Der bare berpirsên payebilind ên ku serdana paytexta Herêma “Kurdistana Iraqê” dikin, di wê baweriyê de ne ku ew ê bi sê kesayetiyên siyasî: Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî yên ji heman malbatê û ji heman partiyê (PDKꞌê) cuda cuda bicivin:.
Ev rêûresm hin dînamîkên girêdayî siyaseta navxweyî û kiryarên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistana Iraqê û welêt bi giştî, eşkere dikin.
Ji bilî nerîna Berpirsiyarên derve li ser vê protokolê , nayê veşartin ku ev tişt desthilatdariya vê malbatê ji serî heta binî li Herêma Kurdistana Iraqê xurt dike û bi taybetî xizmeta berjewendiyên siyasî yên PDKꞌê bi xwe dike. Dibe ku jî mirov bikaribe rewşên herêmî vekole û nîşanan derxîne; dema hukûmeta Iraqê ya ji bo avakirina wê xebat tê kirin, roniyê bibîne.
Der barê dîplomatên biyanî de, rêbaza nenivîsandî, lê belê ya bûye asayî, ew e ku serdanvan, di nav wan de serokên hikûmet, wezîr û balyoz jî hene,dema derbasî Hwelêrê bibin, dê daxwaza hevdîtinê bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bikin. Hêjayî gotinê ye ku ev serdan carinan tenê çend demjimêran didomin û tê piştî serdana Bexdayê. Lê belê ev hevdîtin nîşan didin ku çawa li Herêma Kurdistanê desthilatdarî tenê di destê malbatekê de maye: Mesûd bavê Mesrûr û mamê Nêçîrvan e, yanî Mesrûr û Nêçîrvan pismam in. Nêçîrvan rasterast selefê Mesrûr e wek serokwezîr, û weke serokkomar şûngirê Mesûd e.
Li ser têgeha siyasî ya Amerîkayê ya gera “Ginsburg”, min navê”serdana Malbata Barzanî” li protokola hevdîtina bi her sê siyasetmedaran re kir, lê ev tişt bi awayekî sîstematîk tê kirin. Jixwe ev diyardeya civînan ji 12ê nîsanê û vir ve herî kêm, 31 mînakên vê diyardeyê bibelge kirine, ango her 11 rojan civînek,. Tê zanîn ku ev lîste ne tam e û tenê rewşên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi eşkereyî li ser medyaya civakî an kanalên medyayî yên PDKꞌê mukir hatiye.bêguman ev tişt hevdîtinên taybet û hestiyar li xwe nagire û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bi awayekî bijarte biryarê didin ku bi kîjan welatan re hevdîtinên xwe eşkere û ronî bikin.. .
boneyên ku civîn ji bo wan tên lidarxistin cuda ne, hinek ji wan mijaran carekê tenê nîqaş dikin, weke ku li hewlêrê; bi wezîra derve ya swêdî “Anne Linde” di Mijdara borî de dema serdana Iraqê kir. Yên din jî tenê ji bo balyozên nû yên ku vedigerin welatê xwe, weke ku bi balyozê nû yê Fransî li Iraqê, Eric Chevalier, di Îlonê de çêbû. Ev yek jî bi rêkûpêk ji aliyê berpirsên din ve tê dubarekirin, wek Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, an Balyozê Amerîka Matthew Tueller, ku ji reşmeha 2020 ve herî kêm neh caran serdana “malbata Barzanî” kiriye.
serdêrên biyanî, ji çar aliyên cîhanê beşdarî vê diyardeyê dibin. Balyozê berê yê Brîtanyayê Stephen Hickey di heyama peywira xwe de herî kêm 5 caran serdana malbata Barzanî kir, û xwesteka hikûmeta Brîtanyayê ya ji bo danîna peywendiyên baş bi PDKꞌê re nîşan da. Her wiha Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl Bogdanov di meha berfanbarê de serdaneke bi heman rengî kiribû û di wê serdanê de hevdîtin bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û her duyan ” li ser dostaniya dîrokî ya di navbera her du gelan de û xurtkirina hevkariyê tekez kirin”. .
Paşê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di Nîsana borî de serdaneke malbata Barzanî kiribû, her wiha di sala borî de rayedarên Almanya, Avusturalya, Erebistana Siûdî, Kanada, Italya û Yekîtiya Ewropî serdana Herêma kurdistanê kirin. Di serdanên xwe de gelek berpirsan bi kêmanî hevdîtin bi du kesan re ji malbata Barzanî kirin. Ji bilî van, hinek din jî bi wanre danûstandinê dikin. Papa Fransîs di serdana xwe ya dîrokî de di Adara 2021 de, di heman odê de her sê Barzanî li hev kom kir, û ev tişt protokola asayî ku hevdîtin bi awayekî tekane bi wan re tê kirin, şikand.
Di derbarê dîplomatan de jî, hevdîtin bi rêya ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ofîsên her sê berzaniyann, tên kirin. Eger daxwaza hevdîtina bi hersê Barzanîyan re neyê kirin, dibe ku ev yek bibe cihê lêpirsînê û dibe ku PDKꞌê vê yekê weke bêrêrêziyê bihesibîne. Ev nêzîkatî ne yasaîne, tevî ku xala 121ê ya destûra Iraqê hin desthilatî dide “Herêma Kurdistana Iraqê” ku danûstandinê bi hikûmetên biyanî re bike, ne asayî ye û ne pêkane ku nêzîkatiyên weha teng, kesayetî û partîtî bi dîplomatan re li ser asta herêmî bêne peyda kirin. dibe ku mêvan dema ji bernameya PDKꞌê ya diyarkirî dûr bikevin, bi hêrs ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî bêrûmetî û gotinên hişk werin.
Der barê navxweyî jî, Berpirsyarên hikûmî û û partî li Iraqê ew jî van kiryran dişopîin. Ji bo wê jî, dema Hewlêrê di adarê de rastî mûşekan hat, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê kir û hevdîtin bi her sê berzaniyan re kir, her wiha serokê Iraqê jî Berhem Salih du serdan pêk anî, yek di nîsan de bû û ya din jî di mijdarê de bû , dema hewil dida ku careke din weke hevrik li gel berbijêrê PDKꞌê ji bo posta serokkmariyê were hilbijartin . .
Û serdanine hene dibe ku encaman bi xwe re bîne, di serî de serdana serkirdeyê”Şepêla Sedrî” Nesar Rubêʹî” di meha pêşberê de û hevdîtina wî bi her sê berzaniyan re; ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî di navbera Şepêla Sedrî , PDKꞌê û kutleyên sunî Piştî hilbijartinên federal ên meha Cotmehê de. jixwe pêvajoya avakirina hikûmetê lidar e, ji bo wê jî balkêşe şopandina wan kesên ku dixwazin herin Hewlêrê û daxwaza hevdîtinê bi serokên “Partiya Demokrat a Kurdistanê” re bikin.
Helbet PDKꞌê ne tenê partiyeke siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê car caran di civînan de bi serokwezîr re beşdar dibe û birayê wî jî Serokê YNKê Bafel Talebanî bi mêvanan re hevdîtinên xwe yên kesane dike. Lê di hevdîtinên fermî yên li Hewlêrê de, para sereke ya PDK’ê ye, û divê em aliyên rikberiyê yan jî yên serbixwe yên Herêma Kurdistana Iraqê ji bîr nekin, ku ji ber mijûlbûna rojeva hevdîtinan bi malbata Barzanî re, ne baldarin. Her weha hêjayî gotinê ye ku pêkhateya jin di nav pileyên bilind ên PDKꞌê de tune ye ku di encamê de jin ji van gengeşeyên asta bilind dûrin û asta tawana kuştina jinan li Herêma Kurdistana Iraqê pir bilind bûye.
Ji ber van kiryaran girîng e ku mirov li ser rewşa PDKꞌê biram e. Hevdîtina her yek ji malbata Barzanî bi awayekî cuda, taybetmendiyên eşîrî, baviksalarî û partîperest nîşan dide û dibe amûrek hevsengiyê di navbera pozbilidiya her yek ji wan de. Di hiyerarşiya navxwe ya partiyê de Mesûd serwer e û kur û biraziyê wî di karûbarên hevpar de; di jêr dîrektîvê wî de ne. Ji ber vê yekê hevdîtina bi Mesrûr an jî Nêçîrvan bi tena xwe, rê dide xizmeta berjewendiyên wan ên siyasî.
Lêbelê, nakokiyên tund ên siyasî û kesayetî di nav partiyê de hene, ku di paş berdeyê de gur dibe û ji bo rijda li ser cudakirinê rolekê dilîze. Niha jî di navbera Nêçîrvan û Mesrûr de hevrikiyeke germ belî dibe (ku Mesrûr ji aliyê Mesûd ve tê piştgirîkirin) ku dê di pêşerojê de biteqe. Encamên vê yekê jî di Konferansa Ewlekarî ya Munixê ya îsal de, dema ku Mesrûr û Nêçîrvan serokatîya şandên cuda kiribûn, heta hevdîtinên wan bi heman kesan re başqe bû.
Digel şopandina hevdîtinên bi her sê Barzaniyan re dibe ku di analîzên asa ên siyasî bikêrhatî be . Ev rijda li ser hevdîtinên cuda bandorek giran li şûna xwe dihêle. Zelal e ku armanca PDKꞌê ji cîbicîkirina vê protokolê bihêzkirina nêrîna serdest a li ser navendiya malbata Barzaniyan di siyaseta Kurd û Iraqê de ye. Ev civîn jî dibin alîkar ku desthilatdariya Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr di nava partiyê û di qada siyasî de bi giştî were xurtkirin. barpirsyarên ku van kiryaran dipejirînin, û her çiqasî ku niyeta wan ne ew be jî, lê van peyamên nepenî rewa û xurt dikin.
Ger hûn ji gelek hemwelatiyên asayî yên Herêma Kurdistana Iraqê bipirsin ku serokên xwe yên siyasî -hem PDKꞌÊ û YNK- bidin nasîn, ew ê ji wan re bibêjin “mafya”.Bi rastî, nîşanên binpêkirina demokrasiyê zelal in: rêjeya beşdarbûna dengdanê pir daketiye. Gelek ji ciwan û malbatên çîna navîn ber bi Ewropayê ve diçin, rojnamevan û çalakvan bi tawanên sexte tên girtin û zîndanîkirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên karmendên sektora giştî nade. Li vir, girêdayê berpirsên derve ye ku biryarê bidin ka dê çawa wan dînamîk û nerînên derbarê danûstandina xwe bi serkirdayetiya siyasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re birêve bibin: gelo ew dê wek her carê berdewam bin, yan jî dema nêzîkbûnek nû ye.
Ev analîz ji malpera “Enstîtuya Waşington ji bo Siyaseta Rojhilata jêrîn” hatiye wergerandin
Nivîskar: Winthrop Rodgers