ANALÎZ

Îran Tenê pêşberî du Bijardeyan e?

Ji destpêka şoreşa 1979ʹan ve bi serkêşiya  Ayetullah Xomeynî, gelê  Îranê hîna rojeke xweş yan jî aramî nedîtîye. Di sala 1980ʹyî de bi Îraqê re ket şerekî demdirêj ku heta sala 1988ʹan beredewam kir. Ne tenê wilo  vê şoreşê rewşa jeosiyasî li Rojhilata Navîn guhert û ev bû  zêdetirî 40 salî hîn jî jî bandora wê berdewam e. Ji gava yekem a şoreşê ve, Ayetullah Xomeynî û hevalbendên xwe li ser pêla şoreşê siwar bûn, kesayetên lêberal û sekuler dûr xistin  û dest danîn ser hemû movikên civak û dewletê. Her wiha di destpêkê de Xomeynî  eşkere kir û got:  Rast e em misliman in, lê netewe û  zimanê me tenê  Farisî ye. Bi vê yekê hemû neteweyên din ên  Îranî (Kurd, Azerî, Gelak, Ereb, Turkmen û Belûç) mandele kir û hişt nakokiyên neteweyî dest pê bikin û ev netewe li hember rêjîma meleyan serî hilin. Li rojhilatê kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat damezrandin û gelek caran ji bo bidestxistina mafê  kurdan  bi pasvanên şorêşê dikeve şerine dijwar û li herêmên din jî neteweyan li dij kiryarên rêjîmê serî hildan. Rêjîmê di bin kirasê olê de û di rêya fetweyan çi kesê ne alîgirê wan  bin, kefirandin. Siyaseta derve ji ya hundir hîn xirabtir bû, xeteke cuda meşandin.  Amerîka û Rûsya du dewletên dijminane ji xwe re didîditin. Rêjîma meleyan bi van fetwe û  arasteyan armancên Xomeynîtî eşkere kirin.  Ya sereke ji wan  jî hinartin û berfiebûna şoreşê li derveyî Îranê. Siyaseta belavbûna şoreş û şîîtîyê li derveyî sînorên Îranê, ket destên oldarên Qumê û bi serpereştiya pasvanên Şoreşê, ya ku ji bo vê armancê hat erkdarkirin. Bi vê erkdarkirinê pasvanên şoreşê bi peydakirina hemû pêwîstiyên handanê û bi awayekî  sîstematîk  li her devereke misilman lê hebin, hewl da ku şîîtîyê lê balav bike, bi taybetî li herêmên şîîmezheb. Jixwe vê çîna olî di demeke kurt de karîbû cemawerekî mezin ji alîgirin xwe ava bike.  Bêguman belavbûnê şîîtîyê û destwerdanên pasvanên şoreşê di karûbarên dewletên herêmê de weke Îraqê, Sûriyê, Lubnan, Yemen û Behrên, çêkirina çekên atomî û têkçûna peymana atomî bi Amerîka re, kêşeya aborî û bandora Sindoqa Diravî ya Navneteweyî, neçareserkirina pirsgirêkên aborî ku tenê xwe dispêre petrolê, nezelalîya biryarên hukûmetê û ji hesabpirsînê dûrketin; ev tev de hiştin ku Îranê bibe qada nû ya şerê vekirî û ew xist hevrikîyeke hundirîn a kûr û rewşa aborî û jiyanî ya gelê Îranê xistiye metirsiyê. Ev kiryar bûn sedema çirûska şoreşa kesk a di sala 2009`an de ku gelê Îranê serî hilda û daketin kolanan, hevrikîya di navbera kevneparêz(muhafazakar) û Nûsazîparêzan (reformparêz) de eşkere bû, silogan li dijî rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî hat avêtin, jê hat xwestin ku guh bide hundir û êş û azarên gelê Îranê. Li hemberî van serhildanan rêjîmê tundetûjiyeke mezin bi kar anî. Jixwe tişta ku îro diqewime ku  êrîş û silogan li dijî sembolên sereke li Îranî tê avêtin, tişteke gelekî mezin e û li ser hikûmetê fişareke giran e. Tevî  tundetûjiyê, kuştin, binçavkirin, darvekirin û êşkincekirinê; gelê Îranê serî natewîne, raperînên gelirî berdewam in. Vê carê  hemû kategorî û neteweyên Îranî  tê de beşdar bûn, tevahîya erdnîgarîya Îranê li xwe girt,  bi taybetî  bajarên farisan mîna Meşhed, Şîraz û Tehranê.

Gelo ev raperîn wê berdewam bikin?

Helbet ji ber van sedeman dê  ev raperîn berdewam bikin:

  • Têkçûna rewşa aborî, jiyanî û civakî.
  • bilindbûna hişmendîya neteweyî di nav gel û neteweyên nefarisî de.
  • Rêjîma meleyan reftar û şêwazê xwe naguherîne.

Ji ber vê yekê dê Îranê rastî şoreşeke berfireh were, ev serhildan û protesto wê bigihêje mangirtineke giştî, di encamê de rêjîm û dezgehên wê yên çewisandinê wê tundetûjiyeke dijwar bi kar bîne, wê xwepêşanderan bi komî bikuje, ev kiryar dê bihile li îranî dîrok xwe dubare bike û şoreşek mîna şoreşa 1979`an ku hemû gelê îranî(netewe, ol, mezheb) tê de beşdar bûn, were encamdan û dibe ku rêjîm hilweşe.

Ji bo çareseriya vê aloziyê çi pêwîste?.

 Tevî ku rêjîma Îranê her dem  sedem û  koka pirsgirêkên xwe bi teorîya komployê ve girê dide, lê bûyerên vê dawîyê li Îranê rûdan; da diyarkirin ku nakokîyeke tund di navbera gelên Îranê ku serjimarîya wan digihêje 83 milyonî û desthilata Îranê de heye. Berîya ku guhertin ji hêla hêzên derve yên ku dixwazin rewşa Îranê li gor berjewendîyê xwe yan jî   li gor hevsengîyên herêmê feriz bike, ji rêjîma Îranê  tê xwestin ku guhetineke  bingehîn di stratejîya xwe yî siyasî, aborî û civakî de çêke:

  • Ji bo gengeşekirina mijara alternatîfa pergala heyî, dive danûstandinê bi rikberîya Îranê re (netewe, kategorî, blokên siyasî, pêkhate) bike.
  • Avakirina pergaleke ya piralî û demoratîk ku her pêkhate di bin bane wê de azad be .

3-ji bo  geşkirina rewşa aborî, civakî û jiyanî, ji rêjîmê tê xwestin ku  peredana girûpên siyasî û leşkerî di herêmê de ku beşeke mezin ji budceya Îranî dixwe, rawestîne.

4- dive dest ji  projeyên navokî berde, ya ku civaka navneteweyî wê red dike û ji bo wê Îranê rastî gelek cizayan hatiye.

زر الذهاب إلى الأعلى