ANALÎZ

DAIŞ dê tune nebe, heta ku…

MIHEMED SEYDÎ

Çeteyên DAIŞ’ê; li gorî ku ew nav li xwe dikin “Dewleta Xîlafetê”, êdî têk diçin. Piştî çend salan ji vê tariya ku li ser bihûşta cîhanê xwe dabû hev û hemû qirêjî û hovîtî di nava xwe de dihewand, têk diçin û axa vî welatî tê paqijkirin.

Dema em dibêjin çeteyên hov û barbar, em behsa çeteyên DAIŞ’ê dikin. Li pişt DAIŞ’ê dewleta Tirk heye û dixwest di bin navê “Dewleta Xîlafetê” de xîlafet û dewleta Osmanî vegerîne. Serçete Ebû Bekir El-Bexdadî hebû, lê li pişt wî û rûyê wî yê rast serokçete Erdogan heye. Li ser destê QSD’ê dewleta çeteyan têk diçe lê heta pêşî li dewleta Tirk û serokê AKP’ê Erdogan neyê girtin, dê DAIŞ tune nebe.

Erdogan di sala 2014’an de digot “Kobanê ha ket, ha dikeve”. Îro dîmenên çeteyên xwe li Dêrazorê dibîne ku çawa li ber lingên jinên Kurd ên şervan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) serî ditewînin, serê xwe xwar dikin û xwe teslîm dikin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên hov û barbar ên serî jê dikirin, malbatên Kurd ên êzidî li Şengalê qetil dikirin û tu hesab ji tu hêzan re nedikirin û êrîşî ku derê dikirin digirtin, lê belê îro li Baxozê tên girtin û tunekirin. Van çeteyan li Şengalê malbatên êzidî ji jin, zarok, kal û pîran bigire heta deverên ola êzdayetiyê wêran û qetil dikirin. Lê îro şervanên QSD’ê ji ber bingeh û fikra li ser hatiye avakirin, parastina mirovahî û vejandina wijdana mirî, malbatên van çeteyan pêşwazî dikin û xwarin û vexwarinê li zarokên wan belav dikin.

Dihat payîn ku di nava çend rojên derbasbûyî de îlankirina têkbirina DAIŞ’ê bibûya. Ji ber ku li gorî agahiyên ku hatibûn parvekirin, hejmara çeteyan û sivîlên li nava devera dawîn ku DAIŞ lê mabû, derdora 2 hezar heta 3 hezaran bû. Lê derket holê ku hejmarek nêzî 7 hezaran e, hîna jî li wan deveran xwe di bin erdê de veşartine û gelek sivîlan wek mertal tên bikaranîn, çi sivîl bin, çi malbatên çeteyan ên biyanî û herêmî bin û çi jî hejmareke zêde ya çeteyan bi xwe be. Tenê di nava hefteya derbasbûyî de 16 hezar kes ji van herêman hatine derxistin û bi deh hezaran çeteyan xwe radestî QSD’ê kiriye. Ew qas malbatên çeteyan û çete hene.

Hejmar roj bi roj zêde dibe, wê ew qas çete û malbat li ku werin bicihkirin û çawa werin darizandin, hîna ne diyar e û li gorî tê diyarkirin, hîna nîqaşeke li ser vê yekê negihîştiye encamê. Beriya vê rewşê behse 800 çeteyên biyanî dikirin ku divê welatên wan li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Lê niha rewş pir guherî. Bi deh hezaran çete û malbatên wan ku heta niha jî li ser ya xwe ne, di destê QSD’ê de ne.

Xaleke girîng ku dixwazim balê bikişînim ser jî, ew e ku ev çete çima li ser ya xwe ne, tevî ku ref bi ref xwe teslîmî hêzên QSD’ê dikin? Ji ber ku heta niha serokçeteyê wan Erdogan û serkêşê wan li ser text e. Ji ber vê yekê wan çeteyan hêviya xwe bi Erdogan ve girê daye ku were hawara wan.

Ji ber vê yekê, kurt û kurmancî, heta ku Erdogan li ser desthilatê be ew ê DAIŞ tune nebe.

زر الذهاب إلى الأعلى