ANALÎZ

Hilbijartinê Tirkîyê, Rewşa Rikberîya Tirkî, Kaxezên Ardoxan

 

Cenga hilbijatinan di navbera alîyên beşdar de çi hevrikî be û çi jî partîya desthelatdar bi serokatîya Ardoxan be, xurt û germ dibe. jixwe di nava hevrikîya tirkî de nakokîyên pir mezin çêbûn, di encama van nakokîyan de Mîral Akşenar seoka partîya (IYI) ya neteweyî ya tirkî  xwe ji maseya şeşalî vekişand, ew vekişandin jî ji ber nakokîyên tund di navbera Akşenar û hin endamên maseyê yên din de bû, her wiha ew nakokî ji ber piştgirîya Akşenar ji Imam Oglû (serokê şaredarîya stembolê) û Mensûr yafaş  (serokê şaredarîya Anqerayê) bû, daku her du bibin namzedê maseyê. beramberî vê yekê, endamên din yên maseyê  Kemal Klîşdar Oglû wek namzedê xwe nîşan kirin.

Piştî rojekê ji vekişandinê, Akşenar vedigere nava maseya rikberîyê û bi endamên din re li ser Klîşdar Oglû wek namzetê rikberîyê lihev dike, her wiha her pênc serokên partîyên mayî dê cîgirên wî bin, dê biryar jî bi lihevkirinê werin dayîn, jixwe soz hatine dayîn ku eger Klîşdar Oglû di serokatîya Tirkîyê de li hember Ardogan biser keve dê Tirkî ber bi pergala parlemanî ve vegerîne, jixwe partîyên rikberîyê ji berîya çend salan ve gelek hêvî li ser bidawîkirina dema Ardogan û partîya wî ya desthelatdar ku 21 salan berdewam kir,  ava kiribûn, ev bidawîkirin jî dê bi rêya van hilbijartinên bê be ku rikberî wan wekî hilbijartinên çarenûsî dibîne, her wiha rikberîyê hêvî li ser destpêkirina demeke nû li Tirkîyê ava kiribû.

Rikberîya tirkî û xalên hêzê:

Piştî ku partîyên rikberîyê li ser namzedekî ku nûnertîya wan dike lihev kirin, gelek xalên hêzê her wiha dosyên xurt hene ku bi armanca dûrxistina Ardogan ji ser desthelatê, rikberî wan bikar bîne, ji wan jî ev in:

*Bobelata erdhejê û derengmayîn Ardogan ji bo çareserkirina encaman di rojên destpêkê de, ew bobelata ku li Tirkîyê bihtir ji 45 hezar kuştî û bi milyona kesên derbeder li pey xwe hiştin, ev yek jî bû sedema kêmbûna hezkirina gel ji Ardogan re, her wiha bû xaleke reş di rûpela dîroka wî ya siyasî de, jixwe rikberî jî li ser vê yekê baş dilîze û bikar tîne.

* Aborîya Tirkîyê ya ku berî erdhejê û piştî wê jî têkçûbû, hişt ku Tirkî bi hewceyî dehan ji milyarên dolaran bibe, ew jî ji bo jinûavakirina binesazî û avahîyan ji welatîyan re ku Ardogan soz daye ku piştî salekê dê wan dabin bike, lê piştî ku ew ji bo demeke serokatîyeke nû were hilbijartin. Ardogan bi xwe jî  pişta xwe bi merdîya hin hevbeşên xwe yên zengîn di cîhanê de, girêdide.

* Çûna Ber bi welatên Rojavayî ve: piştî ku Ardogan ji bo berjewendîyên xwe ji projeya derbasbûna gaza rûsî di nava xaka Tirkîyê de, her wiha Tirkî bû pireke derbasbûna kelûpelên xwarinê yên Okraynayê ber bi Rojhilata Navîn û Awropayê ve, wî bihtir berê xwe da Rûsyê. Berovajî wê yekê, rikberîya tirkî dixwaze berê xwe biguhere û ji nû ve berê xwe bide welatên rojavayî, ew yek jî bi armanca nûkirina guftûgoyan derbarê endametîya Tirkîyê jibo Yekîtîya Awropayê de, her wiha jibo vegera Tirkîyê bo hembêza NATO, ku NATO jî Ardogan mîna kurekî rêwindakirî dibîne.

* Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku dibe ew ji ber hebûna hin partîyên islamî, lîberalî û kemalî tevlî maseya şeşalî nebe, lê dibe ku bi armanca dûrxistina Ardogan ew partîya kurdî piştgirîya namzetê rikberîyê Klîşdar Oglû bike.

Kaxezên Ardogan ji bo biserketinê di hibijartinan de:

Bê goman Ardogan dê hemî karînên hikûmeta Tirkîyê ji bo biserketinê di hilbijartinên 14 Gulanê de bikar bîne. Di heman demê de jî rikberî ji bo rûbirûbûna partîya desthelatdar (AKP) bi serokatîya Ardogan dê nedeykirî nemîne, jixwe hin xal û kaxez hene ku dibe bikevin xizmeta Ardogan û partîya wî de ji bo di hilbijartinan de biser keve, ku ew hilbijartin ji wî û partîya wî re çarenûsî ne. ew jî ev in:

* Asayîkirin bi rêjîma sûrî re: ev yek jî dê ji Ardogan re xurtî û piştgirîyeke hundirîn be, nemaze derbarê penaberên sûrî de, yên ku hejmara wan li ser xaka Tirkîyê bihtir ji 3.6 milyon penaber e, her wiha piştî êrîşeke leşkerî dê van penaberan vegerîne Bakurê Sûrî û dê herêmeke ewle ava bike, ev kiryar jî dê hemdemî bi mijûlbûna Rûsyê bi şerê Okraynayê re be, her wiha dê hemdemî bi hewcedarîya NATO bi tevlîkirina Swêd û Filendayê bo hevpeymanê be, ji xwe ev tevlîkirina fermî jî  bi hewceyî erêkirina Tirkîyê ye, lewra ev hewcedarî ji Tirkîyê re dibe wek fişarekê di destê Ardogan de da ku bihêle NATO çavên xwe ji dagîrkirineke nû ya Tirkîyê di bakurê sûrî de bigire, ev dagîrkirin dê berîya hilbijartinan û bi armanca bidestxistina dengan be.

* Sûdgirtina aborî ji bobelata erdhejê: Ev yek jî bi rêya alîkarîya welatên hevbeş bi Tirkîyê re ji bo geşepêdana gencîneya dewletê û bikaranîna wê arîkarîyê ji bo hilbijartinan, jixwe Ardogan jî soz daye ku di dema salekê de -eger ew ji bo demeke nû hat hilbijartin- dê jinûave avabike her wiha  dê ziyandîtîyên erdhejê qerebo bike. Di heman demê de êrîşî rikberîyê dike bi bihaneya ku rikberî bû sedema hilweşîna bajaran di encama erdhejê de, her wiha rikberîyê bi nepejrandina derxistina zagonên avakirinê yên rêgir li ber erdhejê, tawanbar dike

* Rêdayîna ku parêzer bi rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji xwe rêber Ocalan ji sala 1999 de li girava Îmaralîyê zindankirî ye, û tecrîdeke demdirêj li ser wî hatiye danîn, her wiha ji berîya 2 salan de tu agahî jê nehatîye bihîstin.  ev tecrîd jî dê di destê Ardogan de bibe mîna kaxezekê daku dengên kurdan li Bakurê Kurdistanê werbigre, wergirtina dengên kurdan dê di encama sivikkirina tecrîda li ser rêber Ocalan her wiha hevdîtina wî li gel parêzerên wî de be, ev yek jî dê ji Ardogan re  derfeteke baştir be daku Kurd piştgirîya wî ne ya rikberîyê bikin.

   Wek encam: dibe ku hilbijartina Klîşdar Oglû wek namzedê rikberîyê di vê demê de lîstikeke hilbijatinan be li hember du namzedên veşartî ku ew jî Imam Oglû û Mensûr Yafaş in, ku her du xwedî derfeteke serkeftinê baştirin ji Klîşdar Oglû, jixwe Klîşdar Oglû ne xwedî karîzma û ne xwedî kesayetîyeke serkêşîye ye. Lê Imam Oglû Û Mensûr Yafaş li gorî rapirsînên dema dawî bi gelekî li pêşîya Ardogan in.

زر الذهاب إلى الأعلى