ANALÎZ

Di navbera pejirandin û nepejirandinê de Ketina maskan

Di Rojhilata Navîn de pirsa mafê gelan, mafê mirovan û demokratîyê ji pergala sermayedar re û ferwerîyên ku di Rojihalata Navîn de desthilatdarîyê dikin; xena herî dawî ye ku ne cûdane ji istratejîya dewletên serdest ku bi giştî di nava xêzika sermayedarîyê de tevdigerin, ew j ji bo dozayînkirina pergala cîhanê  ku bi giştî dikeve xizmeta berjewendîyên wan.

Di serdema avabûna Yekîtîya Sovyetê de û bi taybet piştî şerê cîhanê yê  duyem (1939-1945), cîhan dabeşî du bilokên mezin bibûn; cîhana sosyalistê û cîhana sermayedar, lewra hevsengîyeke di cîhanê de hatibû çêkirin û di navbera her du  bilokan de dewletên di Rojhilata Navîn de sîyaseteke hevseng dimeşandin ku hebûna xwe pê berdewam dikirin, ji wan jî mîna desthilata Şamê bi taybet di serdema serokê berê yê Sûrîyê de Hafiz Esed de.

Bi helweşîna Yekîtîya  Sovyêtê re di 1991 de, Amerîka weke desthilatdarê yekem di cîhanê de hate dîyarkirin, lewra razîkirina Amerîka ji hêla dewletên Rojhilata Navîn ve bi taybet piştî dagirkerina Efganistan û Îraq ê û belavbûna hêza Amerîka di herêmê de, hiştîye ku ev dewlet dibin sewerîya Amerîka de tevbigerin û dewletên ji derveyî serwerîya  Amerîkî rastî sizayan hatine. Metirsîya ji Rûsîya   ku bi helweşîna Sovyêtê re bi paş de vekişîya bû di salên 2000 de dîsa vegerîya ye û pê re jî Çîn  weke dewleteke xwedî aborîyeke mezin li pêşberî Amerîka derketîye, Rûsîya  û Çîn di sepandina serwerîya xwe de di Rojhilata Navîn û asîya Navîn de, bûne du metirsîyên mezin ji Amerîka re. Amerîka guhdayîna wê li ser Asîya Navîn pir çêbûye, Rojhilata Navîn jî nema ewqasî jê re giring maye, lewra giranîya xwe avêtîye ber bi Asîya Navîn de ku li hember tevger û têkilîyên Rûsîya û Çînê di wan herêman de rûbirû maye, her wiha vekişîna Amerîka ji Efxanistan û dudilîya wê di mayîna li Îraq  û Sûrîyê de, di nava sîyasetên dewletên Rojhilata Navîn de, metirsî afirandine ku  Amerîka  nema xwe dibîne parêzvan ji hevalbendên xwe re, lewra dûbare vegerîyaye sîyaseta hevsengîyê bi hêzên cîhanî re; bi taybeta (Çîn, Rûsîya û Amerîka) re, anku  hestkirineke heye ku êdî Amerîka nema ew hêza yekane ye, lewra jî me dît bê çawa Tirkîyê ji dewleteke girêdayî Amrîka dest bi dijberîya Amerîka di gelek waran de kirîye û car caran li tersî helwestên Amerîka jî tevgerîya ye, her wiha tevî ku Amerîka  Îran weke dewleteke dijber dibîne jî, lê belê li ber çavê Amerîka  gihişte serwerîya li ser Îraq, Sûrî û Lubnanê, ji bilî ku geşedanên buhara ereban û bûyerên li Sûrîyê, Yemen, Lîbîya û hin herêmên din de, lawazîya  sîyaseta Amerîkî nîşan dane û rola Rûsîya û Tirkî û Îranê bêtir xwe daye pêş, lewra di dema dawî de em dibînin ku di nava dewletên herêmî de bi piştgirîya Rûsîya ya eşker e û ya Çînê ya ne eşker e, hevdîtin, nêzîkbûn, peyman û hevsengî çêdibin, mîna maseya Astena (Tirkî, Îran, Sûrî, RûsîyaS) ku civînên çar alî jî yên van dewletan ji bo lihevanîna Sûrî û Tirkîyê  berdewamîya  Astena ne, lihevhatina siûdiyê û Îranî, lihevhatina Tirkîyê û dewletên derdorê û herî dawî jî zîvirandina ferwerîya  Esed ji Yekîtîya Erebî re, di demekê de ku Amerîka  tevî ku di xwaze xwe weke karîgerêvan pêşketinan nîşan bide û bide xuyakirin ku bêyî wê tiştek nabe jî, lê belê lawazîya sîyaseta Amerîkî û hevbeşîya serwerîya Amerîka, Rûsîya û Çînê li ser herêmê nîşan dide, hinge jî em dikarin bêjin ku zîvirandina Esed ji bo Yekîtîya Erebî re, lihevhatinên dewletan di herêmê de û paşguhkirina daxwaz û mafên gelan ji sedema van pêşketin û guhertinên di bilindbûn û ketina hêzên navneteweyî, çimkî dema mirov li van gavên dawî ya Yekîtîya Erebî dinere û daxuyanî û biryarên wan di derbarê Sûrîyê de dişopîne, tê derdixe ku armanc berjewendîyên van dewletan bi xwe ye û ne gelê Sûrîyê an jî ferwerîya Şamê ye, ew sedemên ku ji ber wan dewletên erebî têkilîyên xwe bi Esed re birîbûn ( kuştina gel, koçberkirin, çekbikaranîn, nepejirandina çareserîyeke sîyasî) ranebûne, naxwe çima ewqas rijdebûn li ser ku têkilîyên xwe bi Esed re vegerînin?

Wezîrê karê derve yê Urdinê dîyar dike ku sedem ew e ku maseyeke erebî ava bibe û rola ereban hebe di çareserkirina kirîza Sûrîyê  de! 12 sal di ser kirîzê re derbas dibin çi hatîye guhertin ku dewletên erebî bi êşa Sûrîyê hest kirine?

Wezîrên karên derve yên ereban dîyar kirin ku Sûrî  ji îro û pê de dîsa wê endamtîya  xwe di Yekîtîya Erebî bikar bîne? Sûrîyê  çi gav avêtine ji bo çareserîyê ta ku bi lez dîsa ew vegerandine, heger bi rastî armanc dawîanîna li kirîzê be?

Her wiha serwerîya Sûrîyê, yekîtîya xaka wê, dawîanîna li terorê, derketina hêzên bîyanî ji Sûrîyê, avakirin û dawîanîna li êşa gelê Sûrîyê û vegera koçbera tînin ziman? Gelo wê çawa ev pirsgirêk tev de çareser bibin û rêjîm ew rêjîm e û rikberîyan qebûl nake û ne jî çareserîyên ne weke daxwaza xwe qebûl dike?

Amerîka nerazîbûna xwe nîşan dide û di heman demê de têgihiştina xwe ji mebesta dewletên erebî re nîşan dide!

Lewra zîvirandina Esed ji yekîtîya Erebî re daxwazeke van dewletan e, ji bo berjewendîyên wan yên hundirîn û herêmî ne û xala mafên gelê Sûrîyê an jî çareserîyeke neteweyî bi erêkirina hemû pêkhateyên Sûrîyê  ji derveyî armancan e.

Bi giştî geşedan û pêşketinên sîyasî di herêmê de , rewşa pergala cîhanî ya tevlihev û teyisandina wê li ser herêmê nîşan didin, dê tu çareserîyan bi xwe re neyne û kirêza Sûrîyê  dê bimîne dîlê lihevkirina berjewendîyên Amerîka, Rûsîya, Îran,Tirkî û Israyîlê di herêmê de, bê guman dema em wiha dibêjin, pêwist e ku em jibîr nekin ku di çarenûsa kirîza Sûrîyê de rol û vîna gelên Sûrîyê bi xwe jî, xaleke sereke ye û ne sedî sed girêdayî van dewletan e, lewra weke mînak pêşxerîya Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) ji bo çareserkirina kirîza Sûrîyê, banga ku ji bo hevgertineke neteweyî û avakirina rikberîyeke demokratîk, xwe dispêre vê gihiştinê ku gel dema xwedî vîn be dikare bibe lîstekvanekî bi hêz û gelek pilanan jî vala derxîne, di dema îro de rikberîya  li dijî Esed wendabûnê jîyan dike û nema cihê bawerîyê ye, ne li asata hundirîn û ne jî li asta derve, di pêkanîna berjewendîyên Tirkîyê de, bi tene maye kaxetek, em dikarin bêjin ku bi tenê Xweserîya  demokratîk maye hêvîya avakirina rêkberîyeke  neteweperwer û çendîn pêkhate, demokratîxwaz û xemxurên gelê Sûrîyê xwe li dorê kom bikin ewqa hêvîyên çareserîyeke demokratîk jî wê li pêş bikeve .

زر الذهاب إلى الأعلى