ANALÎZ

!!KURD DI NAVBERA PIROJEYA AZADIYÊ Û KAXETEKE JIBO DANÛSTENDINÊ DE

Kurdyar Dirêî

“Ji bilî çiyayan, dostên kurdan tune ne” hevokeke di bîra kurdn de hatiye çandin û her nifşek vê hevokê vediguhêze ji nifşên din re. Bê guman, di siyaseta dewletan de, mijarên dostanî û hevalitiyê girêdayî berjewendiyan e, ne girêdayî Exlaq, nirxên mirovahî û rûmetdayînê ne. Di dîroka Rojhilata Navîn de, doza kurdî tu carî ji derveyî berjewendiyan nêzîkatî lê nebûye, di Sêvera 1920 de pirojeya avakirina dewleteke kurdî hebû, lê belê di Lozana 1923 de ew dewlet hate redkirin û Kurdistan di navbera çar dewletan de hate parvekirin. Şoreşên Kurdan carcaran destek ji dewletan girtine, lê ew destekdayîn di çarçova ku doza kurdî weke kaxeteke jibo danûstendin û zextê hatine kirin, Îngilîz li himber Îraq û Tirkiyayê, Firensa li himber Tirkiya û Sûriyayê, û Rûsiya li himber Îran û Tirkiyayê bikar aniye, bi qedandina berjewendiyên xwe re an jî guhertina pêşeyîyên wan re, destek hatine birîn û Kurdan buhaya wê dane; lewma Kurdan gotiye ku “Ji bilî çiyayan, dostên kurdan tune ne”. Gelo, sedemên vê tirajîdyayê çine? Dê çawa Kurd hevkêşeya ku ew pirojeya azadiyê bin an jî amûr û kaxeteke ji danûstendinan re bimînin, çareser bikin?

Dûbarebûna tirajîdiya destberdan û têkçûna Kurdan

Dîrok xwe dûbare nake, lê belê waneyên xwe ji wan kesên ku ji waneyên dîrokê tênegihiştine re xwe dûbare dike, ji wan kesan jî Kurd bi xwe ne; gelo ji xwe pirsîne, çima destekdayîn û destjêberdana ji şoreşên wan re dûbare dibin?! Çima di nava heman ezmûnê de derbas dibin û şikestî jê derdikevin?! An jî çima doza kurdî ji rewşa amûrtiyê dernakeve?!

 Di vê derbarê de hin sedemên bingehîn hene, ku hin ji wan hundirîn in û hin jî yên ji derve de ne.

Sedemên ji derve: Hêzên navdewletî yên mîna Amerîka, Rûsiya û Oropa, çendîn behsa doza kurdî bikin, her dem di çarçova pêwistiyên kêliyên siyasî û berjewendiyan de dimîne, weke dozeke mafdar û erêkirina statûyeke kurdî nêzîk nabin, her wiha têkiliyên xwe bi dewletên parvekerên Kurdistan re, jibo Kurdan xera nakin.

 Kurdistan di navbera çar dewletên herêmî de hatiye perçekirn; vê jî hiştiye ku her çar dewletên herêmî di nava hev de li dijî doza kurdî tev bigerin, her wiha ji ber nakokiyên di navbera van dewletan de jî, doza kurdî li himber hevûdû jî, bi şêwazekî demikî û tektîkî bi kar anîne.

Belavbûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de, hiştiye ku guhertinên di rewşa wan ya bindestiyê de û bidestxistinan mafan girêdayî hevsengiyên herêmî yên pir bi aloz be, her wiha pir dewlet – ji derveyî dewletên ku Kurdistan par ve kirine – ji guhertina sînoran pir ditirsin û li dijî doza kurdî derdikevin.

Giraniya dewleta Tirkyayê di derbarê doza kurdî de û dijîderketina wê li himber çi deskeftiyên Kurdan, ne tenê di perçeyên Kurdistanê de, her wiha li ser asta cîhanê jî, bi taybet ku dewleteke Nato ye û hemî derfetên di nava Nato de – çi diplomasî an jî siyasî, leşgerî û aborî be – bi kar tîne.

Sedemên hundirîn: Kurdistana di navbera çar dewletan de hatiye parçekirin, tevgerên siyasî yên kurd yên her perçeyekî neçarî lihevkirinan bi dagerkerên perçeyên dîtir yên Kurdistanê re kiriye, Kurdên Başûr bi Îran, Tirkiya û Sûryayê re, Kurdên Bakûr bi Sûriya, Îran û Îraqê re… HWD. Çi têkiliyên tektîkî bin û çi jî sûdgirtina ji nakokiyên di navbera van dewletan bi xwe de û tengavbûna tevgerên kurdî bi xwe bin jî ji ber rewşa dorpêçbûna Kurdistanê ji aliyê van dewletan ve, vê rewşê him nakokîyên navxweyî yên tevgerên kurdî xurt kiriye, him jî bûye sedema şerên navxweyî û wendakirina vîna siyasî ya piranîya tevgeran.

Pirsgirêka nebiserketina doza kurdî ne tenê girêdayî piştgirî an jî nepiştgiriya hêzên navneteweyî ye, ta asteke mezin û bingehîn girêdayî nebûna pirojeyeke siyasî ya kurdî û hevgirtî ye, ku di her çar perçeyên Kurdistanê de hêzê bide doza kurdî, bibe hêzeke hundirîn ya xurt û li ser wê xebat were kirin; lê ta roja îro ew pirojeya hevgirtî û hevbeş, ne li ser asta Kurdistanê bigiştî û ne jî di her perçeyekî de, tune ye.

Nakokiyên di navbera tevgerên siyasî yên kurd di her perçeyekî de û li ser asta Kurdistanê bi giştî jî, di bin navê ku, gelo kî nûnertîya doza kurdî dike, vê rewşê hiştiye ku tevgerên siyasî li himber hevûdû, reşkirin, dijminatî û hevxistinê bidin pêş.

Derbaskirina rewşa amûrtiyê û pirojeya azadiya Kurdan

Doza kurdî, doza gelekî ye ku li bidestxistin û bicîkirina mafên xwe, hebûna xwe ya sîyasî li ser nexşeya Rojhilata Navîn digere, dozeke wiha giran e ku çareserkirina wê tê wateya guhertina rûyê Rojhilata Navîn, sedsalên înkar, pişaftin û tewana peymana Lozanê ji holê radike; lewma ew netenê dosyayek ji dosyayên sergirtî di erşîfên bîroyên diplomasî a navneteweyî de ye, dema bixwazin bilivînin û dema naxwazin paşguh bikn, ev rewş pêwist e were derbaskirin, lewma veguhezandina doza kurdî ji kaxeteke danûstendinan di navbera hêzên herêmî û yên navdewletî de, bikaranîna wê weke amûreke zextê bi şêweyekî demkî, li gorî pêwistiya berjewendiyên wan dewletan, ber bi wê yekê ku bibe pirojeyeke azadiyê jibo gelê kurd û welatê wî Kurdistan giringiyeke bingehîn e.

Di Kurdistanê de, du pirojeyên siyasî hene; pirojeya dewlet-etew, ku Başûrê Kurdistanê, Partî Demoqratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) nûnertîya wê dikin, her wiha pirojeya netewa demoqratîk ya R. Ocelan ku Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistan bandor dike, ji xwe nemûneya wê jî di Rojavayê Kurdistanê de bi şêweyekî ji şêweyan hatiye pêkanîn. Di nava qeyrana Rojhilata Navîn û beramberiya hêzên navdewletî û herêmî li ser hêzdarî û nexşeya nû ya di Rojhilata Navîn de, ku bi navê şerê cîhanê yê sêyemîn an jî despêka wî têye binavkirin, Kurd nikarin bi pirojeyên cuda cuda sûdê ji guhertinên ku dê di deverê de rûbidin, ji bo doza kurdî sûdê bigrin, bi taybet ku di navbera serkêşên her du pirojeyan de jî li ser wê yekê ku kî nûnertîya doza kurdî dike, nakokî û hevrakêşandin heye, ji derveyî nêzîkatiyên di navbera wan de, ku ta roja îro jî bêtirî xwe şiklî, ji rêzê û bêtirî xwe hestiyane ne; lewma pêwist e di nava her du pirojeyan de hevtemamkirinek hebe, û di her çar perçeyên Kurdistanê de bibe pirojeya azadiya gelê kurd, pirojeya siyasî ya hevbeş, ku dê Kurdan jî bi hêz bike. Hebûna pirojeyeke hevbeş ya siyasî di Kurdistanê de dikare Kurdan di nava hevsengiyên di Rojhilata Navîn de bike lîstikvanek, di xêzkirina nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de hevbeş be, bibin hêzeke hundirîn ya xurt û xwedî yekîtîyeke siyasî û ji wê rewşa amûrtî û kaxeteke danûstendinan rêzgar bibin.

Di navbera pirojeya Netew-Dewlet û Civaka Demoqratîk de, hevtemamkirin.

Projeya R.Ocelan: Projeya R.Ocelan ya ji bo çareserkirina doza kurdî di her çar perçeyên Kurdistanê de, bi taybet di Bakurê Kurdistanê de, li ser bingehê derbaskirina zuhniyeta netew-dewlet û entegreya demoqratîk ya Kurdan di çarçova dewletên heyî de ye; kurd bibin hevbeşê van dewletan, bê cudahî di navbera gelan û çandan de, anku avakirina civakên demoqratîk, ku Kurd bi şêweyê rêveberiyên xweser, rêveberiyên xwecihî û fedralîyê xwe bi rê ve bibin, û di asta giştî de avakirina konfedralîzma Rojhilata Navîn, ku Kurdistan dibe xeleka bihevgirêdana dewletên ku Kurdistan parve kirine, anku Kurdistaneke konfedral jî têye avakirin. çendîn derfetên vê pirojeyê hene?! di asta îdyolojîk de ji hêla dewletên herêmî û navdewletî ve nayê pejirandin, lê weke şêweyê çareserkirinê, xweseriyên xwecihî, rêveberiyên xweser û ta fedralîkirin jî têye pejirandin, lê di asta dewletên herêmî de ji xwe ew – heger ne neçar bibin – tu çareseriyan ji doza kurdî re napejirînin.

Pirojeya netew-dewlet: Pirojeya netew-dewlet, jibo gelê kurd daxwaz û hêviyeke dîrokî ye, ku di Rojhilata Navîn de, di nava sînorên çar dewletan de, rastî qirkirin, pişaftin û talaniyan hatine, û weke gelên di deverê de ku bûne xwedî dewletên neteweyî ew nebûne, bê par mane û avakirina Kurdistaneke serbixwe misogeriya hebûn û mafên xwe dibîne; anku avakirina Kurdistaneke li ser bingehên yekîtîya ziman, dîrok, nijad û sînordiyarkirî, weke dewletên derdorê. Çendîn derfeta vê pirojeyê heye?! Başûrê Kurdistanê nemûneya vê yekê ye, ku gavên ber bi dewletbûnê ve avêtine, lê belê ji hêla dewletên herêmî û navdewletî ve nehatiye pejirandin, di refrandoma 2017 de, helwestên van dewletan hate zelalkirin, ku ew ne amadene dewleteke nû di Rojhilata Navîn de bipejirînin.

Heger em van herdû pirojeyan danberhevî hevûdû bikin, ne li gorî hest, hêvî û bijandinan, lê belê li gorî rewşa siyasî ya di cîhanê de, xwendina stratejiyên navdewletî di Rojhilata Navîn de, û pirojeyên heyî di roja îro de yên herêmî (Îsraîl, Tirkiya, Îran) bi taybet Îsraîl û Amerîka, tevî piropogenda ku ji alîyê Îsraîlê ve li ser avakirina dewleteke kurdî têye kirin, lê belê di rastîyê de tiştekî wiha diyar nabe, bi tenê doza kurdî weke amûrekî an jî zextê bi kar tîne, berjewendiyên wê wiha dixwaze. Her wiha heger em zanibin ku ji bo Amerîka perçekirina dewletên di Rojhilata Navîn de ne pir cihê giringiyê ye, bi qasî ku ya giring jê re astengkirin û lawazkirina hêzdariya Çîn û Rûsiyayê di herêm û cîhanê de ye, lê belê Îsraîl, perçekirina van dewletan jî di rojeva wê de ye, lê ne weke avakirina dewletên nû yên serbixwe, weke belavkirina hêzê di çarçoveya sînorên wan dewletan de, fedralkirin û ji wê jî derbaskirin ber bi avakirina rengdewletên xwecihî di nava dewletên heyî de, bêyî ku werin ragihandin, em van rewşan bixwînin û bi kurtasî em tê bighêjin ku dewletbûn tune ye, her wiha rewşa Kurdan, hêza wan jî têra dewletbûyînê nake, lewma Kurd dikarin siyaseteke hevbeş bi entegrekirina di navbera her du pirojeyan de ava bikin.

Entegrekirina pirojeya netewa demoqratîk û pirojeya netew-dewlet:

Di asta herî bilind ya şêweyê çareserkirina doza kurdî di Rojhilata Navîn de, li gorî geşedan, bûyer û tevgerên di deverê de dibin, ber bi avakirina herêmên kurdî di çarçoveya sînorên dewletên heyî de dire. lewma em dikarin di navbera her du pirpjeyan de, pirojeya netewa demoqratîk ya ku sînoran derbas dike, civakan bingeh digire, hevbeşî, mafê jin, çandan, parastina îkolojiyê, rêveberiyên xweser wekî rehendên bingehîn digire dest, û pirojeya netew-dewlet ya xwedî sazî, serwerî û sînorêndiyarkirî, mîna Başûrê Kurdistanê, entegreyê pêk bînin, modeleke nû ya siyasî, realist û hevbeş ji statûyeke kurdî re ava bikin, em dikarin sûdê ji ezmûna Başûrê Kurdistanê di derbarê dewletbûyînê de bigrin, her wiha ji ezmûna Rojavayê Kurdistanê jî şêwazê bi rêvebirin, wekhevî, hevbeşî û rêxistinkirina civakî jî sûdê bigrin; anku modela dewletbûyînê ji Başûrê Kurdistanê û ji netewa demoqratîk jî felsefeya civakî, îkolojî, mafên jin û komînan bigrin. Bi entegresyoneke wiha Kurd dikarin pirojeyeke kurdî ya taybet pêşkêşî gelê kurd û cîhanê bikin, weke çareserî ji kirîzên deverê re, gotara siyasî ya kurd dibe yek, yekbûnê di navbera hêza dewletbûn û azadiya civakî de pêk tîne, doza kurd bihêz dibe û ji çarçova amûrtiyê ber bi pirojeya azadiyê ve dê here.

Weke encam :

  • Xwesipartina ji hêzên navdewletî re ji bo çareserkirina doza kurdî û bidestxistina mafan tu garantiya wê tune ye, li gorî berjewendiyan helwest û planên dewletan têne guhertin û gelek caran kurdan buhaya vî tiştî dane, û nemûneya herî nêzîk, rêfrandoma Başûrê Kurdistanê 2017 û paşguhkirina Rojavayê Kurdistan di 2026 de ye.
  • Heger Kurd ne xwedî pirojeyeke taybet, siyaseteke taybet, û nehevgertî bin dê her dem weke amûr û kaxeteke danûstendinên di navbera hêzên navdewletî û herêmî de bimînin.
  • Pêwist e Kurd, nakokiyên xwe derbas bikin, her beşeke Kurdistanê cuda cuda tevnegere, di asta Kurdistanî de hevtemamkar bin û di paraastina ewlehiya neteweyî de yek bin.
  • Pirojeyên Kurdan ji bo çareserkirina doza kurdî, nebin sedema beramberiyê, û nekevin pêşbirka nûnertîya doza kurdî de, bi rêya entegrekirina di navbera pirojeya netew-dewlet û pirojeya civaka demoqratîk de bibin pirojeyeke hevbeş.

Hemî geşedan, pêşketin û xeteriyên li ser gelê kurd, di vê serdema şerê cîhanê yê sêyemîn de û qeyranên mezin ku ji ber berjewendiyên hêzên hegemon di deverê de diqewimin, gelê kurd û tevgerên siyasî yên Kurdistanî neçar dike ku di bin sîwana kongreyeke neteweyî de, pirojeya azadiyê ji her çar perçeyên Kurdistanê re diyar bikin û rewşa dûbarebûna bikaranîna kurdan weke amûr di pirojeyên dewletên herêmî û navdewletî de derbas bikin û di dîzayînkirina Rojhilata Navîn ya nû de jî bibin lîstikvan û hevbeş.

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى