ANALÎZ

Rûsya û Îsraîl û ezmûna têkiliyan

Rûsya û Îsraîl û ezmûna têkiliyan

Bi bilindbûna asta şerê navdewletî û herêmî li Sûriyê û zêdebûna metirsîdariya wê li ser berjewendiyên Rûsiya di Deryaya Sipî de, ligel daxwazên Rêjîma Sûriyê û Îranê di rûbirûbûna tewereya Sunnî ya bi piştevaniya Welatên Rojava de, Rûsya di bin navê şerê li dijî terorê û parastina rêjîma Sûriyê ji rûxandinê di 30-ê Îlona 2015-an de rasterast destwerdanî kirîza Sûriyê kir, û di encama wê de jî gelek guhertin, lihevkirin û pşketinên dirametîk di warê leşkerî û siyasî de derketin hole; ya herî girîng jî zêdebûna lihevkirina ewlekarî di navbera Rûsya-Îsraîlê de bû, nemaze piştî seredana serokwezîrê berê yê Îsraîlê Netanyaho bo Moskoyê di Îlona heman salê de, ku di hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê pêk anî de, stratejiya welatê xwe di şerê li Sûriyê de pêşkêş kir (li ser rêgeza nepiştgiriya ti aliyekî ji aliyên şer), her wiha metirsiyên li ser ewlekariya wê ya niştimanî, bi taybet rêgirtina li ber gihandina çekên pêşketî yên Rûsî nav destê milîsên Îranê û Hizbullaha Lubnanî û rêgirtin li ber veguhestina şer ber bi sînorên Îsraîlê ve, Her wiha bihaneyên derbarê mafê wê yê berevaniya xwe, yan jî pêkanîna êrîşên pêşwext li dijî her çalakiyên ku li ser sînorê Îsraîlê yê bakur lidarxistin, ev yek jî bi hevahengiya bi hêzên Rûsî re, ev lihevkirin di piratîkê de jî hate cîbicîkirin, ku Îsraîlê di cotmeha heman salê de cara yekê êrîşî baregehên Rejîma Sûriyê ku tê de şêwirmendên girêdayî Pasdarên Şoreşê yên îranî hebûn kir.

Ev lihevkirina ewlekariyê ya ku di asta taktîkî de di navbera her du aliyan de, hin armancên Îsraîlê yên leşkerî bêkanîn û operasyonên wê yên xeternak hêsan kir, mîna kuştina rayadarê ji Hizbullahê Samîr Quntar di dawiya 2015-an de, lê belê pêşketên herêmî û siyasî yên realîte yên her aliyekî ji bo bidestxistina berjewendî û armancên xwe û daxwaza Rûsya di serweriya li ser qada Sûriyê de, digel fişarên Îranê û rêjîma sûriyê li ser Rûsya ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê; Li ser Moskoyê ferz kir ku hin caran helwestên xwe li ser êrîşên Îsraîlê biguhere û heta şermezar bike û red bike, nemaze piştî armanckirina balafira şerker a Rûsî di sala 2018-an de ji aliyê rêjîma sûriyê ve bi şaşîtî di bersînggirtina êrîşan de, ku bû sedema nerazîbûn û hêrsa Moskoyê li hember êrîşên Îsraîlê, ji  ber ku di wê demê de 15 leşkerên Rûsî hatin kuştin. Lê her du alî karîbûn van nakokiyan û rewşa nefêmkirinê ya ku hin caran di navbera wan de derket, derbas bikin, ev yek jî di hişyariya wan di misogerkirina berdewamiya peywendiyên wan di çarçoveya kirîza Sûriyê de û dûrketina ji rûbirûbûna rasterast, tevî ku aloziya di navbera wan de derbarê kirîza Ukraynayê de, xuyanger bû, xala ku nîşanî vê yekê dide jî berjewendiya wan di derxistina hêzên biyanî ji Sûriyê de ye (ango Milîsên Îranî û Hizbullah)

Lêbelê, têkilî û lihevkirinên di navbera her du aliyan de li Sûriyê piştî destpêkirina şerê Rûsya – Ukrayna, dibe ku ji ya beriya şer cûda be, heke Îsraîl bêtir piştgirî bide rejîma Zelenskî, dibe ku mekanîzmaya lihevkirinê (nerûbirûbûna rasterast) ya ku di navbera her du aliyan de piştî destwerdana Rûsya di Sûriyê de hatiya damezrandin bidawî bibe, nemaze piştî guhertina helwesta Îsraîlê derbarê şer de, tevî ku di destpêkê de hewil dida ku rola navbeynkariyê bilîze û hevsengiyên dîplomatîk di navbera her du welatan de çêke, lê hewildanên wê; mîna Tirkiyê, ji ber zêdebûna zextên Welatên Rojava li ser wê bi ser neket ku li hemberî vî şerî helwesteke bi biryar bistîne, û ev yek bû sedem ku helwesteke dijberî Rûsya di şerê Ukrayna de bide, nemaze piştî axaftina serokê Ukraynayê Zelenskî (ku bi eslê xwe cihû ye) bi Knesset a Îsraîlê re di 20-ê Adarê de, ku bi bîranîna komkujî û trajediyên Holokostê hestên wan ên netewî û olî handa kir û bi şerê ku Ukraynayê pê re rûbirû ye ve girêda da ku wan handan bike ku piştgiriya wî bikin, wisa xuya ye ku vê yekê guhertineke balkêş di nêzîkatiya Îsraîlê de çêkir, ev yek jî di daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid de, ku Rûsya bi sûcên şer ên li Ukraynayê sûcdar kir, diyar bû, Piştre şandeyê Îsraîlê deng li ser biryara rawestandina endamtiya Rûsyayê di Encûmena Mafên Mirovan a Netewên Yekbuyî de da, û Îsraîlê lez da tevgerên xwe yên dîplomatîk li ser asta herêmî ji bo razîkirina Îmarat û Erebistana Siûdî da ku berhemên petrolê zêde bikin, bi armanca kêmkirina piştpêrastkirina cîhanê bi Nefta Rûsya û Îranê, her weha beşdarbûna wê di civîna NATO-yê de ji bo piştevaniya leşkerî ji Ukraynayê re, heta bêje şandina hin endamên yekîneyên wê yên taybet ji bo ku li Ukrayna şer bikin. Ev yek bû sedema nerazîbûna Rûsya ya ku bi gotina wezîrê wê yê derve Lavrov, ku ” xwîna Hîtler cihûyî bû”, dûrketin û alozî di navbera her du aliyan de zêde kir.

Ev aloziyên di navbera her du welatan de di heyama borî de, xuya ye ku li ser têkeliyên wan li Sûriyê bandor dike, nemaze piştî piştrastkirina çend lêkolînerên leşkerî û siyasî û rapora kenala 13 ya Îsraîlî ku dibêje “çekên berevaniya esmanî yên Rûsî (S-300) firokeyên Îsraîlî yên ku di 13-ê Gulana îsal de piştî topbarankirina navendên milîsên Îranê li bakur rojavayê Sûriyê vedigeriyan, armanc kirin. Vê yekê hîşt ku Îsraîl ji îhtîmala guhertina helwesta Moskoyê (tevî redkirina wan raporên belavkirî) derbarê lihevkirinên di navbera her du aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên wê yên ewlekariyê, metirsîdar bibe.

Wisa xuya ye ku Rûsya xwestiye peyamekê bide rayaderên Tel Avîvê û li pişt wê Amerîkayê, ku şopandina milîsên Îranê bi erêkirin û biryara Moskoyê ve girêdayî ye û divê di derbarê piştgirîkirina Ukraynayê de vê yekê bizane û di ber çavan re derbas bike, her weha hevahengiya wê bi welatên rojava re di ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê de û hewldana vederkirina wê li qada navneteweyî û têkbirina aboriya wê de.

Ji ber vê yekê, eger helwesta Îsraîlê li dijî şerê Rûsya li Ukraynayê berdewam bike û bi welatên rojava re hevahengiyê bike da ku fişaran li ser Rûsyayê zêde bikin, îhtimaleke mezin heye ku têkiliyên her du aliyan derbarê kirîza Sûriyê de bandor bibe, û gengaz e ku lihevkirinên wan di qonaxa bê de bidawî bibin, tevî hewildanên her du alîyan ji bo vederkirina berjewendîyên hevbeş di navbera wan de, lê pîşketinên dramatîk di sîstema navdewletî û herêmî de û zexta ku ji hêla welatên rojava ve bi piştevaniya Îsraîlê li ser Rûsyayê, dibe ku Rûsya neçar bike ku li hember Îsraîlê gavên dijber bavêje, mîna îtirazkirina êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser cih û embarên milîsên Îranî û Lubnanî bi girtina qada esmanî li ber balefirên wê, armanckirina balafirên Îsraîlê, vekişîna ji lihevkirinên ku di navbera wê û Îsraîl û Amerîkayê de hatine îmzekirin, ku milîsên Îranî û Lubnanî li nêzîkî sînorên Îsraîlê nemînin…hwd. Dibe ku vekişîna wê ji hin deverên hestiyar ên nêzîkî xaka Îsraîlê piştî lihevkirineke bi Îranê re be, ji bo gurkirina başûrê Sûriyê û rê bide Hizbullaha Libnanî ku bandora xwe ya berê li herêma sînorî vegerîne û bajarên Îsraîlê tehdîd bike û fişarê li ser Îsraîlê zêde bike da ku helwêstên xwe yên li ser kirîza Ukraynayê biguherîne.

Dijberiya Rûsya li hember operasyon û êrîşên asmanî yên Îsraîlê li Sûriyê, dibe ku bihêle Îsraîl gavên li gorî daneyên nû û hawîrdora ewlehiyê û tirsa Îsraîlê ji xirabûna peywendiyên bi Moskoyê re, bavêje. Ev yek di seredanên dîplomasî yên Serokwezîr Bennett ji hin dewletên herêmî û navdewletî de ji bo dosya Îranê, diyar bû, mîna hevdîtina wî ya bi rayaderên Îmarat û Misirê re li Şerm El-Şêx, ku bal kişand ser çawaniya rûbirûbûna firehbûna bandora Îranê. Her weha serdana Wezîrê parastina Îsraîlê ji Amerîka re ya ku dibe têde hin garantî dane wan, ku Îsraîl hin gavên li dijî Rûsya bavêje û piştgiriya Ukraynayê bike di berdêla piştgiriya wê de ger Rûsya operasyonên Îsraîlê yên li Sûriyê îtîraz bike. Nîşana vê yekê ew e ku Gantz danûstandinên bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Dewletên Yekbûyî Sullivan re wekî xweş binav kir. Her weha, ger van lihevkirinên di navbera Rûsya û Îsraîlê de negihêje wê astê ku garantiyê bide Îsraîlê, dibe ku wê ber bi bijardeyên din ve bikşîne, weke pêkanîna operasyonên bejayî li dijî baregehên Îranî yên ku dê hewl bidin bi hemahengiya Rûsan re xwe li nêzîkî sînorê Îsraîlê bi cih bikin. Bi rastî jî di hefteya borî de operasyoneke bejayî ya sînordar a hêzên Îsraîlê li nava sînorên Sûriyê pêk hat; Eger Rûsya helwesteke tundtir nîşan bide û çavê xwe li ber belavbûna Îranê bigire û parastina asmanî ya ewledar ji bo wê bike, dibe ku Îsraîl neçar bibe ku bi Tirkiyê û çeteyên wê re lihevhatinekê pêk bîne da ku wan handan bike ku operasyonên leşkerî li dijî Rûsya û Îranê li Sûriyê pêk bînin, û baregeha Hmeymimê bi çek, alav û alîkariyên ji Îsraîlê di bin agir de bihêlin, hin agahî hene ku alozî di têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê di vê mijarê de hene. Di heman demê de dibe ku rê bidin Mucahidînên Çeçen ên ku ji Rûsyayê di ser xaka Tirkiyê re tên ji bo şerên tolhildanê li dijî hêzên Rûsî li Ukraynayê bikin. Nîşana vê nêzîkbûnê di navbera her du welatan de heye, nemaze piştî seredana Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Îsraîlê re ji bo bidawîkirina alozî û nakokiyên di navbera wan di hin mijaran de.

Dibe ku ev pêşketinên potansiyel bandoreke neyînî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin gefa êrîşeke nû de ye bike, nemaze bi zexta lobiya Îsraîlî ya li Amerîkayê ji bo ku rê bide Tirkiyê û çeteyên wê ji bo dagirkeriyeke nû, di heman demê de, Îsraîl dikare alîkariya Tirkiyê bike di derbarê pilanên guhertina demografîk de, bi riya propoganda li ser asta navdewletî û herêmî û piştgiriya darayî di bin navê piştgirîkirina karên xêrxwaziyê de, bi taybetî hin raporan diyar kir ku Îsraîlê ji bo guhertina demografîk ên li Efrîn, Serê Kaniyê û herêmên din ên dagirkirî alîkarî daye, armanca wê jî dibe ew be ku tundrewên Sunnî li ser sînorên xwe bi dûr bexe û hêza wan di şerên bi QSD-ê re kêm dike.

Ji aliyekî din ve, dibe ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe şahidê êrîşên leşkerî yên Îsraîl û Amerîkayê li dijî cihên milîsên Îranê, nemaze piştî tevgereke keşfê esmanî ya Îsraîlê li ser balafirgeha Qamişlo û derdora wê, ku hin hêzên girêdayî Îranê di navendên leşkerî yên rêjîma Sûriyê de bi cih bûne.

Îsraîl bi riya lihevkirinên bi Rûsyayê re karîbû hinek berjewendiyên xwe yên ewlekarî li Sûriyê biparêze. Wisa xuya ye ku berjewendîyên ewlekarî hîn jî armanceke stratîjîk e di mijara danûstandina Îsraîlê bi kirîza Sûriyê re, ev pêwendiya bi Rûsiya re gihîştiye lihevkirinekê ku rê li ber dayîna mûşekên pêşkeftî yên dijî firokeyan ji bo hêzên Sûriyê digire, û rê nade ku milîsên Îranê li herêmê mayînde bi cih bibin. Ev yek dê li ser siyasetmedar û lêkolînerên leşkerî yên Îsraîlê ferz bike ku siyasetên xwe ya derbarê helwêstên li hember kirîza Ukraynayê ji nû ve binirxînin û aloziya bi Moskoyê re kêm bikin, ji ber ku di destê Moskoyê de amûrên fişarê hene ku dikare ewlehiya Îsraîlê di bin gefê de bihêle, nemaze daxwaza hejmarek ji siyasetmedarên Îsraîlê heye ku peywendiyên xwe bi Moskoyê re pêş bixin piştî paşveçona berbiçav di rola Amerîka û nezelaliya siyasetên wê yên herêmî piştî vekişîna wê ji hinek herêman bêyî ku pirsgirêk û gefên li hember hevalbendên xwe li Rojhilata Navîn çareser bike. Ev mijar li ba biryarderên Tel Avîvê xem û metirsiyê zêde dike ku dê di qonaxa bê de bi rewşeke metirsîdar û aloz re rûbirû bimînin û dibe ku Îsraîl neçar bike ku çarçoveya operasyonên xwe derveyî sînorên Sûriyê berfireh bike. Bê guman bertekeke berevajî vê yekê dê hebe ku dê aloziyê li herêma ku berê şahidê kirîzan e, zêdetir bike.

زر الذهاب إلى الأعلى