ANALÎZ

SERDEMEKE NÛ YE AN JÎ BERDEWAMÎYA QIRKIRINÊ YE

Eger mirov bala xwe bide rûdanên ku di pêşbirka hilbijartinên Tirkîyê yên serokkomarîyê de derketin, dê li ber dîya rdeyeke pir xerab rûlirû bimîne, bangeşeyên ku hatine kirin; çi ji hêla AKP be û çi ji hêla CHP be ji bo ku dengan bi dest bixin, piranîya wan li ser çawanîya tunekirina gelê kurd û  rêbazên şerê bi Tevgera Azadîyê re bû. Anku  gelê kurd dermala dewletê ye û kî dê serjê bike, cûdahî tenê di şêwaz û rêbazên serjêkirnê de bû ne di tunekirina rijandina xwînê de bû!  Ji bilî ku partîyên neteweperest nêzîkatîya wan ji her du pêşbirkan re girêdayî helwesta wan li himber gelê kurd bû , ew jî di bin navê şerê bi sawkarîyê re, her wiha yek ji sedemên têkçûna Kilîçdaroglo ew bû ku wî dengên kurda bi dest xist, çimkî neteweperestên Tirkîyê ji ber metirsîya ji doza kurdî re dengên xwe dane islamiyekî kevneperest û nedane Kilîçdaroglo; tevî ku ew jî neteweperestek e. Ev dîyarde nîşan dide ku faşizim di Tirkîyê de xwe daye pêş; çi faşizma netweperst be an jî faşizma islamî be û ev diyarde dê paşerojeke tarî ji Tirkîyê re bi xwe re bîne .

Erdogan Biserket Lê Serketineke Têkçûyî Bû:

Di 14  gulanê de Erdogan nikarîbû di pêşbirka hilbijartinan de bi ser bikeve û neçar bû ku biçe dubarekirina hilbijartinan di 28 gulanê de ku di encamê de bi rêjeyeke ne pir ji dengan li himber dengên ku ji kilîçdaroglo re çûbûn serkeftina xwe ragihand, bêje hema hema weke hev deng birine, ev jî tê wateya ku nîvê civaka Tirkîyê Erdogan û sîyaseta wî nepejrandine ku pirên vî nêvî jî niştecihên bajarên mezin mîna Enqere, Istanbol, Izmîr û Amed û hwd bûn, li himber nîvê ku deng dane Erdogan ku piranîya wan dengan jî ji gundî, paşverû û islama radîkal bûn, di nav de jî sûrîyên ku hemwelatîya Tirkîyê wergirtine, em dikarin bêjin ku:

  • Erdogan serokatîya civakeke dabeşbûyî girtîye dest û bi hêsanî dê nikaribe lihevanînê bi civaka xwe re pêk bîne; tevî ku di daxwîyanîyekê de destnîşan kirîye ku 85 milyon tirk di hilbijartinan de bi serketine bêyî ku bêje min Tirkî ber bi hilbijartina xwe an jî tevliheviyeke xerab kirîye !
  • Erdogan serokatîya welatekî di aborîya xwe de têkçûyî wergiritîye ku 1 Dolar gihiştîye 21 Lsîreye .
  •  Encamên erdheja wêrankar ku ne hêsan e bi gotinan çareser bike.
  • Li himber doza kurdî  bi tenê xwe razî dike û dîyar dike ku doza kurdî nema ye û kurd PKK naxwazin; piştî ku rewşa wan ya aborî baş kirîye!
  • Pirsa koçberan û sozên ku di demeke kin de çaresr bike, bê guman ne hêsan e û pirs negirêdayî soz û xwestekan e, bi qasî ku girêdayî  bi vîna navneteweyî û çareserkirina kirîza sûrîyê bi giştî ye.

Lewra desthilatdarîya Erdogan dê li himber bi dehan erîşeyan be û derketina ji bin giranîya wan dê ne wiha hêsan be.

Li Himber Doza Kurdî Çareserîyên Xapandinê:

Di mejî û hişmendîya desthilatdarîya  AKP-MHP de doza kurdî nema ye û hatîye çareserkirin, bi tenê pirsgirêk tunekirina PKK ye ku êdî ji civaka kurdî dûr e û kurd armancên wê napejerînin, bi tenê aramîya di bin serwerîya dewleta faşist de hêvî dikin!

AKP-MHP doza kurdî di pêkanîna hin pirojeyên aborî û xweşkirina jîyana  kurdan de dibîne ku dê rê li ber tevlêbûna ciwanan di nava refên Tevgera Azadîyê de bigre û gel bi jîyana xwe ya rojane dakevin, her wiha wan mijûlî lêgerîna li derfetên bidestxistina qezencên darayî kirine.

Ta radeyeke ev sîyaset bi ser ketîye, bi taybet di nava gundî û olperestan de, nexasim ku paşdemayîneke berbiçav di nava wan de dîyar dibe, ji ber sîyasetên dewleta Tirk ku bi dehê salan herêmên kurdan weke wê hiştine bêyî ku zanistê an jî aborîya wan baş bike û di nava wan de kerwanên melayên olê yên girêdayî dewletê bi sîstematîk çandine ku gel bi ezmanan ve mijûl bikin, di heman demê de bi hezaran gundên kurdan şewitandine û vala kirine ku tu girêdana gel bi Girîla ve nehêlin û êrîşên giran birine li ser qadên parastinê yên medyayê, anku sîyaseteke piralî daye meşandin ku doza kurdî yekcar tune bike.

Dan Û Stendinên Ji Bo Aşitîyê Berdewamîya  Qirkirinê Bû:

Piştî dîlgirtina Rêber Ocelan di nava komployeke navneteweyî de di 1999  de, texmîna komplogeran û di nav de Tirkîyê ew bû ku di nava çend heyvan de dê PKK ji hev bikeve û perçe perçe bibe an jî xwe bi xwe tevger xwe bi xwe tune bike, lê belê Rêber Ocelan ku plan û armancên komplogeran têgihiştibû, li şûna gurkirina şer pêngava aştîyê dayê pêş û daxawaza dawîlêanîna li rijîna xwînê kirîye ku di nava çar dîwarên zindana Imralî de nexşerîya çareserîyê û piradîgma Neteweya Demokratîk daye pêş, Gerîla şerê li himber dewleta Tirkî li ser daxwaza Rêber Ocelan di newroza 2013 de dane rawestandin û vekişîyane sînorê Başûrê Kurdistanê, êdî ji 2013 ta 2015 de Tirkî bi fermî li gel Rêber Ocelan danûstendin kirîye û hêvîyeke mezin li ba gelê tirk û kurd avakirîye ku êdî dê şer, xwîn û êş nemînin, lê belê Tirkî ne ji dil li çareserî dixwest û keysbazî dikir, him ji bo tevlêbûna di nava yekitîya Ewropa de û him jî ji bo xweavkirin û amadekirin ji şerekî qirkirinê yê mezin re li himber gelê kurd  û Tevgera zadîyê, bi rûdana bûyer û geşedanên buhara gelan re û pêşketina hêzên islama sîyasî (Ixwanûlmuslimîn) di welatên ereban de û metirsîya faşizma AKP –MHP ji bilindbûna hestên neteweyî di nava kurdan de û metirsîya ji avabûna sabareke (statû) kurdî di Rojavayê Kurdistanê de, rûyê xwe yê veşartî di paş rûpûşan de dîyar kirîye û li himber kurdan şerekî vekirî daye meşandin, bajarên Bakurê Kurdistan Cizîr , Nisêbîn, Sûra Amedê daye ber tang û topan, Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanîyê li Rojava dagir kirîye û qadên parastina medyayê daye ber pêngavên leşgerî, her wiha Şengal jî bombebaran kirîye, ev sîyaset ji 2015 û ta hilbijartinên serokkomarîya Tirkîyê yên 2023 berdewam kirîye   û her Tirkîyê ragihandîye ku doza kurdî nema ye û PKK qir bûye, lê belê rastîya li ser zemînê, pêşketina Tevgera Azadîyê û bê jimar pêngavên dewleta Tirk nîşan dane ku sîyaseta şer û nêzîkbûna ewlehî ji doza kurdî re, encam negirtine, weke ku faşizma Tirkîyê hêvî kirîye.

Piştî Hilbijartinên 28 Gulanê, Sîyaseta Tirkîyê Li Himber Kurdan :

Ji  dema ku hilbijartinên serokkomarîyê li Tirkîyê bi ser keftina Erdogan, pir şîrove derketin ku dê Erdogan nêzîkatîyeke nû li kurdan bike; him li Bakur û him jî li Rojavayê Kurdistanê ku karibe aborîya xwe rake û têkilîyên xwe bi derdorê re xurt bike, her wiha pirsgirêka koçberan çareser bike, lewra danûstendinên bi rêya Rûsan re bi ferwerîya Şamê re  û lihevkirina wê bi hin dewletên ereban re; nîşaneya sîyaseteke nû ya Tirkîyê li himber herêmê dibînin, her wiha erkdarkirina kesayetine bi kurd di hin wezaretan de, jixwe texmîn li ba  hin şopdarên sîyaseta Tirkîyê afirandin ku ew tê wateya qebûlkirina kurdan û nêzîkatiyeke nû ji doza kurdî re, hêjiayî gotine ku ne carayekê ye ku kesayetine kurd ketine nava desthilat darîyî de û ji doza kurdî re tu çareserî an jî piştgirî nekirine, çimkî beşdarbûna van kesan di nava desthilatdarîyê de, ne ku ji ber kurd in, lê belê ji ber ku çendîn dikarin xizmeta Tirkîyê bikin, ji tirkan tirktir in û li himber gelê xwe jî weke tirkekî tev digerin. Desthilatdarîyeke faşist ku ji hevpeymna AKP –MHP pêk tê, ne pêkan e ku karibe bi asayî nêzîkatîyê li doza kurdî bike, ji ber hevpeymana wan di serî de tunekirina Tevgera Azadîyê û pêkanîna “mîsaqa milî” ye, xebatkirina ji bo bidestnexistina kurdan ji çi mafî re ye. Êdî Tirkîya Erdogan dê hewildana tolhildanê ji HDP bike, him rêzdar Demirtaş di zindanê de bihêle, astengîyan li ber nûnerên kurdan di perlemento de derxîne, Hûda Par di Kurdistanê de bide pêş, êrîşên li ser qadên parastinê berdewam bike û bi hemû derfetan dê hewildana dagerkirina hin herêmên nû ji Rojavayê Kurdistan bike, ew jî berî ku lihevkirinan bi şamê re deyne,  an jî Rêveberîya Xweser di Rojava de bihilweşîne, berîya ku xwevikişandina ji axa sûrîyê an jî vegera koçberan bîne ziman, rewşa ku di Tirkîyê de di dema hilbijartinan de hat avakirin, rewşa bilindkirina hestên nijadperestî û neteweperestîya li himber kurdan bû ku di hilbijartinan de qirkirina kurdan bibû mijara hevbendîyê, lewra wê teyisandina vê rewşê li ser desthilatdarîya AKP-MHP hebe ku alîgirên xwe yên islamî û neteweperest razî bikin li ser hesabê xwîna kurdan. Lewra sîyaseta Tirkîyê li himber kurdan piştî hilbijartinên serokkomarîyê, dê berdewamîya qirkirina gelê kurd be, ew jî eger zemîna sîyasî ya navneteweyî ji vê sîyasetê re guncav be. Êdî di nava vê sîyasetê de ji her demê bêtir, kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hewcedarî sîyasetek, diplomasiyek, leşker û tevgereke hevbeş in, çimkî di serdemeke wiha de cihê kesên lawaz tuneye.

 

زر الذهاب إلى الأعلى