ANALÎZ

Tirkiye bi çareseriyên leşkerî xwe dixapîne

 

 

Piştî ku dewleta Tirkî ya nû li ser kavilên dewleta Osmanî di encama Şerê Cîhanê yê Yekem û Rêkeftina Lozanê (1923) de ava bû, wê doza hebûna gelê kurd û doza kurdî, kir babeteke girêdayî mayîn û nemayîna komara Tirkiyê. Ji ber wê jî siyaseta tirkî di barê doza kurdî de xwe sipart aliyê leşkerî û çareseriya ewlekarî. Bi vî awayî wê doza kurdî red kir û li hember kurdan û çalakî, ziman, çand, hebûna wan a neteweyî û şoreş û raperînên kurdî bi çek û agir rawestiya. Her wiha bi rêya siyaseta tirkkirinê, koçberkirina bi zorê û qirkirinê û siyaseta guhertina demografîk hewil da gelê kurd bipişêve. Dewleta Tirk bi rêya van kiryaran gihaşt baweriyekê ku êdî doza kurd nema li Tirkiyê ronahiyê dibîne û êdî ew doz hat binaxkirin. Çapemeniya tirkî di dema şoreşa Agirî de baş ev yek anî ziman. Weke mînak, di sala 1930î de rojnameya Milet a tirkî wêneyê çiyayê Agirî (cihê şoreşa Ceneral Ihsan Nûrî Paşa ku ew fermandarê şoreşa kurdî bû) weşand û li ser çiya gorek hebû ku li ser nivîsandin: “Kurdistana xeyalî li vir hat binaxkirin“. Lê piştî wê bi çend salan şoreşa Dêrsimê (1937-1938) rû da. Ev şoreş rastî komkujiyên pir dijwar ji hêla artêşa tirkî ve hat. Li gor hin jêderan hejmara qurbaniyan gihaşt nêzî 75 hezar jin, zarok, mêr û kalan. Erdogan got ku hejmara wan gihaştiye 10 hezaran. Wî di sala 2011an de lêborîn ji ber vê komkujiyê xwest û gunehê wê xist stûyê Partiya Gel a Komarî, çimkî di wê demê de ev partî li ser hukim bû. Piştî têkbirina şoreşa dawî ya kurdî li bakurê Kurdistanê (şoreşa Dêrismê 1937), siyasetên komkujî û koçberkirina bi darê zorê gihaştin lutkeyê. Lê piştî raghihandina Tirkiye ku Kurdistan hat binaxkirin û piştî demeke dirêj a bêdengiyê (di navbera 1937-1978 de), PKKê hat û careke din Kurdistan vejîn bû (PKK di sala 1978an de li ser destê birêz Ebdela Ocelan hat damezirandin). PKKê ragihand ku Kurdistan û doza kurdî heye û gerek e çareseriyek ji bo wan were dîtin. Di encama rêbazê tirkî yê qirkirin û tunekirina kurdî bi rêya leşkerî, PKKê di sala 1984an de berxwedana leşkerî ragihand û Tirkiye derbasî rûbirûyîneke nû li hember doza kurdî kir. Di encamê de bûyerên bixwîn di salên heştêyî û nodî de çêbûn. Tirkiye nikarîbû şoreşa PKKê bi dawî bike, çimkî şoreşa wê bû xwedî taybetmendiyeke xwecihî, herêmî û navneteweyî û êdî Tirkiye nema dikarî wê kontrol bike. Ji ber wê jî NATO û hevpeymanên rojavayî û bi alîkariya dewletên ereban li gel Tirkiye komployeke navneteweyî li dijî birêz Ebdela Ocelan pêk anîn û di sala 1999an de ew girtin û di Girava Îmraliyê kirin zindanê. Lê tevî wê jî şoreşa PKKê ranewestiya. Birêz Ebdela Ocelan banga aştî û çareserkirina doza kurdî kir. Berî wê û zêdeyî carekê pêngavên agirbestê yên yekalî (ji hêla PKKê tenê ve) hebûn. Ew jî di van salan de bûn: 1993, 1995, 1998. Armanc ji van agirbestan ew bû ku derfet ji bo çareserkirina doza kurdî peyda bibin lê tu gavine berbiçav û destpêşxerî ji hêla dewleta Tirk ve ku bawerî di navbera wan de xurt bike, pêk nehatin

Rola peywirî ya Tirkiye û tektîka aştiyê:

Mirov nikare Tirkiye di siyaseta wê ya hundirîn û derveyîn de ji rola ku NATO û Amerîka dayê de, cihê bike. Ji ber wê jî dema AKPê di sala 2002yan de gihaşt desthilatê, ev yek ne serkeftinek di hilbijartinan de bû ne jî rewşeke demokratîk bû bi qasî ku ew pêdiviyek bû ji bo qonaxeke nû ya nakokiyên herêmî û navneteweyî li ser serweriyê; ji ber wê jî Amerîka (li gor projeya wê ku dixwaze desteseriya xwe weke yekcemser li cîhanê xurt bike û li hember Çîn û Rûsiya raweste)  hewil da AKPê li pêş bixe; nexasim ji ber ku AKPê xwe weke tevgereke islamî ya nerm da pêşkêşkirin ku cîhana islamî dikare wê ji xwe re bike nimûne. Amerîka hewil da herêmê bi rêya AKPê kontrol bike. Ji ber wê jî welatên rojavayî guh dan AKPê û pişa wê girtin. Rastî jî Tirkiye bi lez bû nimûne û bû xwedî cihekî girîng di cîhana erebî û islamî de. Ji aliyê hundirîn ve jî gavine mezin di biwarê aborî de avêtin û behsa guhertinên demokratîk kir, di nav de xwe bi ser doza kurdî de jî vekir. Di sala 2005an de Tirkiye ket danûstandinên yekser bi Ocelan û serwerên partiyê re. Di encamê de bi navê danûstandinên Oslo di sala 2009an de pêk hatin û di sala 2015an de bi dawî bûn. Tirkiye ne aştî dixwest bi qasî ku wê di salên aramiyê de dixwest demê qezenc bike û PKKê lawaz bike û di heman demê de xwe bi hêz bike (çi ji aliyê leşkerî ve be çi jî ji aliyê aborî ve). Ji dema ku AKPê gihaştiye desthilatê, xewna wê ew bû ku doza kurdî berî 2023yan bi dawî bike (berî sedsaliya Lozanê û berî ku komara duyem a ku bi awayê ixwanî û islamî were ragihandin). Ew jî bi rêya girêdana dewletên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem (rêkeftina Saykis-Bîko 1916 û rêkeftina Lozanê 1932)  ji dewleta osmanî hatin cihêkirin, bi dewleta tirkî ve û pêkanîna projeya kevana tirkî ya berferehkirinê. Ev yek bi awayekî diyar bi despêkirina bihara ereban (2010-2011) re xuya bû. Tirkiye destpêkê hêza nerim (aborî, çandî û bazirganî) û siyaseta “zîro pirsgirêk“ bi cîranan re bi kar anî da ku armancên xwe yên osmanî pêk bîne. Piştî ku şoreşên “bihara ereban“ dest pê kirin û hêza ixwan û tevgerên islamî li herêmê xurt bû û piştî ku rêjîmên ereban bi awayekî trajedîk hilweşiyan, dewleta Tirk ji siyaseta “zîro pirsgirêk“ dest bi siyaseta afirandin û gurkirina pirsgirêkan û destwerdana yekser di  di herêmê û welatên bihara ereban de kir. Wê siyaseta destwerdana yekser û hêza leşkerî kir. Dema wê dît ku derfet jê re peyda bûye, rûyê xwe yê rastîn der heqê doza kurdî de eşkere kir û pêvajoya aştiyê bi Ocelan re bi dawî kir. Di heman demê de dev ji rola xwe ya stratejiya rojavayî ya ku tê de xwe weke islama nerim dida diyarkirin, berda. Ev tev da ku herêmê kontrol bike û projeya xwe ya taybet a pêkanîna xewna vejandina dewleta Osmanî li şûna komara Atatork bi cih bîne.

Lê tevî ku Tirkiye karîbû sûdê ji tevgerên ixwan, girûpên islamî û Daiş û Nusre jî bigire û wan li gor berjewendiyên xwe bizîvirîne (xwestekên wê gihaştin wê astê ku rêjîma Şamê hilweşîne û islamiyan bixe hakimê Sûriyê û di heman demê de xwe li bakurê Afrîkayê `li Lîbiya, Misir û Tûnisê` berfereh dikir), lê ji bilî rola rûsî û Hevpeymana Navneteweyî di sînordarkirina van xwestekên wê, lê sedema sereke ya ku rê li ber pêşveçûna xwestekên wê mezin girt, doza kurdî bû; nexasim dema PKKê weke hêzeke aktîv li başûrê Kurdistanê derket holê û karîbû li hember Daişê li Şingalê raweste û kurdên êzîdî ji qirkirinê rizgr bike û piştî ku YPG û YPJ li rojavayê Kurdistanê bûn hêzeke berbiçav ku wan karîbû herêmên berfereh ên bakurê Sûriyê û Rojava ji girûpên çekdar ên islamî yên ku Tirkiye pişta wan digirt, rizgar bike; nexasim ku ev hêz bûn hevkarên Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî Daişê û piştî ku Daişa hevkara wê li Kobanê têk çû. Tirkiye tirsiya ku pêngava aştiyê ya bi kurdan re li hundur û zêdebûna hêza kurdan li Rojava bibe sedem ku ew neçar bibe bêtir tawîzan pêşkêş bike û doza kurdî ji çarçoveya xwe ya teng derkeve ku Tirkiye jê re pilan dikir ku wê dixwest hêdî hêdî PKKê tune bike. Loma Tirkiye hemû karînên xwe li dijî kurdan li Sûriyê bi kar anîn da ku tu destkeftiyan bi dest nexin û herênê dagir bike û hilweşîne, loma bi awayekî zelal nihta xwe ya dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyê da diyarkirin. Ji ber vê yekê li tevgera kurdî ya li Bakur teng kir û derbeyên asîmanî li dijî gerîlayan pêk anîn da ku bihêle PKKê careke din dest bi şer bike. PKKê hişyarî di vê derbarê de da, lê Tirkye rijd bû ku pêngava aştiyê têk bibe. di encama êrîşên asîmanî yên tirkî bi ser cihên gerîlayan li Şernexê (2015), ajansa Riwêrtirzê got ku PKKê wê demê ragihand ku van êrîşên tirkî tu wate ji pêngava aştiyê re nehiş, lê ew bi awayekî fermî ji pêngavê venekişiya. Lê Erdogan di kongireke fermî de berî ku biçe Çînê wisa got: “Ne pêkan e ji bo me ku em pêngava aştiyê bi kesinan re berdewam bikin ku ew kes gefan li yekîtiya me ya niştumanî û têkiliyên biratiyê yên di navbera me de dixwin.“ (Riwêrtirz)

Hilweşandina doza kurdî xwestekeke nû-kevin e:

Daxuyaniyên dawî yên serokê tirkî Erdogan ên der barê tunekirina PKKê, xwestekên kevin ne yên nû tenê dinimînin. Hikûmetên tirkî yên ku ji dema derbeya leşkerî di sala 1980î de (derbeya Kenan Eferîn) ve hatine ser desthilatê, tevan gont ku ew ê PKKê tune bikin û doza kurdî bi dawî bikin lê ew hikûmet tev çûn û PKKê û gerîla û doza kurdî man. Di serdema hikûmeta AKPê de û ji sala 2015an de Tirkiye bi dehan şerên leşkerî li dijî gerîlayan li derve û hundirê Tirkiye pêk anîn. Wê bi van çek, amadekarî û qebareya hêzên beşdar di van pêngavan de, dikarî li hember artêşên dewletan li herêmê şer bike. Wê di her pêngavê de da xuyanîkirin ku ev şerê dawî li dijî partiyê ye û ew ê PKKê tune bike, lê dema li hember gerîlayên kurdistanî bi bin diket, berê xwe dida hin daxuyaniyên nû yên der barê pêngaveke nû ku ew pêngav dê ya dawî be û dê bi rêya wê PKKê tune bike. Erdogan jî di daxuyaniyên xwe yên dawî de tekez kir ku ew ê babeta sînorê bi Iraqê re bi dawî bike û dê kemera ewlekariyê bi Başûr re di havîna 2024an de ava bike û ew ê projeya “herêma biewleh“ li Rojava (bakur û bakur û rojhilatê Sûriyê) berdewam bike û wî gef li her kesî xwarin ku ew stratejiya wî red bike. Erdogan ev yek di gotineke xwe de got ku di 4. 3. 2024an de di civînekê bi endamên hikûmeta xwe re got. Her çiqasî ev gef û daxuyanî kevin-nû bin û her çiqasî êdî Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê û PKKê fêrî wan bûye û êdî ew ji siyasetên tirkî ne xafil in û her tiştî jê pêşbîn dikin, lê ev daxuyanî gelek nîşaneyên hundirîn, derveyîn û herêmî dihewîne:

Nîşaneyên hundirîn:

– Zext û fişar li ser hikûmeta AKPê heye ku wê hewil da  binkeftinên mezin ên ku artêşa wê li başûr li ser destê gerîla rastî hat, veşêre. Jixew wî berî wê qîr dikir ku wî gerîla bi yek carê tune kiriye. Rojnameya “el-Şerq el-Ewset“ li ser zimanê Wezareta Berevaniyê ya Tirkî di 23. 12. 2023yan de got ku 12 leşkerên tirk di du rojan de hatin kuştin. Ev leşker di du êrîşên cuda yên bi ser du baregehên tirkî de li Başûr (Xakork û Zapê) hatin kuştin. Lê di heman demê de ragihandina gerîla hejmareke ji wisa mezintir da ragihandin. Her wiha di 12. 1. 2024an de malpera “el-Ereb“ li ser zimanê Wezareta Berevaniyê ya Tirkî got ku neh leşkerên tirk hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn. Ew jî di êrîşekê bi ser baregeheke leşkerî ya tirkî li bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) de. Lê ragihandina gerîlayan hejmareke ji wisa mezintir ragihand. Ji ber wê jî dibe ku daxuyaniya Erdogan a der barê havînê de, ji ber bidawîbûna werzê zivistanê û helîna berfê be. Çimkî pirê caran artêşa tirk di vî werzî de şer dike. Wate; Erdogan gefan dixwe ku dema zivistan bi dawî bibe, ew ê tola xwe hilîne. Lê di rastiyê de operasyonên tirkî ji sala 2015an ve ranewestiyane.

– Ew ji dozên çareserkirina pirsa kurdî direve û fişarê li tevgerên kurdî li bakurê Kurdistanê dike, nexasim bi nêzîkbûna dema hilbijartinên şaredariyan (31. 3. 2024) ku Erdogan wan hilbijartinan weke tiştekî çarenûsî der barê derbasbûna Tirkiye di kevana (qiloç) tirkî de, dibîne. Dibe ku hevoka baştir û hûrgultir ev be: “Derbasbûna Tirkiye di qonaxa desthilata erdoganî de“. Ew dixwaze hukmê xwe li bajarên mezin (Stenbol, Enqere û Ezmîr) xurt bike, çimkî ew hukmê xwe bêyî wan deveran lawaz dibîne. Dengên kurdî jî li wan bajaran gelekî ji bo wî girîng in. Erdogan bi rêya gefxwarin û tirsandinê hewil dide wan dengan bi dest bixe û tevgera kurdî ya siyasî ber bi piştgirtina xwe ve dehf bide.

– Ew dixwaze dengên neteweperestên tirk bi dest bixe. Ew jî bi rêya diyarkirina cidiyeta xwe di şerê li dijî kurdan û tevgerên wan ên siyasî û rijdbûna wî li ser têkbirina PKKê û tunekirina tecrubeya demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê (Rojava).

Nîşaneyên herêmî:

  • Xuya ye ku tekezkirina Edrogan li ser serkeftina operasyona wî ya li dijî gerîlayan, ji levkirinên wî yên bi Bexda û Hewlêrê der barê şerê li dijî PKKê hatiye. Serdana wezîrê berevaniyê yê tirkî Yeşar Xolur bo Bexdayê (24. 2. 2024), piştî ku artêşa tirkî rastî binkeftinên mezin li ser destê gerîlayan hat, nîşaneya bêçareya tirkî ya bidawîkirina şerê li çiyayên Kurdistanê bû. Her wiha ew nîşaneya hewcedariya wî ye ku Bexda û Hewlêr bi rêya rêkeftineke ewlehiyê pê re bibin hevkar. Ji berê wê jî Tirkiye bi rêya serdana wezîrê berevaniya iraqî bo Enqere rêya vê yekê vekir û danûstandin di navbera Tirkiye û Iraqê de der barê kevkariya li dijî terorê û xurtkirina ewlekariya sînorî de çêbûn. Tiriye dît ku derfet heye ku ew hepveymaneke ewlekariyê li ser Bexdayê bisepîne. Jixwe berî wê hevpeymaneke wisa li ser Îranê jî sepandibû da ku ew partiyên kurdî yên îranî dûrî sînor bike. Xuya ye tişta ku Tirkiye li hember vê yekê bide Iraqê, girêdayî babetên aborî û zêdekirina behra Iraqê ji ava Dicleyê û sozên bazirganiyê bûn. Her wiha rayedarên ewlekariyê yên tirk û wezîrê berevaniya tirkî serdana Hewlêrê kirin û bi rêveberên PDKê re civiyan. Piştî wan serdanan Tirkiye rehetiya xwe der barê hevkariya PDKê di şerê wê yê li dijî PKKê de anî ziman. Di heman demê de nerazîbûna xwe li hember YNKê da diyarkirin û gef jî lê xwarin çimkî ew danûstandinê bi PKKê re dike. Bafil Talibanî da xuyakirin ku ew PKKê weke dijmin nabînin.

Lê ji ber hêzdariya îranî ya mezin li ser Iraqê, xuya ye ew ê xwestekên Tirkiye li gor dilê wê pêk neyîne û ew ê bi awayekî rasterast bi Tirkiye re beşdarî şerê li dijî PKKê nebe. Lê xuya ye helwesta Hewlêrê bêtir bi ya Enqereyê re guncav e. Ya ku vê tekez dike, ew e ku tu daxuyaniyek ji hêla Hewlêrê ve derneket ku nerastiya daxuyaniyên tirkî yên der barê amadekarî û pejirandina PDKê ku ew ê bi Tirkiye re bibe alîkar di şerê wê yê li dijî PKKê, biçesipîne. Emîndarê berê yê hêzên Pêşmergeyan “Cebar Yawir, da xuyakirin ku xwestekeke Tirkiye heye ku şerê kurdî-kurdî gur bike. Wî da diyarkirin ku Enqere dixwaze pêşmergeyan di şerê xwe yê li dijî PKKê bi kar bîne da ku tu binkeftiyên mezin di nav hêza xwe de nebîne. Wî hişyarî da ku Tirkiye hewil dide agirê nakokî û şer di nav birayên kurd de gur bike.

– Tirkiye li şerê di navbera Israîl û Hemasê de bi çavekî dinihêre ku ka ew jî weke Israîl çiqasî dikare helwestên navneteweyî piştguh bike û çawa dikare sînaryoha Xezayê li ser kurdan û tecrubeya wan a demokratîk li Rojava û li ser gerîlayên çiyayên Kurdistanê pêk bîne. Topbarana dijwar a ku ji destpêka sala 2024an de li dijî avahiyên byolojîk, hêzên ewlekariyê û sivîlan li bakur û rojhilatê Sûriyê, beşek ji xwesteka Erdogan a naskirina siyasetên pêkan, xwezaya helwest û bertekên navneteweyî ye.

– Dewleta AKPê dibîne ku Rojhilata Navîn a ku ber bi guhertinê ve diçe, di nava xwe de damezirandina statûyên fedralî yan jî dewletên kurdî dihewîne ku ev yek li ba sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê ranaweste lê belê bakur û rojhilatê Kurdistanê jî dê bihewîne. Ew dibîne ku aliyên herî aktîv û bikêr di guhertinê de, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û tecrubeya demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê ne. Ew ditirse ku têkiliyên rojavayî bi kurdên Rojava re çi raçoveya hevkariya li dijî Daiş ber bi hevkariyeke stratejîk ve bi pêk bikve û di encamê de nerîna xwe li hember PKKê biguherin û wê ji lîsteya terorê derxînin. Ev yek jî dê derbeyeke cidî li hember hişmendiya mandelekirinê ya tirkî be û dê pirsa kurdî ber bi çareseriyê ve here û birêz Ocelan serbest were berdan. Ji ber wê jî Tirkiye bi cidiyet hewil dide Rojava hilweşîne û li hember projeya demokratîk dibe kelem da ku heya astekê nebe mîna tecrubeya başûrê Kurdistanê.

Nîşaneyên navneteweyî:

– Piştî ku Tirkiye hemû kaxezên xwe ji bo fişara li ser welatên rojavayî bi kar anîn û di nakokiya rûsî-amerîkî de bi kar anîn, niha dihise ku wê girîngiya xwe ya cyostratejîk a girêdayî welatên rojavayî ji dest da; nexasim piştî ku bi awayekî fermî Filenda û Siwêd di NATO de hatin pejirandin, ku ev yek jî piştî prosesên santaja aborî û leşkerî pêk hat; yek ji wan prosesan jî babeta radestkirina balafirên F16 û rakirina sizayan li ser wê bûn. Tirkiye di vê yekê de bi ser ket lê ew di guhertina helwesta amerîkî ya li hember HSDê de û di rawestandina  piştgiriya wê û vekişîna Amerîka ji herêmê de bi bin ket. Ji ber wê jî Tirkiye bi rêya gefên dawî, fişarê li Amerîkayê dike û projeya xwe a berferehkirinê pêşkêş dike û ka ew proje dê çi rageşiyan bi xwe re bîne heke Amerîka xwestekên wê pêk neyîne. Lê Tirkiye dizane ku ew di dema windayî de bi siyaseta têkiliyên dualî (di navbera Rûsiya û Ewropayê de) dilîze û ew dizane bê heye ev nêzîkatiya wê ya ji Amerîkayê re çi bi xwe re bîne; çimkî ev nêzîkatî dê li ser hesabê têkiliya wê ya bi Rûsyayê re be, di nav de girêbesta S400 û hêzdariya wê li bakurê Sûriye. Ji ber wê jî Tirkiye bi rêya gurkirina van rageşiyan û afirandina wan hewil dide demeke zêdetir di lîstika li ser du tayan de (amerîkî û rûsî) bimîne û bihêle her kes berê xwe bidiyê piştî ku pê hisiya ku êdî ew di gelek dozên herêmê de tê piştguhkirin û heybeta xwe ya li hember dewletên herêmê ji dest daye.

–  Tirkiye berê dewleta herî zêde ya di NATO de bû ku pirsgirêk diafirandin (bi NATO bi xwe re jî) û alîkarî gelekî di astengkirina projeya amerîkî li herêmê kir, pişta komên terorîst girt (nexasim Daiş ku gerek e wê şerê wê bikira çimkî ew jî endameke NATO ye), wê rageşî û kêşe bi hevpeymanên xwe re (Yûnan û Israîl) afirandin, girêbest bi Rûsiyayê re girê dan û pêşveçûnên herêmê û şerê ukraynî-rûsî bi kar anî û her tişt ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî, her wiha têkiliyên wê yên ne zelal bi Îran û Hemasa ku di nav lîsteya terorê de ye, hene…piştî van qas tiştan niha xwe weke hevalkar û hevpeymanê Amerîkayê dide pêşandan ku dev jê nayê berdan di çareseriyên herêmê û şerê li dijî Daiş de. Xwe weke hevkarekî cihê baweriyê da pêşandan ku dikare bi roleke mezintir di projeya amerîkî de bilîze; nexasim  piştî hilbijartinên serokatî yên tirkî (2023) û mayîna AKPê li ser desthilatê. Dibe ku piştî tawîzên tirkî ji bo welatên rojavayî, Tirkiye karibe hin xwestek û berjewendiyên xwe bi cih bîne, lê arîşeya wê ya herî mezin di doza kurdî de ye ku Tirkiye nikare di serdema AKPê de wê çareser bike, nexasim ji ber qasiya mezin a kîna neteweperestî û nijdarperestî ya li hember kurdan di bin sîwana vê hikûmetê de. Eger Erdogan bixwaze li doza kurdî binihêre, ev yek dê gelekî bandorê li pêşeroja Erdogan û partiya wî bike, nexasim ji hêla nijadperestên tirkî ve ku ew piştgirên sereke yên siyaseta wî ya çewsîner a li dijî kurdan e.

Encam:

Tirkiye bi roleke peywirî ji bo Amerîkayê di salên şerê sar ên bi Yekîtiya Sovyetî re  lîst. Rola wê ew bû ku weke faktoreke hevsengiya herêmê û hêzeke berevaniyê li hember hêzên ku gefan li berjewendiyên amerîkî dixwin û faktoreke piştgiriyê bo Israîl bû. Ew sedema sereke bû ya ku hişt ew tev li NATO bibe. Tirkiye her tim ji doza kurdî ditirse ku ew bibe sedema sereke ya hilweşîna Tirkiyê lê li şûna ku ew vê dozê bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bike, wê berê xwe da çareseriya leşkerî û ewlekarî. Vê jî hişt Tirkiye bikeve rêzealoziyan (aborî û siyasî) ji dema avabûna wê û heya niha. Di encama van siyasetan de her tumdî û qirkirin ma bêyî ku encamên dixwaze bi dest bixe (tunekirina doza kurdî). Jixwe NATO û Amerîka pişta wî digirt çimkî ew parasvanê sînorê rojhilat ê NATO ye. Ji ber wê jî û di van rewşên niha de û di bin sîwana jidestana Tirkiye ji gelek giraniya xwe ya stratejîk a li hember NATO û Amerîkayê, nexasim

– Dema PDKê bi awayekî yekser ji aliyê leşkerî ve li dijî PKKê beşdar bibe, ev tê wê wateyê ku başûrê Kurdistanê derbasî şerê kurdî-kurdî bû. Wê hingê ev şer dê ne tenê di çiyayan de û di navbera her du aliyan de be lê belê ew ê derbasî hundirê Başûr bibe û dê hin hêzên kurdistanî yên din tev lê bibin. Dibe ku ev yek bibe sedem ku Bexda û girûpên îranî jî tev li nakokiyê bibin. Ev yek jî dê gefan li tecrubeya fedralî ya li Iraqê û destkeftiyên kurdî bixwe. Ji aliyekî din ve êdî nema baweriya gelê kurd bi neteweperweriya PDKê were û dibe ku bibe sedem ku gelê kurd li dijî desthilatdariya PDKê rabe.

– Dema Tirkiye –weke ku angaşt dike- bi şerekî mezin û giştî li dijî Gerîla rabe, dê herêm bi giştî tev li qerebalixa şerekî dijwar were û dê gelek welatan bihewîne û dê ne tenê herêmeke tenê bihewîne. Ev jî tê wê wateyê ku şerek dê rabe ku zehmet e êdî bi hêsanî were rawestandin (heta ji hêla kesên ku ew şer dest pê kirine jî dê zehmet be). Ev yek dê bandorê li berjewendiyên dewletên mezin jî li herêmê bike. Bawer nakim Tirkiye ji bo hilgirtina vê tevlîheviyê, amade ye. Ev tevlîhevî dê bandorê li hundirê Tirkiyê jî bike û dê doza kurdî ji berê bêtir derkeve pêş.

 – Daiş dê bi hêz vegere da ku tiştên HSDê û Hevpeymana Navneteweyî pêk anîne, hilweşîne. Dibe ku ev yek terorê û metirsiya wê li herêm û cîhanê vegerîne. Ev jî tê wateyê ku civaka navneteweyî dê vê berpirsiyariyê bixe stûyê Tirkiye de.

– Di encama vê operasyona tirkî de –eger pê rabe- (çi armancên xwe pêk bîne yan pêk neyîne), dê bihêle ku doza kurdî û pirsa gelê kurd û çarenûsa wî bala tevahî cîhanê bikişîne û bêtir derkeve pêş û pêwîstiya çareseriya wê jî derkeve pêş.

زر الذهاب إلى الأعلى