tiştekî din e.

Çavnebarîyên Tirkên Osmanî Yên Li Sûrîyê Peymanên Navneteweyî Bin Pê Dikin:

Tirkî weke dewleteke di NATOyê de û dergeha Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ser bi Ewropayê ve, êdî di gelek boneyan de xetên sor derbas kirine. Her wiha bi eşkereyî dide xuyakirin ku ew berdewamîya dewleta Osmanî ya têkçûyî ye ku çar sedsalan dever xistibû bin dagirkerîya xwe û li gor wê şaristanîyên resen ên deverê têk birin û li şûna pêkvejiyanên aştîyane yên ku berê hebûn, tundrewîya olî, tîreyî û nijadî dane pêş. Hîn jî dewleta tirk di hişmendîya xwe ya “Mîsaqa Milî” de berdewam e û daxwaza hejmarek bajar û xakên dewletên xwedî serwer dike da ku bi rûyekî kirêt wan ser bi Tirkîyê ve bike. Di vê babetê de, qonaxa tevlîhevî û nearamîyê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî û rageşîyên li tevaya cîhanê heyî bi giştî, keysbaz dike. Piştî ku perava bakurî ya Sûrîyê û deverên Iskenderûnê dagir kirin û ew ser bi Tirkîyê ve kirin, her wiha piştî derbasî deverên bakurê Sûrî bû û piştevanîya rêxistinên tundrew û cîhadîst kir, çavnebarîyên wê bêtir bûn ku bi awayekî nerasterast bigihêje armancên xwe. Bi vê yekê, hestên hundirê Tirkîyê keysbaz kirin ku ew şerê PKKê li ser sînorên xwe yên başûr dike da ku metirsîya wan dûr bixe. Her wiha li alîyekî din jî bi hestên gelê ereb jî dilîst û gotegotên avabûna statuyeke kurdî bi destekdayîna dewletên herêmî û cîhanî belav dikirin. Her wiha hewl da ku Tevgera Azadîya Kurdistanê bi Îran û rêjîma Sûrîyê ya berê ve girê bide da ku ramanên selefî yên sinî li Cîhanê, lê gur bike.

Tirkî Durûtîya Siyasî Dike Û Li Ser Du Benan Dilîze:

Yên ku bûyerên dawîyê û pêşketinên wê bixwîne, bê guman dê bigihêje yek encamê ku; Tirkî li ser astên hundirîn û derveyîn ketiye rewşeke xirab. Li ser asta hundirîn, gelên ku di nava Tirkîyê de dijîn, ketine rewşeke bihêrs ji ber rewşa aborî ya giştî, her wiha tu vekirinek, mîna ku ferwerîya AKPê dibêje, tune ye. Êdî bawerîya gel ji dest daye û di nava hewayeke ji ber kiryarên ferwerîya AKPê dûrî demokrasîyê ne, pêleke mezin a hêrs û bêzarîyê li Tirkîyê xistiye. Ya herî berz jî, derketina dijî vîna gelan e, an ku erkdarkirina serokên şaredarîyan li gelek bajarên Tirkîyê. Her wiha ji alîyê derveyîn ve jî, êdî siyaseta Tirkîyê ya li ser derew û durûtîyê ava bûye, nema sûdê dide, çi ku berjewendîyên cîhanî nema guh didin derew û durûtîyên siyasetmedarên tirkan. Bi awayekî tekûztir; tu berjewendîya hêzên cîhanî bi Tirkîyê re nemaye, çi ku bawerîyê nema bi niyet û armancên wê yên pûç tînin. Ji mînakên herî berçav jî, dûrûtîya Tirkîyê ya ji bo nêzîkatîya bi doza kurdî re, di navbera gotin û pêkanînê de ye. Ji alîyê gotinê ve, siyasetmedar û rêveberên tirkan dibêjin ku divê doza kurdî çareser bibe, danûstandin bi Tevgera Azadîya Kurdistanê re pêk werin, çarenivîsa rêber Ebdullah Ocalan diyar bibe û gelê kurd û tirk bi hev re di nava rêveberîya welêt de bin. Lê belê ji alîyê pêkanînê ve jî em tam berevajî wê dibînin. Li gor wê, Tirkî serokên şaredarîyan ên kurd radike û li şûna wan hin kesan ji partîya Erdogan datîne. Li alîyekî din jî bi rêya çete û ajanên xwe êrîşî deverên bakur û rojhilatê Sûrîyê dike, da ku projeya demokrat wêran bike û terora ku nêzî deh salan bûbû belaya serê deverê, careke din vegerîne.

Tirkî Di Encama Siyaseta Xwe Û Derketina Ji Rêgehê, Ji Ser Dikeya Sûrîyê Hat Derxistin:

Piştî ku berê alîyên xwe yên leşkerî û rojnamegerî da pêkanîna berjewendîyên xwe yên aborî û çavnebarîyên xwe yên dîrokî û ji bo ku para xwe ji siberoja Sûrîyê bi dest bixe, di destpêka bizavê li Sûrîyê de, sîwaneke siyasî ji komên xwe yên leşkerî re da avakirin, ew jî Itilafa ixwançî ye. Her wiha hewl da wê li cem gelek dewletên cîhanî bide pejirandin û nasnameyeke fermî bideyê. Di encama van siyasetên serserî û derketina wê ya berdewam ji rêgeha xwestekên gelê sûrî û hêzên cîhanî û herêmî de, her wiha li gor raporên bênavber ên binpêkirinên Tirkiyê yên belgekirî, êdî bawerîya gelek dewletan bi vê sîwanê hat şkestin. An ku mîna “Hespê Troya”yê ye, lewre dewleta tirk -bi serokatîya Erdogan û partîya wî- ji wan parên ku jê re soza wan hatibû dayîn, bêpar ma. Ev yek, di lihevketina endamên ferwerîya wan û nehiştina ku nêzîkî yek statûya Sûrî piştî çûyîna El-Esed de bibin, bi eşkereyî tê diyarkirin. Êdî cilik bi awayekî trajedîk ji bin wan hat kişandin, her wiha erk radestî ferwerîya berê û fermandarîya Heyet Tehrîr El-Şam a ku bi temamî xwe guhartiye û nû kiriye, hat kirin. Tişta vê yekê piştrast dike jî ew e; gava piştî ku operasyona “Pelixandina Dijminatîyê” ji alîyê Heyet Therîr El-Şam ve hat destpêkirin, Tirkîyê dest bi operasyona “Berbanga Azadîyê” kir ku komên terorîst ên ji alîyê Tirkiyê ve têne destekkirin û pê re jî binpêkirin çêbûn û ji alîyê endamên Heyetê ve devê wan hat girtin. Êdî daxuyanîya paşguhkirin û girtina hin endamên çete yên “Berbanga Azadîyê” ji alîyê endamên Heyetê ve, hat derxistin. Tişta ku Tirkî ji roja pêşî ya ketina ferwerîya Beşar El-Esed ve pêk tîne, an ku êrîşên mezin li ser deverên ewle yên bakur û rojhilatê Sûrîyê, hemû jî derbirîna mixabinî û bêhêvîtîya Erdogan û hevkar û xayinên pê re dike. Her wiha pir eşkere tişta ku Tirkî hewl dide wê pêk bîne û çavnebarîyên wê yên li ser xaka Sûrîyê ku li gor wê mercên heyî keysbaz dike, dide xuyakirin.

Hêzên Sûrîya Demokrat Alternatîva Herî Baş A Parastina Tevaya Xaka Sûrîyê Ye, Çima Tirkî Êrîşî Wê Dike?

Hilweşîna ji nîşka ve ya pêkhateya artêşa sûrî tekez dike ku hêzeke alternatîv heye ku dikare Sûrîyê ji tevaya êrîşên hundirîn (DAIŞ û hevalbendên wê) û êrîşên derveyîn (mîna êrîşên dewleta tirk) biparêze. Tevaya sûrîyan dizanin ku çi qasî endamên QSDê leheng in û bê cudahî bi xaka xwe ve girêdayî ne. An ku ew hêza herî guncav e ku bibe motika artêşa Sûrî ya nû. Çima na, ma ne ew bû ya ku xaka Sûrîyê ji metirsîdartirîn terora ku di dîroka nûjen de derketiye pêş, an ku rêxistina Dewleta Islamî ya terorîst, biparêze. Her wiha dikarî wê di paytexta wê (Reqa) de têk bibe û piranîya xaka Sûrîyê ji berfirehbûn û metirsîya wê rizgar bike. Lê belê êrîşên Tirkîyê yên bênavber û hewldana lêdana aramî û ewlekarîya deverê amaje pê dike ku faşistên tirk dixwazin ku dîsa rêxistina DAIŞê ya terorîst vegere ku Tirkîyê di warê peydakirina endaman û çekan de piştevanîya wê kiribû û hiştibû ku birîndarên wê jî li nexweşxaneyên wê werin dermankirin. Lewre ji hêzên Hevpeymanîyê û di destpêka wan de jî Amerîka, hat xwestin ku li beramberî van kiryaran hişyar bin ku dê di dawîyê de bihêle careke din DAIŞ bi awayeki xurttir vegere. An ku piştevanîya tirkî ya yekser û rewşa ewlekarî ya jihevketî li tevaya Sûrîyê keysbaz bike û careke din xwe komî ser hev bike.

Behaneyên Tirkî Yên Parastina Ewlekarîya Xwe Ya Neteweyî:

Wêneyê herî berz ê liv û tevgera dewleta tirk a ji bo hinardekirina alozîya xwe ya hundirîn û pêkanîna çavnebarîyên osmanîya nûjen, behanekirina wê ya bênavber a ji bo parastina ewlekarîya xwe ya neteweyî û keysbazkirina wê ji bo pêkanîna armancên xwe yên veşartî ye. Pirsa derdikeve holê ev e:

Gava hêzên DAIŞê piranîya bakurê Sûrîyê xistibû bin destê xwe, çima wê çaxê dewleta Tirk li ser ewlekarîya xwe ya neteweyî ne nîgeran bû? Lê belê sînorên xwe bi temamî li ber endamên rêxistinê yên ji nava Tirkîyê û tevaya dewletên cîhanî vekiribûn. Ji vê bêtir; alîkarîya endamên rêxistina DAIŞê di warê zanyarîyan de kir, her wiha hişt ku di navendên wê yên bijîşkî û nexweşxaneyên li seranserî sînorên tirkî-sûrî de werin dermankirin. Her wiha -weke berê jî me anîbû zimên- dewleta tirk hemû rengên terora cîhanî li ser xaka xwe pêşwazî kirin û hewl da bi behaneya pêkanîna ferwerîyên rikber ku di nava xwe de piranîya kesayetên terorîst, çete û xayin dihewandin, ji wan re bibe sîwana siyasî, da ku wan bixe nava şerekî rojnamegerî yê bi armanca têkbirina projeya demokratîk ku ji alîyê tevaya pêkhateyên Sûrî yên li bakur û rojhilatê Sûrîyê ve pêk hatiye. Her wiha hewl dide pergala Rêveberîya Xweserîya Demokrat têk bibe. Êdî ji erkên sincî û mirovî ye ku pergala Rêveberîya Xweserîya Demokrat bimîne ya herî baş ku dewleta Sûrî ya nûjen bi rê ve bibe, da ku li beramberî çavnebarîyên derdor raweste û ewlekarî û aramîyê li tevaya deverên Sûrîyê biparêze. Her wiha ji bo ku têkilîyên cîrantîya baş bi hemû dewletên cîran re ava bike. Lê belê behaneyên Tirkiyê yên parastina ewlekarîya neteweyî tenê “singek” e ku pê ve karên xwe yên terorane yên li deverên bakur û rojhilatê Sûrîyê, girê dide.

Tişta Ku Tirkî Ji Çiravê Rizgar Bike, Vegera Li Rêgeha Demokratîk A Rastîn E:

Bê guman AKPêya edoganî bi vê hişmendîya xwe ya niha ya dûrî demokrasî û têgehên mirovî, dê ji dewleta tirk a niha re ku di rewşeke nearam de ye, nebe çareserî. Eger Tirkî gava bixwxaze bikeve refa dewletên pêşketî û aram û xwe ji guherînên rewşan li Rojhilata Navîn û Cîhanê biparêze, divê vegere çareserîya demokratîk û li ser maseya danûstandinan rûne. Êdî çareserîyên demkî ji alozîyên ku aniha ferwerîya tirkî li jêr desthilata AKPê di wan re derbas dibe, dê ji rewşa Tirkîyê ya giştî re nebin alternatîva çareserîyên ji kokê ve û yên beraqil. Eger ferwerîya tirkî rêbaz û siyaseta xwe ya çewisandinê ya xwedî arasteyên faşîst neguherîne û eger guh nede bangên çaksazî û guhartinê yên ku ji alîyê hemû pêkhateyên Tirkîyê ve -di destpêka wan de gelê kurd- dê siberojeke reş li pêşîya dewleta tirk be û encamên wê jî bobelat bin. Îcar a baş ji dewleta tirk re ku dest bide gelê kurd û bi Tevgera Azadîya Kurdistanê re rûne da ku rewşa doza kurdî li Tirkîyê bê bikaranîna tu Vetoyekê gotûbêj bike. Gava herî girîng di vê babetê de jî, serbestberdana rêzdar Ebdullah Ocalan e û guhdarkirina li nexşerêya di destê wî de ye, berîya ku rewş ji dest biçe.

Gelê kurd û ji destpêka avabûna dewleta tirk ve, tekez kiriye ku ew gelekî hêjayî rêzgirtinê ye. Her wiha xwedî kedeke mezin di avakirina dewleta tirk û parastina wê ji hemû metirsîyên wê çaxê de ye. Êdî weke dilsozîya bi vê başîyê re û vegerandina qencîyê, ji tirkên birûmet tê xwestin ku hewl bidin gotûbêjeke ji dil bi gelê kurd û hevalbend û nûnerên wan re bikin, her wiha ji bo ku Tirkîyê ji noqbûna di nava çirava aniha tê de ye, biparêzin.

زر الذهاب إلى الأعلى