DERFETÊN AVAKIRINA SIYASETEKE KURDÎ YA HEVBEŞ
DI NAVA QEYRANA ROJHILTA NAVÎN DE
Şerê ku di navbera Amerîka –Îsraîl û Îranê de rû daye, ne tenê şerekî herêmî ye an jî nakokîya di navbera çend aliyan de ye, lê belê em dikarin bêjin ku ew bixwe şerê sedsalê ye, şerê jinûvedîzaynkirina Rojhilta Navîn û lihevparvekirina hêzdariyê ye, ji hevrikîya cîhanî ya ji bo ferzkirina sîstema yekcemser an pircemser ne cuda ye, hingê jî mijara nakokîyên Amerîka – Îsraîl bi Îranê re, mijara çekên atomî, piştgiriya terorê û tevlihevkirina Îranê ji deverê re derbas dike, ber bi mijareke îstratejîk û têkildarî pirsa: Gelo nexşeyên belavbûna hêzdariyê di Rojhilata Navîn de kî xêz dike? diçe, lê belê di nava vî şerî û pirojeyên li pey wî ku têne pêkanîn de, Kurd li ku ne? Em dizanin ku li pey çi şerekî mezin di cîhanê de an di Rojhilata Navîn de rû dane, mîna Şerê Cîhanî yê Yekem 1914-1918, Şerê Cîhanî yê Duyem 1939-1945, şerê Îran û Îraqê 1980- 1988, şerê Bahoza Beyabanê ya kwalisyona navneteweyî li dijî Îraqê û çalakiya rizgarkirina Îraqê 2003, her wiha erdheja bi navê Buhara Ereban ji 2010 de ku hîna jî encamên wê bidawî nebûne, gelek guhertinên mezin yên siyasî, erdnîgarî û aborî bi xwe re anîne. Şerê ku di navbera Amerîka –Îsraîl û Îranê de rû daye, guhertinên mezin di mijarên erdnîgarî, hêzdarî û şêweyê sîsteman de, bê guman wê bi xwe re bîne, hingê jî pirseke derbasdar e dema mirov bipirse: Gelo doza kurdî dê di xêzkirina nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de faktorekî aktîv be, an jî wê mîna demên berê bimîne amûrek di destê dewletên di nava hevrikîyê de û bidawîhatina hevrikîyan û gihiştinan lihevkirinan dê paşguh bimîne?
Şerê Amerîka – Îsraîl bi Îranê re û armancên îstratejîk:
Rast e di qada navdewletî de pir hêzdariya Îsraîlê ya diplomasî û aborî heye, ji wan jî qada Amerîka, û li ser siyasetên hin dewletan jî teyisandinê dike; lewma jî bi rûdana şer di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, nêrîna giştî – çi li cîhana Erebî, Rojhilata Navîn û ta astekê Oropa û Amerîka jî – vî şerî weke şerê di ber Îsraîlê de dinirxîne. Hêzdariya Îsraîlê ya aborî û diplomasî li Amerîka nayê wateya ku Amerîka li gorî Îsraîlê tev digere, hevpariyeke berjewendiyan û dabeşkirina erkan heye, her aliyek ji wan li dijî Îranê ye, him xwedî armancin cuda ne û him jî hevbeş in.
Amerîka: weke dewleteke mezin ku xwe birêvebirê sîstema cîhanî dibîne, rawestandina li himber hêzdariya Çîn û Rûsiyayê armanceke sereke ji xwe re dibîne; lewma dema şer dike, dixwaze -ji derveyî armanca ku Îran çekên noklerî bidest nexe û hêzdariya wê jî bişkîne- hêzdariya Çîn û Rûsiya li deverê bi şikandina Îranê re bişkîne.
Îsraîl: weke dewleteke biçûk di Rojhilata Navîn de, bihêzbûn û hêzdariya Îranê, li ser xwe metirsiyeke heyînî ya istratejîk dibîne, hingê jî jihevxistina Îran, baskên wê û hêzdarîya wê li deverê ji bo Îsraîlê armancine giring in, ku di Rojhilata Navîn de, him ji milê leşkerî de û him jî ji milê aborî û yê siyasî de, bibe xwedî hêza sereke.
Di şerê bi Îranê re de, cudahîya di navbera armancên Amerîka û yên Îsraîlê de, ew e ku Amerîka hêzdariya Rûsiya û Çînê hedef digire, lê Îsraîl Îranê bi xwe hedef digire, lewma xistina rêjîma Îranê û perçekirina wê, ji Amerîka re ne xwedî wê giringiya mezin e, bi qasî ku dixwaze wê neçarî xweradestkirin û pejirandina pirojeyên xwe bike, lê belê, xistina rêjîma Îranê û perçekirina wê jî ji armancên Îsraîl ne dûr e. Tevgerkirina Kurdan di nava vê hevkêşeya armanc û îstiratîjiyên Amerîka û Îsraîlê de ne hêsan e, pir giring e di vî şerî de bizanibin kî nexşeyên hêzdariyê di Rojhilata Navîn de dikêşe an jî xêz dike.
Nexşeyên belavkirina hêzdariyê di Rojhilata Navîn de kî xêz dike?
Pirojeyên guhertina Rojhilata Navîn di bin navên (Rojhilata Navîn ya mezin, Rojhilata Navîn ya nû) ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine bilêvkirin, an jî pirojeyên mîna kevana Şîî ya Îranê, Osmaniya nû ya Tirkî, Îsraîla mezin ya Îsraîlê; tev de jî bi wateya ku nabe Rojhilata Navîn ya beriya 100 salî hatiye xêzkirin, weke xwe bimîne, û pêwistiya wê bi guhertinê heye, tevgeriyane, lê belê ev guhertin jî her xwediyê pirojeyekê li gorî berjewendîya xwe diyar kiriye. Ji bilî van aliyan jî, Rûsiya, Çîn, Oropa, Siûdîyê bi bandor in, û tevgerên nedewletî jî, hizbulah û girûpên çekdar di Sûriyayê û hin deverên din de, her wiha hêzên kurdî jî ku nedewletî têne hesibandin, ew jî di dîzayinkirina hêzdariya di Rojhilata Navîn de xwedî rol in. Lê belê di dema îro de, ji nava van hêz û aliyan, yên herî xwedî bandor mane û piratîkî tevdigerin di asta navdewletî de Amerîka ye, û di asta herêmî de Îsraîl e, bi taybet piştî vekişîna rola Rûsiyayê ji ber mijûlbûna wê bi şerê bi Okrayînayê re û helwişîna rêjîma Elesed di Sûriyayê de, her wiha lawaziya hêzdarî û bandora Oropa, ji bilî ya Birîtaniya ku bi Amerîka re hevseng û alîkar e û mijûlbûna Çîne di mijara aborî de û xwenedana nava hevrikîyên di Rojhilata Navîn de di milê leşkerî an jî siyasî de. Di asta herêmî de, piştî şerê Oktobera 2023 di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de, hêzdariya Îran û baskên wê paş de vekişiya, her wiha Tirkiya jî ta asteke mezin hate tengavkirin û sînordarkirin, ji ber ku Îsraîl rijde û xwe daye pêş û bi zelalî diyar kiriye ku ewê rûyê Rojhilata Navîn biguherîne, di milê hêzên nedewletî de, kurd xwe didin pêş, bi taybet piştî avabûna herêma Başûrê Kurdistanê, şerê li dijî Daîşê û bilindbûna asta hêzên Sûriya Demoqratîk, û bandora tevgerên kurdî di Rojhilatê Kurdistan û bakûrê wê de.
Bi kurtasî, kurd bûne faktorekî ku di dîzayînkirina Rojhilata Navîn de nema paşguh dibin, lê ev nepaşguhkirin jî, girêdayî rewşa Kurdan bi xwe ye, lewma jî yên ku îro dîzayînkirina nexşeya hêzdariyê di Rojhilta Navîn de dikin, di serî de Amerîka, Birîtaniya, Îsraîl e, û ji hêzên nedewletî jî, Kurd in.
Şêweyê nexşeya hêzdariyê ya di Rojhilata Navîn de dibe
Rojhilata Navîn têye guhertin, guhertin jî li gorî berjewendîyên hêzên bibandor têne kirin, û me diyar kiribû ku di serî de Amerîka, Birîtaniya û Îsraîl e, û ji hêzên nedewletî jî Kurd in, di vê hevkêşiyê de Kurd çawa tevdigerin? çi hesaban dikin? û rol û bandora wan çiye? cihê wan di nexşeyê de wê çibe?
Bê guman di derbarê rewşa kurdan di Rojhilata Navîn de, ew girêdayî pir faktoran e, ji wan jî ; rastiya pirojeya Rojhilata Navîn ya nû, çi ya Îsraîlê be û çi jî ya Amerîka be, çi ye? Gelo perçekirina erdnîgarî û avakirina dewletên nû ye? nenavendîkirina dewletan e an jî kedîkirin û lawazkirina dewletên navendî ye, Ku Kurd jî karibin li gorî van pirojeyan, pirojeyên xwe hemaheng bikin, an jî pirojeyên xwe yên taybet diyar bikin, li ser asta her çar perçeyan tevbigerin an jî li ser asta her perçeyekî Kurdistanê û li gorî şertûmercên xwe tevbigerin? Bê guman bersivdayîna van pirs û texmînan jî ne hêsan e:
- Ji despêkirina buhara Erebî de, welatên ku ketin nava tevlihevî û şerên navxweyî de, li ser qadê di hin ji van welatan de perçebûna hêzdariyê hate kirin, lê tu pirojeyên perçekirineke fermî nehate kirin, yekparçeya axa wan welatan û parastina sînorên fermî, xwe da pêş, anku dewleteke navendî bêhêz û lawaz, bêyî ku çareseriyeke mayinde an jî dîzayinkirina dawî ji van welatan re diyar bikin, wiha sar hiştine.
- Tevî neçareserkirina kirîzan di deverên şer, pevçûn û nakokîyan de, şerê li himber Îranê hate meşandin, wê çi ji encama wî derkeve, hîna ne diyar e, mîna dewletên buhara erebî, ketiye nava bayê guhertinan de lê wê çi çarenûsa wê be ne diyar e. wê Îran perçe bibe, sîstem were guhertin, were lawazkirin û kedîkirin, hemî sînaryo têne ziman .
- Şerê Îranê neqediyaye, behsa dorhatina li Tirkiyê jî têye kirin, behsa dewletin din jî têye kirin ku wê rastî guhertin û kirîzan bibin, mîna Tirkya, Pakistan û Siûdîyê.
Di temaşekirina van pêşketinan de em dibînin ku Rojhilata Navîn di nava hilweşandineke sîstematîk de ye, Rojhilata Navîn wekî berê namîne, lê belê ya nû jî hîna ne zelal e, wê bi çi şêweyî be, lê li ser qadê û li gorî pêşketin, daxuyanî û tevgerkirinan, em dikarin diyar bikin ku armancên ji guhertina Rojhilata Navîn di çarçoveya hin ji van xwestekan de ye:
- Serwerkirina Îsraîlê ya siyasî, leşkerî û aborî li sere Rojhilata Navîn, û ferzkirina peymanên aştiyê li ser dewletên erebî û îslamî.
- Hiştina dewletên herêmî yên sereke di nava kirîz, nakokî û pirsgirêkan de, û bi rêvebirina wan, di dema Navîn de, anku di wê navbera di nava diyarkirina şêweyê dawî yê sîstema Rojhilata Navîn ya nû de.
- Şikandina hêzdariya Rûsiya, Çîn û dewletên herêmî yên xwedî bijandinên xwefirehkirinê, mîna (Tirkiya, Îran).
Bi komkirina van armancên ji şerên di Rojhilata Navîn de û yê bi Îranê re, pirojeya herî ku van hemî armancan pêk tîne, fedralîkirina dewletên di Rojhilata Navîn de ye, lê li gorî rawestandin, anjî sarkirin û hiştina van dewletan di nava neçareseriyan de, û gurkirina kîna nijadî, olî û neteweyî; em gumandikin ku amadekarî ji pêkanîna nexşeya xwînê ya Cenaralê Amerîkî: Ralif Bîterse, di pêvajoya jinûvedîzayînkirinê de têye kirin, ku him fedralîkirin û him jî Sînorê xwînê, armancên Amerîka, Birîtaniya û him jî yên Îsraîlê pêk tînin.
Kurd di nava van piroje û guhertinan de.
Ji derveyî çi pirojeyên guhertinê di Rojhilata Navîn de, kurd nikarin xwe bispêrin texmîn, daxuyanî û hewcedariya hêzên navdewletî bi kurdan weke amûrên guhertinan, ji 100 salî de, gelek ezmûn derbas kirine û encamên spartina çarenûsa xwe ji hêzên navdewletî re dîtine, ji peymana Sêverê 1920, komara mehabad 1946, şoreşa Berzanî 1975, Raperîna başûr 1991, Rifrandoma başûr 2017, dagîrkirina Serêkaniyê li Rojava 2019 û destberdana ji xweseriya demoqratîk li Rojava 2026; tevde jî diyar kirine ku hêzên navdewletî, bi guhertina berjewendiyên wan re, nêzîkatiya wan jî ji Kurdan re hatiye guhertin û dest ji wan berdane, kurd ji pirojeyên xwe re kirine qurban, lewma dema îro li himber Îranê şerê Amerîka-Îsraîlê têye meşandin, dûbare Kurd weke amûreke giring li himber Îranê têne dîtin, û bêyî ku ti garantî ji bo pêkanîna mafên wan, çarenûsa wan, parastina wan destnîşan bikin dixwazin wan têxin tevgerê de, heger kurd li himber Îranê tevgeriyan û Amerîka-Îsraîl tercîhên wan hatin guhertin, çi garantî heye ku eynî ezmûnên berê ku me bilêvkirine, dûbare nebin? Hingê jî, pirojeyên wan di derbarê Îranê û Rojhilata Navîn de, çi dibin bela bibin, pêwist e Kurd hişiyar bin û xwediyê biryar û siyaseta xwe ya taybet bin, li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.
Siyaset, stratejî û tevgerkirina di nava qeyrana deverê de
Di asta Kurdistanê bi giştî de, her wiha di nava her perçeyekî Kurdistanê de jî ew hevbeşîya armanc, stratejî, rêbazê çareserkirina doza kurdî peyda nebûye,
- Tevgerên girêdayî fikir û felsefeya R. Ocelan, çareseriya doza kurdî di her çar perçeyên Kurdistanê de, di nava Konfedralîzma demoqratîk de, rêveberiyên xweser û civaka demoqratîk de dibînin, dewlet –netew derbas dikin, ji ber ku netew-dewlet desthilatdarî, zordarî, înkar û hevrikîyan peyda dike; lewma R.Ocelan doza derbaskirina netew-dewletê dike, ew jî bi rêya demoqrasiyeke civakî pir netew, bêtir xwe dispêre siyaseteke sûdgirtina ji têkiliyên bi civakên di dewletan de, ne bi rêjîmên wan re, û bi rêjîman re jî têkiliyên tektîkî ne yên îstratejîk didin pêş, bêtir xwe dispêrin hêza xwe ya zatî.
- Tevgerên neteweyî yên netew-dewlet, çareseriya doza kurdî bi giştî di avabûna Kurdistaneke serbixwe û hevgirtî de dibînin, ji derveyî hevsengiyên navdewletî û herêmî, hebûn û nebûna derfet û îmkanan, guncawbûna siyaseta navdewletî, serxwebûna Kurdistanê daxwaz dikin, siyaseteke hestî ye bêtir ku realizim be, yek mînaka wê jî refrandoma serxwebûnê ya 2017 li başûrê kurdistanê, ku di encamê de dewletên navdewletî piştgiriya wê nekirin, her wiha yên herêmî jî rasterast li himber derketin û şerê wê kirin; ev jî hate wateya ku xwendineke realist ji siyaseta navdewletî re diyar dike ku avabûna dewleteke kurdî ne di hişê wan deye.
- Tevgerên neteweyî yên nerim, çareseriya doza kurdî di her perçeyekî ji perçeyên Kurdistanê de li gorî rewşa wî parçeyî dibînin, daxwazên wan di çarçoveya otonomî, mafên çandî –zimanî û rêveberiyên xwecihî de ne. Bêtir xwe dispêrin hevsengiyên herêmî û navdewletî, her wiha têkiliyên bi dewletên navdewletî û herêmî re.
Lewma, nebûna siyasetek, îstratejiyek, rêbazek û armanceke hevbeş ji kurdan re, di asta navdewletî û herêmî de, him doza kurdî lawaz dike, him jî Kurd weke amûreke di nava pirojeyên wan dewletan de têne bikaranîn û dema rola wan bi dawî dibe dest ji wan têye berdan; hingê jî, di nava qeyrana di Rojhilata Navîn û pirojeyên herêmî û navdewletî de di derbarê Rojhilata Navîn de, pêwistî heye ku Kurd ji erkê amûrtiyê derkevin, bibin lîstikvan û xwedî pirojeya xwe ya taybet. di vê derbarê de carcaran R. Ocelan pêwistiya bi kongreyeke neteweyî aniye zimên; ku siyaseta kurdî ya taybet diyar bibe, û pêşniyaz kiribû ku R. Mesûd Berzanî serkêşiya kongreyê bike, her wiha, di sala 2025 de bi ragihandina pirojeya Aştî û Civaka Demoqratîk re, namaze di derbarê yekîtîiya siyaseta kurd de pir name ji rayedarên kurd re şandiye, û di 2026 de dûbare mijara kongireya neteweyî aniye zimên.
Li Rojhilatê kurdistanê îro derfeteke nû ji Kurdan re hatiye, Kurd ketine rojeva navdewletî de, nebûna siyasetek, îstratejiyek, armanceke hevbeş, dikare bihêle ezmûnên berê yên dramatîk bi ser kurdan de dûbare bibin; lewma di nava qeyrana di Rojhilata Navîn de, pêwist e ku tevgerên siyasî yên kurd, bilez tevbigerin, ji ber ku şerê heyî di Îranê de berdewamiya şerên di Rojhilata Navîn de ye, lê belê şerekî bingehîn e, çawaniya birêvebirina sîstema herêmî bi giştî dê diyar bike, lewma Kurd li ber dû bijardeyan e: yan kurd di nava van şeran de, û bi taybet di Îranê de, wê weke kaxezekê di nava hevrikî û nakokîyên aliyan de bimînin, an jî wê karibin bibin lîstikvanin aktîv û birêxistinkirî, xwedî nêrîn, siyaset, armanc û îstratejiyeke hevbeş; anku derfetek ji kurdan re hatiye, jixwe derfet jî timî dûbare nabin, heger tevgerên siyasî yên kurd vê kêliya dîrokî di Îran û Rojhilata Navîn de baş nexwînin, yekîtîya helwesta kurdî, serxwebûna biryara kurdî, kongreya neteweyî pêk neynin, dîroka têkçûn û bikaranîna Kurdan weke amûrekî dê dûbare bibe; lê heger Kurd karibin yekîtîya xwe pêk bînin, siyaseteke realist, nêrîneke stratejîk, yekkirina armanc û rêbazên çareserkirina doza kurdî ku xwe bispêre pirojeyeke demoqratîk ya hevbeş, dê kurd karibin ji nava qeyrana Rojhilata Navîn û beramberiya pirojeyên herêmî û navdewletî, tevî hemî zehmetî û metirsiyan, pêvajoyeke nû bihêz û bixwebawer ji doza kurdî re bidin pêş, û deskeftiyan jî bi dest bixin.







