ANALÎZ

Tiştên herî zêde yên ku di maseya duyem de hatin gotûbêjkirin

Tiştên herî zêde yên ku di maseya duyem de ya bi navê (Nirxandina Rewşa Kurd û Kurdistanê bi Hemû Hûrguliyên wê) hatin gotûbêjkirin ev bûn:

Foze Yûsif: Kurd di pêvajoya dîrokê de tûşî gelek şer û komployên dewletên derdorê hat, ji ber wê jî gerek e kurd nakokîyên xwe rawestînin û bi hev re ji bo xwerizgarkirina ji van şer û komployan û ji bo yekrêziya kurdî bixebitin.

Azad Elî: Pêwîst e ne bi awayekî hestiyar, lê belê bi awayekî zanistî û dîrokî li nakokiyên kurdî yên hundirîn were nihêrtin. Her wiha gerek e li ser şaşîtîyan were rawestandin û karê siyasî û civakî were zêdekirin da ku ev nakokî û parçebûna dirêj were derbaskkirin.

Hejmarek mudaxele ji hêla beşdaran ve hatin kirin; hin ji hêla beşdarên amade û hinên din bi rêya ZOOM’ê. Bi giştî tevan li ser pêwîstîya sûdwergirtina ji tecrubeyên berê tekez kir û dan diyarkirin ku gerek e şaşîtîyên berê neyên dubarekirin. Her wiha dan zanîn ku hemû hewildanên çêkirina fitneyekê di navbera kurdan de bi ser neketin. Ji alîyekî din ve duiyar kirin ku dewletên desthilatdarîya Kurdistanbê dikin, tev jî di rewşeke alozî û lewazîyê de derbas dibin, lewre gerek e kurd sûdê ji vê lewazîyê bigire da ku destkeftiyên xwe biparêze û wan bi pêş bixe. 

زر الذهاب إلى الأعلى