ANALÎZ

Careke din Daiş û palpiştên wan Têk Diçin

Rûdanên dawîn ên bajarê Hesekê, astengî û berhengarîne nû, her wiha asteke nû ji gurkirinê diyar kirin ku ji çend salan ve Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî tiştekî wiha nehatibû. Çimkî êrîşa bi ser Zindana Sînaayê ve li bajarê Hesekê piştrast dike ku hemahengî û hevkarî di ast û radeyeke bilind de di navbera aliyên hevrik de heye; tevî ku ev alî di şerê sûrî de dijberî hev in, her wekî: Tirkiye, Rûsya, Îran û Rêjîm.

Em nikarin rûdanên Zindana Xiwêranê û plana wê ji dosyeya Sûriyeyê ya giştî bi her du beşên wî ve yê leşkerî û siyasî cuda bikin, her wiha em nikarin wan rûdanan ji têkiliya xurt ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, bi taybetî hin lihevkirinên girêdayî doza kurdî, cuda bikin.

Çimkî Amerîka heta niha stratejîyeke zelal û rast li bakur û rojhilatê Sûriyeyê eşkere nekiriye; stratejiya girêdayî şerê terorê û şerê Daişê yê ku bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk “QSD” pêk tê.

Li gor stratejiya wê ya veşartî li deverê, piştî ku Rêxistina Daişê di adara 2019an de li Baxozê ji milê leşkerî ve bi dawî bû; Amerîkayê êdî nema ew girîngiya han da bermahiyên Daişê ku li nik QSDê girtî ne, her wiha hilkirina ra û qurmên vê rêxistina terorîst di pişt guhê xwe re avêt. Paşguhkirina gefên Daişê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, rê vekir ku Tirkiye, Rêjîma Sûriyeyê û Rûsya sûdê ji vê siyaseta sist ya Amerîkayê bigirin. Lewra şaneyên veşartî yên terorîstan li dij QSDê bi kar anîn da ku tevlihevî û nakokiyan li nav pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tev rakin; ew jî ji bo ku pergala siyasî û leşkerî ya ku deverê ji terora Daiş û qirkirina Tirkiyeyê diparêze têk bibin.

Hemû planên ku di navbera van aliyan de tên hûnan, tekez dikin ku hewldanên wan ên berê ji bo bidawîkirina projeya demokratîk (Rêveberiya Xweser) bi rêya çalakiyên leşkerî têk çûne. Loma keysa xwe ji parçebûna êlan her wiha ji parçebûna tevgera siyasî ya kurdî anîn û bi rêya navtêdana ragihandinî hestên neteweyî geş kirin, her wiha sûd ji dorpêçkirina bizanebûn li ser deverê girtin ku dergehên sînorî li pêş tevgera bazirganiyê hatibûn girtin û komikên hundirîn li Rêveberiya Xweser sor kirin.

Bi her halî, bi saya bîreweriya gel ku xweş dizane bê niştecihên deverên kontrolkirina van alîyan di çi rewşê de ne, hemû hewldan bi bin ketin.

Li gor xalên navbihûrî, ayindeya deverê û astengiyên li pêş wê li ser çend mijarên cuda cuda disekinin, her wekî: Dagirkeriya Tikiyeyê li bakurê Sûriyeyê, liv û tevgerên Rêjîma Sûriyeyê û hewldanên wê ji bo ku êlên ereb bibe rexê xwe û her wiha bêdengiya Rûsyayê li hember fişar û givaşên ku Rêveberiya Xweser ji êrîşên Tirkiyeyê dibîne. Heke em li astengiyan û rewşa siyasî ya dosyeya Sûriyeyê bi giştî binerin, ev babet hemû diyar dikin ku hemû ihtîmal û dibêtî dikarin bi cih werin.

زر الذهاب إلى الأعلى