ANALÎZ

LI HIMBER ÎSRAÎLÊ HELWESTA TIRKÎYÊ   YA EŞKERE Û VEŞARTÎ

Kurdyar Dirê'î

 Ta ku mirov bighêje rastîya helwesta pergal an jî rêjîma heyî i Tirkîyê   li himber geşedanên ku di Rojhilata Navîn de rû didin, xwendineke rast ji siyaseta Tirkîyê   ya hundirîn û derve re pir pêwist e. Siyaseta Tirkîyê    ya derve li ser bingehê  siyaseta wê ya hundirîn ava dibe , anku heger mirov bixwaze rastiya helwestên siyasî ya Tirkîyê   li himber bûyer, geşedan û pêşketinên di herêmê de nas bike pwiste vegere bingehê siyaseta ku Tirkîyê li ser tevgerê dike.

Dewleta Tirkîyê ya heyî ne berdewamîya dewleta osmanî ye, belê yek ji wan dewletan e ku ji nava perçekirina dewleta Osmanî ve hatiye holê, mîna Îraq, Sûrî, Urdin, Israîl û hwd. Êdî nijada Tirk ji nava bi dehan nijadên ku di himbêza dewleta osmanî de jiyan dikirin de xwe berdewamîya osmaniyan dîtine û nijadên din di nava sînorê Tirkîya avabûyî de dane ber qirkirin û nepejrandinê. Em ji bîr nekin ku peymana Sêverê (1920) dewletên serkeftî di şerê cîhanê yê yekem de danîne ku dewleteke ermenî û kurdî jî di nav de hebû, her wiha peymana Lozanê 1923 jî heman wan dewletan danîne, êdî di nav de dewleta kurdî û ermenî nehatine pejrandin, anku van dewletan li gor berjewendiyên xwe basa mafên gelan di Sêverê de kirine û li gor berjewendiyên xwe jî di Lozanê de mafên gelan nepejirandine. Êdî mebesta me ew e ku  dewleta Tirkîyê   ya heyî, dewleteke çêkirî ye, ew jî bi armancine navneteweyî hatiye sazkirin, weke wê weke avakirina Israîlê ye ku bi armancine navneteweyî  hatiye sazkirin, lewra Tirkîyê ji avabûnê de, di wê metirsîyê de ye ku  sêvereke nû li gor geşedanên herêmî û cîhanî xwe bi de pêş, êdî li ser vê metirsîyê siyaseteke nepejrandin, qirkirin , demografîguhertin û tirkirinê di nava sînorê xwe de daye meşandin, bi taybet ev siyaset li ser gelê kurd û kurdistanê pêk aniye, ew jî ji bo wê kontrol bike û derfetê nede vejînbûna doz, hest û hêviyên netewî li ba gelê kurd û derbasbûna Tirkîyê di nava Natoyê di 1952 de, yek ji armancên wê yên sereke parastina sînorê Tirkîyê yê heyî bû, anku Tirkîyê bingeha siyaseta xwe li ser bingehê mayîndekirina hebûna xwe, weke dewleteke çêkirî li ser hesabê gelên resen; bi taybet kurdan tevgeriyaye û digere, êdî çi ferwerîyên ku rêveberîya Tirkîyê kirine, dosyaya sereke ya ku li ber wan dihate danîn ew bû bidawîkirina doza kurdî bû, jixwe yek ferwerîyê jî ev armanc pêk neanîne, tevî ku ta asteke bilind dikarîbûn doza kurdî lawaz bikin û civaka kurdî ji hev bixînin, piştî têkçûna şoreşa Agirîyê di sala 1939 de û ta 1984 ji ber ku bêdengîyeke mezin xwe li Kurdistan û doza kurdî  dorpêç kiribû û Tirkîyê kurd weke neteweyeke têkçûyî, mirî û bêvîn hesab kirine û ketine wê baweriyê ku êdî nema dikarin li ber xwe bidin. Di salên şêstî de bi pêşketina tevgera siyasî li Bakurê Kurdistanê; bi taybet ji 1978 û şûnve bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê (PKK ) re, bêdengîya li ser doza kurdî û gelê kurd hate şikandin û Tirkîyê ketibû  nava rewşeke metirsîdar ku ew laşê mirî (Kurdistan) ji nû ve zindî dibe û hebûna Tirkîyê di metirsîyê de ye, ne tenê Tirkî, lê belê çêkerên dewleta Tirkîyê jî ketibûn nava metirsîyan de, lewra di 1999 de komploya navneteweyî li ser rêber Ocelan dane meşandin û ta roja îro di zindana Îmralîyê de dîl girtiye, jixwe Israîl di dîlkirina rêber ocelan de, yek ji wan dewletên sereke bû, her wiha di alîkirina bi Tirkîyê re him leşker û him saloxgerî di şerê li himber Tevgera Azadiyê de bi taybet di salên notî de.

Bi derhatina buhara Erebî re (2010-2011) û ketina Rojhilata Navîn di nava guhertin û veguhertinan de; bi taybet ku di demine pir kin de rêjîmine Erebî hatin hilweşandin û derbasbûna hêzên navneteweyî di Rojhilata Navîn de; bi taybet li Iraq û Sûriyê û bilindbûna asta doza kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê; bi taybet di nava şerê bi Dayişê re, Tirkîyê li jêr desthilatdarîya AKP-MHP de kete metirsîya avabûna dewleteke kurdî; bi taybet ku di Rojavayê Kurdistanê de deskeftîyên mezin çêbûn û Xweseriyeke Demokratîk hate damezirandin û hêzên wê yên leşkerî (YPG,YPJ, HSD) bûn hevbeşê Hevpeymana Navneteweyî ya li himber Dayişê, lewra ta bi hevalbendên xwe re ketiye nava nakokîyan û ew tawanbar kirine ku dewleteke kurdî ava dikin û kete nava hevpeymanên tersî hev bi Rûsîya, Daiş, Rikberîya Sûrîyê (Ixwanûlmuslimîn û Îran re û helwestên xwe ji rêjîma Sûrîyê ji dijberîyê ketiye lihevhatinê, tev de bi armanca tunekirina gelê kurd û rêgirtina li ber çi derfetên avabûna sabareke (statû) kurdî di herêmê de.

Bi rûdana şerê di navbera Israîl û Hemasê de û zêdebûna gumanên ku ev şer wergere şerekî herêmî û berfirih re, Tirkîyê ketiye nava gumana ku erdnîgarîya siyasî di Rojhilata Navîn de û bi taybet di ya herêmî de, ber bi guhertinê ve diçe, lewra ne ji xweber ve serokê Tirkîyê Erdogan gotibû  ku ew ʺteroristanekêʺ li ser sînorên xwe napejirînin û çep û rast tewanbarî û rexne li hevalbendên xwe yên di Natoyê de û li Emerîka belav kiriye, lewra helwesta Tirkîyê ya ku li ber çavan li himber Israîlê pir tunde û basa mafê mirovan, tawankirina Israîlê dike, dadgehkirina wê dike û hebûna hêzên navneteweyî di herêmê û Sûrîyê de rexne û red dike, helwestine ne rijd in, bi qasî ku helwestên veşartina rûpoşa li ber rûyê wê ye ku xwe kiriyê parêzvanê cîhana islamî ya sinî û gelê Tirk, Ereb û Misilman pê xapandine, her wiha ji hêzên navneteweyî re pîvankirin û ezmûnkirin e, ew jî di milê ku bizanibe ka ew jî mîna Israîlê dikare ronîya kesk bistîne û li himber gelê kurd û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê qirkirinan pêk bîne û êrîşên di despêka 2024 de yên li ser binesazî, sivîl û asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di vê çarçoveyê de bû, weke  din û li paş perdeyan, Tirkî ji Israîl, Nato û Emerîka bi tenê serê Kurdan dixwaze, ne parastina filestînîyan.

Lewra helwest û siyaseta Tirkîyê ya derve girêdayî siyaseta Tirkîyê ya hundirîn ku di çarçova mayindekirina dagerkerîya xwe li ser Kurdistanê û tunekirina doza kurdî de ye.

زر الذهاب إلى الأعلى